Lotikxane

 

Medya   ///   Arşîv       

            Google   

H.Belê

Xaltêya Medê

F.Devliken

Nêrîyê kol

B.Ronahî

Kurd meselesî

L.Şêxo

Heqê diya min

A.Dûran

Heval!   

Kerîmo

Rêze fîlm

D.Xanê

Mirina gayê sipî

M.Badilî

Rejîma

Turkiye

Rehetkirina mejî, ruh û bedenê

Bavê Jîndar-06/04/08-Colemêrg-

Me wek Lotikxane, gelek caran xwestîye ji gel û xwendevanên xwe re bibin alîkar. Me li ser dermanan, zarowên kolanan, parastina heywanan û xwerista Kurdistanê li gor îmkan,  zanebûn û têgihiştina xwe xwest bibin alîkar.

   Vê carê jî em dixwazin li gor tê gihiştina xwe û bi awayek pratîk rehetbûna mejî, ruh û bedenê bi xwendevanên xwe re par vekin. Wek insan, me hemûyan kêm zêde di zarotîya xwe heta temenê em gihaştinê gelek bûyerên neqenc û nelicî kirine.

   Bixwe xeletîkirin, di xwerista mirovatîyê de heye. Kesek bê xeta jî nîne. Heke xeletîyên me nebin ewê tu tama jiyanê jî nemîne. Ji ber ku her xeletîyek li pêy xwe xweşîyekê vedişêre û ji bo ku em dersekê jê derxin û pê pêşbikevin hatine amadekirin. >>>>>

Ev jî ehmeqên Amerîkî ne

Kevîn Kurdson- 01/04/08-Amerîka- Ehmeqên her milletî hene. Ma Amerîkî ji wan kêm dimînin? Na! Ew jî radibin bi milyonan dolar didin ku xwe ji şiklê insanan derxin û têxin siklê heywanan.

   Erîk Spraque 200 hezar dolar daye ku xwe bike wek mexlûqatekî ecêb. Jocelyn Wîldensteîn zêdeyî sê milyon dolar daye ku xwe bişibîne pisîkê. Dennîs Abner jî 150 hezar dolar daye ku xwe bişibîne pisîk û kûçikan.

   Erê lo, îcar hûnê çi navî li van mexlûqatan bikin gelî xwendevanan? Ma ev ne ehmeqî ye lê çiye? Li dinyayê bi milyonan insanên birçî û tazî hene, qûnekan rabûne  milyon dolaran didin da ku xwe bişibînin heywanan.

   Ku we ev pere bidana Lotikxanê û me lotikên insanî pê biavêtana ne bixêrtir bû hey min di we kirino!

Tê derxin û zikê xwe têr bikin

Gelo li gora we ev nîşana kîjan marka trimbêlê ye? Heçê tê derxe, emê wan bibin aşxanê, xwarina kebabê û şorba serûpê bidin wan.

   Vê fersendê nerevînin û zikê xwe têr bikin.

   De qurban deeeee!

Elî Muhemed Şêxo

Efrîn

Ay Dilsoza dilovan

Were em herin

Bûka herêman

Herêma Efrînê

Gund bi gund bigerin

Evînê xweş bikin

Kul û derdan

Derman bikin

Bi wan din

Soz û mizgînê

Bi ser Kurdistanê de

Efrîn ê bimîne......

 

DAXUYANIYA ÇAKBÎNÎ.COM

 


Mizgînî: Êdî ciwan jî bi zimanê xwe dinivîsin

Mizgînî ji gelê Kurd re. Bi vê daxwiyaniyê em vebûna malpera Çakbînî.com bi raya giştî re pay dikin û dibêjin platforma yekem a fikir û ramanên ciwanan li Kurdan pîroz be.
   Armanca malpera Çakbînî.com ew e ku cîh bide nivîskarên ciwan ên ku bi zimanê xwe yî şîrîn Kurdî, bi çi zaravayî dibe bila bibe, hestên xwe der dibirin. Bi cudakirina cîh ji bo ciwanên Kurd, ew êdî dikarin xwe di warê nivîsandinê de pêş xin û beşdarî civaka gengeşiyê bibin da ku helwesta ciwanan jî zelal û eşkere be.
>>>>>

Van segbavan binasin

Bitikînin

Şîretên Lotikxanê têxin serê xwe û bibin wek ta û derzîyê

Dr.Mengene- 29/03/08-Lotikxane- Qelewî û kîloyên zêde li serê insên bûye bele. Her ku diçe qelewî zêdetir dibe û xwarinên bi hormon tirrê ji insên berdidin.

   Werhasil, berî bi mehekê xwendevana me Xibşê serî li me xistibû û ji ber qelewbûna xwe ketibû bûhrana xwekujtinê.

   Me jî rabû bi metod û awayên textorên Kurmancî hinek şîret lê kirin û xuyaye şîretên me ketine serê wê ku di nava mehekê de ji 130 kîloyî daketiye 85 kîloyî. Şîret û pêşniyazên me ev in: >>>>>

 

Ew jî ket Guînnessê û em man kuro!

Çang çîng Çong- 29/03/08- Pekîn- Bav û kalê Kurdan dibêjin: „Qama wî di nava gûyê wî de ye“. Yanî, li bejn û bala xwe nanere lê mêrik tirrên ji xwe mezintir dike.

   Îcar ev jî mesela me û He Pîngpîngê 73 samtîmî ye- He Pîngpîng 20 salî ye û wek „ mirovê herî kurt – 73 santîm) ket pirtûka rekoran a Guînnessê.

   Erê kuro, ê me em wek artîstekî Hollywoodê çeleng û lihevhatî ne nikarin têkevin Guînnessê lê qambigûyo dikeve pirtûka rekorê hûn namînin ecêbmayê!

   Îcar niha ez rabim xwelîyê li serê xwe bikim, bedena xwe bidim ber birrek, kêr û meqesan û bejna xwe bikim 63 samtîm ez neheq im?

Kurdan li Parlamentoya Danîmarqa ji kêfa dan lotikan

 Yilmaz Yildiz-28/03/08-Kopenhag

Wek ku min berîya niha di roja 23.02.2008’an da ji we ra nivîsîbû, li gor plan, roj û seatê, kokteyla Newrozê di roja 25.03.2008’an da li Parlamentoya Danîmarqa hat li dar xistin.

   Ev cejna neteweyî a gelê Kurd, ku ev 2620 sale Kurd lê xwedî derdikevin, wê di nav germahîyeke mezin da himbêz dikin, bi girseyî û bi coşek mezin pîroz dikin, ji alîyê endama parlamento a Partîya Sosyalîst a Gel (SF), keça Kurd Özlem Sara Çekiç û bi piştgirîya partîya wê SF’ê û bi alîkarîya serokê KOMKAR-DK, birêz Serhad Amedî, care yekemîn di dîroka Danîmarqa da li parlamentoya vî welatî bi kokteylekê hat pîroz kirin. >>>>>

 Li Arnheimê semînera bîranîna serdarên Komara Mehabadê

Navnîşan:  
 Valckener Straat 1
 6828 RM Arnhem
 Kat: rojî şemme 29.03.2008. Se'at 19:00 tawekû 23:00

 Email: info.pak_ewropa@yahoo.com
 Partî Azadîy Kurdistan
 Niwênerayetî Ewrûpa

Bûk li me qelen ji we

Şemal Amedî-26.03.08. Hollywood-

Mizgînîya min li we be, lotikvana memik 5 kîlo Pamela Anderson dîsa mêrê xwe berda û niha li qiraseyekî nû û taze digere.

   Pamela me xwe avêt bextê Lotikxanê û got:" Ez di bextê we û xwedê de me, kes nema go lotik li min nexistin. Tenê Kurd mane. Ez dixwazim go Kurdekî teradînî jî lotikekê li min xe ji bo ez bê mirad nemrim" filan û fîstan.

   Bi serê min û we, ne Pamela û ne jî em nizanin bê ev mêrê çenda ye. Hinek dibêjin "ev mêrê 365a ye", hinek dibên "na ê 399a ye" û hinek jî dibêjin "kuro ev lêlê ye hîna lolo maye" filan û bêvan. >>>>>

KAWIK Û MAWIK

Kerîmo-26/03/08-Swêd-

 

Rêze film

Xeleka yekemîn

Saykis û Pîko

 

Kawik:

Doh mi xewnek dît ê nayê pesin dan.

Mawik:

Ê ka bêj te çi dît.

Kawik:

Ez wilo li deştekê bûm

Mawik:

Immm

Kawik:

Heyv ji asîman hêdî hêdî xwe berdida xwar,

Mawik:

Êêêê

>>>>>

 

Bernameya 15 rojî ya Seyr-î Meselê

Piştî demeke dirêj lîstika bi navê “Qal û Qir” dîsa derdikeve ser dikê. “Hîzmetçiler” a Jean Genet û Xewn û “Xeyal” lîstikên din ên Seyr-î Meselê ne.

