Adil Duran

Bîranîn

Dilsotî

Lotikxane yan Dînxane

 

Têmûrê Xelîl

Henek, laqirdî,pêkenîn

Lezgîn Þêxo

Dînxane-1

 

Bavê Ronahî

Sofî Qopo

 

Î. Xelîl  Sirûcî

Em Kurd

 

Mîrza Yildiz

Dirûtî

 

Bavê Welat     

Xwarziyê Xwedê

 

 

                          

              Hindik û rindik.....           Magazîna % 100 Kurdî... 

Arþîv                                 info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

El Munafiq ketiye bin cibeyê El Murtudê Îranê!

 

Mihemmed Ehmed Ebdella -27/07/06 Bêrûd- Serokê Hizbullaha temamê el jehra Rohilata Navîn, El kerafî û el quzelqurt Nesrullah li Bêrûdê di balyozxaneya Îranê de xwe veþartiye. Ez bi wê rewda Mihemmed sûnd dixwim ku min ew dohna pêr bi êvarkî re li balyozxaneya Îranê dît. El zinêkar di wir de ye û de herênê!

Cixare bandora alkolê diþkîne

Leyla Barîn-27/07/06- Li gor lêkolîna zanyarên Amerîkî di dema vexwarina alkolê de kiþandina cixarê bandora alkolê diþkîne û nahêle ku meriv zû serxweþ bibe. Li ser bextê wan û bavê wan be, lê heger rast be xuyaye wê bêhtir karibin cixareyên xwe ên Marlboro bifroþin xelkê. Îcar heyran hûn bi a zanyarên Amerîkî dikin hûn nakin ew karê we ye. Hûn dixwazin bi alkolê re Marlboro bikþînin, dixwazin esrarê bikþînin û dixwazin jî rêxa kerê bikþînin ew ne karê me ye. Lê heger we tûtin kiþand perê xwe nedin cixare û tûtina Tirkan, herin tûtina Xursê, a Bedlîsê, a Batmanê û yan jî a Licê bikirin û Kurdên xwe dewlemend bikin bixêrtir e..De ya allah û ya Xwedê..Her çiqasî alkol û tûtin ji bedena însên re bi zirar be jî lê bêxwedîkê jî bela xwe ji meriv venake haaa…

Kerkûkî da bin Tirkan

Þîndar Berwarî-27/07/06-Kurdistan- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr.Kemal Kerkûkî di derbarê amadekarî û îhtîmala êrîþa Tirkan de li Silêmanîyê ji radyo Nawa re axivî û got, „ ger Tirkiye yan jî welatekî din bixwaze li Iraqê dest bi þer bike ewê felaketek mezin bi xwe re bîne“ û tiliya xwe xist çavê Tirkiyê. Kerkûkî operasyon û êrîþa Tirkiyê wek tehlûkeyek mezin nirxand û bi berdewamî got, „serokatîya sîyasîya Kurd di vê derbarê de pir zîz e (hessas) û di vê derbarê de rola Amerîkayê jî girînge“.. Ji alîyê din berdevkê hevkarîya Þîîyan Hasan El Sined jî got ku ewê ji operasyona Tirkiyê re dilxweþ nebin û bêdeng nemînin. Piþtî daxuyanîya Serok Mesûd Barzanî, Mam Celal, Elî ewnî û Kemal Kerkûkî, di nava Tirkên hov de nîqaþ û tirsekê destpêkiriye.Tê gotin ku wê Tirk di meha Tebaxê de êrîþî Kurdistanê bikin, lê ji niha de eskerên wan ji tirsan re di bin xwe de dimîzin û xwe li dînîtîyê datînin. De a bi xêr..Kurd li ser heqîyê ne û Xwedê jî hevalê heqîyê ye. 

Poþmanî fêde nake

Bavê Cengo-27/07/06-Þam-Rayedarê Polîtburoya Hizbûllahê Mahmûd Komatî ji Ajansa Assocîated Pressê re da zanîn ku wan texmîn nekiriye ku wê Îsraîl jibo du eskerên xwe vê tofanê li serê wan rake. Kobatî bi nîv henekî û nîv grî dibêje, “errrrekkk, lawo ma ku me zanîba ev herdu esker wê bibin sedema vê tofanê ma me tiliya xwe dixist qula marê reþ bayo, pekkkkk!” û poþmanîya xwe eþkere dike. Komatî hêvî û rica ji Almanyayê dike ku têkeve navbera wan û Îsraîlê û xezeba Îsraîlê bisekinîne. Lê ji çapemenî û têkilîyên dîplomatîkî ve jî duyadibe ku Îsraîl li hespê kumêt siwar bûye û wê hîna demek dirêj jî þiva xwe li bin guhê Hizbûllahê bixe..Poþmanî nema fêde dike bavê min...Tîr ji kevanê derket looooo.....

S.Elegezî hinekî jî serê xwe bi doza kurdî re bêþîne!

 

Gulnaza Torî 26/07/06 Fransa-Nivîskara Netkurdê S.Elegeziya ku xwe wek qudba mafparêza jinên kurd dibîne û di her nivîsa xwe de çend nikilan li merê wan dixîne, di gotara xwe a vê dawiyê de kitan bi carekê ve ji ser serê xwe avêtiye û servekirî peyiviye. Elegezî xanim di vê gotarê de xwendegehên tirkan wek stara di sirta mêran de layiqî keç û jinên kurdan dîtiye û berê wan bi wir de vekiriye. Gelo hayê Elegeziyê jê hebû ku dewleta mehmetçîkan jî berê temamê komînîkasyona xwe bi jinên kurdan vekiriye û di wê biwarê de bi milyaran dolar serf kirine? Xanima ku xwe ewqasî jîr û zana dibîne, çawa nizane ku di roja îro de heger keç û jinên kurdan jî dest bi tirkî bikin wê doza miletê kurd li bakurê welêt têk biçe? Mehmetçîkan mêr asîmîle kirine, dor hatiye ser jinan û S.Elegezî jî bi navê pêþketin û paþketinê berê keç û jinên kurdan bi tirkî vedike. Xanim bibexiþîne, karê te bi siyasetgerên Lotikxaneyê balkêþ hatiye!

Xanimê dest avêt nêçîrê jî

Alî Þervan-26/07/06- Batman-Wek hûn zanin xanim Nîl Demîrkazik bi paraþûtê daketibû nav rojeva Kurdan û jinik ji Kurdekî bêhtir Kurdayetîyê dike. Xêr û guneh di stuyê xelkê de lê hinek dibêjin, “bavo nebe ev xanim cin be! Ma naxwe ji ku derket?” û difikirin. Îcar niha jî xanimê rahijtiye çifta heþtxur û li ser çemê Dîcleyê derketiye nêçîra rebenê tîmsahê ku yan heye yan tuneye. Xelkê herêmê wilo lê anîne ku heger tîmseh hebe jî rebeno niha ji tirsan re ziravqetandî bûye û li hatina xwe poþman bûye. Îcar heyran, te dest avêt siyasetê û wek Yalçin Kûçik bi serê ben girt, lê ji kerema xwe bela xwe ji tîmsehê Kurd veke...Kurd ji we Tirkan çavtirsandî bûne bihêlin bila tîmseh û heywanên me veneciniqin xanim Tahtakazik!

Wey rebeno belengazo

Zilfiqar Beran-26/07/06- Qers-Li bajarê Qersê Erol Yeþîlbagê 62 salî ji lingê xwe ê çepê nexweþ e, lingê wî dêþe û textorên Fakulteya Tibê a Zanîngeha Atatirk a Erzeromê biryarê didin ku lingê wî ê çepê jêkin. Roja emelîyatê tê û Erol Yeþîlbagê qurbeser dikeve bin kêr û neþterê. Adinî rojê gava ji bêhiþîya xwe þiyar dibe dibîne ku lingê çepê di ciyê xwe de ye lê lingê rastê ê saxlem tuneye. Textor û Profesorên Tirk ên jêhatî bi þaþî lingê wî ê rastê jêkirine û lotikek li der qûna wî dane û ew þandine malê. Îcar niha Erol beg li xwe dixe naxe nikare çareserîyekê ji derdê xwe re bibîne. Ew dike qarewar û dibêje, „bi soz û namûs ezê malê xwe hemî bidim Profesor Dr.Þehabettîn Ateþal bes ku min bîne ser sêhra berê û lingê min ê saxlem bîne cîh“. Îcar heyran va Erol efendî soz û bext daye, heçê ku karibe lingê wî bîne ser sêhra berê wê ker û bergîla xwe bifroþe û bide wan haaa..De yalla, fersendê bernedin û hay ji textorên Tirk hebin..….

Intependent dilê me rehet kir

Rojda Aydin-Stenbol-25/07/06-Rojnameya The Intependentê bi navê Patrick Cockburn nivîsek  balkêþ weþand û dilê Kurdan germ û nerm kir. Di vê nivîsê de tê gotin ku, “êdî mumkun nîne ku Iraq parçe nebe”. Herweha rayedarekî bilind ê Iraqê ji rojnamê re gotiye, “Iraq wek projeyek polîtîk êdî nemaye. Hersê teref êdî li ser planê B radiwestin. Kurd, Þiî û Sunnî êdî di nava hewldanên parçekirina Iraqê dene û ji vê riyê pêve jî tu rê li ber wan nemaye”.  De mala Xwedê ava û Xwedê me Kurdan bike zava! Bûka me amadeye û maye dawet û govend, mehr û xelat....

Lotikxane an Dînxane!

M.Elî Kut

Lîstika fûtbolê jî tirkan derxistine

 

 Girdoyê Stlîlî 25/07/06 Amed - Nivîskarê Rojnameya Zamanê Mehmed Niyazî, di gotara xwe a îro de tam çirandiye! Li gora wî, tirkan lîstika fûtbolê jî derxistine. Virqo bi wê rîha xwe a sipî derewin wilo kirine bê ya star! Mirov ji ber xwe fedîdike ku nivîsa wî bixwîne. Bi rastî ev tirk û nivîskarên wan, mirov ji dinê mirov derdixînin. Lawo hema ji min û te de, jina wî li kerxanê be heger tirkan fûtbol derxistine! Kuro van em teqandin wey!

Natoyê da bin Tirkan

Polat Erdem-25/07/06- Îzmîr-Generalek ji ên NATOyê ku navê wî nayê dîyarkirin daxûyanî daye ajans û rojnamevana Milliyetê Yasemin Çongar û gotiye "di civîna NATOyê de konsensos li ser bersiva van herdû pirsan çêbû û bersiva NATOyê eve ku em îcaze nadin ku Tirk bikevin nav axa Iraqa Federal.” Li ser vê, dîsa agir ketiye bin çapemenîya Tirk û ha ha porê xwe hildikin. Hinek nivîskarên nîjadperestên Tirk dibêjin, “way alçaklar vay, bu kadar emekten sonra nankorluk haa!” û NATOyê li bin guhê erdê dixînin. De xwedê xêra Generalên NATOyê di deftera xwe de binivîse rebbî....

Sûrîyê jî kabên xwe avêtin nav ê ciwamêran ha..

Çetoyê Kurikî- 24/07/06- Þam-Xuyaye li dewleta Sûrîyê jî rabûye û ew jî dixwaze kabên xwe bavêje nav ê ciwamêran. Beþar Esedê bejinelokî dixwaze bêje, „binerin ez jî heme, hesabê min jî bikin“ û radibe Îsraîlê tehdît dike. Ê ne ji berê de gotine „go ecelê bizinê tê nanê þivên dixwe“. Îcar heyran ne bi zirt û tir û fisan e qurban! Rayedarên Sûrîyê radibin dibêjin, „ma Lubnan bexçê mala bavê Îsraîlê ye ku hema roja ku bixwazin derbasî nav bexçe bibin? Wilehî em kevir li ser kevirekî nahêlin!“ û xwedêgiravî Îsraîlê ditirsîne. Heçê nizanibe wê bêje qey raste haa! Xuyaye Sûrîye bi qûna tazî tembûrê dixwaze..De heyran mêr bin û li ser soza xwe bin, bi telaqê Beþar Esed heger we þerê îsraîlê kir emê jî wek hinekan rabin bilîlînin û bêjin, „bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey serok!“ û te hildin ezmanan looo…

Kurdedîno

Xelefê Torî-24/07/06-Stêrê bi nav û deng yê futbolê Ronaldîno tê tawanbarkirin ku di pêhlewantiya cîhanê ya îsal de ji ber ku êvaran pir bi gokên dostika xwe Aleksandra xatûnê dilîst wî taqet nedima ku bi roj li pey goka ser çîmenên kesk bibeze. Aleksandra, xwedana bejna mîna þitla rihanê, diyar kir ku "belengazo ji ber sin'etê êvaran pir bêxew dima".Qurban! Loma ji rebenê Ronal-dîno nekin. Li ser bext û wijdanê we be eger hûn bana we yê bi gokên FIFAyê yan yên vê bêbavê bilîzta? Ma eger ev ketibana nav lepê kê ji me de, emê nebûbana Kurdedîno?

Sponsorîyê bikin

24/07/06- Flîmê ni navê Roj Hat ji alî nivîskar û derhênerê Kurd Nazmî Karaman ve hatiye kiþandin. Flîm bi zimanê Kurdî û bi binnivîsa Tirkî ye. Flîm li ser jiyana rojane a gelê Kurd hatiye çêkirin û ji alîyê temaþevanan ve tê ecibandin. Lê çi heyf û mixabine ku jibo belavkirina vî flîmî sponsorên Kurd nayên peydekirin û Nazmî Karaman dibêje, “jibo em karibin flîm li seranserê Tirkiyê belavbikin hewcedarîya me bi 5 hezar perên Tirkî heye. Em ji karsaz û dikandarên xwe hêvî dikin ku alîkarîya me bikin” û dilê xwe jî û me jî bi xwe diþewitîne. De îcar werin û li vê sosretê binerin ku Kurd nikarin li flîmekî xwe xwedî derkevin û sponsorîyê jê re nakin. Ma Kurd qîmetê didin çi heta go karibin li flîmekî Kurdî xwedî derkevin! Belkî bi hezaran dewlemend, karsaz û dikandarên Kurd hene.Lê go nikaribin 5 hezarî alîkariyê bidin kedkarekî sînemaya Kurdî îcar dewlemendîya wan hêjaye çi yabo!?

Stranê ew þand cehnemê

Siwaro-23/07/06- Tirkiye-Dibêjin alîkarê muhasebekarê partîya faþîst a MHP Mîhralî Aksû li bajarê beþdarî konsera stranbêjê xwînheramê Tirkê faþîst Mustafa Yildizhan bûye û di konserê de xwestiye strana “Olurum Turkiyem” bêje. Lê dibêjin ji hezkirina Tirkiyê re gava dest bi vê stranê kiriye dilê wî hew xwe girtiye û gotiye “gummmm” û teqiyaye. Welhasilîkelam Mîhralî efendî berê xwe da cehnemê û em ji Tirkekî din jî xelas bûn. Xwezî ji mîrê keremê re go Tirkan hemiyan dest bi strana Olurum Turkiyem kiribana û dilê wan wek bombeya atomê biteqiya. Wê çi xweþ ba pekkkkkkk.......

Civaka Tirk têk çû

Rojda Aydin-23/07/06- Stenbol-Dibe ku hûn bawer nekin, lê birastî jî civaka Tirk têk çûye û aqilê xwe xwariye. Tirkiye bûye buhuþta xerabîyê û bi vê re Tirkên ku ji berê de xerabe ne êdî tam dîn û þêt dibin. Ma li Tirkiyê çi heye û çi tune? Çete, narkotîk, kerxane, xwefiroþî, zinêkarî, mêrkujî, talan û her cûreyên sextekarîyê. Serkêþîya van nîmetên Xwedê jî helbet artêþ û polîs dikin. Îcar niha jî modeya xwetazîkirinê derketiye û xuyaye wê ev mode ji Tirkan re bibe adetek. Li Bajarê Kocaelîyê, li ser otobanê, Akin Tepîrê 34 salî xwe þilfîtazî kir û hacetên xwe bera çolê da. Tepîr dibêje, “çete, narkomanî û zinêkarî tev di destê esker û polîsan de ye, tiþtek ji me re nehiþtine, jiber vê jî ez wan protesto dikim û xwe berdidim çolê”.  Îcar heyran haya we ji we hebe gelî xwendevanan..Nexweþîyên Tirkan pîs in haa..Xwe ji dawa wan biparêzin...

 Rebena Îranî jî wek xwe kirin diz

23/07/06- Dibêjin li Tirkiyê bajarê Gîresûnê sê jinên Îranî jiber diziyê hatine girtin û ew þandine Îranê. Jinika Îranî a bi navê M.L ji Lotikxanê re got ku, „erê, evan bêbavan em fêrî dizî û zinêkarîyê kirin, îcar niha jî weke ku ne wan em fêrî dizîyê kiribin me digrin û me diþînin Îranê. Mae v Tirk çi millete ya Xweda!“ û hêsrên xwe barandin. Îcar heyran, bi telaqê jinberdanê heçê destê xwe bide Tirkan wê çeng û milên xwe jî wenda bikin û wek wan yan bibin diz, yan kerxanecî û yan jî mêrkuj…..

Ma eskerên Tirk jibo çi ne?

22/07/06- Serok Bush eþekere kir ewê esker neþînin Îsraîlê û Îsraîl têra xwe heye. Bush got, “Tirk zêde xwe li ser brayên xwe ên Ereb dêþînin, bila ew eskerên xwe biþînin Îsraîlê ma eskerên Tirk jibo çine? Ma hema wê beqan bixesînin, bila herin li Îsraîlê bimrin” û lotikek li Tirkan xist. Em jî piþtgirîya Serok Bush dikin û dibêjin, “sayin mîster Erdo, eskerê xwe biþîne hawara brayên xwe ên Filistînî heyran, biþîne bila þehîd bibin û em ji wan xelas bin looo!”

 

Daxuyaniyek ji Lotikxanê!

 

 27/07/06- Lotikxane þerê ku li Libnanê gêr bûye û Rohilata Navîn disincirîne, wek þerê bi barbarên ku di xelekên zemên re bi kêr û xinceran kiþiyane ser sênga mirovahiyê bi nav dike û ji zû de li ba birayên xwe ên cihû rêz girtiye. Ev þer ne þerê bi miletê ereb, tirk, faris, kurd û cihûyan re ye. Di vî þerî de rêbirên tirk, ereb û farisên ku di qonaxên tarîxê de mirovahî ji per û bask kirine li aliyekî û mirovparêzên emerîkî û cihû li aliyekî ne. Helbet Emerîka bi sîstema xwe a emperyalîst barbar e, lê bi rola ku li Rohilata Navîn pê rabûye mirovparêz e. Destpêka imperetoriya Romayê û helwesta qralê Afganîstana salên 1920an jî wilo bû. Di vî warî de nimûneyên barbarên duhêlî pir in.  Herkes berjewendiyên xwe ên netewî dipazêre. Kurdino, li her derê û bi dengê herî bilind destekê bidin birayên xwe ên cihû. Ji bîra nekin, li Rohilata Navîn têkbirina cihû û emerîkiyan, qirkirina miletê kurd e! Liberxwedan û pevçûn!

 Midîrê Lotikxanê

Lotikxan 

Partîyên me çi dixwazin?

Kurdino hay ji pozê xwe hebin!


Hemo Rûto-27/07/06- Hewlêr-Di van demên dawî de kuþtina jinan û xwekuþtina  jinan li Kurdistanê zêde bûne ( di bextê çapemeniyê de be) Û sebebên van kuþtin û xwekuþtinan jî parastina namûsê  tê bi nav kirin. Heta dezgehên biyanî ên navnetewî jî xwestine ku kurdan ji ser kirinên qirêj vegerînin, lê xuya ye kes guh nade wan. Lê hukumeta kurdistana azad dest  pê kiriye jibo pêþî li van hovîtiyan bigrin û ji kurdên din re  bivin nimûne. Li gora agahiyên ketine destê me, fermanek  ji hêzên asayiþê re hatiye þandin, ji nuha û pê ve kî sûcekî wisa rûreþî bike, dê hêzên asayiþê pozê wî jê bike. Jibo  destpêkirina peydakirina wekheviyê di civatê de û bi taybetî parastina azadiya jinan jî Wezaretek ava kirine û dê wezîreke  jin û feminîst li wir kar bike. Me ji cenabê Nêçîrvan pirsî, çima heta nuha we wezareteke wisa ava nekiriye? Nêçîrvan: “Ev 15 sal in em li hêviyê bûn ku kurd dê bi xwe fahm bikin û dev ji  zordariya li ser jinan berdin, lê xuya ye ev kurdên me , tev ku wan bi xwe hewqas zilm û zor dîtine, hîn qîmetê azadiyê nizanin,  ew bi xwe nuha zilm û zorê li jinan dikin. Em mecbûr man ku wezaretekê jibo vî karî dînin û qanûnên hîþk derxin”.

