Adil Duran

Bîr û bawerî

Bavê Ronahî

Erdhejîn çawa çêbû?

Lezgîn Þêxo

Mîxo û Rêxo

Hemo Rûto

Kûçik tenê ji zimanê Tirkan fêmdikin

Lokman Polat

Tercîha Nivîskar

 

 

Têmûrê Xelîl

Henek, laqirdî,pêkenîn

 

Dilsotî

Ey Millet!

B.Omerî

Kenê guran bi wan tê

 

 

M.Elî Kut

Ken û girîn!

 

                                             

    Hindik û rindik.....           Magazîna % 100 Kurdî...

Qado Þêrîn

 Bi lêv û serê memikan jî helbest têne nivîsandin.

Arþîv                                                info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Zirav zirav Kelly zirav..

   Hesen Elmas-27/08/06-Amerîka-

Lîztikvana seksî Kelly Broook ji alî jinan ve wek jina herî bejinxweþik hat hilbijartin û dîsa lotik dan xwe. Dibêjin di deh salên buhurî de jina ku herî bejinzirav û xweþik û lihevhatî ye Kelly Brook e.

  De ser xêrê be rebbî...Bila jinên xelkê wek jinên herî bedew û bejinxweþik bên hilbijartin û bila jinên me rebenên xwedê jî di malê de binepixin, bifetiqin û hema zarokan bînin..Ma emê çilo li ber çavên hev reþ nebin babammm....

Fermo, nimûneyek!

Leyla barîn-27/08/06- Fermo ji we re nimûneyek baþ. Heger hûn zêde qelew bin û ji kîloyên xwe fedî dikin, li vê keçika xweþik binerin û weke wê bibin manken û bedewa dinyayê.

  Hatîce Danabaþa 28 salî jibo ku wek mankenan xweþik û bedew bibe xwe kiriye çerm û hestî û nexweþ ketiye, lingek wê li dinyê ye û yek jî di gorê de ye.

   Ji me gotin, çerm û hestîbûn bûye mode heyran..Heger hûn naxwazin di mala bavê xwe de bimînin û bibin banûya dinyayê, hema herin li ber destê Hatîce xanimê tobe bikin û dersê jê bistînin. De yalla....

Terî jê kêmê, xort bû û lê rabû, îcar çi!!

 

Rozê- 26/08/06- Bi rastî ev tirk carina pir ecêb in! Ecêb in dibêjim, li gora rojnameyên tirkên satilmîþ, li Eskîþehîrê Donmeza sîh salî, bi sebîxeta ku xortekî þazdeh salî gotineke seksî jê re dibêje, demaçê li ser dike û wî li erdê digevizîne.

   De ji xwe re li rewþ û kewþa vê dinyayê û aqilê van insanan û misilmanan binerin! Li Tirkiyê û heta li nav temamê umeta el islamê mêr, li ser ku yan meyil li yekê nerîye û yan jî gotineke xweþpê ji yekê re gotiye tên kujtin û li Ewrupayê jî jin û keç, bîst û çar seetan dua dikin ku hema dilê xortekî, mêrekî li wan xerab bibe û bêwestan bi gotinên seksî biajon ser wan! Wey li aqilê van misilmanan be ku li ser gotinekê dikarin qûnê li hev biqetînin!

Xwe bi kebabekê nefroþe xanimê!

Rojda Aydin-26/08/06-Stenbol- Artîsta kinik û xwînþêrîn Salma Hayek ji bavek Lubnanî û dêyek Meksîkî hatiy dinyayê. Bi rasthatinekê ji alî derhêner Robert Rodrîguez ve tê keþifkirin û lingê xwe tavêje nav malbata sînemayê. Salma Hayek xanim berî çendakê hatibû Stenbolê, ji xwe re çend lotikên baþ avêtin û bêhna xwe derxist. Hayek xanimê di þahîyekê de têr kebab xwar û bi kesên derûdora xwe re ket nav serpêhatîya xwe û rewþa malbatên Meksîkî.

   Di wê navberê de xanimek Tirk bi navê  Ayþen Ozyegîn jî behsa rewþa jin û zarokên Kurd û zilma ku li jinan dibe dike û dibêje ku ewê bernameyek jibo Rojhilatê Tirkiyê (Kurdistanê) amade kiriye da ku jin û zarokên Kurd perwerde bike û wan bike insan. Salma Hayek jî dibêje, „tewww, keçê peppûkê te berê bigota ezê jî tev li bernameya te bibûma“ û piþtgirîyê dide xanima Tirk.

   Ê hey porkura porkur Salma xanim! Hele Tirk dixwazin bi bernameyên xwe jin û zarokên Kurd asîmîle bikin û wan wek xwe bikin dewþîrme, ma çi bi serê te ketiye hey dewþîrmeya mezin? Ji ber ku tu jî ji bavek Lubnanî û ji dêyek Meksîkî ye û wek Tirkan dewþîrme ye tu dixwazî Kurdan jî bikî weke xwe ne wilo? Ya starrrrr, me nedî stêrek Hollywoodê xwe bi kebabekê bifroþe bavooo! (Dewþîrme- tevlihevîya dew û þîr-melez-tevlihev)

Mirov nabêje “Hasankeyf!”

 

Lotikxane -26/08/06- Nivîskar, siyasetger û ronakbîrên kurdên bakurê Kurdistanê heger bi qasî tirkan destnavêtibin edeb û namûsa zimanê kurdî, ewqasî ne kêmî wan in jî. Heger piçek qîmeta zimanê me li ba wan hebûya, hema wê navê Heskîfê mîna xelkê kurd bigotana.