>>>>>

Bejna wî li serê wî bûye bele

Aram Cewdik- 25/03/08- Kîev- Leonîd Stadnyk wek “mirovê herî bejindirêj” ket pirtûka rekoran, Guînnessê. Bejna wî 2.53 santîm e. Yanî, qiraseyekî temam e.

   Leonîd Stadnyk li bajarê Zhytomyr a Ûkraynayê dijî. Lê rebeno serê wî û bejna wî bi hevre ketiye belê. Ne cil û berg lê tên, ne sol û pêlav li lingên wî tên, ne kare bizewice, ne karê têr xwarin bixwe û ne jî kare têr lotik bavêje. Cil û berg, sol û pêlav bi taybet jê re tên çêkirin.

   Ji xwe ji ber girbûn û mezinbûna wî jin newêrin pêre bizewicin û dibêjin:”Na yaboooooooo, ev qantir bi ser me de bikeve wê tirrê ji me berde û me bikuje” filan û bêvan.  Werhasil, >>>>>

Keça feqîr bû dewlemanda dinyayê

Rozê-24/03/08-London- Nivîskara pirtûka Harry Potter îro yek ji dewlemenda dinyayê ye. J.K Rowlîng bi nivîsandina rêzepirtûkên Harry Potter îro yek ji mezintirîn nivîskar e û lotik li ser lotikan davêje.

   Rowlîng berî çendakê behsa jiyana xwe kir û eşkere kir û ew pir belengaz û feqîr bû û hetta rewş hatibû wê derecê ku întîxar jî bike. Rowlîng xanim di dema xizanîya xwe de bi alîkarîya dost û hevalên xwe li jiyanê dimîne ta ku dest bi nivîsandina Harry Potter dike. Harry Potter hem wek pirtûk û hem jî wek fîlm ji alî bi milyonan kes ve tê hezkirin.

   Werhasil, îcar nivîskarên Kurd hatin bîra min. Niha hûn lê bikolin wê derkeve holê ku ji %99ê nivîskarên me belengaz û xizan in. Lê ciwamêran ji tirra xwe re jî dibêjin “bi wir de here loooo!”

   Gelo kengî wê nivîskarên wek J.K Rowlîng ji nava Kurdan derkevin kes pê zane? Herama xwedê be!  

 

Iraq flag debate still flutters

Iraqis plan to vote on a new flag by the end of 2008.

 

from the March 24, 2008 edition

 

In 2004, the US-led occupation authority commissioned Rifat Chadirji to design a new Iraqi flag. The flag would have replaced a Saddam Hussein-era one: A red, white, and black flag that had three stars and Hussein's own script reading, "Allahu Akbar," or "God is Greatest." >>>>>

Zebeşên Diyarbekrê ji ber ve wek şimamokan e

Hesel Almas- 23/03/08-Emerîka- Wê rojê ez jî wek peyamnêrê Lotikxanê beşdarî festîvala “Jinên memikmezin” bûm.

   Yabo ez çûm lê ez çi bibînim, ya starrrrr! Ji her alîyê Emerîkayê jinên memikmezin beşdarî festîvalê bibûn û te digot qey ez di nava bîstan û mixtîyekî zebeş û petîxan de me ellawekîl!

   Werhasil, di festîvalê de Chelsea Charms wek jina herî memikmezin hat hilbijartin û xelat girt.

   Ez bi serê xwe û we kim, gava ez çav li memikên xanim Chelsea Charm ketim, tam nîvseetê ez gêjo-mêjo bûm û dinya li dor min çû û hat. >>>>>

Çi demokrat in loooo!

Temel Satilmiş- 23/03/08-Rîze- Heçê nizanibe wê bêje qey kes wek Tirkan demokrat û insan tunene. Tirkên ku di lêdan û kujtina Kurdan de dengê xwe nakin û ceze nadin canîyan, radibin bi navê mafê jinê ceze didin mêrên wan û qaşo demokratbûna xwe derdixin pêş.

   Li bajarê Rîzeyê di navbera Resûl Baş û jina wî de nîqaş derdikeve. Resûl xwe aciz dike û radibe şiqamekê li jina xwe dixe. Jina wî jî serî li dadgehê dixe û gilî li mêrê xwe dike. Dadgeh jî radibe ji bo ku li jina xwe xistiye 7 meh û 15 rojan ceze dide Resûlê reben û ewê di xizmeta karên sivîl de cezê xwe biborîne.

   Erê lo, Tirkên ku her roj Kurdan dikujin û êşkencê bi jinên wan dikin, radibin li mafê jina Tirk xwedî derdikevin û naletê li bavê xwe tînin.

   Çima lao ma jinên Kurdan ne jin in? Esker û polîsên we her roj jinên Kurdan didin ber lotik û pehînan, ma hûn kor in hey min di we kirinooooooo!

Iraq: We visit an oasis of calm

Future ... Layla and Shkwan Faris with kids, from left, Gaylan, Mohammed, Shaheen and Shaho

 

MARTIN PHILLIPS-22/03/08-Hewlêr

The Other Iraq’, the peaceful Iraq, far from the bombings and bloodshed of Basra and Baghdad. The Iraq that is rarely heard of in Britain.

This is the Iraq free of sectarian violence, slaughter and kidnappings, where every day new homes and facilities are being built; where women are treated as equals and Westerners are welcomed with open arms and a smile – not bullets. >>>>>

IRAQ: Not without her daughter

22/03/08-

You know the story. A Middle Eastern man marries an American woman. They have a daughter, the marriage falls apart and he swipes the kid and takes her back to the old country.

But scholar Denise Natali, 44, adds a new twist to the story. She married a man from the Middle East. They moved to Paris, but it's she who brought her 7-year-old daughter to the region, to pursue a job at the newly founded University of Kurdistan-Hawler in the northern Iraqi city of Erbil.>>>>>

 

Şahiya Newroza Kurda xwîsî di gewriya xêrnexwazan de hişt

 

Senger İloz-21/03708- Stenbol/ Îsal cejna Newrozê bi yekîtî û şahiyên berztirîn li her deverê Kurdistanê hate pîrozkirin û pîrozbahî hîna berdewam in.

   Xêrnexwazên Kurdan di nûçe û hewldanên xwe de heta ji wan tê dixwazin li nav Kurdên belawelayî cîhanê bûne cudaxwaziyê bikin.

   Em Kurd bi riya Lotikxanê radigihînin ku beriya destpêka biharên xêrnexwazan Newroz hasil bûye kekê mino!

   Hûn xwe biçirînin jî Newroz Cejna kurda ya netewî ye û hew…>>>>>

 

Bi lotikekê 500,000 dolar ji mala parêzgarê Duhokê dizî!

 

Binav Sindî-06/04/08-Duhok

Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin beriya çend rojan yek ji pismamên parêzgarê Duhokê (Temer Remezan) ku digel wî weke zêrevan kar dike, lotikek li pismamê xwe xist û nêzîkî 500,000 dolaran ji mala wî ya duwemîn dizî û reviya.

   Hin kes dibêjin ew çûye Îranê û ji wêrê wê bête Europa û lotikvaniyê li wir bike.

   Dêeeee here delal te xwarrrrrr! Ne eger te sed salan zêrevaniya pismamê xwe kiriba te ewqas pare ne distand loooo! Xema jî nexwe, eger tu vegeriya jî kes nikare mehkemeya te bike, çunkî tu pismamê parêzgarî kakaaaaa! Disan kes nikare bêje parêzgarî jî ew çawa çêbû yan te ew pere ji kuderê anî?!

axxxxxxxxxxxxxx gendeli te çi bi serê me anî!

 

Dêqehpan nikarin bi kerê dibezin kurtên

 

Av.A.Dîlan- 04/04/08-Enqere- Bila xwendevan li min biborin, lê qardeşim, willeh, billeh û tilleh ev siyasetmedarên Tirko dikin ku ez dijûnan, xeber û çîran ji wan re bidim yaw! Ma ez ji kerban bibeicim? Na! Bi saya xwedê û serê Lotikxanê em car caran xeber û dijûnan didin û stresa xwe davêjin.

   De neyse, ev partîya CHP heye ya, ewa Atatirk û artêşê lo! Wekîlên ve partîya ku potînalêsa artêşê û çeteyên dewletê ye, rabûne di meclîsê de êrîşî parlamenterên DTP kirine û kerê me bera ser jinên xwe dane. CHPî yên ku nikarin bi kerên AKP, radibin bela xwe di kurtên didin û qaşo siyasetê dikin. Lê DTPî yên me jî ji wan danexwarin haaaaa! Ellawekîl tirr ji wan berdan û lotikên bêîman li wan xistin.

