Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

Rojhat Amedi 

Qonaxa ku Kurd jê derbaz dibin, divê mirov bi wesîleya salvegera koça dawî ya serokê nemir Mistefa Barzanî işaret bi hinek rastiyan bike. 

Di dîroka miletan de hinek kesayet hene, ku bi kar û xebata xwe rola taybet dileyîzin û di nav pelê dîrokê de cihê xwe digrin. Tevaya hebûna xwe pêşkeşî miletê xwe dikin. Hemî jiyana wan karkirin jibo milet derbaz dibe. Mistefa Barzaniyê nemir jî yek ji wan kesan e, ku jibo miletê xwe bûye sembola serhildanê.

Ger em dîroka serhildana miletê Kurd li başûr bînin ber çavên xwe, emê bibînin, ku Mele Mistefayê nemir mohra xwe li ser tevgera azadixwaz ya miletê Kurd daye. Çavên xwe dema serhildanên Barzaniyan vekir û tevaya jiyana xwe jibo miletê xwe terxan kir.

Mele Mistefa Barzanî, ne bes tene li başûrê Kurdistan, herweha li bakur, rojava û li rojhilatê Kurdistanê jî bû sembola xebata tevgera azadiya Kurd û Kurdistan. Miletê Kurd, li seranserê Kurdistan di bin serokatiya wî de yekrêz bû. 

Lê sed heyf û mixabin, çi yekrêziya miletê Kurd û çi jî xebata berz û bala ya serokê nemir têra serketinê kir. Jiber ku wê demê riya konjektura siyasî ya înternasyonal jibo serkletina miletê girtî bû.
 
Vê rastiyê jî siyasetmedarê mezin, yek ji damezrênerê berbiçav yê dewleta Îsrailê Moshe Dayan, di hevpeyvînekê de tîne ziman:

Rojnamevanê Amerîkî, di warê şarezabûna leşkerî de pesnê Moshê Dayan dide û dibêje:

“Tu Generalê herî mezin î ku min dîtiye.”

Moshe Dayan dibêje, 

Ew ji xwe mezintir Generalan jî nas dike û Mele Mistefa Barzanî yek ji wan e.”

Rojnamevan, di berdewamiya hevpeyvîna xwe de ji M. Dayan re dibêje;

“Di warê leşkeriyê de hûn gelek şarezatir in û jiber wê jî we karî dewleta Îsraîl damezrînin. Lê Mele Mistefa nekarî dewleta Kurdî damezrîne. Serde jî şikest xwar, gelo hûn çawa Mele Mistefa Barzani ji xwe mezintir dibînin?”

Li ser pirsa Rojnamevanê Amerîkî Moshe Dayan dibêje;

“Eger ez li cihê Mele Mistefa Barzanî bû ma, min jî nedikarî dewleta Kurdî ava bikim”

Moshe Dayan bi vê nerîna xwe bal kişandiye ser rewşa Kurdan a ji dema şerê sar. 

Konjektura siyaseta navnetewî ji dema şerê sar, ku Yekîtiya Sovyetê faktorekî esasî bû, sala 1973 hevpeymaniya leşkerî ligel rejîma BAAS vaje kir û di sala 1975an de kotayî bi şoreşa Kurd anî. Bi hilweşîna Yekîtiya Sovyetê re di sala 1990î de, rewşa Kurdan hat guhertin û pêşiya Kurdan vebû.

Kurd, bi mîrasa şoreşa Îlonê, ku Mele Mistefayê mezin bingeha wê danîbû dubare bûn xwediyê welatê xwe.

Belam, divê ji bîra me neçe ku destkeftên îro li başûrê welatê me bi saya serê xebata serokê nemir Mistefa Barzanî pêk hatine. Eger xebata dûr û dirêj ya serokê nemir û pêşmergeyên dêrîn nebûya, başûrê Kurdistan nedikarî bibe xudanê van destkeftên îroyîn.

Belam sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa Barzaniyê nemir dijîn û berjewendiya xwe diparêzin. Lê kî çi dike bila bike, bi xwarina mîras pêşketin nabe û dîrok wê rojekê destê xwe bavêje ser gerdan û pêsîra wan.


Ez, 41emîn salvegera wefata serokê nemir Mistefa Barzanî bi rêz û hurmet bibîr tînim.

Peyama Kurd

About The Author