sofi dewlet Kopie

Hinek Kurdên me birastî jî ji xelkê re hêkan, lê ji Kurdan re zelqan dikin. Ewên ku li bakurê Kurdistanê hîna gundek rizgar nekirine û di nava şerê 35 salan de bi hezaran keç û xortên Kurd dane kujtin, îro bûne himal û barkêşên xelkê û ji bo Kurdistan serbixwe û sînorên dewletên dagîrker parçe nebin, paşûpê û paşpaşkî li kerên xelkê siwar dibin. Lê ku rojekê di bin barê xelkê de bikevin, yan jî biterpilin û di bin bar de bimînin, dîsa yên ku kezeba wan bişewite û li ser wan bigirîn, em Kurdên xwelîliser in.

Ji ber dijminê bav nabe dostê kur….

About The Author