   Hasankeyf kuro! Ha, tew ji gundê Heskîfê Reþiyê re jî “Karakoy” dibêjin. Erê lo, tirk navê gundê wan dikin kerxana Stenbolê û ew jî bi wî navî gundê me bi bîrtînin!

Ev jî kitêba ku çend caran kiriye amade dike!

 

Simo -25/08/06 Stockholm- Rojnameya swêdî Expressen dinivîsîne ku fotomodel, þanoger û muzesyena swêdî Vîctorîa Sîlvstedta bi nav û deng, dest bi nivîsandina kitêba seksa xwe kiriye. Yanî kitêba wê a ku gava mirov xwend, mirov wê bizanibe bê xanimê bi çend hezar kesan re xwe hil û kil û hey kiriye.               Rojname dinivîsîne ku Vîctorîa 32 salî, di 12 saliya xwe de bi seksê mijûl bûye; lê heta ku bûye çardeh sal jî ji firkandinê pê ve tiþtek nekiriye. Yanî xatûnê ji pazdeh saliya xwe de, xwe lê ceribandiye, ha. Rojname dixwaze vê bêje.

   Îcar tê texmîn kirin ku Vîctorîayê di hindurê 17 salan de, di navbera  8850 û 9000 carî de, dilê xwe hênik kiriye. XWEZÎ BI DILÊ WÊ!!

Ax pere wax pere!

Hebeþ Kal-25/08/06-London-Piþtî Jennîfer Lopezê niha jî Davîd Beckhamê fûtbolçî û xanima xwe Vîctorîa Beckham dest bi derxistina parfuma xwe kirin. Xuyaye çavê insên ji malê dinyayê, ji pere û navûdeng têr nabe.

  Ê lawo bi milyon dolaran perê we hene, we têr xwariye û hetanî zuryeta we sax be jî têra we dike, îcar ev çi xirpiþa we û parfum marfuma we ye bavo! Heyran bi telaq em bêhna rîx, sergîn û piþkulên gundê xwe nadin bi vê parfuma we lo, wey! Yanî parfuma we derkeve piyasê çi ye û dernekeve çi ye? Talîya talî hûnê bi du metro hîzarê spî têkevin tirbê û wê ev xirecira we ji xelkê re bimîne mîster Beckham!

  Xuyaye talîya talî wê ev têrnexwar me mecbûr bikin ku em jî li ser navê Lotikxanê parfumekê bi navê „lotikfûr“ê derxin piyasê haaa…Estexfurullahilezîm, dîsa em kufir bûn…

Wey bavo wey!

 

Rojda Aydin-24/08/06-Stenbol- Birastî me zanîbû ku partiyên Tirkiyê nîjadperestin, zinêkarin, Kemalîstin, lê me nizanîbû ku ew jî bi tama devê xwe zanin û artîst, stranbêj û mankenên Tirk di nava xwe de parvekirine. Nivîskara Yenî Þafakê Fatma Barbarosoglû di nivîsa xwe de balê dikþîne ser partiyan û evînîya wan.

   Li gora lêkolîna Fatma xanimê; piranîya zilaman nexweþê Þahnaz Çakiralp ê ne. CHP lî ji Þahnaz Çakiralp, Partîya Saadetê ji Zara, zilamên Neqþîbendî ji Hulya Avþar, zilamên radîkal ji Hale Soygazî, Fethûllahçî ji Denîz Akkaya, Menzîlcî ji Cansû Dere, zilamên maço ji Zuhal Olcay û AKP lî jî ji Sîbel Can hez dikin. Yanî; hetanî partî û terîqetên Tirkiyê jî jinên navdar di nava xwe de parvekirine û çavê xwe berdane namûsa wan.

   Heyran þikir ji Xwedê re ku artîst û mankenên me Kurdan kêm in û hetta tunene..Ma wê partîyên me Kurdan wek ên Tirkan bikirana? Kuro bi Xwedê wê wan jibo jinek wek Sîbel Canê qira hev banîna looo! Wê partîya xwe jî û petrola Kerkûkê jî kiribana bi qurbana Sîbel Can û Hulya Avþarkê, ma em nizanin……..

63 bû xeta sor

Þîndar Berwarî-24/08/06-Hewlêr-Li baþûrê Kurdistanê sînorê teqawîtbûnê bû 63 sal. Li gora zagona nuh memûrên dewletê ên ku 62 salan bikin ewê karibin teqawît bibin,li mala xwe bi rehetî tizbîha xwe bikþînin û selewatan vedin. Ev zagon bi biryara Meclîsa Hikûmeta herêma Kurdistanê, bi biryara 9763 û maddeya yasaya 7912-13 ket jîyanê.

  Heyran bi namûsa mêrê berê, ê me em wek karkerên Lotikxanê hetanî ku tir di me de hebe jî emê teqawît nebin! Ma teqawîtî karê mêrane babam, wey! Yan meriv wê hetanî kefen li xwe ke jî bixebite û yan jî divê meriv navê teqawîtî û pîr û kalbûnê neyne ser xwe û hew.....

Ne li te û ne li ala te!

Þoreþ Candar-24/08/06-Antalya- Kuro ma ne em dibêjin, ”di dinyayê de ji van Tirkan rezîl û riswatir millet neketine dinyayê” kes bawer nake haa! Aha ji we re nimûneyek xweþ.

