Ev çîroka sofiyan, ji çanda ezepwarî hatiye wergirtin.
Dibêjin, carekê sofiyekî rihdirêj hebûye, makera wî ketiye ber teliqandinê û sofî li ber serê wê rûniştiye, destên xwe hevraz kiriye û hema dibêje: Ya rebî, tu bikî ku dehşika makerê yan mê be, yan nêr be!…
Melê gund jî diçû quleteynê, riya wî di ber deriyê mala sofî re dibihurî. Bala xwe dayê ku sofî li ber serê makera xwe rûniştiye û destên xwe hildane, ji xwedê re zarîn dike.
Mele çû li pişt sofî rawestiya û guhdarî kir, dît ku sofî dibêje: Ya rebî, tu bikî ku dehşika makerê, yan mê be yan nêr be!…
Melê got:
– Sofî, jixwe wê dehşik yan mê be, yan nêr be. Îcar tu çima wisan dua dikî?
Sofî berê xwe da melê û got:
– Seyda, ne ew çiştê ku makerê dîtiye, ez ditirsim ku yekî mîna min û te jê derkeve!
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin