Gotinên watedar

Di vê dema ku hemu tişt tevlihevdu bûye, veca raman û gotinên watedar jî zêde bala mirovan nema dikişînin. Mirov çiqasî gotinên vala bibêje, derdor bêtir gûh dide gotinên vala. Mirov çiqase gotinên vala bi dûv hevdu de bihejmêre, mejiyê mirovan tevlihevdu bike, ramanên wana bike weke şorba niskê, hinek dibêjin qey ev mirov gelekî zana ye.
Ji xwe malxerabî di vir de ye!
Gelek sîyasetmedar, nivîskar, xwedegiravî rewşenbîr bi çewalan gotinan dikin lê di gotinên wana de tiştêkî watedar tuneye…
Belê, belê bi Elah Wekil tenê valayî heye!
Lê em dizanin ku gotinên vala dikevin kûlên diwaran!
Wê ew dem jî rojê were…
Gotinên vala çilo be jî li xwediyê xwe vedigerin. Îro nebe sibe ye…
Hinek gotin hene ku ji hezar salan û vir de hîna nehatinê jibîrakirin.
Ji ber atmosfera sîyasî, kultura magazînî, niqaşên bênaverok, exlaqê kundirî hemû kes korfeleqî dipeviye. Çi tê ber devên wana dibêjin. Berpirsyarî tuneye, kes hesabê gotin û ramanên xwe nema dike. Tiştên ku doh weke ayetên Quranê dihatin nirxandin, îro zingar girtine. Mirov gotinan dibêjin û dûra diavêje avê. Ewqase hêsanîye. Mirov çi dibêje ne giring e, tu tenê bibêje ev bes e! Çilo be jî hinek ehmeq wê bahwer bikin ku tu mirovekî zana ye.
Ma ev ne xêra Xwedê ye gelo?
Ku mirov belaş navê zanatiyê bi dûv xwe xîne, bahwer bikin şarlatanîyek di vir de heye.
Lê mirovên şarlatan hergav gotin û ramanan wana, tenê demî ne.
Gava ku berf hilîya wê qirş û kal, pîşîtî û lewitandin jî derkeve derve.
Gava ku ez li ser mijara gotinên watedar hinekî hûr bûm, nivîskarê Swedî Artur Lundqvist hate bîra min. Wî cuwamêrî di warê gotin û ramanên watedar de gelek xebatên hêja kirinê…
Artur li ser mînaka avê wilo dibêje; av di xwezayê de di hemû tiştên zindî re derbas dibe. Ji ber xweza ya xwe tenê dijminê agir e. Av û agir; du prensîbên ku nikarin werin cem hevdu. Weke du birayên ku li hevdu nayên. Gava ku ew têne cem hevdu, divê yek ji wana xwe bide alî an jî herdu bi hevdu re têk biçin. Mirov nikarê peykeriya avê bike, av têne forma xwe ji derdora xwe digire, derdor formê dide avê. Av bêform e, azad e. Hemu helwestên ku dixwazin formekî bidin avê, bêhemdiyeke derdorî ye. Bê av reşayî çol e, reşayîya bi av jî behr e! Gewdê ku bê av be, kewir e. Gewdên bi av bin organîzmên zindî ne.
Av jiyan bi xwe ye!..
Ev gotinên watedar li ser avê, mînakin ji bona gelek tiştên din jî. Gava ku mirov li ser mijarekê hûr û kûr bibe, gotinan li seradan bixîne, berê wana bide bêjingan û dûra di moxilan re derbas bike, gotinên xwe biparzûnîne, helbet wê gotinên watedar derkevin holê.
Lê gava ku mirov gotin û ramanên xwe hema bi duv hevdu de rêz bike, xwe zêde neêşîne, lêkolînan neke, nexwîne, her ji serê çend rojekî ramanên xwe serobino bike, wê gavê enflasyona gotinan çêdibe. Wê gavê gotin, galgal, şitexalî bê wate dibin.
Ev helwest kultura şarlatanîyê bi xwe ye!
Mînak; Artur Lundqvist rast dibêje; reşayîya bê av çol e, reşayîya bi av jî behr e.
Baş e; ma zimanê Kurdan rola wîna ne weke ya avê ye? Kurdayetiya ku bê zimanê Kurdî be, Kurdeyetiyeke çawa ye gelo?
Qûrqûra beqa ye!
Kurdayetiya ku ziman û çanda kurdî tê de hebe çawa ye? Weke xwendina şalûl û bilbila ye! Di vir de şik tune ye.
Baş e, dîsa ez dibêjim; sîyaseta bê zanabûn, sîyaseteke çawa ye ..
Rewşenbirtiyeke bêaqil çawa rewşenbirtiye?..
Stranbêjeke ku nizane stranan bibêje; gelo hunermendekî çawa ye?..
Nivîskarekî ku nizanibe ziman baş bikarbîne, nivîskarekî çawa ye?..
Rojnamevanekî ku nizanibe nûçeyan binivîse, rojnamevanekî çawa ye?..
Gava ku gotin û raman li ser bingehê edeba xwe bên afirandin, bên gotin, bên parastin, bêşik watedarî derdikeve pêş.
Em îro gelekî hewcedarê gotin û ramanên watedarin.

Nûsaybînîm.com

About The Author