Adil Duran

Bîr û bawerî

Bavê Ronahî

Erdhejîn çawa çêbû?

Lezgîn Þêxo

Mîxo û Rêxo

Hemo Rûto

Kûçik tenê ji zimanê Tirkan fêmdikin

Lokman Polat

Pêxemberê derewîn û Siltanê Stenbolê

 

 

Têmûrê Xelîl

Henek, laqirdî,pêkenîn

 

Dilsotî

Ey Millet!

Aso Elîka

Arû

 

 

M.Elî Kut

Þivan ozanê gelê Kurd e

 

                                             

                              Rastî tehl e...                  Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

Qado Þêrîn

 Bi lêv û serê memikan jî helbest têne nivîsandin.

Arþîv                                            info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Mêrê 80 jinî hat girtin

Leyla Bamernî-01/09/06-Las Vegas- Mêrê 80 jinî, bavê 250 zarokî û serokê terîqeta Mormonê Warren Jeffs (50) li bajarê Las Vegasê hat girtin. Li gora agahdarîyên çapemenîya Amerîkî, li seranserê Amerîkayê 50 hezar mirîdên Jeffs hene û evî bêbavî jî wek gellek kesên din xwe wek „Pêxemberê Xwedê“ êlan kiribû.

   Warren Jeffs pirtûkek bi navê „Pirtûka Mormon“ derxistibû û li gora felsefeya wî "jibo ku meriv xwe bighîne buhuþta herî bilind, divê her zilamek bi kêmanî sê (3) jinên wî hebin". Dibêjin 80 jin û 250 zarokên vî pêxemberê sexte hene û hema jinek xweþik li ku dîtibe bazdaye ser û kiriye jina xwe. Ê heyran bi serê we, hetanî ku bêaqil û ehmeq hebin wê pêxemberên wek Warren Jeffs jî derkevin û haþa wê hinek rabin xwe bikin Xwedayê dinyayê jî loo!

   Ê kurê nizanim çi! Wa misilman jî hetanî bi çar jinan helal dikin..Hema tu bûba misilman û xelas, wey! Êêêê, tabî canim, ma 80 jin li ku û çar jin li ku! Mêrik bi tama devê xwe zane bavoooo

Kuro lawo ma pîlot gû dikin loo!

Sîyamend Batkî-01/09/06-Kanada-Dibêjin pîlotê balafira Kanadayê hingî þorbe û îsotên tûj xwariye zikê wî kiriye qurequr û virikî bûye. Pîlot jî nema xwe digre û hema dev ji dîreksîynê balafirê berdide û berê xwe dide avrêjê (tuwaletê-qedemgê). Pîlot tam deh deqîqan di ser gû de dimîne û dike ihte iht û dengê tirên wî li temamê balafirê beav dibe. Gava dixwaze ji avrêjê derkeve, derî li ser tê girtin, têde asê dimîne û dike qarewar, “hewarêêê, hewarêêêê, werin min derxin” û diqîre. Bi dengê qîrîna wî miþterîyên balafirê jî dikin qîrîn û hewar û bin xwe dadigrin..Welhasil,derî tê þikenandin, pîlot ji avrêjê derdikeve û miþterî ji mirinê difilitin.

   Heyran bi telaq, me pîlotên ku dev ji dîreksîyonê balafirê berdidin û dirin gûkirinê nedîtibû looo....Mala Xwedê ava, va me bi saxî ev ecêb jî dît...

Japonî jî ketin govenda samba û ramba..

Chang Chîng-31/08/06-Tokyo- Karnewala 26. a bi navê “Karnewala Asakîsa Samba” li Tokyoyê destpêkir û japonîyan xwe li erdê xistin, “gurm û hey gurm”.

   Japonîyên ku bejna wan metrok û 49 santîm e, di nav cil û bergên Sambayê de hema bêjin winda dibûn û nedihatin dîtin. Ê lawo ma Japonî û samba ji hevre çi dibêjin yahooo! Hûn herin ji xwe re robotan, trimbêlên Toyota, elektronîk û melektronîkê çêkin heyran, wîîî!     

   Karnewal karnewala Rîo De Janaîro ye û hewwww..Ew jinên bejin bilind, kelefmezin, esmer û çîkolatayî, offffffff...

Zirav dibe qalind nabe, leylokê ziravê..

Þemal Amedî-31/08/06-New York-Xanima Amerîkî Cathîe Jung ji sala 1983an û vir ve tam 23 salan qorseyê (binkiras û derpîyê teng û þidyayî) xwe ji xwe nekiriye û bejna xwe þidandiye.

   Xanim Jung jibo ku têkeve pirtûka rekorê a Guînnesê bejna xwe 38 santîman zirav kiriye û kiriye wek þitla rihanê..Ya rebbî tu aqilekî bidî insanan…Ê keçko, yanî tu têkevî pirtûka Guînnesê çi ye û tu nekevê çi ye? Wê çi li te zêde bibe bêaqilê?

   Em dibê bejna te hîna jî qalinde, hinekî din jî ziravtir bike û bike santîmek..Aha wî çaxî tê rekorê heq bikî bi serê bavê te…

Ji bo min hertiþt seks e!

Bêrîvan Al-30/08/06-Stenbol- Bedew û yek ji sembola seksê a sînemayê Estella Warren di serdana xwe a Stenbolê de behsa gellek tiþtan kir û kela dilê xwe hênik kir. Warren li ser pirsa: Gelo jibo te tiþtê herî girîng çi ye? bersiv da û got, “ma ev jî pirs e? Helbet jibo min ji seksê xweþtir tiþtekî din tune..Hinek dibêjin spor xweþtire, lê jibo min spora herî xweþ û bi xêr spora seksê ye.. Ma derew e?”

   Li ser vê gotina wê, me ji xalê Hecî Brahîmê ku hatibû dîtina Warren xanimê pirsî: Xalê Brahîm, ma çi aqilê te ji gotinên vê xanima xweþik dibire?

   Ewî simbêl ba da û got, “xwarzê, bi telaqê bê fitû xilafî di gotina wê de tuneye..De ka jê re bêje bila xanim Warren îþev bibe mêvana min hêêêê! Ma dinya xiradibe gidîîî!” û axînek kûrrrrrrr kiþand...

Mêrik poþman bû

Abdullah Ehmed-30/08/06-Lubnan- Serokê Hizbullahê Hasan Nasrallah li xwe mikur hat, poþmanîya xwe anî zimên û got, “kuro ku min zanîba wê ew herdu eskerên qûnbicilik bibin sedema þer, ma min ev felaket tanî serê xwe! Hema jina min ji min berdayî be min nizanîbû wê ev þer jibo wan herdu eskeran derkeve, ihi! Ma ku aqilê min ê niha ba min ew esker didan revandin?”

   Yanî ferîq Nasrallah dixwaze bêje, “heyran bi namûs ez wî çaxî bêaqil bûm, lê niha biaqil bûme û carek din jî eskeran narevînim, tobeeeee” û þaþika xwe datîne ber xwe...Bêaqilî zehmete zehmet loooo....

Xanimê lê xanimê..

Zozan Bamernî-29/08/06-Hollywood-Xanima rindik û mindik, artîst û modela tehl û þîrîn Cindy Crawforda 40 salî li xwe mikur hat û sedema ciwanmayîna xwe eþkere kir. Crawfordê çavê xwe girt û devê xwe vekir û got, „heyran bi serê we kim, ez wek xanimên din nakim. Hema ku qermîçonkek dikeve laþê min ez dibezim ber kêr û meqesên doktor û qesaban û perçe merçekên zêde ji laþê xwe tavêjim“ û bû tîqtîqa wê, dest bi kenê Amerîkî kir.

   Yanî; xanima bedew her serê du-sê rojan diçe dikeve bin kêr û meqesên doktoran û nahêle çermê laþê wê daliqe. Wekî din dibêje, „ ez ji mêrên serpîrek û tirsonek keznakim, meselen mêrên Kurd ne xirab in“ û destê xwe ji mêrên Kurd re dihejîne.

   De Kurdino hernêêêê! Wê bernedin! Heyran ê me jinên mê ne muhtacî kêr û meqesên doktor û qesabane allakwekîl…Hema savar û mirîþkek kelandî li ber wan hebe besî xweþikbûna wan e…

Berê zinêkarîyê bi Kurdistanê vekirin

Cemþîd Heranî-28/08/06-Ruha- Di van demên dawîyê de mafya dewletê berê zinêkarîyê daye Kurdistanê û dixwaze civaka Kurd ji hevde bixe. Kurdên ku namûs li cem wan hebûna herî pîroz e, gellek caran dikevin xefika dewletê û hefsarê xwe bi dest Nataþayên Rûs û jinên biyanî ve berdidin. Bi taybet Wêranþara girêdayî bajarê Ruhayê nimûneyek berbiçav e.

   Mafya dewletê Nataþa û jinên din ên biyanî li vê herêmê didin xebitandin û mêrên Kurd ji rê dibin. Li ser riya E-90 a Wêranþarê gellek þevan 40-50 trimbêlên jinên zinêkar di navbera seet 03.00-04.00ê sibê de dikevin nava bajêr. Zinêkarî di nava dar û kevirên dora bajêr de tê kirin û buhayê wê 10-25 YTL (lîreyên Tirkî) ye. 

   Îcar heyran, jibo Xwedê hay ji xwe û lîztikên mafya dewletê hebin..Ji xwe asîmîlasyon wek çemê Feratê bi pêþ dikeve, qe nebe hay ji xwe û namûsa xwe hebin bavooo...Heyfa mal û canê we haaaa...

Qede bi wilo Kurd keve

Þêrzad Zebarî-29/08/06-Hewlêr-Berdevkê Artêþa Amerîkî Wîllîam Cardwell ragihand ku ewan di 19ê mehê de rayedarekî bilind ji ê El Kaîdeyê girtiye û ew kes bi xwe Kurd e.

   Li gora ragihandina wî evî kesî li dij partîya Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî jî çalakî pêkanîye û ketiye xwîna bi sedan Kurd û Ereban. Ev kesê ku navê wî nehatiye eþkerekirin kesekî nêzîkî serokê  El Kaîdeya Iraqê Ebû El Masrî ye.

   De neyse canim, Xwedê bela Kurdên weke wî bide û aqûbeta wî wek a Ebû Mûsab el Zerqawî be rebbî...Kurdên ku dijminên qewmê xwe bin ne Xwedê wan efû dike û ne jî ew bi miradê xwe þa dibin..

Ew çi qereqolên mehmetçîkan e li baþûrê Kurdistanê?

 Rona Nisêbînî -28/08/06 Amed- Rojnameya tecawuzçî tirk Milliyetê, di sermanþeta xwe a îro de qereqolên mehmetçîkên bavkûçik ên li baþûrê kurdistanê raber dane û li ser ku artêþa satilmiþ tirk her bêhnik dikare derbasî wî aliyê sînor bibe sekiniye.

   Ka qaþo li wan deran bi vê ecêbê mehmetçîk nemabûn? Lê va ye xuya bû ku gelek tenq, cebilxane û qereqolên wan li wir hene! Piþtî vê xebera Milliyetê gelek kurd ji sereketiya PDKê û YNKê hêvîþikestî bûne û dibêjin: “Dema ku OYAKa mehmetçîkan di warê aborî de wan deran zeft kiribe, tu sebeb namîne ku tirk wan deran eskerî jî zeft nekin. Di dawiyê de ew bertîlxurên PDKê û YNKê, wê bi mala partiyên xwe ên serbilind re mala miletê kurd jî biviritînin!…”

Elektra polîpoþman bû

Sîpan Nas-28/08/06-Tirkiye- Carmen Elektraya ku yek ji model, stranbêj û lîztikvana herî navdar e, bi minasebeta pêþbirka trimbêlan Formula 1 hat Stenbolê.

