Newroza Şehîdan !

Roza Kurd

Cejna şahî û serhildanê, Newroza Kurdistanîyan  nêzik  dibe. Lê wek em hemî dizanin sala 2014 ji bo Kurdistaniyan salek e dijwar bû û di sala 2015 de ev yek hîn jî berdewam e. DAIŞa terorist  bi êrîşên hovane hat ser Kurdîstanîyan. Ji  Behra sipî bigre heya Celevle yê, nêzî 2000 km de  şer û şîn e. Bi hezaran jin û keçên kurd dîl girtin, wan ji bo xwe kirin kole û her roj difroşin. Heya niha jî hejmar û rewşa wan keç û jinên di destê DAIŞê de ne dîyare.  Şingal, Musil û Kobanê xwîn digrî.

Li gor agahdariyan bi hezaran şervanên kurd li himber van êrîşan jiyana xwe ji dest dane  û bi mehan e şer berdewam e. Berxwedana kurdan li KOBANÎ ya li hember  DAÎŞê li cîhanê deng veda. Ne tenê  mêrên kurd ango jinên kurdan bi mêrxasî û qehremaniya xwe bûn sembola berxwedanê. Hêzên kurdan yên  her çar perçên Kurdistanê bûn yek û tovên hêviyek mezin di dilê gelê kurd de danîn.

Bi hezaran Kurdistanî ji ber êrişên hovane careke din bûn penaber û li sinorên welatên cînar xistin. Welatê cinar jî bi mehan  tenê li ber sinor li êrişên DAIŞê temaşe dikirin, li himber vê wehşetê bêdeng man. Vê gavê li dor 2 milyon kes li Kurdistana Federe di rewşek dijwar de wek penaber dijîn. Li Kurdistanê bi hezaran zarok sêwî mane û bi hezaran jin bî mane. 

Meha adarê meheke şahiyê û serhildanê ye  ji bo kurdan!  Lê îsal em kurd û Kurdistanî  xemgîn in! Êrîş hatiye ser welatê me, ser xortên me, keç û jinên me, namûs û şerefa me. Ji ber şehîd û birîndarên Kurdistanê, êş û nexweşî û vê rewşa aloz, em îsal Newrozê bi dilekî xemgîn pîroz dikin.

Banga min ji hemû kurdan re ev e!

Ji bo rêzgirtina şehîdan, malbatên şehîdan, keç û jinên me yên di destê DAIŞê de, penaberên di bin konan de, zarokên me yên sêwî, em îsal di şeva NEWROZê de hemû kurdên li  Kurdistanê û li her deverên cîhanê em  bi meşalê û ala rengin di tariya şeva Newrozê de derkevin kolanan û bi agirê NEWROZÊ şehîd û qehremanên xwe bibîr bînin û şeva tarî RONÎ bikin.

Bila dijmin hêza kurdan bibîne!

 Tu êrîş di dirokê de tu car kurd tune nekirine û wê tu car jî tune nekin!

Newroz cejna me ya netewî ye  ! Li hemû Kurdistaniyan Pîroz be !

 

Kurdinfo

About The Author