Ez şêrê Kurdistanê me, qebûl nakim bindestî
Çar terefê me dijmin e, bi rastîne ne bi qestî
Di şer û cengê giran de, qet min lavlav nexwestî
Ji rizgarîyê nagerim, bimênim ra û hestî
Di nav cîyan de namirim, diçim mirin bi zanetî
Bi sed sala zilm û zor e, yek kêlîyê ne ketî
Her yekî li mahnekê ne, li ber xefkê veketî
Lê emê çavên wan derxin, ranazim ser tewandî
Ev xaka şêrin û ciwan, em bi xwînê av didin
Li her çar parçê Kurdistan, emin şehîdan didin
Bostek ji vê axa pakij, bi dev dijmin em bernadin
Bê şik me îman pê heya, emê serxwebûnê bijîn
17.12.84.
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin