Maedchen zeigt die Zunge [ (c) www.BilderBox.com,Erwin Wodicka,Siedlerzeile 3,A4062 Thening,Tel.+43 676 5103 678. Verwendung nur gegen HONORAR, BELEG, URHEBERVERMERK und den AGBs auf bilderbox.com ] in an am um im einer beim and einem mit / Jugend Menschen Frauen Frau Personen Erwachsene Jugendliche Junge Junges Mädchen Maedchen Jung Teenager Zung zeigen frech freches Frechheit Sppass Spaß Lachen Lachende Lachendes Lachender Fröhlichkeiten Froehlichkeiten Fröhliches Fröhlich Froehliches Lacht Humorvolles Heiteres Herzhaftes Herzliches Emotionen Lustiges Lustiger Spassiges Spassiger Spaßiger Spaßiges Freudiges Amüsantes Amüsierendes Amuesierendes Amuesantes Beleidigung Beleidigt verliebt unzufrieden Streiten Streit herausstrecken zeigt ihre seine Witzig streckt die Körpersprache Koerpersprache Porträt Portraet Gesicht Face Visage Gesichter Portrait Portraits Porträts Nahaufnahme Close up Closeup Close-Up Nahaufnahmen Kopf Köpfe Koepfe Geste Gestik Benehmen

Rewş û bandora zimanê Kurdî

Şems POLAT

Di baweriya min de heta yekîtiya ziman çênebe, yekîtiya welat û netewe jî tam çênabe. Bi taybetî zimanê Kurdî çiqas azad bibe, Kurd û Kurdistan jî wê ew qas bikaribin azad bibin. Yekîtiya ziman, yekîtiya gel û welat tîne holê. Azadiya ziman azadiya gel e.

Kurdî, zimanek gelekî dewlemend û dîrokî ye. Lê mixabin ligel xwediyê xwe yê Kurd, di bin destê neyaran de zehf jî para maye; têra xwe bi geş û xweş pêşneketiye, cihê xwe baş negirtiye. Ziman girêdayî gel e, rewşa gel çibe rewşa ziman jî ew e.  Îro çawa Kurd û Kurdistan yekpare nîn in, perçe perçe ne, zimanê Kurdî jî ne yek e, perçe perçe ye. Pêşveçûn an paşvemana gel û ziman bi hev re beranber dimeşin. Heke ziman nehate fêrkirin, hînbûn, axavtin û nivîsandin wê bête bîrkirin; dûmahiyê de jî dê winda bibe. Dema ku ziman windabû, ew gelê xwediyê wî zimanî jî dê winda bibe.

Di van salên dawî de hilkevtina hişmendiya Kurdayetî, ramana neteweyî, gelek sazman û komaleyên Kurdî derxistine holê û dane avakirin ku xebatan li ser zimanê Kurdî pêk tînin. Bi taybetî li Başûr xwendingeh û zanîngeh û her cure nivîsîn, xwendin û ragehandinan zimanê Kurdî gelek pêşve birine; bi çand û huner û afirandin û berhemên gelêrî û zanistî cihek berfireh girtiye. Di vî warî de gelek zimanzan û zana jî giheştine û dest bi xebatên zimanzanîna Kurdî dikin. Bi vê sayê de hînbûn, hûrekirin, xwendin, nivîsandin û perwerdehiya Kurdî roj bi roj pêş ve diçe, geş û ronahî dibe.

Tê zanîn ku di zimanê Kurdî de gellek devok (zarava) û çar jî lehçeyên mezin hene. Di nav Kurdî de jibilî van cudahiyan, sînorên çar dewletan jî Kurdî bir kiriye, ji hev bijikandiye, belawela kiriye; devok û lehçe ji hev dûr xistine. Divê ku bi perwerdehî, ferhengî ev ferq û cudahiyane bêne rakirin ku mirov ji hev fam bikin, biyanîtî ji navberê rabe, hez ji hev bikin, bi hevre bikaribin kar û xebat û pîşeyan bikin; her wisa bila yekbûna gel û welat jî  çêbibe.

Gelê Kurd di bin destî de çawan hatiye qirkirin, herişandin, pelixandin, peritandin, perçiqandin û belavkirin; zimanê Kurdî jî ev kiryar û zordestî û bêdadî dîtine. Li ser de jî hatiye inkarkirin û qedexekirin. Paşwemayîna zimanê Kurdî bi destê dijminên Kurdan çêbûye.

Pêwîst e ku em bi eşkere bibînin ziman ku di navbera Kurdên Bakur û Kurdên Başûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê de jî bi sedema alfabeyên cuda, jihev nefamkirinek giringî heye. Ji sînorên fizîkî, devok û lehçeyan wêdetir alfabeyên cuda cuda jî, yekbûn û fêmkirina ziman  dixe tengaviyê. Tê zanîn ku Kurdên Bakur alfabeya latînî ya ku Celadet Bedirxan pejirandî dixebitînin û bikar tînin. Hersê herêmên din bi alfbaya erabî, Kurdî perwerde dibin. Nivîsîn, xwendin, rojnamevanî, çapemenî, radyo, televîzyon, xwendegeh. zanko, ofis û malan, levheyên sûk û bazar û dikanan hemû bi alfaba û tîpên erebî tên karkirin. Bo yekîtiya ziman û gel û welat divê ku ev ferq û cudahî bê rakirin, bi alfaba latînî her deran bi yekdestî perwerdehî bê sazkirin.

Ev cudayetiya di nav ziman, di nav Kurdan de jî heye. Dema ku alfabe bû yek, ev cudatî rabû, ji hev fam kirin, têkelî û danûstandinên aborî, civakî û sîyasî, wê hingê di naw gel de xurt bibe. Herwiha arîkarî, hevgirtin û yekîtiya neteweyî di vê riyê de micit, bi dil û can dê çêbe.

Alfaba Kurdî ya Latînî, tenê Kurd û zimanê wan nayine cem hev, çand û hunera Kurdî bo ronahî û rewşenbîriya cîhanê ya gerdûnî, dê amade û hewbeş bike. Bi vê riyê de gelê Kurd jî dê bigihîje şehristaniya hemdemî ya mirovahiyê.

(Rûdaw)

About The Author