Zirt heye emel tune

Dîyar Baban-27/07/06- Mahabad- Roja ku rayedarên dewleta Îranê gef û zirtên xwe li Îsraîlê nekin tuneye. Serê sibê bi taþtê re zirtekê dikin, nîvro bi firavînê re zirtekê dikin û êvarî jî bi þîvê re zirtekê dikin. Heçê nizanibe wê bêje qey ha wê îro Îran li Îsraîlê xe û ha sibê. Lê di rastîyê de ev gef û zirt dibin wek “fisên bêdeng û bê bêhn” û li ber avê diçin. Van rojan dîsa Ahmedînejad li Tacikîstanê gef û zirtên xwe li Îsraîlê kirin lê dîsa virt û vala derket. Bawerkin çi þeva ku em dikevin xewê em dua dikin û dibêjin, “ya rebbî, sibê em bi dengê top û bombeyên Îran û Îsraîlê þiyar bibin belkî hema Amerîka bi paraþûtan xwe li Îranê deyne”. Lê mixabin Ahmedînejad li zirtên xwe xwedî dernakeve û fîþekekê jî bernade. Ma ev bû mêranî yaho!

Nisêbînî dibin dijminê KURT-KAVê!

 Girdoyê Stilîlî -26/07/06 Nisêbîn Xwendekarên Nisêbîna ku ji dil û can dixwestin li baþûrê Kurdistanê bi zimanê kurmancî xwendibana û Hikûmeta Hewlêrê jî zimanê soranî kiriye zimanê dewletê û temam xwendegehan, ji tevgera  KURT-KAVê hatine bêvilê!  Xort êgir li KURT-KAVa ku kes nizane bê çima dest bi semsariya soraniyê kiriye û bêwestan lê dixebite ku xortên kurmancan biþîne Silêmaniyê, dibarînin! Bi rastî siyasetgerên Lotikxaneyê jî ji vê helwesta KURT-KAVê fêhm nekirine. Gelo ne eyb e gava ku kurd li beþekî Kurdistanê bûbin dewlet û wan kurdan jî zimanê kurmancî li wî beþî qedexe kiribe û mirov jî wek kurmanc biçe di xwendegehên wan de bi soranî bixwîne? Helwesta wê hikûmeta ku ji aliyekî ve zimanê kurmancan di xwendegehên xwe de qedexe kiriye û ji aliyê din ve jî ji herçar perçeyan xwendekarên kurmancan li xwe kom dike, da soraniyê bi wan bide xwendin, tiþtekî di bîra KURT-KAVê de nayîne gelo?Bi KURT-KAVê nakeve! Ji dêvla ku KURT-KAV bi kampanyayeke mezin li dijî helwesta ”birayekanan” bisekinya û ji wê hikûmeta ku ji bilî kurmanciyê rê daye temamê zimanên alemê, vekirina xwendegehên bi kurmancî kiribaya, lê mixabin…!  

Demoqratê bi þaþik û sofiya çîprût

Nivîsa Hemo Rûto bê sansûr hatiye weþandin. Wêne bitikînin

Ma çima na?

 Xelefê Torî-26/07/06-Kekê me yê sergiros M. Elî K..* gazincnameyek ji Lotikxanê re bi rê kiriye ku tê de dibêje û dibilîne. Dest pê dike “Min got ev Mêrdînî ê kurdan modern bikin bi rastî!”.  Ma çima na keko? Çima Ciwan Haco karibe stranên Miradê Kinê modern bike, lê mêrdînî nikaribin kurdan modern bikin? Ê ku li hember moderntiyê ling dane latê jî emê wan vexwînin Torê, tûrikê wan tiþe basîq, helîl, mewîj û hejîr bikin îca te elaq jê nebe. Ji xwe eger li Serê Avê, li ser textê di bin mêwa tirî de, pala xwe dan balgihên pirtikî û heme 20 deqan li kemança Berzanê Mala Nazê yan tembûra Huseynê Omerî jî guhdar kirin de tu hingî ji xwe re mêra bibîne. Ellah wekîl eger ew pismamê me Mele Umerê Efganî jî be dê bide lotika û cilêt bide bin rihê.Heval Elî K. didomîne ” henek sînorên mirovatiyê derbas dikin, jinê, wekî tiþtekî, kirêt, belayeke mezin dinirxîne”. Hey Xwedêjêraziyo, hey porþînbûyo! Ma te kengî di Lotikxanê de jineke kirêt dîtiye. Ez bi Kilamê Qedîm kim di tu malperên din yê kurdî de û li Zorava bi xwe jî tu delalên mîna yên Lotikxanê nabînî. Dema ku Sofî Seyfo yê cîranê te cara pêþî Lotikxane dît jê wê bû ew Horîxane ye û çûye dinyayeke din.Di dawiyê de jî kekê Elî daxwaz dike ku Lotikxane nebe Dînxane. Ez vê bi te re Elî abê, lê bi ocaxa seyidên Batêrgiz kim bi vê þarezatî û ciddiyeta xwe ya heta îro jî em negihane ti deveran lo.* bibûrin ez newêrim paþnavê kekê Elî binivîsim lewra ew di nava peyvên me yên sansurkirî de ye, lê hûn dikarin ji vê girêdankê fêr bibin http://www.lotikxane.com/Meli%20kut.htm

Serok Barzanî ev tir ji Tirkan re nehiþt

 

Cembelîyê Botî-25/07/06- Þernex-Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtinên xwe ên li Silêmaniyê didomîne û di gotin û helwesta xwe de serê xwe ji dijminê xwe re natewîne. Barzanî di derbarê îhtîmala êrîþkirina Tirkiyê de jî dilê Kurdan rehet kir û tasek ava cemidî bi ser dil û hinavên Kurdan dakir. Barzanî got ku, “emê midaxeleyek bi vî awayî wek êrîþa li ser Kurdistana azad qebûl bikin û emê xwe biparêzin”. Herçiqasî Serok Barzanî berê jî peyamên bi vî rengî didan jî lê di vê dema ku Tirkekan îsotên Ruhayê xwarine û har û dîn bûne de ev peyama wî bû wek lotikek xurt û li ser û çavê Tirkan ket. Çapemenîya Tirko dîsa dîn û har bû û kef bi devê wê ket. Hinek nivîskarên xwînheramên Tirk dîsa verþiyan û dibêjin, “adama bakin yaho, adama Turk pasaportu verdik baþimiza bela açtik” (de binerin lo, me pasaporta Tirkan da wî û ew kir bela serê xwe) û filan û bêvan. Îcar heyran bi Xwedê gotina xweþ xweþ e, hema te ev tir ji Tirkan re nehiþt û bes...Xwedê te ji ser serê Kurdan kêm neke rebbî....