   Li bajarê Antalyayê Ramazan Kavukê 26 salî rabûye ala Tirko li ser piþta stuyê xwe daye çêkirin û dibêje, ”bawerkin ez ji ala Tirk pir hez dikim.Jiber ku ala me pir erotîk e û bi xwîna þehîdên me erotîzma wê zêdetir bûye, ez wê di piþta stuyê xwe de diparêzim. Ez niha difikirim ku alekê xweþiktir li ser telaþên qûna xwe jî bineqiþînim” û mêro xwe dixe þûna zilaman.    De heyran ew ala we a erotîk li we û telaþên laþê we pîroz be. Lê birastî em meraq dikin bê ka wê jinên we wê alê li kîjan telaþê xwe bineqiþînin!

Keçika duserî bi rehma Xwedê þa bû

Selîmê Yekserî-23/08/06-Îndonezya- Erê erê, Xwedê zane bê emê hîna çi ecêban bibînin û çi nebînin! Keçika ku berî du heftan duserî hatibû dinyayê bi rehma Xwedê þa bû û mir.

   Doktorên Nexweþxana Pelî a Paytext Jakarta dibêjin, “ yabo bi namûs çi ji destê me hat me ji keçikê re kir. Lê ku ew qîma xwe bi vê dinyayê neyne û barbike ma gunehê me çi ye” û du dilop hêsir barandin.      De bila rehma Xwedê lê be û ciyê wê buhuþta rengîn be, ma emê bêjin çi....De ka heta keçikek sêserî jî bê dinyayê Xwedê kerîm e loo....

 

Xiyar û çi xiyar,

pekkk!

 

Cembelîyê Botî-23/08/06-Colemêrg-Mehmet Yalçinê ku li herêma Colemêrgê debara xwe bi firotina xiyaran dike ragihang, ku tu xiyar wek xiyarên Kurdistanê xweþ tunene û ew halîhazir baþ tên firotin.

  Yalçin dibêje, „em debara xwe bi firotina sebze û hêþînayîyê dikin. Berî ku xiyarên bexçe û bîstanên me derkevin xelkê xiyarên Îranê bi erzanî dikirîn. Lê piþtî ku xiyarên me ên xalis muxlis Kurd derketin piyasê, qîmetê xiyarên Îranê bû pênc pere û kes nema wan dikire. Ma ji xiyarên Kurdistanê xweþtir xiyar hene Xwedêjêrazî!“

  Heyran bi telaq rast e. Ma xiyarên Kurdistanê wek ên Îranê virçolaqî, bêtam û xwaromaro ne? Na! Xiyarên Kurdistanê qalind in, þahîk in, misêwa (rast) ne, hem xweþik dikin û hem jî mirov rehet dikin babaaaaaa……..

Hûgo telqîna Castro xwend

 

Antonîo Vega-27/08/06-Kuba- Serokdewletê Venezuelayê Hûgo Çavez cara duyem serdana Serokdewletê Kubayê û destebrakê xwe Fîdel Kastro kir û di nexweþxanê de pê re kakao vexwar.

   Dibêjin aqilê Çavez ji tenduristîya Kastro nebiriye û hema Incîla xwe ji bêrîka xwe derxistye û dest bi xwendina telqîn û yasînan kiriye. Kastro jî pir li ber xwe ketiye û goriye, “kuro kero! Tu bi saxî telqîn û yasînan li ser min dixwînî heval, qey tu li mirina min digerî!” û keniyaye.

   De herdu destebrak li hev pîroz û bimbarek bin...Ji xwe ji herdukan pêve kes dostê wan nemaye û her ku diçe herdu jî li ber dilê hev þêrîn dibin, dibin wek Leyla û Mecnûn....

Sezer lotikek li Ozkok xist

Ahmed Beyan-27/08/06-Ankara- Di civînekê de Serokkomar A.Necdet Sezer û kevneserekerkan Hilmi Ozkok derdikevin pêþberî rojnamevanan, lê piranîya rojnamevanan li ser serê Serokkomar dicivin û pirsan jê dikin.

   Hilmi Ozkok dibîne ku serê Necdet Sezer ti teq û reqê de ye, jê re dibêje, „Birêz Serokkomarê min, îþaretekê bidin min bes e, ezê hilê wan li milê wank im“ û dibeþhiþe.

   Lê A.Neceet Sezer lotikekê li kevneserekerkan Ozkok dixe û dibêje, „ de here looo! Heta niha tu Serekerkan bû me newêrî bû em lotikan li te xin, ev tir ji te re jî nema brakooo!“ û erza wî þikenandiye.

   Dibêjin Ozkok jî ji qehran re di dilê xwe de gotiye, „kuro mane Yaþar Buyukanik xulamê min e, heger ez nehêlin ku ew guhê te bikþîne ez ne ji bavê xwe bim“ û sûnda tolhildanê xwariye. De Xwedê qira we bîne rebbî….

Zirteko dîsa zirt kirin!

 

 Girdoyê Stilîlî- 26/08/06- Enqere- Serekerkanê artêþa mehmetçîkên bavkûçik, dewþirîlmîþ tecawuzçî Yaþar Kuçukanit, di dêlindêza xwe a leþkerî de, daxwazên ekolojî, arkolijî, morfolojî, geberolojî, zirqolojî û virqolojiya hin kurdên heval, bi haweyê ku ne bi raya wî ew daxwaz dihatin zimên, di rengê bêedebiyê de hilqerast û ji temamê kurdan re û bi taybetî jî ji ên baþûrê welêt re tiþtik miþtikên xwe ên her tim gotin. Yanî got ku ew ê vê tira li baþûrê Kurdistanê ji me hemiyan re nehêle û hew!