   Stenbolîyan kêfa xwe pir ji Elektra xanimê re anîn û digotin, “oxxxx, emê bi xêra Elektra xanimê seks û teknîka seksa xwe bi pêþdetir bibin” û jê re li çepikan dixistin. Elektra xanim jî piþtî ku têra xwe li Stenbolê geriya û Tirk naskirin, ji Lotikxanê re got, “pekkkkk! Kuro min digot qey ez tenê pispora seksê me, ev Tirk ji me Amerîkîyan zinêkartirin bavooo” û Stenbol terk kir.

   Îcar heyran bi telaqê bê fitû Tirk di her warî de pêþketî ne wey...Sibe dusibe bibin serokê zinêkarên dinyayê jî qet þaþomaþo nebin...

Xanimê dixwaze ji keçkanî bikeve

Þemal Amedî-28/08/06-New York- Kuro ma ecêbên Xwedê diqewimin, tewww! Sahra DîMura 29 salî hîna keçik e û destê wê negihaye destê xort yan zilamekî. Xanimê anonsek daye înternetê û dibêje, “Hî.I’m Sarah.Hook me up” û dixwaze ku berî 30 salîya xwe hinek bi xêra xwe wê ji keçkanî bixînin.

   Sarah xanim di jîyana xwe de tenê carekê xortek maçî kiriye.  Ew ji New York Daîly News re dibêje, “ min heta niha nizanîbû, ez niha pê dihisim ku ez dibim sîh salî” û ji xwe re li xort yan mêrekî bejindirêj, lihevhatî û têrpere digere.

   Îcar xortino! Berî ku hinek xerîb Sarah xanimê ji keçkanî bixînin, zû bilêta xwe bibirin û herin bi hawara wê ve..Ma ji Kurdan merdtir û xêrxwaztir kes heye? De haydê zû, Sarah li bendî we ye haaa......

Qede bi we û cejna we keve!

Alî Þervan-01/09/06-Batman-Dibêjin di pîrozbahîya cejna 30ê Tebaxê a dewleta Virqo de di navbera Þaredarê Batmanê Huseyîn Kalkan û fermandarê leþkerên Tirk Erhan Guler de xirûcir çêbûye û fermandarê Virqo nehiþtiye ku Huseyîn Kalkan di pîrozkirina 30ê Tebaxê de beþdar bibe.

   Xwedêgiravî dibêjin fermandarek hatiye cem Huseyîn Kalkan û bi dizî di guhê wî de gotiye, “ ûlan yawrûm, ev cejn cejna fermandara ye, zû vêderê terk bike berî ku em serê te ji gewdeyê te hilqetînin, anladinmi lannnn!” û berdane rebenê Kalkan. Dibêjin piþtî wê,  Kalkan jî rabûye bi daxuyanîyekê helwesta general, çawîþ û onbaþîyan þermezar kiriye. Îcar tiþtê ecêb çiye hûn zanin? Hinek malperên Kurdan vê helwesta fermandarên Tirk wek “helwestek dijminane û nîjadperest” binavdikin û hêsrên xwe dibarînin.

   Yahewlelwelaaaaaa! Kuro lawo ma em û Tirk ne dijminên hev in babam? Ma kengî Tirk bûne demokrat ku hûn dibêjin ev helwestek nîjadperestî ye? Yan nêta we heye hûn jî têkevin ber bayê Demokratîk Cûmhûrîyetê qardaþ? Estexfurullahilezîm, dîsa em gunehkar bûn......

Muzîka Kurdî serê fermandarê Tirk jî xwar

Nazenîn Dilþa-01/09/06-Amed-Di þahîya piþtgirîya zarokên feqîr de Þaredarê Amedê Osman Baydemîr û fermandarê qereqola Gezina girêdayî bajarê Elezîzê Azîm Baþol ketin govendê û „gurm û hey gurm“ li ber stran û muzîka Kurdî govend girtin. Piþtî ku di govendê de germ bûn û xwêhdan dan, îcar rayedarên dewletê rabûn govenda hirçan û zîtirk dan xwe.

   Dibêjin rayedarên artêþê li ser govendgirtina li ber muzîka Kurdî dest bi lêkolînê kirine û bi guhê fermandar Azîm Baþol girtine, kiþandine îfadê. De li ser xêrê be û Xwedê muzîka Kurdî bike bela serê hemi Tirkan rebbî…Em hêvîdarin wê ku rojekê Tirk hemi li ber stran û muzîka Kurdî govendê bigrin û ew û dewleta xwe bibin dijminên hev… 

Perînçûk dîsa virqînî ji xwe anî

Rêzan-31/08/06-Amed- Serokê Partîya Karker Dogû Perînçûkê nîjadperest kurê nîjadperestan, piþtî ku têra xwe gûyê Mao Zedûng xwar û jê têr bû, îcar ew ji bernameya partîya xwe avêt zibilxanê û niha jî nuh bi Pêxemberîya Hz. Muhemmed hisiyaye.Perînçek û generalên partîya wî niha di bernameya xwe de biryar dane ku Hz. Muhemmed Pêxemberê Xwedê ye, þoreþgerekî mezin e û divê ev di dersên dînî, dîrokî, sosyolojî û felsefî de bê xwendin. Ê xiyar oxlî xiyar! Hetanî doh tu dijminê dîn bû û te îbadet ji Mao Zedûng re dikir..Te çi zû dînê xwe guhert yawrûmmmmm?

