Îcar masturbasyon ha!

Hûn zanin masturbasyon çiye ne?

Yanî, ji xwe berdan

Yanî, bi xwe xweş anîn

Yanî, xwetêrkirina bi destan
sofi-xelef1
Axir…

Bijîşk û doktorên Tirk lêkolînek qerase li ser masturbasyonê çêkirine. Û tew bi xwe jî masturbasyon kirine. Yanî, ji bo ku encama lêkolîna xwe bibînin, wan bi xwe jî ji xwe berdaye, wan jî bi destan xirrê xwe masturbasyon kirine û girêz ji devê wî herikandine, ew mest û serxweş kirine.

Li gora ku di encama lêkolîna doktorên Tirk de derketiye holê, masturbasyon, yanî ji xwe berdan, kar û fêdeyek mezin dide laş û bedena mirov.

masturbasyon6

Li gor encama lêkolînê, fêde û encamên masturbasyonê ev in:

1- Masturbasyon rê li ber êşa jinan digire. Bi taybet gava jin dikevin cila û xwînê davêjin, masturbasyon wan rehet dike û êşa wan dikuje.

2- Jixwe berdan, yanî masturbasyon, rist û sîstema laş û bedenê xurt û bihêz dike, bedenê li hember nexweşîyan diparêze.

3- Masturbasyon, dibe sedema xewek xweş. Bi masturbasyonê meriv pir û pir xweş radizê (radikeve) û xewnên germik û nermik dibîne.

4- Masturbasyon bi gelemperî medenê rehet dike. Mejî dişuxilîne, xwînê digerîne û reh û damaran nerm dike.

5- Masturbasyon bandorek mezin li seks û lotikên jin û mêr dike. Gava herdu alî, yanî jin û mêr pêşberî hev masturbasyonê bikin, yanî ji xwe berdin û bi xwe xweş bînin, jiyana wan a zayendî û seksê pir û pir geştir û zindîtir dibe û karin 24 seetan tir û fisan ji hev berdin. . Ango, jin û mêrên ku li pêşberî hev rûnin û bi xwe xweş bînin, hewce nake heb û dermanên wek Vîagra bixwin. Hema wek mekîneya otomatîk li wan radibe ş fîşekan bera hev didin.

Û ya herî dawîn, li gor dîtin û fikra doktorên Tirk, heke jin û mêr di dema masturbasyonê de bacanek reş têxin xwe, wê xwe di asta herî bilind a masturbasyonê de bibînin û bifirin ber perê asîmanan.

masturbieren_800x462

Ez serê we neêşînim lotikhezno, ev encama lêkolîna bijîşk û doktorên Tirk e.

Îcar encama lêkolîna doktorên Lotikxanê jî heye ha.

Ew jî ev e:

1- Masturbasyon malik li rebenê kîro dişewitîne. Serê wî diwerimîne, qebda bejna wî diwestîne û herdu gunikên wî difeşkilîne.

2- Masturbasyon jinê ji seksê dûr dixe û mêrê wê li ber çavê wê reş dike. Di dema masturbasyonê de jin xiyarekî ji xiyarê mêrê xwe mezintir, dirêjtir û qalindtir tîne ber çavê xwe. Ji ber vê jî, gava çav li xiyarkê mêrê xwe dikeve, sar dibe, sist dibe û dilê wê ji xwarina cacîqê dixele.

3- Masturbasyon ode, mezel û temamê xênî (xanî) diherimîne. Gava jin û mêr di malê de masturbasyonê dikin, xanî bi girêza devê wan û avika nav şeqê wan tê şûştin û bêhn pê dikeve, diherime.

4- Di dema masturbasyonê de pirê caran meriv bê hemdî xwe tir û fisan dike. Ew tir û fis hindurê xênî dikin wek „odeyên gaza Hîtler“ û meriv pê jehrî dibe.

Û ya herî dawîn, li vajayî û bermeqlûbî lêkolîn û teorîya doktorên Tirk, em dibêjin di dema masturbasyonê de ne bacana reş, lê xiyarekî Mêrdînê têxin xwe û hûn sax..

masturbasyon3

masturbasyon4

About The Author