   Hasîp Kaplan û Sirri Sakikê me serê CHPî yan xistin ciyê ku jê derketine û bersiva xwe dan.

   Werhasil, ha wilo qurban! Di meclîsa wan de jî lotikan li wan bêbavan xin û doxînê li wan sist bikin, de bajonnnnnnn!   

Ê wan jî goristan ji wan re bûye qismet

Muslum Kurtanker- 01/04/08-Karaman- Dibêjin xwedê teala li gor dilê her kesî dide wan. Îcar ê niştecîyên bajarê Karamanê jî goristan daye wan. Rebenan dikin û nakin ku telefonên wan xetê bikşîne nakşîne.

   Telefonên wan sûnd xwarine û dibêjin:”Ne li nav goristanê be em sînyalên satelîtê nagrin. Yan goristan û yan neman!” Birastî jî Karamanî ketine helakê. Li ciyekî normal telefon nakşînin û deng ji xwe naynin. Lê ku diçin nava mezel û goristanê, telefonên wan ji centrala postexanê xweştir dikşînin û bi vî awayî Karamanî têkilîyê bi derve re datînin.

   Îcar heyran û qurban, heger hûn bawer nakin, kerem bikin werin Karamanê û telefonên xwe biceribînin. Lê haya we ji we hebe, mirîyên mezela bi qerpika stuyê we negrin û we nekşînin nav agirê cehnemê haaa!

   Ji Kurdan re înkar, êşkence, heps û zîndan bûye qismet, lê ji Karamanîyan re jî telefonkirina nav goristanê bûye qismet. Qeder, qederrrrrr!

 

Mersedesekê jê re bikirin qardeşim!

 

Ehmed Beyan-31/03/08-Enqere- Belê, wek hûn zanin serokê ODP Ufuk Uras bi xêra DTP ket meclîsa Tirkiyê û piştre jî pişta xwe da DTP û lotikek li wan xist. Gerçî di heqê DTP de bû. Te digot qey Kurdek li  bakur nemabû ku rabûn tirrekekî Tirk kirin namzetê xwe û ew şandin meclîsê.

   Werhasil, îcar niha dibêjin „Ufuk Uras parlamenterê herî feqîr û belengaz e“. Mêrik bi teqsîyên xirabe ku herroj dolabên wê diteqin, eksoza wê dike tirre tir, depoya benzînê bi qul e, motor dohn dişewitîne û bi zor û heft bela xwe dighîne meclîsê. Carna jî bi teqsîyên hevalên xwe tê meclîsê, carna peya û carna jî bi pisiklêt tê. Yanî, wek xelkê mersedesa wî tuneye.

   Îcar sayin DTP qardeşlerim, cîger û gurçiklerim, madem we qencîyek kir û Ufuk Uras anî meclîsê, ji kerema xwe qencîyek din jî pê bikin û jê re „Mersedesa ku fîşek têre derbas nabin“ bikirin babam!

   Ma dostanî ji bo çiye?

ÇEMÊ  ZÊ  PENGÎYA

Bavê Jîndar- 30/03/08-Colemêrg-

Ev bûn du meh in, li bajarê Hekarîya û navçeyên wê dewleta Tirko roj nîne ku arêşekê dernexe.

   Bi hinceta qedexebûna Newrozê bi kêmanî bîst kes brîndar bûn, sed kes ketin bin çavan û kesek hat kuştin. Li ber çavê dinyayê milê zarowekî bi awayek nedîtî şikênan. Ew jî nebes bû, vêcar ava çemê Zê (Zap) pengiya. Lê kes mudaxale naket!

   Ev bûn çar sal in dewleta Tirko ji bo firehkirina 2 km rê ezabê dide xelkê bajêr. Herçend du rêyên alternatîf hene jî, lê dewlet wan rêyan bi kar nayne. Her roj wê tirinbêl li ber pireya depîn çend seetan bisekinin da ku rê vebe û bikevin bajêr. >>>>>

Dêqehpan mala xwe bar kir

Cembelîyê Botî-30/03/08-Colemêrg- Piştî ku wêneyên wehşeta wan di çapemenîyê de belav bûn, agir ket qûna hersê polîsên dêqehp û revî revî şev nîvê şevê mala xwe ji taxa ku lê diman bar kirin.

   Ji hersê polîsên ku dest û pîyê zarokê Kurd Cuneyt Etrûşê 15 salî şikandibûn T.Ş ji taxa Tekser, û K.Y jî ji taxa Simbil terka mala xwe kirin.