Bi qûna tazî tembûrê dixwazî

Binevþ Agirî-31/08/06-Stockholm-Li Stockholma paytextê Swêdê, li hola Sergelstorgê protestoyek Suryanîyan li dij qirkirina 1915an a Împaratorîya Osmanî hat lidarxistin û bi texmînî 200 kes beþdarî vê protestoyê bûn.

   Parlamenterê Suryanî ê Swêdê Yilmaz Kerîmo jî rabû behsa rewþa Suryanîyan kir, mafê çarenûsîya wan xwest û çend zirtên vala kirin.Yilmaz Kerîmo li ser baþûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe anî zimên û got, “ciyê ku wek baþûrê Iraqê tê ninavkirin ne Kurdistan e, ewder “Bethnahrîn” e û ne Kurdistan e” û kîna xweya li dij Kurdan verþiya. Ê oxlim Yilmazo! Tu bi qûna tazî tembûrê dixwazî heyran! Hele ka tu berê wî navê xwe “Yilmaz Kerîmo” ji ser xwe bavêje, navekî Suryanî li xwe bike û piþtre li dij Kurdistanê derkeve û doza dewletek Suryanî bike babam!

   Baþe loo! Bila Kurd xwîna xwe birjînin, bi mal û canê xwe xwe bikin qurbana vî welatî, û bila kesên wek Yilmaz Kerîmo jî bêjin “waweylêêêêêê, kuro ewder ne Kurdistan e, Bethnahrîn e weyyy” û li ser koka me rûnên! De yalla yalla, ji Swêdê Bethnahrîn rizgar nabe canim cîgerim!..Herin xwîna xwe birjînin û piþtre doza mafê çarenûsî bikin qurban, deeeeeee....

Pîroz be! Lê Kurd hemi ne Soranin kaka!

Binevþ Agirî-30/08/06-Swêd- Wezareta Werzîþ (çi gotinek ecêb e! Li bakur “werz” yanî “rez, bax û bistan”) û Lawan malpera xwe a înternetê vekir û helbet em pê kêfxweþ bûn. Pîroz û bimbarek be.

   Lê çi ecêbe ku gava meriv dikeve malperê, zimanê Ingilîzî heye, tîpên Soranîya ku Kurdên bakur qet jê fêmnakin heye, lê Kurmancîya latînî têde tune. Heyf e heyf !! Kurmanc di warê sporê de jî dîsa bûn kurên jinbavê! Qey birastî ev Kurmanc ne Kurdin bavooo!?

   Kaka canekem! Biryara xwe bidin û þerm nekin! Yan Kurmancan wek Kurd qebûl bikin û bi xêra xwe (!) rê bidin zimanê Kurmancî, û yan jî pêhnekê li me bidin û bêjin, “ de herin loooo, Kurmanc xulamokên ber devê deriyê me ne” û me bikin topa nav lingên xwe!!! Birastî we xewn û xeyal li Kurmancan  herimand..De dîsa malpera Wezareta Spor û Lawan li Soranan pîroz be rebbî..... Navnîþana malperê ev e: www.mosy-krg.org

Li xwe mikur hatin

Kerîm Kerîmî-30/08/06-Malezya-Rêxistina Konferansa Îslamê li Kûala Lûmpûrê civiya û tê de nîqaþa pirsgirêkên îslamê hat kirin.Serokwezîrê Malezyayê Abdullah Ahmet Bedewî di civînê de rabû ser xwe û got, “ kuro jina min ji min berdayî be, çi teþqele, dizî, zinêkarî û fitne û fesadî hebin hemi ji welatên îslamî derdikevin haa! Ma em rabin piþtî vî temenî derewan bikin bavê min, wey!” û li xwe mikur hat.

   Li gora lêkolînekê dizî, teþqele û zinêkarîya herî mezin li welatên îslamî û welatên paþdemayî derketine holê. Mala Xwedê ava be ku Tirkiye jî di vê lîsteya reþ de di rêza 67an de cîh digre û ew jî ketiye lîsteya rûreþîyê. De rûreþî û dizîya we li ser xêrê be û Xwedê we bi miradê we þa neke rebbî....

Ma kî ne dewþîrmeye babam?

Sîpan Nas-30/08/06-Tirkiye- Bav û kalên me digotin, “mêvan ji mêvan ne xweþ e mazûrvan ji herduwan ne xweþ e”. Îcar xuyaye ev gotin jibo dewþîrmeyên Tirk jî derbas dibe. Wek hûn zanin li Tirkiyê Tirkên resen (esîl) nemane û ji sedî 99ê wan hemi dewþîrme û wek þorba nîskên nekelî ne.

   Îcar weke ku ev dewþîrmetîya wan têr neke, radibin di tîmên fûtbola xwe de jî fûtbolvanên biyanî û piranî jî dewþîrme didin lîztin û hem jî wan dikin hemwelatîyên Tirkiyê.Îcar serokek ji ê UEFA yê Þenes Erzîkê dewþîrme ji çapemenîyê re dibêje, “allahwekîl bi kesên dewþîrme taximê fûtbola me nikare tu gûyekî bixwe..Ma hema dewþîrme û dewþîrme, hindik maye ev dewþîrme Tirkiyê dagîr bikin bavoo” û filan.

   Ê ewladim! Ji sedî 99ê we Tirk û virqan hem dewþîrme û hem jî þîþîrme ne..Berê þûjina çavê xwe bibîne û piþtre derzîya çavê xelkê bibîne oxlimmmmmm.....

