Burkay hat, çima nehiştin Aram Tîgran were?

Kemal Burkay piştî 31 sal vegeriya welêt. Em bi hatina wî gelek kêfxweş bûn. Sîyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrek weke Burkay ku ‘emrê xwe di riya Kurdewarîyê de derbas kiriye,...

Kemal Burkay piştî 31 sal vegeriya welêt. Em bi hatina wî gelek kêfxweş bûn. Sîyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrek weke Burkay ku ‘emrê xwe di riya Kurdewarîyê de derbas kiriye, ji bo pirsgirêka Kurd têkoşîn daye, helbet wê ji bo aştiyê jî hewl bide.

Di pêvajoya çareseriyê de em bi hêvîne ku wê rolek girîng jî bigire.

Piştî pêvajoya Pêşvekirina Demokratîk, Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan nav bi nav bangî rewşenbîr û hunermendê Kurd yên li derveyî welêt kir. Got êdî vegerin welatê xwe, Tirkîye Tirkeyeya berê nîne. Ew sedemên çûyîna we, we mecbûrê sirgûna kir, êdî ji holê rabûye.

Kemal Burkay bersiv da vê gaziya Erdogan û piştî 31 salî vegeriya welêt. Weke min di serî de jî got em bi hatina Burkay gelek kêfxweş bûn.

Lê belê digel kêfxweşiya hatina Burkay, hinek xemgînî jî hatin bîra me. Di 8’ê Tebexa sala 2009’an de hozanê navdar stranbêj Aram Tîgran çû ser dilovaniya xwe. Tîgran beriya mirina xwe wasiyet kiribû ku wî li Diyarbekîrê defin bikin.

Di strana xwe ya “Rabe Lawo” de jî, hesrata welat wiha anîbû ziman:

Rabe lawo em herin welatê xwe
Cihê meskenê cem bav û kalên xwe
Mirin xweşe li nav dost û pismamê xwe
Jiyan xweşe li cem dost û pismamê xwe

Di vê stranê de jî qala mirinê dike. Qala mirina xweş dike. Mirina xweş li welat, di nav dost û pismaman de ye.

Ez dixwazim behsa nakokiya ku li hemberî Burkay û Tîgran nîşandan bikim.

Hikûmetek ku xwe weke oldar dibîne, di raya gelde wisa tê zanîn divê zanibe ku, di Îslamiyetê de wasiyet çiqas girîng e. Wasiyeta Tîgran qebûl nekir, Tîgran li Diyarbekîrê nehat defin kirin.

Ev strana Tîgran ya “Rabe Lawo” carek gûhdarî bikirina dibe ku, dilê wan rehm bigirtana.

Dema ku Burkay vegeriya, Tîgran hate bîra min û nakokiya hikûmetê min xemgîn kir. Xwezî hikûmet ji miriyan netirsiya.

Xwezî çawa bangî Kemal Burkay, Şivan Perwer, Yaşar Kaya hûnermend û siyasetmedarên Kurd yên li sirgûnê kir, wisa wasiyeta Aram Tîgran jî qebûl bikira.

Aram Tîgran jî mirinek xweş di nav heval û pismamên xwe de bijiya. Dost û Hevalên wî, Xizm û Hezkiriyên wî, karibana biçiyana serdana gora wî, jê re dia bikirana û kulîlikek daniyana ser gora wî.

Em dixwazin ku, vegerîna Kemal Burkay ji bo Rewşenbîr, Siyasetmedar û Hunermendên me yên din ku li sirgûnê ne bibe mînak. Ew jî vegerin meskenê bav û kalên xwe. Mirinek xweş di nav heval û pismamên xwe de bijîn.

Çend roj paşê salvegera mirina Tîgran e.
Hikûmet jî bila samîmiyeta xwe nîşan bide, gora Aram Tîgran bîne Diyarbekirê.
Bi vê wesîleyê, em Tîgran bi xemgînî bibîr tînin.
Fethi Kaya

www.xeberenkurdi.com

Beş
Kadîn
2
  • tengwari
    8 August 2011 at 11:21

    Aram Tîgrîs filebu û Welatê wî jî Ermenîstanbu.Qey ew nexwestîyê here nav goristana gele xwe. Kurdîstanê jî cîyê goristanê nemaye. Kek Kemal Burkay jî dema jiyana xweya sîyasîde tu car Kurdîstanê cî nebuye, û kek Kelam jî hatiyê Tirkiyê ne hatiye KurdÎstanê. Biborînin em zu biryardidin derheka kesanda.Piçkî sebir demaki KurdÎstanê cîbu ew deme mehfa we heye bejin vegeraye Welatê xwe.

  • Barzan
    8 August 2011 at 19:28

    Mam Aram bijdari cù,ne xwe§ hat. u tirken delxèram kùjtiyen xwu,ra icaze neda.rawestin heger kemal bikaribè bijdar bizivirè.

  • Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    Zêdetir

    • Hesab

      Xêrxwaza Dêrikî Dema em ji serboriyan sûde wernegrin têkçûyîn û windakirin ne dereng e, lewra heke em li xwe werneqilin û neponijin ji vebal, bedel û gunehan berpirsiyar em...
    • Li welatê ku aqil ji seriyan koç kiriye

      Li welatê ku aqil ji seriyan koç kiriye, sohbet û şevbuhêrk hemû li ser siyasetê û dîn e. Wê şevê em li malekê mêvan bûn. Ji xêndî me du...
    • Zikê têr hay ji zikê birçî tuneye.!

      Xêrxwaza Dêrikî Ezê qala salên borîn, zilm û zorê, bedel û têkçûyînê nekim, êdî qala peyvên qelew û kilasîk jî nekim. Çimkî ji dîrokê û virde bi hezaran şîret...
    • MAL NÎNE KERXANE YE!

      Cejna Remezanê derbas bû, çavên zarokan li şekir û peran bû. Dest maç kirin şekir û pere berhev kirin. Ev jî rengînîya cejnê ye. Kevneşopîya bav û kalane ku...
    %d Bloggern gefällt das: