Civata Kurd, xwedî pir hêjayî û payeberziyan e. Di civata me de kesên wisa dilsoz hene, ku em bi serbilindî dikarin bibêjin ku kêm bûne para gel û milletên din.
Her wisa jî, wek di her civatekê de peyda dibe, li nav civata me jî, yên nezan, xwenezan, dîn û tiredîn hene.
Xwezî civata me, tev ji jîr û zaneyan pêk hatiba. Lê mixabin, ku nuha ji ber sedemên mêjûyî, aborî, civakî û çandî ji vê yekê re hîç rê nîn e.
Bêyî ku em ji mijarê dûr bikevin, em nuha werin ser babetê. Di nav gel de tiredîn, ji wan kesan re dibêjin ku ti?tekî dike yan jî, ti?tekî dibêje ku ev ti?t ne yê kirin û ne jî yê gotinê ye.
Li Amedê Kurdekî bi navê Hûto hebû, ku nav û dengê wî, li nav keleha Amedê fireh belav bûbû. Lê bi xerabî.. Hûto ji bêçaretiyê, ji nebûna derfetê, ji nebûna kar û lebat û xebatê, bûbû diz, di
ket malan û dikanan, zêr, pere û hûr mûrên xelkê ji xwe re didizî dibir. Hûto, wisa dizekî xurt bû, ku gava biketa malekê, dikanekê, misoger wî ti?tek hildida û dibir. Kes jî nikaribû pê?î lê bigire, ji lewre Hûto hem dizekî zane û zexel bû û hem jî, xwedî la? û gewdeyek giran û dest û lepên wî jî pir mezin bûn. Xwedî zend û bendên stûr û qalind bû. Gava mirov bidîta jî, ku va ye malê mirov ji xwe re dibe, piraniya caran mirov ne diwêrîbû hêri?ê ser wî bike û malê xwe, ji nav lepên wî yên mezin derxîne. La?mezinekî wisa bêcir bû. Loma jê re digotin Hûto, ango la?mezino.
Rojekê, ?ahiya jinhanînekê (dawetekê) amade bûbû û xwediyê ?ahiyê, ji ber la?meziniya Hûto, ew kiribû berpirsê ewletiya vê ?ahiyê. Ji ber vê yekê, ku kî dihat ?ahiyê, ji ber qedexebûna teqandina debançeyan, (sal serdema 12yê îlonê sala 1980yî bû), gerek bû ku mêvanan, debançe yan bi xwe re nehanîna nav ?ahiyê, yan jî heger bi wan re hebûya, diviya ku debançeyên xwe, ji bo çend saetekê, li nik Hûto (!) bihi?tana. Ev dihat wê wateyê, ku weke mirov berx daba ber gurekî.
?ahî hîna tam ne çûbû serî, xelkê teq û reqek bihîst. Li navbera Hûto û mêvanekî xwedîdebançe, pevçûneke mezin dest pê kiribû. Sedem jî gava Hûto debançeyên her mêvanekî li wan divegerîne, ji debançeyek belçîkî yê qevzspî pir hez dike û naxwaze, ku vê debançê li xwedî vegerîne. Ji ber pevçûna Hûto û xwedîyê debançê, ?ahiya jinhanînê xerab bû. Polîs hatin nav ?ahiyê. Hûto ku her roj û du roj di nav destê polîsan de bû, qet ji polîsan ne ditirsiya. Bi carekê li serê banî diyar bû. Debançeya belçîkî yê qevzspî ji ber xwe ki?and û ber bi hewa rakir. Li ber polîsan ?arjorek ji çardeh derban li ser hev, li hewa vala kir û bi tirkî wisa qîriya: Ez Hûto, Hûtê binê behra me. Hûtê deryayên mezin û rastiya xewna me. Kî ye ew ê ku li hevberî min dikare serî rake?
Her çend ku serdema dîktatoriya le?keriya 12yê Îlonê bû jî, dîsan polîsên tirk, di xwe de wê nebeziyê ne didîtin ku li hevberî Hûto derkevin. Gava Hûto bi çavsorî wisa li ser banî gulle bi hewa de berda, polîs destê xwe dan ser kumên xwe û ji hew?a malê bi lez reviyan û derketin der û gotin: ‚Ulan bu Huto be! Delidir, ?akasi-makasi yoktur, wallahî adami kalbinden deler. Çabuk di?ariya!‚ / Ango: Lo Ev Hûto ye! Dîn e û henek-menekan nizane, gulle li ser dilê mirov diteqîne welleh. Zû ji xwe re birevin! Lezkin! Lezkin!
Jinên malê, dost û hevalên xwedî ?ahiyê derketin ser xênî û Hûto bi lavayî hanîn xwarê, ku wî a? bikin. Xwedîyê debançê jî dest ji debançeya xwe ?û?t û ji ber tirsa Hûto û polîsan, ji wir çû. Lê Hûto çav bi merîmalek ji xwedîyê wê debança qevzspî ketibû. Her du destên xwe kir qirika mirovê xwedîdebançe û hindik ma ku mêrikê reben bifetisîne û bikuje. Tevayê merîmalan, nêzîkê bîst peya û bîst jin, bi her du mil û destên Hûto girtibûn, ne dihi?tin Hûto mêrikê reben tam bifetisîne. Lê bêkêr bû. Pi?tî 10-15 derbên bi misîna Kurmancî ya ji miz û ya pir giran li ser serê Hûto hat xistin, hîna nû serê Hûto ?ikiya, hinekî xwîn jê hat. Lê dîsan jî, mêrikê reben qet ji nav destê wî ne dihat rizgarkirin. Pa?ê Dilovan, ku xortekî pir bi hêz û pir xurt bû, ji destê jinikê misîna miz girt û bi pahniya misînê û ji jor ve çend derbên pir giran li nav serê Hûto xist, hingî Hûto çiçkekî sist û sewsî bû. Serê wî piçekî li dora wî geriya, dewxa wî çû û hîna nuh destê xwe ji qirika mêrikê reben ki?and û bi carekê xwe ji nav xelkê derbas kir, ji nav destê girseyê wek masiyekî ?il ?imitî, ji hew?ê derket çû.
?ahî tev belav bû. Xwediyê ?ahiyê dil?ikestî û xemgîn li hev rûni?tin. Her kes pir xemgîn bûbû.
Hingê Îbo Pizik ê bejinkurt jî, hat li nav civatê rûni?t. Ji ber kurtbûna bejna wî û ji ber cira wî ya pir bi hêrs, jê re digotin Îbo Pizik. Îbo bi pesindayinê jî pir navdar bû. Gava ji yekî biê?iya, bi dengekî bilind digot ‚Ez Îbo. Min Taxa Elî Pa?ayê buhust buhust pîva ye. Bila kes neyê pê?iya min!‘ Lê xwediyê van gotinên mezin, ne wek Hûto xwedî la?ek mazin û xwedî dest û lepên gir û giran bû. Îbo Pizik wek zarokekî deh salî xwedî la?ek hûrikî bû. Gava mirov ew li bin lihêfê razayî didît, mirov digot qey zarokekî 10-12 salî ye, ku di binê lihêfê de raketî ye.
Lê ev camêrê wisa la?biçûk, ji kirina peyv û gotinên pir mezin hez dikir.
Îbo ket hundur û hat li nav civata dil?ikestî û xembar rûni?t. Wek adetî ye, her peya, her jinên navsere û xort û qîz ên li civatê, bi rêz û silav, tev bi dorê, xêrhatina wî kirin.
Îbo Pizik, gotina xwe ya herî pê?î, li ser Hûto kir: ‚Mixabin ku mirovê me ye. Heger ne mirovê me ba, min ê dest û lingê wî girê bida û bi çoyan têr û tije lêxista, ta ku bi xwe de dimîst!‘
Li ser van gotinên Îbo Pizik, pê?î yên xort nikaribûn xwe bigrin. Pixxînî bi wan ket û kirine ken, ta ku zikê wan biê?e ji xwe re têr keniyan. Pa?ê jî mêr keniyan û jin jî di pey re.
Îcar, di civatê de, jinek têra xwe xwedî pêzanîna axaftinê hebû: Bîbiya Êmî?a, jinek navsere, jîr û xwedî gotinên bi nirx bû. Bîbiya Êmî?a, qîza Canoyê Xwe?ikî bû û xanima Ezîzê Golgulî bû. Emî?a qet ne çûbû xwendinê, lê belê yeka ku têra xwe zanibû ku bar û doxê dunyayê çawa digere. Bîst zarok hanîbû dunyayê. Peyva rast qet ne dive?art. Wêrek û bêtirs bû. Encam çi dibû û çawa dihat, wê her dem ji mirov re rastî digot. Gava dest bi peyvên xwe dikir jî, her dem di serî de ji mirov re ev digot: ‘rastî xwe? e. Xwedê gotiye serê mirov jî here, divêt mirov dîsan ji rastiyê dûr ne keve! Bêje rast, razê rast!’
Bîbiya Êmî?a, berê xwe da Îbo Pizik û ev rastî bi nerîna li nav çavê wî, yekser jê re got: ‚Lo lo Îbo, Xwedê jê ne raziyo! Va ye em bîst jin û bîst peya, ev civata ev çend mezin, em gi?t bi hev re em nikarin Hûto bigirin, îcar tuwê bi wî la?ê xwe yê biçûk çawa bikarî wî Hûtoyê qirase bigirî û berbend bikî? Rebeno! Bi Xwedê ji yên wek te re dibêjin: tiredîn!‘
Hingê civat dîsan tev kire ken û Îbo jî xwe li ciyê xwe tam teland û qet deng jê ne derket. Heyamekê xwest ku ti?tekî bibêje, lê Bîbiya Êmî?a gote wî: ‘Îbo li ciyê xwe rûne, yan jî nuha li ber vê civatê behsa qûnzêriyên te jî dikim!’
Li hevber Bîbiya Êmî?a qet ne dihat peyivtin. Îboyê xwediyê peyvên palewan, berî ku bikeve bin gotinek din a Bîbiya Êmî?a, qiyma xwe bi mayina di bin gotina tiredînî de hanî û wek zimanê xwe daqurtandibe, serê xwe kir ber xwe û di ciyê xwe de wisa bêdeng ma.
Derfeta piştî sed salî..
Aqil taca zêrîn e
Kurmê şîrî û xeyalên beravêtî