Çûn tewafê

Mela Ehmedê Mûþî-29/08/06-Ankara- Piþtî ku Yaþar Buyukanitê sermezin bû Serekerkanê Artêþa Tirk, zirt û gefên xwe zêdetir kirin û Kurd dan ber lotikên Alamanî. Sermezinê Buyukanit dibêje ku wê Kurd di xwîna xwe de bixeniqin û ewê rê nedin ku ber lingên xwe bibînin.

   Piþtî zirt û fortan wî û serkêþên artêþa xwe berê xwe dan tewafa Anitkabîrê û çûn li ber destê Mistoyê Selanîkî tobe kirin. Di ayeta tobekirinê de gotin, „ya Atavirq! Ya qehremanê kerxana Selanîkê! Emê Ayetên kerxana Selanîkê bi ruh û canê biparêzin û heyfa te û Zubeyde xanimê ji zinêkaran re nehêlin…Hetanî em sermezin saxbin emê nehêlin ku Tirkiye li ber lotikên Kurdan here û emê Tirkiye ji wan re nekin Lotikxane“ û gunehên xwe dawþandin..

   De ka heta ku sermezinên Kurdan jî derkevin meydanê û vê tirê ji we re nehêlin..Axxxxx, kanî ew roj…..

Amerîkîyan serê þebeþên Diyarbekirê jî xwar

Alan Ronî- 29/08/06-Los Angeles- Lawo ev Amerîkî çi hesûd û zikreþin ya starrrr! Hebûn û nebûna bajarê Diyarbekirê þebeþ û qawinên wê ên 40 kîloyî bûn, bi þebeþên xwe meþhûr û serbilind bû, lê çavê Amerîkîyan bi vê barnebû û rabûn bi hormon û derman û mermanan þebeþek 114 kîloyî afirandin û rekora dinyayê þikenandin.

   Gundî û cotkarê Amerîkî Donnîe Sîstrunk û kurê wî ê 15 salî Rusty ji Lotikxanê re gotin, “kuro evan Diyarbekirîyan serê me xwarin bavooo! Çi ye? Þebeþên me, þebeþên me! Aha ji we re þebeþên 114 kîlo, ma þebeþên Diyarbekirê jî þebeþin babam! Tu bila ev tir ji wan re nemabe û hewww!” Îcar heyran, xuyaye di Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de, Amerîkayê hesabê þebeþên Diyarbekirê jî kiriye û alternatîvek qirase li himber wê afirandiye..Erê, erê...Ev tir ji þebeþên Diyarbekirê re jî nehiþtin..Weledddddddd.....

Çaygêr kifþ bû

Þemal Amedî-29/08/06-New York-Berdevkê Wezareta Derve ê Amerîkayê Sean McCormack bi daxuyanîyekê koordînatorê PKK eþkere kir.

   Li gora daxuyanîyê wê ji îro û pêde Orgeneral Joseph Ralston di navbera hersê dewletan de (Amerîka,Iraq, Tirkiye) çay û qehwê bigerîne û þêwr û miþêwrên li ser PKK bitefsilîne. Dibêjin Orgeneral Ralston çaygêr û plansazekî baþ e û ewê di demek pir kurt de pirsgirêka PKK, Tirkiye û Iraqê  çareser bike û wê bike ku herêma Kurdistanê bibe gul û gulistan.

   De ka heger Orgeneral Yaþar Buyukanit qîma xwe bîne baþ e...Ma serê du orgeneralan di beroþekê de dikele bavê min, wey! De Xwedê destê alîkarîyê dirêjî qencan bike rebbî....

Temenê vî kondomî 360 sal in

 

Hesoyê Omerî- 28/08/06 Swêd- Manþeta rojnameya swêdî Aftonbiladetê a berbiçav, îro li ser kondomê bû. Rojnameyê kondomekî ku di sala 1640î de çêbûbû û di him û gima nav livînan de hatibû bi karanîn, bi dilpijokiyeke delal raber daye. Kondom ji hinavên berêz hatiye çêkirin û di muzeya bajarê Lundê de hatiye paraztin. Kondomekî ku 3000 sal berê ji tewêþ û paçikên taybetî hatibû çêkirin, di muzeya Qahîrê de jî heye.

   Ha divê em vê jî bêjin, ev  kondomê swêdî kondomekî wilo bû ku berî kiryarê bi deh deqîqeyekî di nav þîr de dinimiya û dû re li qereqopk rast dibû.

Çêlek jî hînî tir û fisan bûn

Alî Keleþ-28/08/06-Ezircan- Piþtî ku li çend bajarên Kurdistanê bizin û mîhan xwe di zinar, teht û berqefan re werkirin û întîxar kirin, çêlekên Ezircanê jî ji wan hînî tir û fisan bûn û dest bi xwekujtinê kirin.

   Li gundekî nehîya Kemalîyê 27 çêlekan gotina xwe kirin yek, bi sim û lingên hev girtin, xwe di zinar û berqefê re werkirin û xwe kujtin. Xuyaye ev nexweþîya întîxar û xwekujtinê hêdî hêdî wek vîrûsekê ji insanan derbasî heywanan jî dibe û ewê di salên pêþîya me de bibe wek modeyekê. De Xwedê insan û heywanên Kurd hedayet bike rebbî…Çêlekên me mabûn wa ew jî hêdî hêdî aqlê xwe dixwin û xwe dikujin. Ma dora ker û qantirên me….