   Hersê dêqehp bawer dikin ku bi guhertina malên xwe ewê ji tirsa lotikvanên Kurd xelas bibin û jiyanek bextewar bijîn. Lê xwedê kerîm û rehîm e. Helbet wê rojekê kurê ciwamêran lotikekê li we xin û serê we têxin qu.....dayikên we oxlimmm!

   Tirk di bajarên xwe de ji Kurdan re dibêjin:"Ya sev ya terk et!" Îcar em jî dibêjin:"Sayin dêqehpler, xiyarê Kurdan tehl e, yan bixwin û yan di xwe kin!"

   Na heger hûn herduyan jî nakin, emê bi zorê têxin we û xelas!

Mêrik ji Ocalan zêdetir Ocalan diparêze, hella hellaaaaa!

Serfiraz Dîlok- 29/03/08-Dîlok- Berdevkê “Platforma Em Çend Kes in” û xwedîyê Kanal Turkê sayin qûnek Tuncay Ozkan, dîsa xwedî li Ocalan û gotinên wî derket, aqil da dewletê ku Ocalan bikarbînin da ku Kurd ji fikr û ramana serxwebûn û cudabûnê bi dûr bikevin.

   Tuncay Ozkan efendî li Dîlokê (Entabê) piştî civînê ji çepemenîyê re axivî û çend lotikên Tirkane avêtin, li vekirina Înstîtuyên Kurdî xwedî derket, hebûna Kurdan qebûl kir lê dîsa bi serkerî got: “Li Tirkiyê pirsgirêka Kurd û Tirk nîne, em tev zarokên vî welatî ne, Kurd ne kêmnetew in, heçê Kurdan kêmnetew bibînin hem neheqîyê li Kurdan û hem jî li Tirkan dikin” filan û fîstan.  

   Werhasil, di derbarê Abdullah Ocalan de jî dîsa çîrokên xwe dubare kirin û got:>>>>>

Ne bi gotin û zirt û virta ye cîgerim!

Bozanê Kezebperitî- 29/03/08-Hekarya- Erêêêêê erêêêêê…..Dîsa Newroz hat û malik li me viritandin, xwîna me rijandin. Çi ecêbe ku hinek alî naxwazin şer ji Kurdistanê derkeve û têkeve nav bajarên van segbavên Romîyan.

   Çima wê xwîna zarok, xort, keç û jinên Kurdan birje lê ne xwîna Tirkan? Çima wê dest û pîyên zarokên Kurdan bên şikandin lê ne ê zarokên Tirkan? Werhasil, kurmê darê ji me ye qardeşim!

    Di bûyerên Newrozê de çend polîsên dêqehp zarokekî Kurd li Colemêrgê digrin, devê wî girê didin û li pêş kamerayê dest û piyê wî dişkînin. Lê çi ecêbe ku ew kesên zarok û jinan berdidin kolanan, wan dikin parîyên devê polîs û cendirmên Tirko, li derûdora wî zarokî nexuyane û lawik bi tena serê xwe di nava lepê kûçik û guran de hiştine. Îcar bi serde jî zirt û virtên xwe dikin û vê bûyerê wek „wehşet“ bi nav dikin.

   Hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, kesî ji we dîtiye ku şivan pezê xwe di nav lep û devê gur de bihêle, lê temaşe bike û bêje:“Wîîîî, ev wehşete yabo!“ >>>>>

CANEMERG  (Berfîn)

Bavê Jîndar-29/03/08-Colemêrg-

Vaye bi xêr û seêamet dîsa li Kurdistanê biharê dest pê kir.  Berf hêdî hêdî ji jêr ber bi jor dihele. Xwerist hêdî hêdî kirasê xwe yê spî derdixe, cihê xwe ji bo giya û nebatan dihêle. Canemerg di nav nebatan de ya pêşîne ku xweristê bi kulîlkên xwe yên rengîn dixemilîne. Herweha Canemerg (Berfîn) hem dermane û hem jî wek pincarek qaqilok (çerezê ter) tê xwarin.

