Wê di 6 mehan de wê jî bikin bilbil

Ehmed Beyan

Belê, HDP wê bi 80-82 wekîlan têkeve meclîsa Tirko. Helbet mecbûrin wê sûnda nîjadperest jî bixwin. Ango, divê girêdayî şoreşên Atavirqo bin, yekîtîya welat, dewlet û gelê Tirk bipazêrin û li pêşberî Tirkên çeqilmast li ser namûs û şerefa xwe sûnd bixwin.

Ji herkesî zêdetir em meraqa xaltîka xwe Leyla Zana dikin. Gelo wê xaltîka me Zana wek cara berê wê sûndê ji bo gelê Kurd û Tirk bixwe, yan tenê ji bo Tirkan.

Axir, mijara me li ser xaltîka me Feleknaz Ûca bû.

Xaltîka me Feleknaz Ûca Kurdek Êzîdî ye, li Awrûpayê jî parlamenterî kiriye. Lê rebenê nizane bi şildim bildima Tirkî biaxive, tenê Kurdî zane. Û helbet dixwaze wê sûnda jehrane bi Kurdî bixwe. Lê rebenê nizane ku sûnd sûnd e, ha Tirkî ha Kurdî. Tirkî jî bixwe xizmeta Tirk û dewleta Tirk dike, Kurdî jî bixwe heman gû û rîx e. Lê dîsa jî karibe bi Kurdî sûndê bixwe baş e. Başe ji ber bela zimanê Kurdî di meclîsa Tirko de bikeve guhê wan dewşîrme û çeqilmastên heram û di guhê wan de bizingile.

Wekîlê HDP û serok û pêşewayê heyeta Îmralîyê S.Sureyya Onder ê Tirk, di vê derbarê de mîrkutek li nav serê xaltîka me Feleknas Ûca xist û xwêsîya wê di qirika wê de hişt. S. Sureyya Onder ê artîst, di vê derbarê de rê li ber sûndxwarina bi Kurdî girt û got: „Emê sûnda xwe li gor rêbaza hindurîn a meclîsê bixwin qardaşim“ û da zîtirkan.

Ez serê xwe û we neêşînim gelî lotikvanan, bela xaltîka me Feleknas Ûca qet meraqan meke û dilê xwe bi xwe neşewitîne. PKK û HDP a ku piranîya Kurdan asîmîle kirin û ew hînî Tirkî kirin, wê di nava 6 mehan de wê jî bikin bilbila zimanê Tirkî. Hem jî Tirkîya Stenbolî allahwekîl…

Enqere

About The Author