Ma dîwar dikarin li hember lehiyên êgir bisekinin?

cemozcelikSiyaseta dewleta Tirk li hember Başûr-rojavayê Kurdistanê her ber bi têkveçûnê ve diçe.

Ketiye nava çahlekê û her ku xwe tev dide bêtir di nav de diçe.

Herî dawiyê siyaseta li ser pişta çeteyan dida meşandin ew xist nava nakokî û zahmetiyên kûr.

Berî her tiştî, Emerîka nerazîbûna xwe da diyar ku ew rêxistinên bi El-Qaîdeyê ve girêdayî ne piştgir dike. Zixta Emerîka ew xist nava dubendiyê.

Ji hêlekê ger alîkariyê nede çeteyan, tu wasiteyên din di riya wan re tedaxulî Rojavayê bikin di destê wan de namînin, ji hêla din jî ger alîkarî bike Emerîka, Rûsya û hin dewletên Rojava dide hemberî xwe.

Ji bilî vêya jî derket holê ku, îdî bi riya çeteyan jî ji xêndî tevliheviyê li Rojavayê Kurdistanê nikare tiştekî bi dest xîne û di serde jî çete bi xwe hêdî hêdî li wan dibin bela û xeterekê ji wan re peyda dikin.

Ji ber van sedeman dewleta Tirk ket nav hewildanên nû.

Yek ji van hewildanan çêkirina dîwarên li ser tixûba nin. Çêkirina dîwaran bi xwe sembola têkçûyina siyaseta dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê ye.

Ji ber ku dibîne îdî li wir nikare tiştekî bi dest xîne, dixwaze xwe li hember bandorên şoreşa gelê me li Rojava biparêze.

Lê dîwar ne tenê Rojavayê îzole dike, di heman demê de dewleta Tirk bi xwe jî bi hidût dike, bergiya wê dibire.

Ev salek du sal in, ji bo alîkariyê bide çeteyan, tixûb bi awakî fiîlî ji holê rakiribû û çete bi eşkereyî, bi piştgiriya tanqan ve derbasî Rojava dibûn.

Dema dîwar lêbivin, ewê heta radeyekê pêşiya çeteyan jî bê girtin.

Dewleta Tirk dixwaze pêwendiyên xwe û mixalefeta der û dorên li Sûriyê yên li hember rejîmê şer dikin ji nû ve bihûne.

Ewê hinan ji wan weke heta niha dîsa destek bike û hinan jî bergir bike.

Wek hûn dizanin dewleta Tirk di roja 15ê Cotmehê de çar guleyên topên obusan avît ser hêzên „Rêxistina Dewleta îslamî ya Iraq û Şamê“, bi egera ji çeperên wan guleyeke hawanê hatiye avîtin û li nêzî qereqoleke wan ketiye.

Bi vê topbaranê dewleta Tirk dixwaze du peyaman bide.

Ji hêlekê dixwaze ji raya giştî ya cîhanê re bêje ku ew piştgiriyê nade hêzên El-Qaîdeyî; ji hêla din jî dixwaze bi van hêzan bide fam kirin ku ger ew li gor rêzik û xwestekên dewleta Tirk tevnegerin, ewê îdî neyên piştgir, lê asteng kirin.

Dewleta Tirk dît tevî ku ew alîkariyê dide van hêzan jî, ev hêj ne li gor dilê wê, lê li gor berjewendiyên xwe tevdigerin.

Ji ber van sedeman mecbûr ma heta radeyekê çeteyan bistîne hemberî xwe.

Gelo ev hewildanên dewleta Tirk ên nû ewê karibin wê ji nava çahlê derxînin?

Ez bawer im ev siyaset wê bêtir nakokiyên dewletê û çeteyan kûrtir bike û wê dewletâ Tirk têxe nava aloziyên nû.

Ew heta niha li hember gelê Kurd bi her hêzê re bû yek. Ew hêz jî bi agirê şoreşa Rojavayê dişewitin û yek bi yek têk diçin.

Ji bo xwe ji vî agirî biparêze jî ana dîwaran li dora xwe çêdike.

Ma gelo dewlet û hikûmeta Tirk bira jî nabînin ku çemên Dîcle û Feratê hêdî hêdî dibin lehiyên êgir û bi ser wan de tên, an naxwazin vê rastiyê bibînin û xwe dixin bin perda dîwaran, bi hêviya ku ewê wan biparêzin?

Li ku hatiye dîtin ku dîwaran xwe li hember lehiyên êgir ragirtine?

Kurdinfo

About The Author