Xwarina malê û îsota tûj, Oxxxx!

Cemþîd Heranî-26/08/06-Ruha- Li gora lêkolîna ku ji alî Midurîyeta Lêkolîna Malbat û Civakê a girêdayî Wezareta Tirkiyê ve hatiye çêkirin, derketiye holê ku mji sedî 63 ên Ruhayîyan bi meriv û xwedîyên xwe re dizewicin. Li gora lêkolînê, jiber ku di herêmê de eþîrtî û girêdana malbatî xurt ê, kêm kes bi jin yan mêrên biyanî re dizewicin û temê wan naçe ser xerîban.

    Me li ser navê Lotikxanê ji Mihemed Çoban pirsî: Heyran, dibêjin hûn ji jinên xerîb heznakin ma rast e? Çima dotmamên we li ber dilê we þêrîn in? Ewî cixarek pêxist, simbêlê xwe ba da û got: Kuro lawo jinên xerîb wek xwarina kelê ( bê xwê) ne. Erê heger bi dest me kevin em dîsa jî wan bernadin û hilê wan li milê wan dikin, lê xwarin ji xwarina malê xweþtir tune haaa! Îcar jixwe ku îsotên tûj jî li kêleka xwarinê hebin dibe wek cewahir allahwekîl! û xatir ji me xwest. Heyran bi namûs raste loo!

   De binerin bê Kurdên ku bi Tirkan re dizewicin çi tê serê wan; dibin serpîrek, dibin nermik û germik, dibin Tirk û zimanê xwe jibîr dikin, dibin doxînsist û nexweþîya Selanîkê bi wan dikeve û talîya talî jî wek doltajî li wan tê loo...Îcar heyran, bi telaq ji xwarina malê xweþtir tune û hewww! Nexasim ku îsotên tûj jî li kêleka xwarinê hebin, ya starrrrrr...

 

 

Îran û Sûrî ava serê xwe germ dikin!!

 

Gebroyê Mêrdînî- 25/08/06 Telavîv- Li gora daxuyaniya ku doh ji bal MOSAD û CIAyê li masmedya Israîlê belav bûye, melayên zinêkar û basiyên minafiq pir lê dixebitin ku þerê li Libnanê bidome; da bala raya giþtî a dinyayê bikþe ser erebên El Virqawî û El Zirqawî û ew jî bombeyên atoma xwe çêbikin.

    Li ser wê yekê generalên cihûyên dinyaparêz bi yek devî gotin ku heger Emerîka, Ewrupa û Yekitiya Miletan li dijî vê korfesendiya meleyan tiþtekî nekin, em ê bi tena serê xwe êrîþê berdin wan! Bijî! Aha insaniyeta herî mezin ev e! Insaniyet, pêþketin û jîn û jiyan di hilweþandina dewleta kemalîstên bavkûçik, basiyên kafirbav û melayên deyûz de ye!

Zirav zirav ziravê, leylo leylo ziravê!

 

Sofî Xelef-25/08/06-Hûn zanin van manken û artîstên televizyonan mala me þewitand û jinên me li ber çavên me kirine wek qetrana reþ. Yabo ma hingî bêbavan xweþik in, nermik in, gewr û boz in û bi ser de jî çavþîn û çavkesk in, îcar keç û jinên me jî qaþo dixwazin xwe bikin wek wan û dawa xwe ji ser xwe hilînin. Niha jî îcar modeya xweziravkirin û dîetê destpêkiriye.

   Li gora pisporên dîet û qelewbûnê, heçên ku dîetekek bê plan û proje bikin karin li beramber tehlûka serêþandinê, serûbinbûna konsantrasyonê, acizî, bêhalî, bêtaqatî, verþandin, zikçûyîn, esirandin, serûbinbûna ahenga dil, tansîyon, ziwabûna çerm, porweþandin û filan û bêvanî bimînin.

  Yanî; li gora pisporên Lotikxanê, heger we xwe zeîf kir û we xwest hûn bibin wek Angelîna Jolie, Kara Monaco yan Adrîana Lîma, divê hûn kêm bixwin lê xwarinên bi wîtamîn bixwin û zorî bidin fêkî û hêþînayîyê. Na heger hûn dixwazin wek jinên me Kurdan di mala xwe de binepixin û bifetiqin jixwe zorî bidin savar û þorba nîskê, kutilk û epraxan...De hûn biryara xwe bidin.....

Gul û Esed bûn þirîkên hev

 

Bavê Cengo-25/08/06- Þam- Wezîrê Derve ê Tirkiyê Abdullah Gul, mîna ku miþk xwe ji pisîkê vedize bi awayekî dizî hat Sûriyê û li dîwanxana Beþar Esed qehwe vexwar.

   Li gora ku çend sîxurên me ên di nava muxebarata Sûriyê de ji me re gotin, dibêjin wê Abdullah Gul û Beþar Esed bibin þirîkên hev û bi hevre bax û bistanan biçînin. Li gora sîxurê me mîster X dibêje, “Gul û Esed gotine ku emê li ser erdê xiyar û bacanan biçînin û li bin erdê jî dîsa þerê Kurdan bikin” û xwedêgiravî xwestine niyeta xwe ji çapemenîyê veþêrin.  

   Lê dibêjin tiþtek ji ber çavê Mossada Îsraîlê nareve û hema yekser di binê erdê re dengê wan girtiye kasetê. Di kasetê de eþkere bûye ku ewê herdu tirtire bibin kirîvên hev jî û wê bi xiyar û bacanan êrîþî ser Îsraîlê bikin. Li ser vê plana qirêj, dibêjin Îsraîl jî wê hirç û keftarên xwe biþîne nav bax û bexçeyên wan, xiyar û bacanên wan telef bike, bi derman û jehra miþkan xwe biparêze û bersiva wan bide. De haydê, bijî þerê xiyar û bacanan....

Dil ketmê dil ketmê..

Sosin Bermal-24/08/06-Berlîn- Dibêjin xwedêgiravî wê stranbêjê pozþelimî û seksî Ciwan Haco di 16 meha Îlonê de li Berlînê konserekê jibo heyranên xwe lidarxe.  Li gora îstîxbarata me wê Ciwan Haco bi vê stranê dest bi konsera xwe bike :

 

   Dil ketmê dil ketmê þeva pêþî dil ketmê..

Dest avêt qirikê ez ketim ser dilê wê

     Lotikek li min da ez ketim nav lingên wê..

         Dil ketmê dil ketmê bi serê Haco dil ketmê..

 

            Me lempe vemirand min xwe avêt newqa wê..

Min lotikek lêda bû qurqura zikê wê..

     Wê lotikek avêt gêj bûm ez ketim bin wê

       Dil ketmê dil ketmê allahwekîl dil ketmê...

 Te Lenîn kir tir ma dora Atatirk !


Polat Erdem-24/08/06- Izmîr- Serokê Partîya Karkeran û îdeologê çepê Tirkekan Dogu Perinçek konferansek di derbarê  ”guhertinên nû ên Program û Rêznameya Partîya Karkeran” amade kir û got, « ev 50 salên me ye ku em tekoþînê di bin rêz û îdeolojîya Marks, Lenîn û Mao de didin, lê wextê guhertinan hatiye. Îdeolojîya herî nûjen a cîhanê, îdeolojîya Kemalîzma Selanîkê ye. Armanca me temamkirina þoreþa kerxana Selanîkê ye, ev þoreþ nêvcî mabû û bi qeweta dêlegura Asenayê emê vê þoreþê temam bikin » û dest bi zirandinê kir.

   Ûlan oxlim ! Marks, Lenîn û Mao ji derdê xwînheramên mîna te bi kanserê ketin û beicîn. Te çi Lenînê kinik kir tir îcar ma Atatirkê Selanîkî ne wilo! De here xwe helal bike qewadê heram.....

Hem radike hem derman dike

Leyla Barîn-23/08/06- Heyran xilafî di gotina me de tune. Pispor çi dibêjin em jî bi xêra xwe digihînin we û we serwext dikin. Lêkolînerên Zanîngeha Gîeesena Almanyayê, di lêkolîna xwe a li ser hebên Vîagra de gihan encamên bi xêr.

   Li gora van lêkolîner û pisporan, Vîagra ne tenê jibo repkirina penîsê zilaman lê herweha jibo kezebê jî dermanekî xêrdar e. Ew dibêjin, „bi namûsa mêrê çê, Vîagra hem piþta zilaman tîne, hem wan har dike û hem jî dermanê kezebê ye. Ma ka ji vî dermanî bixêrtir û baþtir qurban“ û dibilînin. Lêkolîn li ser 14 zilamên çiyager hatiye çêkirin û di encamê de derketiye holê ku Vîagra hem jibo nexweþîyên kezebê û hem jî jibo tansîyona bilind baþ e.

  Îcar em pêþniyaz dikin ku her Kurdek pakêtek Vîagrayê ji bêrîka xwe kêm neke û bêyî vî dermanî ranebe ser xwe..Ji me gotin û li we kirin heyran…..

Heta bi mihendisên wan jî zinêkar in

Rojda Aydin-23/08/06-Stenbol- De binerin bê mihendisên Tirk çi mihendisin û bê piþtî karê xwe çi zinêkarîyan dikin!

  Li Stenbolê mihendisên Tirk piþtî ku dev ji karê xwe berdidin, jibo ku pereyên zêde qecenc bikin radibin bi telefonên destan sûretên bindoxîna jinan dikþînin û wan di malperên înternetê de difroþin bêaqilan.

  Yek ji wan mihendisên zinêkar A.M.T li Stenbolê taxa Kizilayê hat girtin û di mikurîya xwe de got, “bavê min! Heta bi wekîl û seroên partîyên me vî karî dikin, ma ew ji me çêtir in? Meaþê me têra me nake em jî mecbûr dimînin ku bibin zinêkar, wey!” û rastîya Tirkiyê anî zimên.

  Îcar haya we ji mihendisên Tirk hebe heyran. Xanî û avanîyên xwe bi wan nedin lêkirin, allahwekîl wê sûretên jinên we jî bikþînin...Piþtre nebêjin Lotikxanê xeber neda me haaa....

