Nov 9, 2010

Balikçî ji Batmanê gundê Girbere?kê ye

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 5

Berî niha me di nûçeyekê de behsa Balikçî kiribû. Hinek fitne û fesadan digotin ku Balikçî “Omer Agin” e. Lê pi?tî lêkolînên sîxurên me, derket holê ku eleqa Omer Agin û Balikçî bi hevre tune.

Ti?tek ji ber destê sîxurên Lotikxanê nareve. Sîxurên me pi?tî lêkolînek sererd û binerdkî, Balikçî yê ku qasidê dewletê û A.Ocalan e derxistin holê û xwe gihandin kesê ku bi Mahsûn Korkmaz re ew brîndar kiribûn.

Em li vir hevpeyvînek kurt bi birêz N.Hebizbinî re dikin û vê hevpeyvîna germik û nermik pê?kê?î xwendevanên xwe û awira gelemperî dikin.

Lotikxane: Birêz N.H, tu Balikçî nas dikî?

N.Hebizbinî : Belê, ba? nas dikim

Lotikxane: Çi kes e, ji ku ye û mirovekî çawa ye?

N.Hebizbinî : Balikçî ( Îlhamî I?ik ) bi xwe ji Batmanê gundê Girbere?kê ye. Merivê A.Fikrî I?ik e. Li Batmanê serokê ÎGD (?axê xortan ê TKP) bû.

Lotikxane: Yekî çawa bû gelo?

N.Hebizbinî : Xwedê heye, mirovekî mêrxas, teorîsyen û jêhatî bû. Erê her çiqasî di nav TKP de bû û serokê wan ê Batmanê bû jî, lê Kurd e, Kurdekî ba? bû.

Lotikxane: Ba?e, te çawa tê derxist ku Balikçî Îlhamî I?ik e?

N.Hebizbinî : Balikçî bi xwe dibêje “ez TKPî bûm û Mahsûn Korkmaz ez brîndar kirime”. Ez û Mahsûn Korkmaz me li lîseya Batmanê serokê ÎGD Îlhamî I?ik brîndar kir. Ez wî ba? nas dikim, ji ber wê dibêjim ew e.

Lotikxane: Naxwe sedî sed Balikçî Îlhamî I?ik e?

N.Hebizbinî : Ez wek îmana xwe zanim ku ew e. Ji ber kesê ku bi Mahsûn Korkmaz re serokê ÎGD brîndar kiriye ez im. Ez wî ba? nas dikim. Ji gundê Girbere?kê ye û ji nêzîk ve merivê A.Fikrî I?ik e.

Lotikxane: Balikçî niha qasidê navbera dewletê û Abdullah Ocalan e, ?êwirmendîyê ji wan re dike. Gelo çi dikeve serê te?

N.Hebizbinî : Wek min berê jî got, Îlhamî I?ik Kurdekî ?areza, teorîsyen û biaqil e. Ez bawerim ew dixwaze herdu alîyan di çareserîya pirsa Kurd û hatina a?tîyê de bîne cem hev, wan zêdetir nêzîkî çareserîyek demokratîk bike. Balikçî bi xwe dibêje ku ji 1996an ve qasidîya herdu alîyan dike. Herdu alî jî heta niha li gora pê?niyazên wî dan û stendinê dikin. Piranîya biryarên agirbesên ku ji alî PKK û KCK ve hatine dayîn, li ser pê?niyazên wî çêbûne. Li gora min wek qasid hilbijartina kesekî mîna Îlhamî I?ik helwestek maqûl û di cîh de ye.

Lotikxane: Gelo A. Ocalan çima û çawa qasidîya Balikçî qebûl dike, Îlhamî I?ik bi xwe ne PKKî ye?

N.Hebizbinî   : Balikçî bi xwe dibêje ku “min tucarî A.Ocalan xeyal?ikestî nekiriye”. Xuyaye bawerî daye A.Ocalan û dewletê heta ku herdu alî jî bi qasidîya wî razî ne. Heger Balikçî pê?niyaz û kiryarên ku li dijî berjewendîyên herdu alîyan e bikira, belkî qasidîya wî têketa xeterê. Lê xuyaye Balikçî mêzêna herdu alîyan ba? li hev radigire.

Lotikxane: Birêz N.H, spas ji bo van agahdarîyên we. Emê di rojên pê? de cardin we aciz bikin û agahdarîyên zêdetir di derbarê Balikçî de ji we bistînin. Gelo ti?tekî ku hûn ji xwendevanên me re bêjin heye?

N.Hebizbinî: Her bijîn. Ez Lotikxanê di?opînim û jê hez dikim. Bi mîzah-siyaseta xwe Lotikxane xizmetek giranbuha ji zimanê Kurdî û netewparêzîyê re dike. Hêvîdarim hûn tim serketî bin.

Sîxur 007

Êlih

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

5 Comments Already

  1. Lawo hema herbijî Lotikxane,
    Bi telaq li gora vê xebata we u ev sîxurên jîr u zana
    ji niha u nêzîk hunê herin ser heyvê jî lotikan bavên

  2. Law bila her bijî Kurdistan-a Demoqratîk Cimriyet u Lotikxanecî qerdashim. Yaw bila xwedê teala zerikên germik u nermik di bihushta qedîm da cot bi cot bixe himbêza lotikxaneciyan, ihi.

  3. Lawo ma qey ew ji yezdanê dilowan û mezin ewlaye!qerda?im.
    Lotixane heya iro min qet nekir ji wan man?etê xweyî ezîz û min di ber sîya Masîvan de derxist ber tirêjên tavê.
    Ma babam, ew ci ”Medya anlayi?î”ye.
    Ma babam, qey Masîvan ji min bi ?ohrettîre cigerîm.
    Silavek li Sîxur 007 bikin. Sîxurîya wî bi telaqê bê fitû bê isabete.Ez yekî ji hêla Merdînê, navçeya Sitewrê, ji e?îra Dêrawêra ji gundê Xeramemo me.Îca Girbere?kê ji kur derket babam.
    Belê ez xalanê Hebizbinîya me lê hebîzbinî li kur Girbere?kê li kur wîîîîîîîîî.,

  4. Yahoo, wele ji sevîdin ve ez ketim meraqê, min go ka bê ev “Masîgir” (Balikci) kîye. Min kir û nekir, min ciqasî li kecelîya wî û li qemcika wî temase kir jî, lê dîsan fêde nekir. Ez fikirîm ka kî di nav kurdan de heye ku kecel bê û sîyasetmedar bê. Lê yabo min berê xwe da kê û sûretên wan anîn ber cavên xwe, min dît ku vaye hemi kurd wî kecel mecelin û ji xwe yekî ku ne di nav sîyasetê de bê û xwe wekî serokekî partîyekê nebînê nine. Lê hun zanin bêtir îsev ki hat bîra min? Yaho îsev gava ku cavê min bi sûretê Umit Firat ket, ez fikirîm, min go gelo ev ew bê, lê dîsan fikirîm, min go ma ne heyra navbera wî û Apo nexwese, vêca wê cilo wî wek qasid qebul bikê?

  5. Sîstema kemalist gelek sîxur û it û mit perwerde kirin ev masîvan jî yek ji wan e, pirr jî ne girînge kî ye lo dev jê berdin bidin bin dûvê wî :hhhhhhhhhhhhhh

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: