Aha ev lotikek xweş e allahwekîl

Gerîllayê Bênav

Hinek dibêjin „Her tişt di navbera herdu lêvên Ocalan de ye. Bêje erê erê ye, bêje na na ye“. Lê hinek caran dixuye ku ne wilo û wisa û wer e.

Hikûmeta Kasimpaşalî Erdogan ev serê çend sala ye ku di bin navê çareserî û mizakereyan de Kurdan dixapîne û wek gok û topê bi Kurdên xwelîser dilîze. Armanca sermezino û hikûmeta wî ew e ku PKK bê qeyd û şert çekên xwe deyne û were di gasîn û bênderên Tirkîyê de bê şekal û pêlav bi gok û topê bilîze. Yanî, dixwaze çekên PKK jê bigire, wê bixesîne û ji çap bixe.

Hêvîya AKP û HDP ew e ku tenê Ocalan kare bangê li PKK û Qendîlê bike ku çekên xwe deynin û teslîm bibin. Lê general, başçawîş û onbaşîyên Qendîlê bi daxuyanîyek qerase bi mîrkutan rabûn AKP, HDP û Ocalan û gotin, nabeeeeeeee û nabe!

Generalên Qendîlê dibêjin “ biryara çekdanînê ne di destê Ocalan û HDPê de ye babam, bi şeş telaqên jinberdanê, heta ku Ocalan neyê azadkirin û gavên ciddî neyên avêtin, çek nayên danîn wî, ma em zarok in oxlim“ filan û fîstan.

Hevserokatîya Konseya Rêveber a KCK di daxuyanîyekê de ragihand ş got:“ Nabe ku Ocalan di şert û mercên Îmraliyê de banga çekdanînê li gerîllayan bike, nabe ku ti kes banga çekdanînê li Ocalan ferz bike û eger ferz kir jî ev yek nayê qebûlkirin. Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) jî nikare banga çekdanînê li gerîllayan bike, ji ber ku ne partîyek qanûnî ya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Bi dîn û îman, bi namûsa mêrên berê, heta pirsa Kurd li Tirkîyê çareser nebe, hêzên gerîlla dernakevin derveyê Tirkîyê û dev ji xebata çekdarî bernadin.Em virde wêde nizanin qardaşim, divê gavên cidî ji bo xurtkirina agirbesta di navbera dewleta Tirk û PKKê de bên avêtin û parlementoya Tirkîyê rola xwe di çareserkirina pirsgirêka Kurd de bilîze, ji ber vê yekê pêwîstîya Tirkîyê bi destûrek nû heye“ filan û xeftan.

Axir, general, başçawîş û onbaşîyên KCK ji ferzkirinên HDP û başqan Ocalan re gotin STOOOOPPPPPPP!

Ê de li ser xêrê be rebbî…

Qendîl

About The Author