Qûndeyên Tirk berdan ên Danîmarkî

Þoreþ Candar-23/08/06-Antalya- Tûrîstên homoseksuel ên Danîmarkî Carsten Groth (37) û Torben Madsen(33) li bajarê Antalya herêma Alanyayê xwestin beþdarî dawetek Tirkan bibin.     Lê çend homoseksuelên (qûnde) Tirk ên ku di dawetê de bûn rê nedan wan û ji wan re gotin, “wey wey wey! Kuro qûndeno, hetanî ku qûndeyên me hebin ma em rê didin we looo! De yalla biqelihin û herin” û pêhnek li wan xistine.

  Dibêjin homoyên Danîmarkî jî gotine, “ê de baþ e, emê vê helwesta we di deftera we a Yekîtîya Ewrûpayê de qeyd bikin û bi xetên qalind bêjin “li Tirkiyê demokrasî tuneye” de bisekinin” û dawet terk kirine. De Xwedê xêra we jî binivîse bavo......

Sipas ji Ezzawecelê ku bûye kurd re!

 Mele Hemzoyê Aþitî -22/08/06 Tirbesipiyê- Sipas ji Xwedê re ku di dawiyê de li tirkên kûçikbav hat xezebê û di ber heyfa þewata daristanên Kurdistanê de, agir bi daristanên tirkan xist. Ezzawecelê ku bi þewata daristanên tirkên barbar, sêla mirovahiyê disincirîne, êdî li me kurdên hêsîrê destên tirk û ereb û farisên jenosîd hatiye rehmê.

  Ax ku wî Xwedayê xefûr û kerîm agirek jî bi daristanên dora Imraliyê xistiba; da ew kurmik mirmikên di wan deran de  hemû þewitîbana û berê miletê kurd bi teqemeniyên herî mezin ber bi tirkan de vebûya! Îcar wî çaxî tam dibû meyra bi kereng û wê qûna reþ û sipî ji hev xuya kiribaya!  “Bir turk dunyaya bedeldir, turk demek kasirga, frtina, yildirim demektir, ha! (Tirkek bi dinyayê ye! Tirk  bahoz e, firtone ye, birûsk e, ha!)”

  Erê, min Xwedê di xewê de dît ku vê carê jî bi bombeyan ”Kapali Çarþi”ya zêringerên Stenbolê jî dianî xwarê! De, de ha, de gidî, deeeeee

Ev fîþek nebû, yeke din bajo ber!

 

Fermanê Botî- 27/08/06 Hewlêr – Hozanê demekê û stranbêjê îro Þivan Perwer, piþtî ku li ser destê hin kesên, qeweta me nagihê em ji wan kesan bipeyivin, bi Gulistanê re, bêyî ku hikmê dehþilqaziyê pêk were, (di islamê de gava mêr jinê berdide, ji bo zewaca duduyan heta ku þertê dehþilqaziyê pêk neyê, mehr nabe), zewaca xwe a duduyan pêk anî, ji hindurê parlamentoya Hewlêrê li dijî malperên kurdan daxuyaniyek belav kir.

   Heyran wilehî tu niheqî, te nivîsand û te got ”tiþtekî min û wê bi hev re nemaye” û te li malperan belav kir. Dû re te bi daxuyaniyeke ku a din betal dikir ji me hemiyan re þand. Me ew jî belav kir. Ê naxwe, kê çi ji te re gotiye? Haaaa, mêrik li xwe danayîne bê çawa singê golik rakiriye, îcar…

Serokeþîran telaqên xwe avêtin

Þîndar Berwarî-27/08/06-Bexdad- Serokeþîrên Iraqê jibo kekîtîya netewa Iraqê pêkbînin û rê li ber þerê navxweyî bigrin “enîya þerefê” îmzekirin û bi telaqên jinberdanê sûnd xwarin ku ewê jibo yekîtîya Iraqê têbikoþin.

   De aqûbet li serê serokeþîr û serokpartiyên me Kurdan bin..Gelo emê di saxiya xwe de bibînin ku serokeþîr û serokpartiyên me jî bên ba hev, bi namûsa xwe sûnd bixwin û bêjin, “jinên me ji me berdayî bin emê yekîtîya netewa Kurd û axa Kurdistanê biparêzin û êdî þerê hev nekin” û dilê Kudan xweþ bikin! De ya allah û ya Xwedê...Qey em wek van Erebên bêderpî jî nayên bavo.....

Xwedê jî mala xwe þewitand!

 Girdosyan -26/08/06 SanktPetesrbûrg- Þevê din ji niþkê ve agir bi kenîþta Petersbûrgê ket. Kenîþta ku di sala 1835an de ava bûbû û di dema Stalîn de bi kujtina duwazdeh keþeyên xwe ve di nav xelkê rûs de xwedî cihekî taybetî bû, hema hema bi carekê ve þewitî.

   Piraniya xelkê rûs þika ku misilmanên çaçanî û hin jî þika ku Xwedê bi xwe þewitandiye dikin! De hema kê þewitandibe, karekî xerab kiriye û hew!

Televizyona Swêdî civat çirvirand

Binevþ Agirî-26/08/06-Stockholm-Di televizyona Swêdî SVT de sosretek kesanedî çêbû û vê sosretê hiþt ku Swêdî hemi har û dîn bibin û kondom li dikanan nemînin. Tam di seeta xeberên „Rapport“ ên þevê de Peter Dahlgren xeberan pêþkêþ dike.

   Tu nabê xebatkarên di odeya kontrolê de jî ji xwe re flîmek pornoyê (seksê) danîne ser û ji kelkela germa flîmê seksê kanala televizyonê a zindî vekirî hiþtine. Rebenê Peter Dahlgren xeberên xwe dixwîne û di ekrana piþt wî de jî „ax û oxa“ flîmê seksê li seranserê Swêdê belav dibe.

