Jinên Amerîkî qû? li melayê Îranê qetand

Berî niha îmamê mizgefta mezin ê Îranî di xutbê de jina xwe ji xwe berdabû û gotibû:“Sedema ku ev erdhej û zelzele çêdibin jin in. Ji ber ku jin xwe ?ût û rût dikin û xwe berdidin çolê, erdhej û zelzele çêdibin. Hingî jin xwe tazî mazî dikin, memikên xwe wek zebe?ên Diyarbekirê mezin dikin û berdidin çolê, erdhej çêdibe û qûn li me diqete“ û jin gunehbar kiribû.

Pi?tî vê lotika kerîkî ya îmamê Îranî, jina Amerîkî Jennifer McCreight rabû di Facebookê de grûpek bi navê (bookquake – erdheja memikan) çêkir û jinên cîhanê dawetî pê?kê?kirina memikan kir. Grûpa erdheja memikan, ji jinan dixwaze ku di 26ê Nîsanê de memikên xwe berdin çolê da ku bizanin bê ka qûnekê îmamê Îranî rast dibêje yan derewan dike.  Dibêjin heta niha zêdeyî 150 hezar jin bûne endamên grûpa erdheja memikan û her roj zêdetir dibin.

Werhasilî kelam, jinên Amerîkî û yên cîhanê dane bin dûvê îmamê Îranî û dixwazin tirrê jê berdin. Heger roja 26ê Nîsanê (yanî sibê) gava jin memikên xwe berdin çolê û zelzele rabe, ji xwe îmamê Îranî rast dibêje. Na heger kêfa zelzelê ji wan memikên germik û girover re hat û erd nehejiya, ji xwe îmamê Îranê bi xirrê Xumeynî digre û derewan dike.

Li benda 26ê Nîsanê bin û xwe bi werîs û zincîran grêdin gelî xwendevanan. Meriv nizane çi dibe û çi nabe ellawekîl. Hew we dît hûn li ber lehîya memikên mezin û pêla grûpa erdheja memikan çem û çem çûne haaaaaaa….

Amerîka


About The Author