Sofî Xelef jî bû xelîfe, kilîlîlîlîlîlî!

Sofî Xelef

Belê, xuyaye bi xêra lotik û zîtirkên DAÎŞ û rêxistinên din, wê gellek tişt bên guhertin. Belkî bi xêra lotikên wan Iraq parçe bibe û Kurd jî bibin xwedî dewlet. Lê sibê çi dibe, çi nabe, dîsa meriv nizane.

Axir, mesela me li ser xelîfe û xelîfetîyê bû.

Piştî ku xelîfeyê DAÎŞ ê Ebû Bekir el Bexdadî xelîfetîya xwe oland û bû xelîfeyê Dewleta Îslamî, Mîrê Cephet el Nusra Ebû Mihemed el-Colanî jî li bajarê Helebê mîrektîya xwe oland. Bi vî awayî dema xelîfetî û mîrektîyê dest pê kir.

Piştî ku ev herdu lotikvanên qerase bûn xelîfe û mîr û kizîr, xelîfeyê eşîreta Lotikxanê Sofî Xelef  jî rabû ser tapana û gopalê xwe li erdê xist.

Sofî Xelef bi lez û bez çawîş û başçawîşên eşîreta Lotikxanê li hev civandin, serok û hevserokên eşîretê anîn ba hev û doza xelîfetîyê li wan kir. Her çiqas çawîş, başçawîş, serok û hevserokên eşîreta Lotikxanê gotin „na“ jî, lê Sofî Xelef bi darê zorê, bi darê keleşkofê xwe li ser serê wan kir xelîfe û bû xelîfeyê eşîreta Lotikxanê.

Ez serê we neêşînim, ji îro û pê ve ez xelîfeyê Lotikxanê me gelî xwendevanan. Heçê bixwaze di bin fermandarîya Sofî Xelef de xizmetê ji xelîfetîya lotikan re bike, yan kesê bixwaze di rêveberîya xelîfetistanê de cîh bistîne, bela nesekine û xwe bavêje tor û bextê Xelîfe Sofî Xelef.

Ê de haydêêêêêêêê….!

About The Author