”Ehaa va ye!”

 

Xelefê Torî-25/07/06-Belê diyarbû bê ji bo kîjan xezalê ye ev çend salin nalenala hunermend Seîd Yûsife çavên xwe kerespî dike, diranên xwe bi ser hev de didewisîne, þîn û reþ dibe bêyî ku kerefêta xwe sist bike, gava ku dide qîran ”Çavên te xweþ çavin xezalê”. Dema ku di pêþbirka bedewiya cîhanî de çavên Seîd Yûsiv bi bejn û bala Zuleyka Mendoza ket xwe çip kir pêþ û got: ”Ehaa, we dît. Bi namûs va ye ya ku ez li ber dikime lavlav” û dest avête tembûra 32 perdeyî. Di vê navberê de hunermend Brader yê ku bawerdikir ku Seîd Yûsif di stranê de tozekî dibwêrênê li xwe mikur hat û got: ”Bi telaqê bê fitû camêr kêm gotiye û zêde negotiye lo”. Strana behsa wê tê kirin ev e:

Çavên te xweþ çavin xezalê, ne çavên xezala li beriyê

Qirika te dirêje delalê, ne qirika qazê ya qumriyê

Singa te sipiye hevalê, ne berfa serê çiyê

Lêvên te þerbetin kulmalê, ne ava ku diherike ji kaniyê

 

Bê hiþ û sewdanim ji bo te, carek te bi min re neda civan

Lê xwezka rojek te bigota, îþev li cem min tu bibe mêvan

Çend maç te daba cot bi cota, ew singa te hatiba tevdan

Ber min cilê rihê xwe bifrota, bo te ez geriyaba û ez bûba þivan

 

Ez ji te bi hêvî û gumanim, bo te dinalim dil bi evîne

Ji xelkê were ez dîn û nezanim, tu dibe teva evîn nedîne

Lê go ez te dibînim ez weke beranim, mane ji kerba te ez ketme nivîna

Serîkî li min xîn nebê ez giranim, tu wer min ji vî halî derîne

Maç û ramûsan  li Misrê bûn kerafî!?

 

Azad Seyda-25/07/06- De îcar yabo… carê Lotikxanê digot qiyamet nêzîk bûye lê min bawer nedikir, lê min nû bawer kir.Gidyano hema dema berê dilê me bi Filmên Misrî xweþ dibû, sed hezar maç û ramûsan têde hebûn, û me digot eger anuha maç têde bûne tiþtekî normal sibê wê gez û qurîncek jî bibin normal û dilê me bi tiþtê piþtî maç û ramûsanan xweþ dibû… lê axx û hew.. wey li qirdê min yê mirî be…Dr. Adil Aþûr ku doktorê zarokan e û mamostayê kolîja bijîþkê yê li zanîngeha Qahîre ya paytexta Misrê ye, pirojeyek amade kiriye ku komeleyekê Misrî damezrîne û maç û ramûsanan ji nav xelkê Misrê rake.Dr. Adil diyar dike ku wî ev mijar digel doktor û pisporan gotûbêj kiriye û bi hevre gihiþtine encamê ku xeteriya maçan di veguheztina nexweþiyan de dijware.Her wuha dide zanîn ku komeleya wî dixwaze semînaran lidar bixe da ku xelkê hayedar bikin ku derbirîna hezkirin û evîniyê bi maçan dibe xirabî û nexweþiyan li maçkiran vedide.Dr.Adil Aþûr ji derhênerên Film û zincîrê TV dixwaze ku dîmenên germ ên derbirîna evînî û hezkirinê kêm bike. Her wuha ji TV ên Misrê daxwaz kir ku reklam û agahdariyan derbarê xeteriya maç û ramûsanan biweþîne.Law Adiloo, tu bike tu neke xwedê nede te, ma çi heqê te li me heye lao, ma tu qenciyê bi me nakî tuwê çima xerabiyê bikî loo. Welleh ya vî doktorê me çavnebarbûne…  

Mîss Lotikxane 2006

Þemal Amedî-24/07/06- New York-Di pêþbirka bedewîya bi navê „Mîss Universûm 2006“ de spehîya portorîkoyî Zuleyxa Rivera Mendoza bi bedewî û xweþikîya xwe bû yekem û bû Lotikvana Cîhanê. Rebena Japonî bû duwemîn û porkura Swîsrî jî bû sêyemîn. Lotikxane jî di nav de 86 welat tevî pêþbirkê bûn. Lê tiþtê herî xweþ û balkêþ ew bû ku Tirkan bi xwe de rît û li ber ava Lotikxanê herikîn. Dibêjin piþtî pêþbirkê Bedewa Cîhanê Zuleyka Rîvera Mendoza ji kêfan re bêhiþ ketiye û doktoran bazdane ser wê û ew kontrol kirine. Li gor gotinên gotinbêjên Lotikxanê xwedêgiravî Zuleyka xanimê gotiye, „pepûk pepûk pepûk! Keçê ez ne a Bedewa Cîhanê bûm ha! Kê mala xwe viritand û ez kirim Bedewa Cîhanê? Ma ava reþ bi çavên wan de rijiyaye!“ û bawer nekiriye. Îcar heyran bi Xwedê kes nema li xweþikbûnê dinere lo. Hema kî zêdetir karibe xwe bihejîne û dûvê xwe bibe û bîne ew dibe Bedewa Cîhanê…Hema bi namûs Zuleyka xanim nayö xwarin wey!

115 salî ye lê wek qurmekî ye

Alî Þervan-24/07/06-Batman- Tacettîn Tûfanê 115 salî li gundekî Batmanê dijî. Ew bi xwe heta niha du caran tenê li trimbêlê siwar bûye û herkes meraqa zindîbûn û saxlemîya wî dike. Tacettîn Tûfan herweha heta vî temenê xwe jî neçûye ser textor û hekîman û nexweþ jî neketiye. Tûfan dibêje, “sirra jîyana min a dirêj xebata nav erd û jîyana xwezayî (tabîî-naturel) ye”. Tûfan bi berdewamî dibêje, “heger ne becbûrî be li trimbêlan siwar nebin. Ez di jîyana xwe de yek-du caran li trimbêlê siwar bûme û hew. Ez li bajaran nejîyam jiber ku qelebalix û hewa nepaqij jîyana meriv kurt dike. Xwe ji xwarinên bi tewaþ (rûn) dûr bixin. Ez zindîbûn û saxlemîya xwe deyndarê xebata li nav erd û zevîya me” û þîretan li derûdora xwe dike.  Îcar heyran, heçê bixwaze jîyanek dirêj û saxlem bijî bila here cem xalê Tacettîn û li þîretên wî guhdarî bike..115 sal jî temenek baþe haaaa.....Ma bi dest kê dikeve?

Hilbijartin nêzîk bû wekîl derketin nêçîrê

Gulîstan Beþîrî-24//07/06- Beþîrî-Wek hûn zanin çi cara ku hilbijartin nêzîk dibin wekîl jî berê xwe didin herêmên xwe û ji xwe re li parsê û deng û rayan digerin. Heta ku di parlamentoyê de ne gundî û cîranên wan nayên bîra wan, lê go hilbijartin nêzîk dibin dikevin xem û meraqa kursî, pere û malê dinyayê û ji nû ve xelk tê bîra wan. Îcar çi soz û peymanan ji xelkê re didin tewww! Lê go çûn meclîsê û bêrîk tije pere bûn îcar kî li xelkê difikire! Îcar dibêjin wekîlê AKP Nezîr Nasiroglûyê Kurd jî hatiye derûdora Batmanê û li halê gundîyan dipirse û dixwaze li derd û gazindên wan guhdarî bike. Weke ku welatê xwe, xelkê xwe nasnake û derdê wan nizanibe dibêje, “emê li derdê gundîyan guhdarî bikin” û hesabê ray û kursîyê hilbijartinên pêþerojê dike. De hema go rast be û ne derew be, malbata Dogrûl di perîþanîyek mezin de dijî, 8 nifûsin û nikarin kirya xaniyê xwe bidin, hema alîkarîya wan bike û wan ji vê perîþanîyê xelas bike yabo emê zanibin go hertiþtê din raste.......

Hikûmeta Hewlêrê rê da frensî jî!

 Karûþo 23/07/06 Hewlêr- Wezîrê Perwerdeya bi soranî Abdulrehman Dilþad, doh bi daxuyaniyekê heþkere kir ku ew ê li Hewlêrê li kêleka unîversîteya bi ingilîzî unîversîteyeke bi frensî jî vekin. Dilþadê ku li korîdorên parlamentoyê di bin simbêlan re bi wezîrên badîniyên ku bi pîr û kalên kurmancan re bi soranî dipeyivin dikeniya û digot “çawa ku em di xwendegehên xwe de bi soraniyê re tirkî, erebî, farisî û ingilîzî bi kar tînin, hetanî ku em unîversîteya frensî ava bikin, wisa jî em ê frensî bi kar bînin…” Xuyaye Hikûmeta Hewlêrê zimanê kurmancî wek zimanê qereçiyan dibîne. Heger ne wilo baya, ji sedî sed wê ruyê wê ji 30 milyon kurmanc biêþiya û bi kêmanî hema li herêmên kurmancên welatê xwe, tiþtekî wek nîv xwendegehekê vekiribaya! 

 

Þîreta rût

 

Hemo Rûto-23/07/06-Wek hûn dizanin gelek tiþt li ser zewaca Çîmen û Þehabetîn Iþik hat nivîsîn. Çapemenîya Tirk a Kerxana Selanîkê dest pê kir û behsa belengaziya Kurdan kir jibo Kurd bibin dijminên hev. Wek ku qet ne belengaz ne jî dewlemend li Tirkî hene. Eger yeki Tirk þahî an daweteke xweþ çêbike, dibên: muhteþem, harîqa, nedîtî xweþ..ûhwd. Lê eger yekî Kurd be li gora çapemeniya Tirk jê re dibe qebhet û rûreþî . Ma eger piçekî namûs di pozê wan de heba, wê wan rojekê bigotana ev belengaziya Kurdan jiber hovîtiya dewleta Tirk e. Îja em Kurd jixwe li ber tayê tolkê direqisin, hema Tirk tiþtekî bêjin em li defa wan dixin û bi lotikan hev perîþan dikin. Ma Kurdên dewlemend ne Kurd in, ji Eyþika Ereb in, heqê wan jî di azadiyê de nîne!? An azadiya em dixwazin hîn azadiya Stalîn e!?  Þîreta Rût: Kurdino hema çapemeniya Tirk çi got hûn lotikê lêxin, dijî wan bikin, jibo Kurdan baþ e. Dewlemendino, hûn jî bi xîret bin, li belengazên xwe, li milet û welatê xwe xwedî derkevin

 

Piþtî jin û mêrên seksî, vê carê jî terempêlên seksî!

 

Rozê -27/07/06 Londra – Kovara terempêlên ingilizî Top Gearê, merqa texsiya Fîat 500, di dinyayê de wek texsiya herî seksî hilbijart. Li gora kovarê her kes û kesa ku çiqasî çist be jî, ”gava xwe dide ser dîreksyona Fîat 500ê, mîna stêrikê spehî xuyanî dike!..” Îcar li sikakên Londrayê tê xeberdan ku fîrma ingilîzî, wê bi vê terempêlê dinyayek dolar ji þêx û miþayix û mehþûqên el erebên ziktelêr qezenc bike.Pêþniyara Lotikxaneyê jî, ji bilî serokekî piçekî qut î girover û yek jî girs, ji temamê serokên kurdan re ev e: ”Rêzdar serokino, bi haweyekî vê terempêlê ji xwe re bikirin, tu carî jê danekevin û herwiha li nav xelkê bigerin da hûn hinekî bên xwarin, heyran!”

Jinên Rûs ji xezeba Tirkan xelas nabin

Dilcan Îzol-27/07/06- Antalya- Bajarê Antalya navendek ji tûrîzma Tirkiyê ye. Lê herweha wek navenda tolazî û zinêkarîyê jî tê naskirin. Bi taybet li Alanyayê sosyete, hunermend û dewlemendên Tirkiyê ev herêm kirine wek kerxanê û ji xort û keçan re bûne nimûneyek xerab. Xort û keçên ji ji gund û malên xwe direvin xwe li vê herêmê digrin û li hêvîya ku hinek li wan xwedî derkevin ew jî meþhûr bibin dimînin. Lê mixabin ev hêvî ji wan re dibe kabûs û li vir dikevin xefika xort û mêrên Tirk, tên tecavuz kirin û mecbûren yan wê têkevin kerxaneyên cûrbecûr û yan jî wê xwe bikujin. Ev hêvî ne tenê li cen xort û keçên Kurd û Tirk lê ji keç û jinên biyanî re jî balkêþ e. Bi taybet jinên Rûs li Alanyayê cirîtê davêjin  û hema bêjin roja ku yek ji wan neyê tecavuzkirin nîne. Vê dawiyê jî Rûsa bedew E.N (30) li lotikxaneyekê (dîskotek) hat tecavuzkirin û zinêkarê bi navê H.T hat girtin. Îcar heyran, hêvîya me eve ku keçên Kurd nekevin wan xewn û xeyalan û nebin hestîyên devê zinêkarên Tirk...Hay ji xwe û keçên xwe hebin...

