Ez çadira Kurdistanê nadim bi hemû Ewropa

Cînan Bedel

Cînan Celal Bedel, li pêşiya Serokê Fransa Franswa Holand got, “ez tiştekî ji bo xwe naxwazim, tenê alîkariya me kurdan bikin di şerê li dijî DAIŞê de û bila keç û jinên êzîdî hemû bên rizgarkirin.”

Cînan Bedel, jineke kurda êzîdî ye, soza xwe bir serî û ji Fransa vegeriya Kurdistanê û niha di kampekê de li nêzîkî Dihokê dijî.

Wê jinê di hevpeyvînekê ligel Rûdawê de, behsa jiyana xwe û rojên ku di bin destê DAIŞê de mabû û hevdîtina xwe ligel Franswa Holand kir.

Cînan ji gundê Dihola yê ser bi nahiyeya Sinûnê ya navçeya Şingalê ye. Beriya 3 salan bi xortekî gundê xwe re zewicî. Di dema êrişa DAIŞê de li ser gundê wan, ligel çendîn jin û keç û zarokên kurdên êzîdî ketin destê DAIŞê de, piştî 3 mehan bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bin destê wan hat rizgarkirin.

Kê Cînan bir Fransa

Cînan behsa çawaniya çûna xwe bo Fransa kir û ragihand: “Ez bi rêya çend kesayetiyên kurdên êzîdî çûm, da ku beşdarî konferansekê li wî welatî bibim. Di dawiya meha borî de ez çûm Parîs.”

Wê jina êzîdî li Fransa behsa wan 3 mehên xwe yên di bin destê DAIŞê de kir û ew serpêhata wê di cih de kirin pirtûkek û bi zimanî fransî hat belavkirin. Cînan wiha got: “Li wir kesekî kurdê êzîdî bi navê Seîd Serçem rojên min ên bin destê DAIŞê kir pirtûk û piştre ew pirtûk anî konferansê.”

Pirtûka ku li ser Cînan hatiye nivîsandin bi navê “Cînan.. Koleyek di destê DAIŞê de” e û ji 250 lapere pêk tê.

Cînan wiha domand: “Bi rastî min pêşbînî nedikir ku ew pirtûk wisa deng vede. Di konferansê de her kesî min didît silav li min dikir û ez himêz dikirim. Rojane 20 hezar dane ji wê pirtûkê li Fransa tê firtotin.”

3 deqe ligel serokê Fransa

Beriya ku em bigihên çadira Cînan, me pêşbînî dikir ku çend kes li derdora çadira wê bin, lê me dît ew bi tenê di bin çadirekê de rûniştiye, piştî ku bixêrhatina me kir, ji mer got, niha dê hevjînê min jî were mal.

Cînan li Fransa, Franswa Holand dît. Behsa wê hevdîtinê ji me re kir û wiha axivî: “Piştî konferansê ji min re gotin, serokê Fransa dixwaze te bibîne, lê tenê 3 deqe bi te re ne. Dema ez çûm pêşiya wî ez pir ecibî mam, min bawer nedikir. Li wir ji min re gotin, eger tu dixwazî emê di nava 24 saetan de nasnameya Fransayê bidin te, lê ez razî nebûm û min got, li çûna min, alîkariya kurdan bikin da ku li dijî DAIŞê şer bikin û keç û jinên êzîdî rizgar bikin.”

Ew jina êzîdî cilên sade lê bûn, mobîlekî pir herzan û kevin di destê wê de bû û bersiva Franswa Holand ji me re eşker kir û wiha got: “Serokê Fransa ji min re got, piştrast be emê berdewam bin li ser alîkariya gelê kurd di şerê li dijî DAIŞê de.”

Tevî ku niha ti kesekî nêzîk di malbata wê de di destê DAIŞê de nemaye, lê Cînan dîsa banga alîkariyê bo rizgarkirina keç û jinên kurd ên êzîdî dike.

Cînan ragihand: “Di wan 3 mehan de, ewqasî min nexweşî û êş û zilima wan çekdaran dît, ku niha ez herim kîja cihî û ji min bipirsin ti çi dixwazî, ezê ji wan re bêjin tenê keç û jinên di destê DAIŞê de rizgar bikin, min tiştekî din navê.”

Li şûna ku destxweşî li vê jinê were kirin, ku daxwaza alîkariyê kir bo wan keçan û nasnameya Fransayê ji ber welatê xwe red kir, Cînan naskiriye ku ev helwesta wê ji aliyê hin kesan ve hatiye şermezarkirin.

Çavê Cînan pir girî bû û wiha domand: “Facebooka min tine ye, lê min naskiriye ku hinek kurdên êzîdî helwesta min şaş fêmkirine û gelek gotinên nexweş ji min re gotine, ku dibêjin gerek wê daxwaza mafê penaberiyê bo kurdên êzîdî kiriba û daxwaza hêzeke navdewletî bo parastina navçeya êzîdiyan kiriba, lê ez qet li ser helwesta xwe nepoşman im.”

Piştî mana xwe 23 rojan li çend welatên Ewropî, Cînan beriya 2 rojan vegeriya Kurdistanê û niha di bin çadirekê de dijî. Wê ragihand: Heta 1 keç û jinên êzîdî di bin destê DAIŞê de bimînin ez ranewestim. Ev çadira ku ez tê de dijîm, nadim bi hemû Ewropa.

Ti berpirsekî lê nebirsiye

Di wêne û vîdeoya ku tê de Cînan li pêşiya serokê Fransayê rawestiya ye, mirov hest dike ku Cînan balyoza welatekî ye yan berpirsekî Kurdistanê ye û daxwaza alîkariyê bo gelê xwe ji wî dike.

Cînan xewna bi hezaran kesan bi wergirtina nasnameya wî welatî red kir û vegeriya welatê xwe, lê heta niha ti berpirsekî Kurdistanê pirsa wê nekiriye.

Cînan Bedel gotina xwe wiha qedand: “Ti berpirsekî li ser vê helwestê destxweşî li min nekiriye, lê min ev kar ne ji bo destxweşiyê kir, ez ji bo xwe ne lihêviya ti destkeftê me, tişta ku min kir, bo xizmeta gelê min bû.”

Rûdaw

 

About The Author