Peter Kurdman
Olga Hoffmann a 23 salî bûbû Şahbanûya Almanya a 2015an. Her çiqasî Olgaya germik û nermik sempatîk, nazenîn û bi bejn û bala xwe wek dara bîhê be jî, hinek dilê xwe jê dixelînin û dibêjin: „Na wele nayê xwarin yaw“ filan û bêvan.
Hinek çavên wê diecibînin, hinek pozê wê. Hinek dev û lêvên wê diecibînin, hinek porê wê. Hinek sîng û berên wê diecibînin, hinek paq û çîmên wê. Tew hinek jî dest û zend û bendên wê zêdetir diecibînin. Lê kesek kenê wê û diranên wê naecibîne. Dibêjin gava Olga xanim dikeve devê wê wek çewalekî fireh dibe û diranên wê li hev siwarkirî ne. Li ser bextê xelkê be..
Ka gelo hûn Olgaka me çawa dibînin? Diecibînin yan wek hinekan dilê we jî jê dixele?
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin