Abant Platformu'na katılan Vahap Coşkun. 30 Nisan 2011 / Mehmet Yaman

Gefa PKKê ya li dijî Kurdistanê

Vahap Coşkun

Rageşiya di navbera PDKê û PKKê de her ku diçe zêdetir dibe. Van rojan PDK û PKK bi taybetî li ser du babetan li hev nakin. Babeta yekemîn Şingal e. Bo têgehiştinê em hinekî li rabirduyê binêrin dê baştir be.

Di sala 2014an de DAÎŞê hêrîş bir ser Kobanî. Rêveberiya herêma Kurdistanê ragihand ku ew li dijî DAÎŞê bo Parastina Kobanî amade ye. Rêveberiya herêma Kurdistanê bo ku hêrîşa DAÎŞê ya li ser Kobanî bişkîne û Kobanî bi parêze dixwest bi çekên giran û bi hêzeke mezin ya Pêşmergeyan alîkariyê Kobanî. Di gel PKK/PYDê hevdîtin çêbûn. PKK/PYDê xwest ku rêjeya çek û hejmara Pêşmergeyan ne zêde be û li gor xwesteka wan, Pêşmerge derbasî Kobanî bû. Hêrîşa DAÎŞê hat şikandin û Kobanî ji hovên DAÎŞê hat rizgarkirin. Pêşmerge, piştî ku erka xwe bi cî anî şûnde vegeriya ser axa xwe.

DAÎŞê piştre hêrîşê Kurdistanê kir. Zilm û qetlîamên hovane bi serê Êzidiyan anî û hemû cîhan li dijî vê zilmê rabû ser piyan. PKKê bo parastina Êzidiyên li Şingalê li dijî DAÎŞê dest bi şer kir. Bi hevkariya Pêşmerge, PKKê û hêzên hevpeymanan DAÎŞ ji şingalê hat derxistin. Rêveberiya herêma Kurdistanê bo PKKê spasdariya xwe nîşan da û piştî ku DAÎŞ hat şikandin diviya PKK ji Şingalê derketiba. Rêvaberiya Herêma Kurdistanê li benda vê yekê bû. Lê belê PKKê li hember xwesteka Rêveberiya Kurdistanê guhên xwe girt û got “Ez ji Şingalê dernakevim”. Di wê maweyê de rêveberên PKKê jî amaje kirin ku; “Kurdistan tenê ji Hewlêrê nayê bi rêvebirin û ew dê di nav Herêma Kurdistanê de jî rêveberiyên kantonal damezrînin.

” Mehkûm kirina Dewletê Xala din ya ku PDK û PKK li ser lihevnakin referanduma serxwebûnê ye. Rêveberiya Herêma Kurdistanê bo ragihandina serxwebûnê dixwaze di sala 2017an de gelê herêmê biçe ser sandoqan. Ji bo vê yekê di siyaseta navxweyî de Partiyên Kurdistanî lihevhatin. PDK û YNKê lijneyeke hevbeş damezrandin. Li derve jî bi berdewam hevdîtinên dîplomatîk tên birêvebirin. Ji bo referandûma serxwebûnê di qada navteweyî de were qebûlkirin gelek paytextên grîng tên ziyaretkirin. Tê xwestin ku bingeha serxwebûnê were bihêzkirin. Wekî mînak bo ku Pêşmerge êdî veguhere artêşeke profesyonel, gavên grîng tên avêtin.

Lê belê PKK ji van pêngavan aciz e. Rêveberiya PKKê dibêje: divê têgeha “dewletê” di warê îdeolojiyê de ji holê were rakirin. Herwiha Mustafa Karasuyê ku wekî yek ji rêveberên sereke yê PKKê tê zanîn, beriya demekê di nivîseke xwe de goti bu; “ji dêvla ku Kurd dewleteke serbixwe damezrînin divê ji bo sosyalîzmê têbikoşin.” Karasuyê ku dibêje “heta mirov, li dijî dewletê serî hil ne de, nikare sosyalîzmê bidest bixe,” derbarê ramana PKKê ya bo dahatûyê de jî bi kurtasî wiha dibêje: “Divê em careke din destnîşanbikin ku êdî dem dema bê ‘dewletî’, bê ‘serkarî’, bê ‘axatî’, bê ‘afredî’ û bê ‘mêrîtiyê’ ye” Rêveberiyeke bê ‘dewlet’, aboriyeke bê ‘serkar’ û bê ‘axa’ û jiyaneke bê ‘jin’ û ‘mêr’ anku di warê ‘jin’ û ‘mêraniyê’ de jiyaneke azad, dikare were pêkanîn. Êdî divê desthilattariya îdeolojîk ya ku ji aliyê desthilatdaran ve hate afirandin were têkbirin; û li gor vê bingehê şaristaniya demokratîk ya ku ji civaka neolîtîk heta niha berdewam kirî di gel civaka demokratîk û bi ramana azad ji nûve were sêwirandin.

PKK her gav bi awayekî aşkere destnîşan dike ku ew derbarê dewlet û civakê de ji YNKê û bi taybetî jî ji PDKê gelekî cûda difikire. Ji ber vê jî her gavên ku PDK ji bo dewleteke serbixwe diavêje ji aliyê PKKê ve wekî gavên paşverû tên destnîşankirin. Dijberiya li dijî dewletê û parastina konfederalîzmeke mûphem jî wekî nîşaneyên pêşverû dibîne. Konfederazmeke xeyalî û Kurdistaneke gengaz

Başe gelê kurd derbarê van herdu xalan de çi difikire? Werin em ji referandûma serxwebûnê destpêbikin. Bi ya min hema bêjin temamiya gelê Kurd ji bo pêngavên ku ji aliyê Rêveberiya herêma Kurdistanê ve bo serxwebûna herêma Kurdistanê tên avêtin xweşhal in. Ji ber ku ew îhtîmala ku her tim dûrî çavan, niha li asoyê xuya dike û mirov gelekî bi kelecanî dibin. Naxwazin di vê riyê de tu alozî derbikevin. Ji grupên Kurd yên siyasî dixwazin ku ev prose bi hevkariyeke giştî heta dawiyê were berdewam kirin. Ev hemû di nav alîgirên ku bingeha PKKê pêktînin de jî bi heman awayî tê pêşwazî kirin. Nabe ku kesên piştgiriya PKKê dikin ji serxwebûna Herêma Kurdistanê aciz bibin. Wekî Kurdên din, PKKyî jî, dê ne hevokeke tevlihev û wateya wê ne diyar ya ku dibêje “Ji nûve sêwirandina civaka demokratîk ya ku ji civaka Neolîtîk heta şaristaniya demokratîk berdewam kirî”; helbet dê axeke ku sînorên wê diyar û rêveberiyeke rê û rêbazên wê aşkere tercîh bikin. Di vê çarçoveyê de em dikarin bibêjin ku PKK berevajî hestên alîgirên xwe tevdigere. Ji ber ku ji bo konfederalîzmeke xeyalî, astengkirina serxwebûna Kurdistaneke gengaz ji aliyê tu Kurdekî ve nayê qebûl kirin.