   Gîyakolox, canemergê (Berfîn-befrîn)  ji malbata nêrgizan dihesibînin. Navê wê yê latînî GALANTHUS e. Di tibê de ji bo çêkirina dermanan wek hilberînek kêrhatî tê bi kar anîn. Di nav Kurdan de kulîlka wê ji bo hêzkirina dil, mexde û ji bo alîkarîya ketina cilan (adet) biket tê xebitandin. Kixsê (pîvazok) wê jî heke bê qutan û xerişandin ji bo ku kunêr û birînan “ser û der bike” pir kêrhatî ye. Herweha pîvazoka wê gelek xweş e, tameke şîrîn jê tê û ji bo lotikan jî wek nûjdarîyê ye. Xasma yên betenan (beroj- tingal) dema em zaro bûn me serê çiveke stûr tîj dikir, pê pîvazoka wê derdixist û dixwar. Paşê jî me dest bi lotikan dikir.

   Dê hilon Kurdino! Êdî diravên xwe nedin wan dermanokên kimyewî, herin canemergan bixwin hey bixwin û dest bi lotikan bikin.  Kêp û kuçan (kevirên ku kefa destê mirov dadigirin)  bavêjin wan segbavên romîyan û tirê ji wan berdin.

   Ji me gotin. Hûn dikin an nakin hûn bi kêyfa xwe ne û hûn sax! 

128 salî ye lê dilê wê çargopal lêdixe

Bavê Cengo- 28/03/08-Qamişlo- Xaltîka me Wetfa El Xanem li gundekî Sûriyê dijî û tam 128 salî ye. Berî niha li Israîlê jinek 120 salî hatibû dîtin. Lê xaltîka me Wetfa tirr ji hemi kesî berda û xwe gihand 128 salan.

   Li gor ku xaltîka Wetfa ji me re got, ew di sala 1880 î de çêbûye û dest bi lotikan kiriye. Hingî sîr û pîvaz xwariye nexweş neketiye û niha jî çavê xwe li mêrekî, li xortekî 14-15 salî digerîne.

   Werhasil, heçê bixwaze bi xaltîka Wetfa re bizewice, bila têkilîyê bi Lotikxanê re deyne û qelenê xwe amade bike.

   De xwedê miradê we û xaltîka Wetfa bi hev bike û hûn bi hevre pîr û kal bibin rebbî!

Hûr û pizûrên zêde bidin Lotikxanê

Dr.Mihyedîn- 27/03/08- Zikmezinno hay ji xwe hebin! Li gora lêkolîna ku li Emerîkayê çêbûye, derketiye holê ku kesên zikmezin bin piştî 40 salîya xwe bi nexweşîya alzheimarê dikevin û dixurufin. Nûnerê

   Dezgeha Lêkolînê a Kaîserê Rachel Whîtmer dibêje: ”Me lêkolîn li ser 6.583 kesan çêkiriye. Di encamê de derket holê ku kesên zikmezin piştî 40 salîya xwe tirr di qûna wan de namîne, bi nexweşîya alzheimarê, nexweşîya dil û gellek nexweşîyên ku tirrê ji mirov berdidin dikevin” filan û bêvan.  

   Îcar gelî lotikvanan, gelî xwendevanên Lotikxanê, hay ji xwe û zikê xwe hebin. Heger kesên zikmezin di nava we de hebin, ji kerema xwe berî ku hûn bi nexweşîyên virik û tirrkirinê bikevin, rahijin kêr û xincerekê, zikê xwe bidin ber kêr û xinceran û wan hûr û pizûrên zêde ji Lotikxanê re bişînin.

   Emê jî hûr û pizûrên we bi nîvê heq bifroşin û pê Lotikxanê dewlemendtir bikin. Me li hev kir ne!?

Carna jî ken

 

 

Ga sergêj dibe lotika li xwe dixe!

Û roja gayê sipî mir tu jî mir!

(Rewş û name-4)

 

Dilyarê Xanê-26/03/08-

Berê pêşiya gotiye: “Ger tu bi tirs razê, tê xewnê nexweş bibîni”. Û  gotine jî  “ Ji şîr tirsya pif kir dew” û kes li hember xwe nedî rabû bi tep û leba li xwe xist. Îja  gelî guhdêra, keremkin li çîrokên me guhdar bikin.

1- Go carekê rêwîk di gundekî re derbas bû, rabû pîrekekê ji nav gund banê kirê û  jêre got: Lo rêwîyo lo xwedîyo, bi xêra dê û bavê xwe ji mi rebenê re bêje bê çi halê  mala bavê mi porkurê ye?