Biratîya sexte

 Helbestek ji Rojhilatê Qoserî

 

Kî dibê biratiya gelan bira he ye

Ma ji dêvla mejî ka di serî de ye

Loma ewqas korî para me Kurda ye

Ax lo kero ma biratî wilo ye

 

Hindik maye têkevim nav koma Tirrekan

Ketober wan biþînim warê virrekan  

Bila Selanîka Atavirqo ji xwe re bikin mekan

Ax lo kero ma biratî wisa ye

 

Ma leþkerê Tirk ne kurê gelê Tirka ye

Þewitandin çar hezar gundê Kurda ye

Heger biratî ev be pûç û vala ye

Lo kero ma biratî wilo ye

 

Ax lo kero birê te niþtiman dagir kiriye

Ax lo kero birê te ziman qedexe kiriye

Ax lo kero birê te namûs bi te nehiþtiye

Ax lo kero ma biratî wilo ye 

Hûgo telqîna Castro xwend

 

Antonîo Vega-27/08/06-Kuba- Serokdewletê Venezuelayê Hûgo Çavez cara duyem serdana Serokdewletê Kubayê û destebrakê xwe Fîdel Kastro kir û di nexweþxanê de pê re kakao vexwar.

   Dibêjin aqilê Çavez ji tenduristîya Kastro nebiriye û hema Incîla xwe ji bêrîka xwe derxistye û dest bi xwendina telqîn û yasînan kiriye. Kastro jî pir li ber xwe ketiye û goriye, “kuro kero! Tu bi saxî telqîn û yasînan li ser min dixwînî heval, qey tu li mirina min digerî!” û keniyaye.

   De herdu destebrak li hev pîroz û bimbarek bin...Ji xwe ji herdukan pêve kes dostê wan nemaye û her ku diçe herdu jî li ber dilê hev þêrîn dibin, dibin wek Leyla û Mecnûn....

Sezer lotikek li Ozkok xist

Ahmed Beyan-27/08/06-Ankara- Di civînekê de Serokkomar A.Necdet Sezer û kevneserekerkan Hilmi Ozkok derdikevin pêþberî rojnamevanan, lê piranîya rojnamevanan li ser serê Serokkomar dicivin û pirsan jê dikin.

   Hilmi Ozkok dibîne ku serê Necdet Sezer ti teq û reqê de ye, jê re dibêje, „Birêz Serokkomarê min, îþaretekê bidin min bes e, ezê hilê wan li milê wank im“ û dibeþhiþe.

   Lê A.Neceet Sezer lotikekê li kevneserekerkan Ozkok dixe û dibêje, „ de here looo! Heta niha tu Serekerkan bû me newêrî bû em lotikan li te xin, ev tir ji te re jî nema brakooo!“ û erza wî þikenandiye.

   Dibêjin Ozkok jî ji qehran re di dilê xwe de gotiye, „kuro mane Yaþar Buyukanik xulamê min e, heger ez nehêlin ku ew guhê te bikþîne ez ne ji bavê xwe bim“ û sûnda tolhildanê xwariye. De Xwedê qira we bîne rebbî….

Zirteko dîsa zirt kirin!

 

 Girdoyê Stilîlî- 26/08/06- Enqere- Serekerkanê artêþa mehmetçîkên bavkûçik, dewþirîlmîþ tecawuzçî Yaþar Kuçukanit, di dêlindêza xwe a leþkerî de, daxwazên ekolojî, arkolijî, morfolojî, geberolojî, zirqolojî û virqolojiya hin kurdên heval, bi haweyê ku ne bi raya wî ew daxwaz dihatin zimên, di rengê bêedebiyê de hilqerast û ji temamê kurdan re û bi taybetî jî ji ên baþûrê welêt re tiþtik miþtikên xwe ên her tim gotin. Yanî got ku ew ê vê tira li baþûrê Kurdistanê ji me hemiyan re nehêle û hew!

 

 

 

Wîlson jî lotikek avêt

Ahmed Beyan-01/09/06-Ankara- Bayozê Amerîka ê Ankarayê Ross Wîlson di resepsîyona Serekerkanê Artêþa Tirk Yaþar Buyukanit de bersiva pirsên çapemenîyê da û di derbarê PKK de çend lotik avêtin. Wîlson got, „yabo bi tirba bavê min PKK Kurdam temsîl nake loo, wîîî!“ û îskana wîskîyê bi ser xwe dakir..

   Yaw bi namûs me digot qey Ross Wîlson bi aqile, lê xuyaye wîskîyê zêde li serê wî xistiye haa. Ê babam, rebena PKK wê kê temsîl bike û kê neke? Konfederalîzma Rojhilata Navîn li nav lingên wê herbilî ye, pirsa Kurd bela serê wê ye, pirsa Demokratîk Cûmhûrîyetê serê wê dêþîne, efendimê xwe re bêjim; pirsa jinan, mêran, ekolojîk mekolojîk sîstemê dest û lingên wê girêdane, îcar wê PKK kê temsîl bike û kê neke babam! Hevqasî neheqî jî nabe haaaa! Wîjdan lazime wîjdan….

Ji hirçê dibe post, ji Tirkan nabe dost

Serdarê Torî-01/09/06-Tirkiye- Li bajarê Stenbolê, bi minasebeta pîrozkirina 30ê Tebaxê Tirkên hov derketin kolanan û xwe li ber zire zira marþên guran li erdê xistin. Di vê navberê de  4-5 keç û xortên bêaqil pankartên li dijî Îsraîlê vedikin û qaþo çepîtîya xwe nîþan didin. Gava gurên har çav li van çepên bêaqil dikevin hema diranên xwe diseqînin û êrîþî wan dikin, wan dinermijînin.

   Midurê Ewlekarîyê Celalettîn Cerrah jî li wir simbêlê xwe badide, piþtgirîyê dide gurên xwe û dibêje, „lêxin bavê min lêxin serê çepan bipelêxin“ û wan pîroz dike.

   Neyse canim, ji me re çep û rastên Tirkan wek hev in û ji heman hewdî avê vedixwin. Hema kî ji wan li kê xe, kî ji wan bê kujtin ji Kurdan re kar û xêre allahwekîl..Em bi serê þêxê xwe kin, ji hirçê dibe post lê ji Tirkan nabe dost û hewwww..