   Îcar dibêjin li ser vê ecêba kesanedî Swêdî hemi har bûne, av bi devê wan ketiye, lempe vemirandine, ya allah û ya Xwedê, „kurp û hey kurp“ rabûne govendê. Li ser bextê xelkê be, dibêjin wê þevê kondom û kîsik li dikanan nemane. Dibêjin di her sosretekê de xêr û bereket heye..Xêr ji me re û guhen jî di stuyê xelkê de…

Mêr ketin kewarê jin çûn hewarê

Piþo Mihemed-Amed-26/08/06- Xuyaye Artêþa Tirko û virqo êdî dest bi taktîkek nû kiriye û li gora wan ewê bi vê taktîkê gerîllayên li serê çiyê hûrik hûrik vegerînin, wan bifirkînin û hînî medenîyetê bikin. Artêþê nerî ku efser û sûbayên wan ên nêr (mêr-zilam) nikarin tu gûyekî biserxin, îcar niha rabûne efser û sûbayên xwe ên mê (jin) diþînin Kurdistanê.

   Dibêjin efsera jin a pêþîn ku tê Kurdistanê herêma Cewligê (Bîngolê) efser Asli Candan e. Îcar çapemenîya Tirk pesnê wê tirrekê dide, dide û wê difirîne ezmanan. Çapemenî dibêje, „pekkkk! De ji xwe re li þof û þûfa jinên Tirk binerin! Asli Candan di dilê Bîngolîyan de bûye wek qehremanekê“ û filan û bêvan.

      Îcar me xwe bi riya telefonê gihand Xalê Hesenê Bîngolî û me pirs kir: Xalê Hesen, ma raste ev Asli xanim qehreman e? Bû tîqtîqa wî û got: Erê bi serê we rast e! Xanimê hingî xwe bi me difirkîne, li dora me dire û tê û wê bêhna misk û emberê di xwe dide, ma ka jê xweþtir kurooo! Kuro lawo evê bêbavê em ji mêranî xistine haaa! Allahwekîl wê herþev bê ser doþeka yekî ji me, destê xwe di ser serê me re bibe û bêje, „ hepîmîz kardeþîz, vatan millet sagolsun“ û pif lempê bike. Baþe ev ne qehremanî be naxwe çiye?

Berberîya Diyarbekrî û Tirkan berdewam e

Nazenîn Dilþa-25/08/06- Amed-Hûn zanin, berberî û þerê þebeþan ji berberî û þerê Amerîka û Iraqê jî dijwartire allahwekîl! Niha jî berberî û þerek dijwar di navbera Diyarbekrî û Tirkên Tekîrdagê de destpêkiriye û her ku diçe ev þer germtir dibe.

   Tirkên Tekîrdagê dibêjin, “ulan ma bîz Diyarbakirlilardan eksîkmiyiz kî karpûz yetîþtîrmîyelîm babam” û dest bi çandinîya þebeþan (zebeþ) kirine. Dibêjin cara yekeme ku li bajarê Tekîrdagê þebeþek 29 kîlo û 350 gram çêdibe. Li ser vê, kêfa Tirkên Tekîrdagê pir hatiye û dîsa gotine, “aha gordunuzmu, biz Diyarbakirlilari boyle sollariz haaa!” û henekê xwe bi Diyarbekrî û þebeþên wan kirine.

   Dibêjin li ser vê henekpêkirina Tirkên Tekîrdagê Diyarbekrî pir li ber xwe ketine û gotine, “ulan ma em mirine! De rahijin cilêt û kêrên xwe, emê herin þebeþên wan têxin qu....ê diya wan..Hele ka berê em cixareyekê ji wê tûtina Licê bikþînin, piþtre Xwedê kerîm e” û ketine hazirîya þerê þebeþan. De haydê qurban! Vê tirê ji Tirkên Tekîrdagê re nehêlin deeeee!

Nikarin bi Bush kerbê xwe di serê Pepsî û Cola re derdixin

Abdullah el Kurdî-25/08/06- Qahîre-Meclîsa Karên Îslamîya Bilind a Zanîngeha El Ezhera ku yek ji sazîya herî naskirî a îslamê ye, Coca Cola û Pepsî heram kir. Meclîsa ku hetanî niha ji Coca Cola û Pepsîyê têr nedibûn û bi taþtê, firavîn û þîvê re Cola û Pepsî vedixwarin, gihan wê qeneetê ku ji vir û pêde ev vexwarin heramin û divê neyên vexwarin.    

   Meclîsa þaþikmezinan gihane wê bawerîyê ku di nava Cola û Pepsîyê de hinek maddeyên goþtê berêz hene û vexwarina wê ne caîz e. Meclîs herweha biryarek kesanedî jî dide û dibêje, „di rewþên zarûrî de bi þertê ku meriv têr nexwe kare goþtê berêz bixwe û Cola û Pepsîyê jî vexwe“ û ji xwe re fitûyê derdixin. Yaaaa! Hûn dibînin newilo?    

   Ciwamêrka rasterast newêrin bêjin „heyran em xwarin û vexwarinên Amerîkayê protesto dikin, ew kafir in“ û filan lê bi mahna goþtê berêz rebena Coca Cola û Pepsîyê heram dikin. De neyse canim, wa we fitû derxistiye, hema bi serê we jibo me herroj zarûrî ye..Madem di þertên zarûrî de xwarina goþtê berêz û vexwarina Colayê ne herame emê jî bidin navê…Kuro heger hûn di piþt perdê de Cola û Pepsîyê venaxwin ez ne ji piþta bavê xwe bim loooooo!

