Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey serok!

Belê, lotikvanê Ruhayî, kilê çavê jin û pîrejinên 50-70 salî, bilbilê bexçê îsotên Ruhayê Îbrahîm Acises, biryar da ku di hilbijartinên îsal de bibe namzetê Ruhayê û berê xwe bide parlamentoya Tirko û virqo.

Îbrahîm Acises, berî niha jî carekê xwe kiribû namzetê Ruhayê û dixwest berê xwe bide nav garana meclîsa Enqerê. Lê wê carê felek pê re xayîn ket û nehat hilbijartin. Lê vê carê serokê serokan Îbrahîm Acises bi xwe emîn e ku wê hemşerîyên wî yên Ruhayî wî hilbijêrin û wek wekîlê xwe wî bişînin meclîsa Kantona Enqerê.

iboLi gor saloxdanên sîxurên me, heke Îboyê me bê hilbijartin û bibe wekîl, xizmetên ku wê ew ji Ruha û Ruhayîyan re bike ev in:

1- Serê malê wê dolimek erdê îsotan bide wan

2-Mehê carekê wê ziyafet û mûlida lehmecûn û ecînê (çîx kofteyê) bide Ruhayîyan.

3- Du mehan carekê wê konserek belaş pêşkêşî hemşerîyên xwe bike.

4- Sê mehan carekê wê qurs û dersa „linhên xwe zêdeyî bejna xwe dirêj nekin“ bide Ruhayîyan ( ji ber wî jî lingên xwe zêdeyî bejna xwe dirêj kir û we dît bê çi tofan hat serê wî, felc kirin).

5- Şeş mehan carekê wê dersa „muzîka Kurdî çawa tê dizîn û çawa dibe Tirkî“ bide stranbêjên Ruhayê.

Û wekî din….

Axir û ez serê we neêşînim, dibêjin di destpêkê de Îboyê me dixwaze bibe wekîl, piştre serokwezîr û piştre jî serokkomarê Demoqratîk Tirko Cimhûrîyetî.

Û heke temenê wî têr bike û wek Turgut Ozal neyê jehirdarkirin, nêta wî heye ku bajarê Ruhayê bike KANTON û Karton û xwarina wê ya millî jî bike Kartol!

Ê de haydê babam, dengê min ji Serok Îbo re ye allahwekîl…..

Ruha

About The Author