Melayê tembûrvan!

 Gurikî 26/07/06 Serhed- Huseyin Kutanê ku yazdeh sal in li bajarê Erzromê li mizgeftekê melatî dikir, tembûrvan û kêfçî derket.Erê, melatî divê wilo be, heyran! Melayê herî mezin ew e ku mîna Huseyin Kutan bi roj li pêþiya xelkê bi þaþik û cibe û bi þev jî bi tembûr, gîtar û derboqan bilive.Ax ku mela hemû wilo bûbana û di þevên terawîhan û leyletulqedrê de di þûna selewat û tekbîran de bi dengê derboqa û zirneyan mizgeft bihejandana bê wê misilmanî çiqasî tiþtekî xweþ bûbaya!

Ax ku ê me jî hinekî wek vî ba heval!

 

 Karûþo 26/07/06 Hewlêr- Seddamê ku bi qasî serê derziyê ji cesareta xwe nektibû, îro tev li ku di grêva birçîbûnê de bû jî beþdarî mehkemeyê bû û bi zirtan dabeliþand serokê mehkemeyê. Mêrik destê xwe li serok dihejand û bi qîjewîj digot “Ez kujtinê bi pîvazekê jî nahesibînim. Ez ´betlil ereb´ im! Min bidin ber dev devziravan da bi bayê guleyan re cendekê min bigindire!...”Neyse, erê lo ê me jî wilo ye. Kuro de qey ê me siyasetê dike, heyran! Mêraniya Seddam ji bêaqiliya wî tê. Ê me bi aqil e, wey. De hûn ê bibînin bê di dawiyê de wê êkê me çawa qûnê li dewleta mehmetçîkan biqetîne!

Îsotçîyan rê nedan Îbo

Cemþîd Heranî-26/07/06- Ruha-Îbrahîm Acises berî niha soz dabû ku namzetîya xwe jibo meclîsa Tirkiyê deyne û bibe wekîlê Ruhayê. Li ser vê daxwaza wî li bajarê Ruhayê ankêtek hat çêkirin û piranîya îsotçîyên Ruhayî biryara xwe dan û gotin, “ na na nabe! Ger Îbo bibe wekîl wê dev ji stranan berde û emê jî nikaribin bêyî stranên wî îsot û ecînê bixwin. Ma îsot û ecîn (çîgkofte) bê ayaginda kundura tên xwarin lo?” û nerazîbûna xwe nîþan dan. Îcar dibêjin Îbo jî nema zane çi biryarê bide, ne wek stranbêjê îsotçîyan bimîne û ne jî here di meclîsa Tirkiyê de qesîdan bixwîne....

Tiro bi namûs e hi!!!

Rona Nisêbînî 25/07/06 Amed- Li Çinara Amedê tolazê kurd Omer Gumuþ dohna, pêrna, pitnapêrê jina xwe Gulîstan Gumuþ bi haweyekî barbarane kuþt. Gulîstana 22 du salî û dêya keçekê piþtî ku bi merê xwe re dikeve devjengê û jê danaxwe, mêrik xwe wek mirovekî bênamûs dibîne û bi demaçeyê êrîþî ser jinikê dike. Jinik birîndar dibe û direve mala bavê. Omer dev jê bernade, dide dû û jinika ku xwe di sindoqa bûkaniya dêya xwe de veþartiye bi derbên demaçeyan di nava xwînê de dihêle. Erê, jinik birin gorê û ew jî birin girtîgehê. Lê axxx ku ez hakimê te bama, ê ne bê min ê bi çi êþkenceyê tu bi dojehê þa kiribaya! Tiro, madem tu ewqasî bi namûs bû, de te berê xwe dabaya wan tirkên ku namûsa temamê miletê te û welatê te aniye pênc peran, hi! Virqo, ma kî nikare miroveke hêsîr û girêdayê û bê sîleh bikuje? Hewarê ji destê van bênamûsên bi namûssssssssss!

103 mîh bûn qurbana du bizinan

Mela Ehmed-25/07/06-Bedlîs- De werin û li ecêba Xwedê binerin! Li Bedlîsê, nehîya Ahlatê du bizinên psîkopat xwe tavêjin nava çem. Gava  320 mîh dibînin ku bizin xwe tavêjin çem û xwe întîxar dikin, hema ew jî yekser didin dû bizinan û xwe di çem de werdikin. Ji 320 mîhî 103 mîh dibin qurbana bizinên dîn û dimrin. Þivanê pez Abdulhekîm Balkaya ji çapemenîyê re dibêje, “kuro law van herdu bizinên dînik aqilê 320 mîhî xerakir û ew anîn provokasyonê. Ê jixwe mîhên me jî wek hinek Kurdan bêþexsiyet bûbûn û rabûn dan dû du bizinên ku em nema zanin ne Kurdin û ne Tirkin. Ma Kurdên me jî wisa nakin? Wê rabin bidin dû kes an du kesan û temamê xebat û nirxên netewî bikin bi qurbana wan, ma ev bû aqil!” û dilorîne.. Heyran bi namûs me Kurdên psîkopat dîtibûn lê bizinên psîkopat!? Ya starrrrr, ev dinya çawa tê guhertin loooooo!

Erê Ursula erê...

Sosin Bermal-24/07/06- Almanya-Ursula Andress a ku di xortanîya xwe de agir bi dilê xort û mêran dixist, wek “keça herî baþ a flîmên Bond” hat hilbijartin. Andress di gellek flîmên James Bond de lîztiye û lîztikvanek di ser xwe re ye. Andress xanim niha 74 salî ye û dibêjin vê biryara “keça herî baþ a flîmên Bond” ew aciz kiriye û gotiye, “erê, heta ez ciwan û li ser xwe bûm kesî tu gûyek nexwar û xelatek neda min. Lê piþtî ez ji derba xwe ketime û xêr di min de nemaye îcar min xelat dikin û lotikan li min dixin. Ma ev bû însanetî!” û dilê xwe bi xwe þewitandiye. Keçê de dilkê xwe bi xwe neþewitîne lêêê..Bi namûs kesên li xwe heyirî pir in, wê di 74 salîya te de jî mehra îmamê çaroxî bavêjin ser te, wey!

