Erkek Halka Küpe

Guharê neyaran!

Wek hûn zanin gelî lotikvanan, Balyozê Amerîka yê li Enqerê Con Bas ragihandibû ku ew êdî çek û pêdivîyên leşkerî nadin YPGê. Di vê derbarê de cemil-cewherEndamekî Serkirdatiya PDK-S jî gotiye ku “ PYD bûye guharê neyaran û bawerî pê nemaye“ û daye lotikan.

Li ser bextê fitne û fesad, zinêkar û bazirganên bajarê Qamişlo be, dibêjin Endamê Serkirdatiya PDK-S Dr. Kawa Azîzî, ji malpera KDP.info re ragihandiye û gotiye: “Ez bi serê bavê we kim, Amerîka gihîştiye wê bawerîyê ku hêzên YPG ser bi PYD ve ne, hêzekî hizbî ne, fermana xwe ji derve werdigirin û bûne parêzerê Esed û rêjma wî. Herwiha PYD daxwazên welatên derve li Sûriyê bicîh tîne. Karê wan û êrişên wan yên li ser alîyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û girtin û eşkencekirina siyasetmedar û çalakvanan, bûye sedem ku bawerîya Amerîka bi wê hêzê nemîne” filan û fîstan.

kawa ezzi

Azîzî wiha gotiye û pê de çûye: “PYD siyaseta gef û guvaşan li hember hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bikar tîne û tenê guh li axaftina 4 yan 5 serkirdeyên KCKê dike. Bi şeş telaqên jinberdanê PYD bûye guharê guhê neyaran û fermanên xelkê bicîh dike” û kela dilê xwe hênik kiriye.

Îcar birastî ez jî meraq dikim allahwekîl;

Gelo birastî PYD bûye guharê guhê neyaran?

Gelo guharekî zêrîn e, zîvîn e, sifir e yan dir û almas e?

Ez di şûna PYD de bim, ezê rabim û rûnêm û ji Dr. Kawa Ezîzî re dua bikim allahwekîl.

We go çima?

Law PYD bibe guharê neyaran baş e babam. Belkî bi xêra wan guharan PYD guhdarîya plan û projeyên neyaran dike û li gora wê xwe tev dide wî.

Ma bela Ezîzî bigota: “ Bi allahwekîl PYD bûye kurtanê kerê neyaran“ bavê min!..

Na na..

Guhar baş e û ne xerab e.

Tew bibe xizêma pozê neyaran hê çêtire wesselam…

Ê de xêr û guneh di stuyê Dr. Kawa Ezîzî de be rebbî….

Qamişlo

About The Author