Ji Ruhayîyan re got:“Hodrî meydan!“

Lotikvana bi nav û deng, agirpêketiya latînî Jenîfer Lopez, sir û gizêma bedewîya xwe û jiyna xwe ya seksê e?kere kir. Xwedêhi?tê ewqasî pesnê îsotên no (tûj) da ku nayê gotin. Pi?tî vê daxuyanîya Lopez xanima germik, îcar min fahm kir bê çima Ruhayî ewqas îsotên tûj dixwin û virde wêde lotikan davêjin ellawekîl.

Jenîfer Lopez a ku wek yek ji jinên herî seksî tê binavkirin, ji çapemenîyê re behsa jiyana xwe ya seksê kir û got: „Mêrê min Marc Anthony ji min berdayî be, sedema xwe?ikî û bedewîya kesên latîn (latîn Amerîkayî lo) xwarina îsotên tûj e. Rast e, gava meriv dizewice jiyana seksê kêmtir dibe û meriv zêde nikare hevdu bigevizîne. Lê ez jiyana xwe ya seksê bi xwarina îsotên tûj xurttir dikim. Îsotên tûj meriv wek golikên dîn har dike û agir bi tenûrê dixe“ filan û fîstan.

 Lotikvana tenûrgerm Lopez, di derbarê îsotê de gotiye:“Ez bi serê herdu zarokên xwe kim, ez bi xwarina îsotê hem xwe ji kanserê diparêzim û hem jî hêza xwe ya seksê zêdetir dikim. Îsota tûj dermanê bedewîya latînan e, kesên ku îsotên tûj dixwin dibin wek çêlek û ciwangeyên lêrabûyî“ filan û xeftan.

Ez serê we neê?înim, îsot dermanê kanser, manser û hema bêjin dermanê hemi quzilqurta ye. Tew ji xwe ji bo xurtkirina hêz û lotikên seksê yek û yek e.

Îcar we fahm kir bê çima Ruhayî ewqas îsotperest in cîgerlerim?

About The Author