De bajo Karayilan!

 

Fermanê Botî- 24/08/06 Ji cihê cih – Serekê Konseya KKKê Mirad Karayilanê ku tim û tim çavên Lotikxanê li ser in û bi hêvî lê dinere, di asêgeha xwe de bi komek serbazên xwe re civiya. Mirad piþtî ku tam li ser teresbaviya mehmetçîkan rawestiya, bi cengawerên xwe re, wek gava pêþî, þeþ daxwazên xwe bi daxuyaniyekê berpêyî tirkên tecawuzçî kir.

   Îcar a herî balkêþ ew e ku di vê daxuyaniyê de A.Ocalan nebûye xala pêþî û heta a paþî jî. Ev serhildanek e. Û serhildana din jî biryara Karayilan a ku masmedya KKKê hemî bike kurdî! Ev gavên li pêþ in. Ê ne heta ku ebûkat herin Imraliyê, tu ê kurdayetiyê bikî ha!

   Neyse, heval Karayilan metirse, Lotikxane bi temamê ajanên xwe, muxbirçî, teþqelcî, îþbîrlîkçî û kurtariciyên xwe ve li piþta te ye. Û heta bi wan hevalên ku li ser duþurulmîþ, bîtîrîlmîþ û satilmîþê ji çiyê reviyabûn û bi perê Sosyala Lotikxanê dijîn jî hemû bi te re ne. De...

Ev çi hirç in loooo!

 

Bager Serhed-24/08/06- Ezircan- Berî deh rojan Serokê Þaredarîya Beledîya Ulukoyê hirçekî dikuje dibe qehremanê herêmê. Li ser vê, heyeta hirçên herêma Ezircanê li hev dicivin û biryara tolhildanê didin.

   Þevekê nîvê þevê hirç dadikevin nav bexçe û bistanên herêma Ezircanê û bi tenq û topan dikevin nav þebeþên gundîyan. Di vî þerê dijwar de hirçên qehreman tam 50 ton þebeþ telef dikin, dixwin û diperçiqînin. Piþtî ku heyfa hevalê xwe hiltînin û xwîna wî li erdê nahêlin, vedigerin þikefta xwe û bi wîskîya Amerîkî serketina xwe pîroz dikin.

   Îcar niha Serokê Þaredarîya Beledîya Ulukoyê Salîh Kara, bi telaqê jinberdanê sûnd xwariye ku êdî bela xwe li hirçan nede û hetta hirç bên têkevin nav nivîna wî û jina wî jî çavê xwe ji wan re bigre. Yaaa! Berxwedan jîyane hevaloooo....

63 salan fîþeka Hîtler di serê xwe de hiþt

Mistefa Aryen-24/08/06-Sant Petersbûrg- Gazîyekî Rûs tam piþtî 63 salan fîþeka ku di dema þerê cîhanê ê duyemîn de ji alî eskerên Hîtler ve li serê ketibû û têde mabû, ji serê xwe da derxistin.

   Li gora xebera rojnama Pravdayê, Mîhaîl Kabalînê 83 salî di Îlona 1943an de bi fîþeka yekî Nazî ji çavê xwe brîndar dibe û fîþek di hestîyê serî wî de dimîne. Li gora doktoran hetanî niha ev fîþek ji Kabalîn re nebûye pirsgirêkek mezin û jîyanek normal jîyaye.

   Me di nexweþxanê de ji Kabalîn pirsî: Bavo ev çi ecêb e ? Te çima heta niha ev fîþek ji serê xwe dernexist ? Mîster Kabalîn bi ken got : Kuro heyran, me bîst milyon Rûs kirin qurbana fîþekên Hîtler. Hema min jî got ez vê tirê ji fîþeka faþîst re nahêlim û wê bi hewa paqij þa nakim, bila hema di nav xwîna yekî Rûs de bifetise û hew !

   De hayran hûn Rûs û Alman bêhtir hevdu nasdikin...Kî tirê ji kê berdide ew ne mesela me ye...

Terî û boçik,xwar goþtê kûçik

Bengîn Elegez-23/08/06-Moskova-Ajansa înterfaks a Rûs dibêje ku Dîmîtrî Pûrîgînê 29 salî di 29 meha Sibatê de kûçikê cîranê xwe serjêkiriye, goþtê wî birajtiye û xwariye. Ji ber vê jî mehkemê du sal û nîv ceze daye Pûrîgînê reben.

   Me xwe bi riya dostekî xwe gihand hepsê û ji Pûrîgîn pirsî: Kuro qeþmer, te çima kûçikê reben serjêkir û goþtê wî xwar?

   Ewî got: Kuro qeþmer hûn û bavê xwe ne lawo! Ez carekê çûbûm Çînê, min dît ku Çînî goþtê kûçikan dixwin îcar ji min re bû meraq û min jî ev rebenê kûçik xwar, ma dinya xira bû? Saddam li Helebçeyê pênc hezar Kurd kujtin kesî dengê xwe nekir, min kûçikek kujtiye fermna min derxistin, ma ka edalet? Û me xatir jê xwest. De heyran dinya ji kesî re namîne..Herkes û Xwedê li hev....

s© lotikxane 2006