 

Xwedê da keçelan

 

Hebeþ Kal-31/08/06-London- Pisporên Brîtanî çare ji keçelîyê re dîtin û xuyaye êdî wê zilamên keçel û meçel ji serqopîya xwe xelas bibin. Dibêjin wê pispor bi pêvajoyek molekulî malzarên embrîyonê bikin malzarên (hucre) por û bihêlin ku por þîn bê.

   Dibêjin van pisporan herweha þîfreya proteîna ku fermanê dide þînbûna por dîtine û hiþk pê girtine da ku nereve. Li gora ku wan ceribandina xwe li ser rebenên miþkan kirine, dîtine ku bi wê metodê pirça miþkan þîn bûye û ewê niha vê ceribandinê li ser mirovan jî bikin. Dibêjin þînbûn û derketina por bi sê proteînên ku ji alîyê genan ve tên bidestxistin destnîþan dibin. De ser xêrê be û Xwedê xêra wan qebûl bike rebbî..Êdî wê zilam ji keçelîyê xelas bibin û li ber jin û pîrekan sertewandî nemînin.

   Hûn zanin jin bi piranî ji mêrên porgur hez dikin û henekên xwe bi zilamên keçel dikin û wan wek “keçelên heram” yan “serþûnik” binav dikin. De welhasil......

Ha ji we re yekî ji %100 Tirk!

Polat Erdem-31/08/06-Îzmîr- Fermo ji we re xalis muxlis yekî Tirk! Hemde Tirk oxlî Tirk! Li gundekî girêdayî bajarê Eskîþehîrê Tirkê xwînheram ê bi navê M.D tam þeþ salan bazdide ser herdu keçên xwe û wan diherimîne.

   Piþtî ku keça wî a 16 salî bi hemil dibe û zik lê dinepixe, keçik hertiþtî eþkere dike û dibêje ku bavê wê ev tam þeþ salin tecawizî wê û xwîþka wê a 15 salî dike. De îcar hûn destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û rastîyê bêjin: Tirk çi ne? Bi Xwedê heywan jî wek van Tirkan zinê bi zarokên xwe re nakin...

   De fermo..Kurdên ku dixwazin bi van zinêkaran re bibin bra û xwe jî wek wan bikin ji dola qantirê, oxira we a Atavirqoyê Selanîkî be rebbî....

Ma dora vî camêrî jî nehat lo?

 

Bûblanî -30/08/06 -Nizanim gelo bala we jî kiþandiye yan na, ji dema ku li baþûrê Kurdistanê nîv desthilatdariyek pêk hatiye û hetanî niha, desthilatdaran li ser navê ku “siyaseteke dewletî dimeþînin”(!), hema hema çi kesên ku li dijî tevgera wir sekinîbûn dawetî ba xwe kirin û qîmeteke mezin dan wan.

   Neyse. Lê bi rastî ma ne neheqiye ku bangî hozanê mezin Xelîl Xemgîn jî nakin? Xelîlê ku muzîka kurdî eskerîze kir û bi klîpa “Roja  me” bû qudba muzîkê, diva bû berî her kesî li wir baya, wey. Desthilatdaran bi vê sersariyê neheqî li prensîpên xwe jî kirine. Him ma ne hozan Xelîl jî wek wan por û simbêlên xwe boyax dikirin.

   Ê hema ji bo wê boyaxê jî maba, diva bû dora pêþî a wî ba! Bi hêviya ku zû dor bigihêyê, I love you hikûmet!

Kelefên xweþik

Leyla Barîn-30/08/06- Li gora ku pispor û doktorên xweþikbûnê dibêjin, piranîya qelewbûna jinê di kelefê wan de kom dibe û ev jî dibe sedema xerabûna psîkolojîya wan. Bi taybet jinên ku zêde rûdinên, dixwin û zêde sporê nakin pirsgirêka mezinbûna kelef û bezgirtina wê bi wan re çêdibe.

    Îcar li gora wan, jinên ku ev pirsgirêk bi wan re heye divê çi li malê û çi jî li derve sporê bikin, herin avjenîyê (melevanî-sobanî) û li ser xwe bigerin. Dibêjin ajotina pisiklêt jî pir baþ e. Em nizanin ka çend jinên Kurd zanin pisiklêt bajon yan na, lê jinên ku nizanibin pisiklêt bajon karin ji zarokên xwe hîn bibin..

   Erê hûnê çend caran ji pisiklêt bikevin û serê we biþkê jî, lê serþikenandin ji qelewbûna kelefê û bezgirtina lêþ çêtir e.. De yalla! Dev ji çêkirina kutilk û epraxan berdin û rabin pisiklêt bajon deeeeee.....

Zêrên me nedizin oxlim!

Sîpan Nas-29/08/06-Tirkiye- Þîrketa lêgerîna madenê BHP Bîllîton jiber pirsgirêkên ewlekarîyê projeya xwe a li Kurdistanê betal kir. BHP Bîllîtona ku yek ji þîrketa herî mezin a dinyayê ye ji sala 2003an ve tev þîrketa þirîk a Kanadî li Kurdistanê li madena zêr digeriya.     Lê piþtî destpêkirina çalakî û teq û reqa þer, Cem Yuceerê ku projeyê dimeþîne got, “ yabo bi telaq em nema wêrin li madena zêr bigerin. Ewlekarî li rojhilatê Tirkiyê (Kurdistanê) tune, hirç hene, çeqel hene, keftar hene, û terorîstên Kurd û Tirkan hene..Ma em rabin jibo çend zêran xwe bidin kujtin” û filan û fîstan. De Xwedê vê biryara we ji we re wek xêrekê binivîse rebbî!     Kuro lawo we maden di Kurdistanê de nehiþtin, we zîv, sifir, almas, petrol û metrola me hemi ji xwe re birin û pê Tirkên heram qelew kirin, barî dev ji zêrên me berdin oxlim! Ma Kurdistan kadîna bavê we ye, wey!

