Ji morfîn û eroînê jî dijwartir in

Jin jiyan e û jiyan jî bê jin nabe. Helbet jiyan bê mêr jî nabe.  Mesela qapax û beroşê ye, ne jin bê mêr dibe, ne jî mêr bê jin. 

Qanûna xwezayê ye, ne her tişt bedew û xweşik dibe, ne jî her tişt kirh û nexweşik dibe. Tiştên xweşik û bedew bala meriv dikşînin ser xwe û tiştên kirh jî dilê meriv dixelînin. Lê bedewî jî, kirbûn jî dîsa tam û lezîzek xwe heye.

Axir, li gora lêkolînek Zanîngeha Harvard ê, dibêjin inên bedew, spehî û seksî bandora „eroîn û morfînê“ li zilaman dikin, wan wek esrarkêşan pûç dikin. Kesên ku li jinên bedew û spehî binerin, wek ku eroîn û morfîn kişandibin bêhiş û serxweş dibin

Zanîngeha Harvard ê, lotikvana agirpêketî Rosîe Huntîngton Whîteley wek nimûne daye. Li gora lêkolînê,  Rosîe Huntîngton Whîteley bandoran eroîn û morfînê li ser zilaman dike û tirrê di wan de dike fis.

Li gora lêkolînê, gava meriv li jinek bedew û seksî dinere, ew herêmên ku di mejî de bandora narkotîkê lê dibin, dikevin tevgerê.  Yanî, ha te li jinek bedew nerîye û ha te morfîn kişandiye wek bi bandor in.

Rosîe Huntîngton Whîteley, Angelîna Jolîe, Scarlet Johanson û Adrîana Lîma çend ji wan jinan in ku doxînê li zilaman sist dikin û wan bê eraq serxweş dikin.

De ka li wan binerin bê hûn jî bê morfîn serxweş dibin yan na..

London

About The Author