Xwedê ahê Roboskî ji wan re nehêle!

Ji berê de dibêjin „Bextê Romê nîne“.  Tirkên çeqilmast ji herkesî re mirovperwer û qaşo dilpak û germik û nermik in. Lê ku hat ser mesela Kurdan û mafê wan, dîn û har dibin, teradînî dibin, rastî û heqîyê bincil dikin û di kefenê 101 bavê misilmantî û bratîyê de dirîn. Wek komkujîya Roboskî.

roboski

Şeva 28ê Kanûna 2011an li nêzîkî gundê Roboskî yê Qilabana Şirnexê 34 gundîyên Kurd hatin kujtin. Piştre derket holê ku fermana komkujîyê ji alî Serekerkanê Artêşa Tirkîyê Necdet Ozel ve hatiye dayîn. Ji ber vê jî, tu dadgeh, dadwer û dozgeran nikarîbûn û newêrîbûn qesasê komkujîya Roboskîyê eşkere bikin û dozê lê vekin.

Çi dima?

Dima ku doza Roboskîyê bincil bikin û vê toqa naletê ji stuyê xwe derxin.

Dozgerîya Leşkerî ya Serfermandarîya Tirkîyê di derbarê doza komkujîya Roboskî de biryar da ku doz bê girtin û neyê şopandin.

Dozgerîya Leşkerî ya Serfermandarîya Tirkîyê di derbarê doza komkujîya Roboskî de got ku “Artêşê ti xemsarî nekiriye. Êdî divê ev doz neyê şopandin“ filan û fîstan û jehr û ziqûm.

Êêêêê, ma kes dibêje „Dewê min tirş e“ baba?

Ma kes dixwaze şûjina di çavê xwe de bibîne?

Axir, doza komkujîya Roboskîyê hat bincilkirin..

Wey xwedê ahê Kurdên reben ji dijminên wan re nehêle rebbî!

Colemêrg

About The Author