Stres ji mêranî dixe

Tacdîn Baran-28/08/06-Almanya-Li gora pisporên Zanîngeha Hambûrgê stres hêdî hêdî civaka Alman ji mêranî dixe û þehweta seksê pê re nahêle.

   Li gora wan, berî niha xortên di navbera 18-30 salî de mehê karîbûn di navbera 18-22 caran de seksê bikin û lotikan bidin xwe. Lê di van salên dawiyê de ev hejmar daketiye memê 4-10 carî. Li gora lêkolîna Frank Sommer, heger wilo biçe wê xortên Alman ji mêranî bikevin û bixesin.

   Îcar heyran, hêvîya me ji Kurdên Ewrûpa ev e ku zêde nekevin stresê, xwe aciz nekin da ku ji mêranî nekevin û neyên xesandin. Gerçî heta ku dimsa Omerya, îsotên Ruhayê, penîrê sîrik ê Colemêrgê, þebeþên Diyarbekrê, zeytûnên Efrînê û xiyarên Mêrdînê hebin zû bi zû Kurd ji mêranî nakevin, lê dîsa jî hay ji xwe hebin qurban... 

Nîhat Genç Erdogan da ber lotikan

Ahmed Beyan-29/08/06-Ankara- Nivîskarê Tirk Nîhat Genç wê rojê di bernama televizyona Skyturk de Serokwezîr Erdogan dan ber lotikên xwe û tir jê berdan.    

   Genç, sîyaset û çapemenîya îslama-rast jî dan ber lotik û cotikên xwe û serê wan pelixand. Genç digot, “kuro li vî welatî zarok ji birçîna dimrin, xelk ji birçîna keç û jinên xwe difroþin û serokwezîrê me jî diçe li otelên heft stêrk kêfa xwe dike. Ma ev bû insanetî? Kuro bi telaq ez ji dînê wî û ji Xwerdayê wî jî dikevim þikê” û ew da ber hev.

   Kuro heyran ê te tu ji dîn û Xwedayê wî dikeve þikê, bi namûs ê me em ji insanetiya wî dikevin þikê looooo...

Hawar û sed hawar!

Jan Xan-28/08/06-Hindistan- Zikê Bagatê Hindî di nava çend mehan de bû wek nepoxê (balonê) û ji ê jinek ducanî mezintir bû. Di serdana nexweþxanê de doktor dibêjin ku “tumor” di zikê wî de heye û divê bê emeliyatkirin.

   Di emeliyatê de derdikeve holê ku zarokek di zikê Bagat efendî de ye. Doktor dibêjin ku ev zarok brayê wî ê cêwî ye û bi xeletî riya xwe þaþ kiriye û di zikê brayê xwe de meyaye. Herweha tê gotin ku di dîrokê de cara 90.e ku ev ecêb diqewime û bi navê “fetus in fetus” tê  binavkirin.

   Ya rebbî tu vê ecêbê neynî serê mêrên Kurd...Kuro ku zilamekî Kurd bi vê ecêbê zik lê binepixe, ya starrrrrrrr bê wê Kurd çi felaketê bînin serî wî rebenî....Þikir ji Xwedê re ku zikê me ne nepixîye, elhemdulîllah.....

Hay gidî  Xeydokê..

Sosin Bermal-28/08/06-Almanya- Binerin bê spîker û pêþkêþvanên xelkê çend peran qezenc dikin û ên me di çi belengazîyê de dijîn. Li Amerîkayê pêþkêþera nûçeyên þevê a televizyona CBSê Katîe Coûrîc tenê jibo pêþkêþkirina xeberên þevê wê salê 15 milyon dolar bistîne.

   Li Brîtanyayê jî bernameçêker û pêþkêþer Anne Robînson salê 60 milyon sterlîn distîne. Îcar gelo pêþkêþer û bernameçêkerên me Kurdan çend milyonan distînin gelo? Ma em bêjin? Heger xwediyên televizyonê bidin; rojê kebabek û tasek dew, carna tirþik û savar,  perê bilêta wan yan bidin yan nedin, heqê benzînê ji xwe qet nadin, meaþê wan jî çend qirûþên ku hetanî nîvê mehê yan têra wan bike û yan jî neke..

   De îcar ma ev edalet û demokrasîye heyran, wey! Kuro lawo em ji vê himaltîyê xelas nebûn hayhooooo…..

Qedera Kurd û Kengûrûyan wekhev e

Haþim Efrînî-28/08/06-Sydney- Serê dewleta Awistralyayê bi kenkûrûyan re ketiye belê. Kengûrû jî mîna Kurdan zêde zarok û çêlîkan tînin û xuyaye ev jî li xweþîya rayedarên dewleta Awistralyayê nayê. Li gora lêkolînekê li Awistralyayê 57 milyon kengûrû dijîn û her ku diçe hejmara wan zêdetir dibe.

   Rayedarên dewletê dibêjin, “heyran heger wilo here wê nifûsa kengûrûyan ji a hemwelatîyên me zêdetir bibe û hetta wê welatê me dagîr jî bikin” û fermana kêmkirina kengûrûyan dide. Berî çend salan fermana kujtina kengûrûyan hatibû derxistin, lê jiber protestoyên Komelên Mafê Heywanan dewletê dev ji kujtina wan berdabû. Niha jî îcar dixwazin heb û dermanên stewrbûnê bidin kengûrûyan da ku stewr bibin û çêlîkan neynin.

   Erê erê!  Tirk jî dixwazin bi heb û dermanan nifûsa Kurdan kêm bikin, jinan stewr bikin û mêran jî bixesînin..Ev çi qedere te daye Kurd û kengûrûyan ya rebbî!

s© lotikxane 2006