Nov 28, 2012

Monat: November 2012

Tansîyon!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Rojekê li gundekî girêdayî Farqînê axeyek nexweş dikeve. Ew herêm bi ser axê de diqûrin; tu kes namîne ku naçe serdana wî… Piştî hefteyekê gavanê gund Hemê jî nahletekê li çavê şeytên tîne û ber bi mala axê ve xwe davê ser teqleyan. Her çiqas Hemê zêde ji axê hez nedikir jî, rebeno mecbûr bû. […]

Elîko: ”Bi qesema navê xwedê ez heramzade me!”

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Rojnamevan Mehmet Alî Bîrand ev 40 sal in li Tirkîyê rojnamevanî dike, 30 sal in bernameyên televîzyonan amade dike û li Tirkî bûye yek ji qeraseyên herî navdar. Yê ku cara yekem bi serokê me yê erd û asîmanan re hevpeyvîn çêkir û wek ”Apo û PKK” weşand ew bû. Yek ji kêm rojnamevanên Tirkî […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off

Aha îcar govenda rojava xweş û geş bû!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Piştî lihevhatina rêxistin û partîyên Kurdên rojava, pêşmergeyên qehreman bi heybeta xwe derbasî rojavayê Kurdistanê bû û hêvîyek mezin, hêvîya serketinê da Kurdan. Piştî qebûlkirina daxwaza federasyonê û niha jî derbasbûna pêşmergeyên qehreman, êdî serketina Kurdên rojava nêzîk û ne dûr e. Hêvîya me ji yezdanê mezin ku rojek berî rojekê desthilatdarîya Beşarko hilweşe û […]

Xwedê bikim rast be û ne derew be

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
Li ser bextê rojnama Rûdaw be, dibêjin Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê civîyane û herdu meclîsan li hev kiriye ku xebata Desteya Bilind ya Kurdî xurt bikin, hêzek eskerî ya hevbeş ava bikin û ji alîyê siyasî ve jî daxwaza federalîzmê ji bo rojavayê Kurdistanê bikin. […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off

ŞÊX ŞAKIR

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Şêx Şakir ji Mêrdînê ye lê li ser hemû benan dileyîze. Li Mêrdînê qursa qeşe/keşetîyê vedibe, Şêx Şakir diçe wê qursê û dîploma qeşetîyê jî dike berîka xwe. Rojekê camêrek xwedîyê du jinan ( ji ber ku li cem jina nû lê ranabe )  xwe digehîne nîk Şêx Şakir ku ji derdê wî re çareserîyekê […]

DENG NEKIN BAŞQAN DİAXIVE !

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Mendo zilamek dînomîno bû, wexta fabrîqeya şekir li Mûşê çêbû, ew jî di fabrîqeyê de bû karker. Mendo gor dilê xwe gor kêfa xwe dixebitî, ne serkar ne jî berpirsiyarekî newêribû jê re tiştek bigota. Yekî tiştek bigota Mendo ne dêya wî ne jina wî û ne jî ezbeta wî berdida, bê sînor dida çêra. […]

Fedaîyên PDL ji bo şer amade ne

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 9
Belê, şerê me û Erebên qûnreş nêzîk bûye û laşê Nûrî El Malikî duxire, ava serê wî dikele. Nûrî El Malikî ku van nêzîkan li Kurdan har û dîn bûye, dixwaze eskerên xwe bişîne Kurdistanê û Kurdistanê dagîr bike,  qetla wî helal bûye. Piştî ku Berpirsê Têkilîyên Derve yê PKK kekê me Ehmed Denîz daxuyanîyek […]

Bijî û her bijî!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Gellek caran hinek fitne û fesad dibêjin „yaw Lotikxane dijminatîya PKK dike babam“ filan û fîstan. Lê bawer bikin bi rexne û pesindana xwe em ji 101 bavê wan fitne û fesadan zêdetir dostanîya PKK dikin. Raste, car caran em rexneyên tûj jî li çawîş û başçawîşên PKK digrin. Lê dijminatî qet û qet nehatiye […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off

Ji zebeşên Diyarbekirê jî mezintir in

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 6
Stêrka porno û seksê a Alman Beshîne, piştî çend neştersazîyên giran, memikên xwe kirin wek zebeşên Diyarbekirê û nepixandin. Memikên ku her yek ji wan 25 kîlo ne, giranîyek mezin dide bedena Beshîne xanimê. Lê ne xema wê ye, 50 kîlo giranî li ber çavê wê nayê, bes ku navê „memikmezinê“ bi dû xwe xîne […]

Başqanê me lotikek li canbazan xist

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Şikir ji xwedê re, me vê carê jî dengê başqanê xwe bihîst. Hem jî tam di demek zîz û xeter de. Ecêb e, Alîkarê  Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç doh (17. 11.2012) gotibû „Wê di demek pir nêzîk de grevên birçîbûnê bi dawî bibin“ û peyamek dabû awira gelemperî. Xuyaye haya wî ji hinek meselan hebû. […]

Kuro aferîn ji te re kurê qehpê aferîn!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 6
Li ser bextê berpirsê desteya kargêrîya polîtburoya YNK Mele Bextîyar be, dibêjin xalê me Mele Bextîyar eşkere kiriye ku fermandarê operasyonên hêza DÎCLE Ebdulemîr Zeydî gotiye: “Ez dijminê Kurd im û ezê wek dijmin jî bimînim” û lotikek avêtiye. Aha xîret ev e ha gelî xwendevanan. Erebekî qûnreş û ewladê zinê rasterast û eşkere dibêje […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off

KCK dîsa lotikek kesanedî avêt

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Li ser bext û wîjdanê ajansa ANF be, li gor ajansa ANF dibêje, KCK daxuyanîyek qerase di derbarê grevên birçîbûnê de derxistiye û qiyamet rakiriye. KCK daxuyanîyek bi navê „Tenê rêyek ma, bilindkirina berxwedanê“ weşandiye. Di daxuyanîyê de bi dûdirêjî behsa rewşa girtîyan û helwesta hikûmeta AKP û Kasimpaşalî Receb tê kirin. Lê sosreta mezin, […]

Kevok û rêzanî

  • by
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Du kalemêr li derva li bin darê runiştine, yek ji wan genîm dide Kevokan û vedibêje: -Ez her sibe berî nîvro qût didim van feqîrên xwedê û zikê wan têr dikim. Ewê din bi ken dibersivîne: -Lawo dîno ev kevok mîna rêzanan in. Dema ku li jêr in lingên wan erdê tên di nav lepên […]

Jîyana Zarokên Kurdan…

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Çîroka jîyana her zarokî cuda cuda ye. Çîroka Jîyana her dayikê jî ji hevdû cuda ye. Her zarok an jin, jîyanê ku ji dil xwestiye nejîyaye. Her dê, ji mêj ve xwestiye ku  navê zarokê xwe lê bike û bi wî navî zarokê xwe mezin bike. Lê mixabin li Tirkîyê şensê (siûda) dayîkên zarokên Kurdan […]

MASÎ MIRDAR BÛNE

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Heso xortekî hinek hiş sivik bû. Rojekê çû ber çemê Mûradê, bala xwe dayê waye di golek kêm av de gelek masî hene. Heso kete nav avê, bi destê xwe gelek masîyên gir girt. Masîyên xwe bi çeqelekî dara bîyê vekir, bi çoyê xwe re kir û avêt ser milê  xwe berê xwe da gund. […]

Roja bîranîna „mirî“yan

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
Hunermendê Amerîkî Spencer Tunick, vê carê jî ji bo bîranîna mirîyan jin û mêr şût û rût berdan çolê, tilîyek avêt bin dûvê wan û namûsa wan kir pênc pare. Spencer Tunick ê ku îş û karê xwe daye ser tazîkirina jin û mêran, heta niha li gelek welatan geriyaye, jin û mêrên wan welatan […]

Pirtûka „Hunermendên Mêrdînê“ derket

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Xortê delal Ahmet ÇINARBAŞ, piştî ked û xebatek mezin pirtûka li ser „Hunermendên Mêrdînê“ weşand. Ahmet ÇINARBAŞ di 1979an de li bajarê Mêrdînê hatiye dinyayê û bi xwe pisporê komputerê ye. Ahmet ÇINARBAŞ di sala 2007an de dest bi nivîsandin û berhevkirina jiyana hunermendên Mêrdînê kiriye û pirtûk îsal, ango di sala 2012an de temam […]

Çewalcî general karîyera xwe li ser lotikekê kir

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Generalê Amerîkî  David Petraeus tê bîra we ne? We go na? Wîîîîî, kuro ewê ku li Kerkûkê çewal xistibû serê eskerên Tirko û nîhabû qûna wan lo, îcar we ew nas kir ne? Temam.. Aha ew generalê çewalcî bûbû serokê CÎA û kursîyek saxlem bi dest xistibû. Lê xuyaye agir ketibû nav şerwalê wî, jina […]

Ji mamo re Kurdistan tenê Silêmanî ye

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 4
Li ser bextê Erebên qûnreş û çapemenîya wan be, li gora ku rojnameya Al Siyase ya Kuwêtî radigihîne, dibêjin mamê me Celal Talabnî çend lotikên Sorankî avêtine û xwelîya heft gundan li serê Kurdan kiriye. Li ser bextê rojnama Al Siyase û Erebên qûnreş be, dibêjin xwedêgiravî mamê me Talabanî gotiye „Ez ne li gel […]

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1

Apê me Bûrkay bû serokê HAK-PAR ê

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 12
Belê, siyasetmedar, nivîskar û helbestvanê Kurd apê me Kemal Bûrkay, di kongreya 5. a HAK-PAR ê de bû serok û govend xweştir kir. Di kongreya HAK-PAR ê de ala Kurdistanê hat daliqandin, marşa netewî Ey Raqîb hat xwendin û qet bêhna Tirk û ala Tirkan ji kongreyê nehat. Di kogreyê de apê me Kemal Bûrkay […]

Gelo kesek kare bersivê bide?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 5
Birastî lo, gelo kesek kare bersiva pirsa vê keça delal bide? Dijminên me dibin yek, çima em nikarin bibin yek? Heçê bersiva vê keçika delal bide, bi soz û peyman emê anîya wî/wê ramîsin.

Qantir za!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Birazîyê dengbêjê navdar Şakirê Mûşî, hunermend û fîlmçêkerê germik û nermik Ozcan Denîz, di jiyana xwe de belkî cara pêşîn e behsa mesela Kurd kir û lotikek avêt. Ozcan Denîz ê ku hevpeyvînek daye rojnameya RADÎKAL ê, bi tirs û sergirtî behsa mesela Kurd kiriye û heta jê tê û hatiye behsa Kurdbûna xwe nekiriye, […]

KEÇA MIN CÎGIRA REKTOR E

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Du kesên berê demekê cînarê hevûdu bûne. Li bajêr li qehwexaneyekê tên ba hev. Hal û xatirê hevûdu pirs dikin. Paşê mijar tê ser ferdên malbatê. Cimo dibê “ Hesen  keçika te Neslîxan  çawaye, niha çi karî dike? “ Hesen – Neslîxana  min niha cîgira rektor e. Elî – Waa, çawa bû cîgira rektor? Bi […]

JIBER BÊSEBRÎYÊ TE KIR QÛNA MIN

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Di dema şoreşa  General Barzanî de pêşmerge  carûbaran ji bo malbatdîtinê diçûn betlaneyê. Du pêşmergeyên Barzanî yên bijarte, hazircewab û henekvan hene. Yek ji wan Hemo Kamek e yê din jî Zikrîyê Soran e. Zikrî jibo betlanê mehekê diçe nav zaroyên xwe. Di vegerê de ew û Hemo Kamek li çayxaneya pêşmergehan hevûdu dibînin û […]

Şêrwan Brahîm jî xurifî

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Kîme ez? Ezim paltok cî Rêberê partiyê Ezim bablîsok, bablîsoka rexna Kîme ez? Ezim pîtzacî Rexnevanê Kurda Rêberê ûmî Kîme ez? Ez Şêrwanim Şêrwan. Vê dema dawî biraderê min ê hêja û qedirgiran Şêrwan Birahîm  dest bi gotinên çelqo melqo kirin bi wê quranê. Wey mala minê  weleeeeddddddddddddd! Demekê rêkxistina PYD ya Europa şaş bû, […]

Xalê Selîm lotikek li başqanê me xist

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 5
Belê, yek ji damezrênerên PKK xalê me Selîm Çurukkaya, hevpeyvînek qerase daye rojnama BÛGUN a Tirkî û di derbarê grêvên birçîbûnê de çend lotik avêtine. Xalê me Çurukkaya gotiye: “Kurdan grêvên birçîbûnê di hepsa Diyarbekirê de afirand. Ez jî di 12 Êlûnê de di girtîxana Diyarbekirê de bûm. Li wir zilm û zor hebû. Ji […]

Xalê me Canan tiştek ji bîr kir, gelo çiye?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
Belê, parlementerên BDP jî li ala Tirkan xwedî derketin û xwelî li serê me kirin. Bi minasebeta cejna damezirandina komara Tirkîyê, gotûbêja ala Tirkiyê di navbera serokwezir Erdogan û serokê CHP Kiliçdaroglû de derket holê. Kiliçdaroglu da xuyakirin ku ji bo li Ataturk û ala Tirkîyê xwedî derkevin roja cejnê  xwepêşandan kirine. Erdogan ev gotina […]