Wê gavê divê bê pirsîn, gelo çima PKK bi vî awayî tevdigere? Her hal bersiv ew e ku di konjonktûra îro de PKK ne ji aliyê alîgirên xwe, ji aliyê tifaqên herêmî ve tê beralîkirin. PKK îro ji hestên alîgirên xwe zêdetir girîngiyê dide pêwendiyên di gel Tehran, Bexda û Şamê. Ji ber vê yekê herçiqas li dijî xwesteka alîgirên wê be jî li gor xwe rêyeke diyar dike û di gel ku niha cûda difikire jî lê li gor wê, bi demê re serkeftiyên ku bi dest bixe dê alîgiran jî berev rêya wan ve bikişîne. Qendil’a duyem Li ser babeta Şingalê jî bi qasî ku ez dibînim di vê meselê de alîgirên PKK’ê bûne xwedî du helwestên cûda. Beşek ji wan ji ber ku ev bajar ji hêla stratejik ve grîngiya xwe heye, xweragirîya PKK’ê ya li wir rewa dibîne. Beşa din jî dibêjin; PKK’ê divê hemû graniya xwe û bala xwe bide Rojava û ji ber vê yeke jî pêwîste ji Şingalê derkeve. Piraniya mezin yên Kurdên ne PKKyî ne jî, di wê baweriya de ne ku divê PKK’ê ji Şengalê derkeve. Di bin vê helwestê de jî du nîgeranî ango guman hene; yek ji wan: “Israra PKKê ya li ser Şengalê ji bo dirustbûna şerekî navxweyî bingeheke amade dike” ye. Ya duyê jî ew e ku dibêjin hebûna PKK’ê li Şengalê, wê vî bajarî bike qada operasyonê ji bo Turkiyê.

Bi rastî jî geşedanên vê dawiyê destnîşan dikin ku ev nîgeranî ne bê bingehin. Tirkiyê, got ku ew nahêlin Şengal bibe Qendîla duyem û hêrişeke asmanî li ser Şengalê pêk anî. Di encama hêrişên ku PKK’ê armanç kiribûn de, şeş Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. PDKê, tevî ku hêrişê wek “nayê qebulkirin” daxuyan lê mesulê vê hêrişê hebûna PKK’ê ya li Şengalê dît û carek din xwest ku divê PKK’ê ji herêmê derkeve. PKK’ê jî bi gefekê bersiva vê yekê da. Yek ji berpirsên PKK’ê Riza Altun, iddia kir ku di navbera Turkiyê û PDK’ê de peywendiyên aborî yên qirêj hene û gef xwar ku wê Başûrê Kurdistanê jî bikin qada şerî. Altun wuha domand: “Rêkaftina PDK’ê bi Tirkiyê re gelek aşkereye. Rêkeftina Tirkiyê-PDK’ê, ger wiha bidome, wê tetbîqên daxuyaniya herî dawî ya PKK’ê li hember xwe bibînin. Wê bi rikberîyeke civakî, pûç kirina berjewendiyên wan yên aborî û bi şereke giran ê çekdariyê re rûbirû bimînin.” “Em bi tiştên biçuk mijûl nabin” Bersiva Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê, ev bû: “Em bi tiştên biçuk mijûl nabin.” Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurt Hîkmet, amaje kir ku ew di wê hêviyê de ne ku ev yek tenê ramanên Riza Altun bi xwe ne û tevahiya rêxistina PKK’ê temsil nake. Hîkmet, daxuyand ku di destên Pêşmergeyî ku hêza qanunî ya Kurdistanê ye, gelek derfet hene û wiha domand: “Pêşmerge, hewil dide meseleyên mezin û giran çareser bike; ne bi van peyvên biçûk mijûl bibe.” Biçûkbûn û mezinbûna meselê û rastiya wan gefan a di nav qadê de li hêlekê, pirsgirêka mezin ew e ku PKK’ê ji hêla aborî û serbazî ve gefan li hember Kurdistanê dixwe. Ev yek, ne karekî hişmendî ye û ne jî tê qebul kirin.

Ya rast ew e ku divê PKK ji proseya serxwebûna Kurdistanê re êdî nebe asteng û tekez ji Şengalê derkeve. Ji bilî vê heger PKK êdi encama rêkeftinên xwe yên herêmî -bi taybet jî peywendiyên xwe yên li gel îranê- de hêrişê Kurdistanê bike, nikare di bin vî barî de bimîne.

K24

About The Author