Tirk zircahil derketin

Bêrîvan Al-25/07/06- Tirkiye-Li gor lêkolînekê di xwendinê de Tirk di sinif de man û zircahil derketin. Alîkarê Perwerdekarê Fakulteya Perwerdeyê a Zanîngeha Dumlupinara Kutahyayê Doç.Dr.Suat Ungan da zanîn ku li gor lêkolînekê Japonî salê 25, Swêdî 10, Fransî 7 pirtûkan dixwînin. Di lêkolînê de derketiye holê ku salê ji þeþ (6) Tirkan re pirtûkek dikeve û wê pirtûkê jî naxwînin. Jiber vê jî nexwendin bandorek mezin li psîkolojîya Tirkan dike û dibe sedem ku Tirk zircahil bimînin û hov û dirinde bin. Lê hinek çavkanî jî dibêjin, “kuro ma Tirk bixwînin çiye û nexwînin çiye? Xwendevanên wan jî nîjadperestin û cahilên wan jî jixwe teradînî ne” û  kesayetîya wan eþkere dikin. Îcar heyran bi Xwedê xwendin baþe lê jibo kesên ku ji xwendinê fêmbikin û qîmetê xwendinê zanibin.....

 

Taha Akyol bi xwe de rî

 

Hemo Rûto-24/07/06-Taha Akyol nivîskarê tirk ê bi navûdeng ji tirsa bi xwe de rîye lê hîn ji hopehopa ser devê nayê xwarê, dibêje: "Dê þerekî giran di nava kurd û tirkan de derkeve û dê gelek kes bên kuþtin." Û kurdan tehdît dike.Cewrê asena ne gava tu hat dinyê me di guhê te de got ku li vê dinyê qanûnên insanan derbas dibin, te deng nebir xwe. Tu bi hestiyên ber devê deriyê xelkê mezin bû, me got ka weke însanan bijî lê te qebûl nekir. Tu hat ber mirinê me got ka tobe bike, te got na ebeden. Tu mir, melê te ê kafir tu þuþt, kefen kir, bir xist goristanê, te cardin fahm nekir. Li ser te terqîn xwend ew jî vala. Nuha her kes diçin malên xwe, serê te li kevirê gorê ketiye, hîn zirtezirta te ye. De marþ marþ!  Bilezîne! Riya te hindik maye, pira selatê jî jibo te nîne.

Ew jî zirya…

Sîpan Nas-24/07/06- Stenbol-Serokê Baroyên Tirkiyê Ozdemîr Ozok jî beþdarî þerxwazîya dewleta xwe bû û bû berdevkê artêþê. Ozokê ku Îsraîlê wek nimûne nîþan dide dibêje, „ çima heqê Îsraîlê heye ku têkeve Lubnanê lê heqê Tirkiyê tuneye têkeve Iraqê? Wê kes nikaribe rê li ber Hêzên Artêþa Tirk bigre ku têkeve Iraqê (Kurdistanê), em vêna qebûl nakin“ û þevqeya eskerî da serê xwe. Yanî; Serokê Baroyên Tirkiyê Ozdemîr efendîyê zirnevan kiras û cubbeyê hiqûqzanîyê ji ser xwe avêt û bû zirnevanê artêþa xwe a Tirk û Virq! Îcar Tirk Tirk e, ha hiqûqzan, ha çep ha rast ha misilman, gava mijar hat ser pirsa Kurd û Kurdistanê hemi bi yekdengî dizirin û lotikan didin xwe..Bizirin bavo bizirin……Zirandin layiqî we ye….

Namûs bû çeqilmast

Repo-23/07/06- Heyran bi telaqê jinberdanê me kesek wek van serokên Amerîkî tolaz nedît lo! Mîster Bill Clînton îþê Monîca Lewînsky xanimê hal kir, ew firkand û hey firkand. Niha jî Serok Bush dest avêt Serokwezîra Alman Angela Merkel xatûnê û li pêþ çavê dinya û alemê ew masaj kir û namûsa wê kir çeqilmast. Wextekî Serokê Rûsyayê Jeltsîn jî tilî tavêtin jinkokên xweþik me digot qey ew xurufî ye. Xuyaye nexweþîya Jeltsînê sosyalîst derbasî serokên kapîtalîst jî bûye û hema fersendê li kê bibînin yan tiliyan tavêjinê û yan jî masaj dikin. Baþe ku xebatkarên Lotikxanê nebûne serok-merok! Yan dibe ku em jî bixurifiyana û me jî bi tilî, dest û lingan lotik bavêtina xelkê haa....Estaxfurullahilezîm!

Ma derew bi heq in!

Ahmed Beyan-23/07/06- Ankara-Wek hûn zanin berî demakê çapemenîya Tirko dest bi qîrewîrê kiribû û digot, “PKK li Bexdadê li kêleka Balyozxaneya me buroyek bi navê “Navenda Ocalan” vekiriye” û dest bi propaganda û provokasyonan kiribû. Îcar derket holê ku ew derew tenê jibo provokasyona êrîþkarîya ser Kurdistana azad hatiye çêkirin.Rayedarekî ji Wezareta Derve a Amerîkayê ji rojnama Zaman re dibêje, “ li gor lêkolîna me tiþtekî wilo tuneye” û ratedarên dewleta Tirko derewîn derxist. Îcar heyran çapemenîya ku xwe serbixwe dizane lê sîxurîya dewleta xwe dike, bi her awayî nûçeyên derew diweþîne da ku artêþa Tirk têkeve Kurdistanê. Ma ji berê de bav û kalan negotine “nanê Tirkan li ser kaba wan e?” Belê! Tirk in, bêbext û fisek in..Ne dîn heye ne îman....

Ereb Ereb e, ha parêzer ha sofî

Mihemed Abdullah-22/07/06- Lubnan-Her ku diçe helwesta hevalên Hizbûllah û misilmanên fûndementalîzt li dij Îsraîlê zêdetir dibe, lê Îsraîl jî hesabê wan bi kerê xwe nake û bi tanq û topan li wan diqelibîne. Li Endonezya, Pakîstan, Bangladeþ, Sûdan, Yemen û li hemi welatên ku jiber vê mentalîteya xwe a paþdemayî feqîr û belengaz mane, çalakî li dij Îsraîlê hatin lidarxistin û îlana cîhadê kirin. Ev ne bes bû îcar li Misrê jî Rêxistina Brayên Misilman, Baroya Parêzerên Misrî û serokê wê Semî Aþur ketin govendê û wan jî banga cîhadê li misilmanan kirin. Ew jî wek Tirkan gava li wan teng dikeve yekser bi navê bratîya îslamê bang li milletên din dikin û dixwazin bi wî aqilê xwe ê çûkane xelkê bixapînin. Îcar Kurdino! Aqilê xwe bidin serê xwe û neyên lîztika Tirk, Ereb û Ecemên sextekar eman eman! Misilman bin lê misilmanê qewmê xwe û welatê xwe bin..Hûn bi Tirk, Ereb û Eceman narin buhuþtê hay ji xwe hebin û nebin þirîkê gunehên van dijminan...

 

 

s© lotikxane 2006