   Ê rêwî rabû jê re got: Hûûûû, hoooo li mala bavê te be, tiştek bi wan ve tuneye, bes   ma te nebihîstiye xwelî li serê, mane gurrî bûye sermiyan!! Feqîra pepûkê rabû got: Way liminê way li minê, ma naxwe bê kes ji mala bavê te  nemaye û gund bûye kavil û wêran!!

 Îja bi xwedê ev halê meyi jî keko. >>>>>

Kurd li ser axa xwe ne pirsgirêk in

Remzî Çakin-26/03/08-Stenbol-

Pirsgirêka Kurd (Kürt sorunu) ev têgiya ji alîyê dewleta fermî de hatiye holê. Kurd jî vê şaşîyê berdewam dikin. Tucaran Kurd li ser axa xwe, ne pirsgirêk in.

    Çalakîyên Kurd-kav’ê ên dema zivistanê ku bi navê “li xwe veger” a çaremîn 22/ 03 / 2008’an de roja Şemîyê li salona Kurd-Kav’ê pêk hat.

    Nêzî 50 beşdarî panel ji sêrî heta bi dawîyê guhdar kir. Civata panelê dîsa rengîn bû. Sosyalîst, misliman û ronekbîrên serbixwe bi hev re çûna panelê geş kirin. >>>>

Me kir wî ew jî çû

Tecavizcî Coşqûn- 25/03/08-Stenbol- Belê, operasyona li dijî rêxistina Ergenekonê berfireh dibe, kesên tirtire jî wek endamên Ergenekonê tên girtin û rûçikên wan eşkere dibin.

   Yek ji wan jî serokê Partîya Karkeran sayin qûnek Dogû Perînçek e. Gerçî me ji roja pêşîn de ev qûnek nasdikir û zanîbû ku dêqehpekî temam e, lê me bigota jî kesî bawer nedikir. Mêrik bi navê şoreşgerî û qaşo bratîyê  gul dibirin Bekaayê û qaşo xwe li ber dilê Kurdan şîrîn dikir. Lê heçê ew nasdikirin zanîbûn ku ew ji 1974an ve zilamê dewletê ye û di kovarên xwe de ixbarîya rêxistin û şoreşgerên Kurd dikir.

   Werhasil, dozgerê Tirk Zekerîya Oz û hevalên xwe kutan Dogû Perînçek û çend hevalên wî û berê wî dan qulika hepsê.

   Îcar xwezî bi wê rojê ku dozgerek bi namûs ji nav Kurdan jî derkeve û endamên Ergenekonê ên di nava rêxistin û partîyên Kurdan de jî derxîne holê û bes!

     Lê kaaaaaaa!?

Heta bi tirr û fisên wan ne wek ê xelkê ne

Raca Xan-24/03/08-New Delhî- Xelk û alem festîvalên xwe ji bo xêr û bêrê, ji bo ku fêdeyek li insanan bibe çêdikin. Lê xuyaye Hindistanîyên me mana festîvalan xelet fêhm kirine û dest bi lotikên paşûpêşkî dikin. Dibêjin "Dengê defê ji dûr ve xweş tê".  

   Îcar xuyaye pismamên me jî dengê festîvalan ji dûr ve bihîstine û li gora wî dengê dûr festîvalên kesanedî lidardixin.

   Werhasil, kerem bikin li festîvala pismamên me Hindiyan binerin. Binerin û bêjin bê ka ev festîval di warê tendirustîyê de çi dide mirovan .>>>>>

 

Hinek jî govend

 

 

 

Sayin LOTIKXANE

 

Kurd jî eyni wisa di îşkencexaneyan de dixesandin.

Ez bi xwe jî yek ji wan Kurdan im ku pişti xesandina di îşkenceyan de êdî zarûk ji min re çênebûne. Silav u serkeftin. Xwendevanekî LOTIKXANÊ

 Xesandin yan êşkence ye!

Polat Erdem- 23/03/08-Izmîr Dibêjin Tirk di xesandina insan û heywanan de yekemîn in. Li gora lêkolînekê, derketiye holê ku herî zêde Tirk insan û heywanan dixesînin û wan ji mêranî dixin. Ji xwe ji ber vê xesandinê ye ku roj bi roj li Tirkiyê qûnektî, nemêrî û heywantî zêdetir dibe.

   De ji xwe re li vî kerxesînê Tirk veterîner Velî Keskîn binerin.

   Li bajarê Izmîrê, qeza Selçûkê veterîner (beytar) Velî Keskîn pisîk û kûçikan bi saxî dadiliqîne, wan diqelêşe û qaşo dixesîne. Mêrik tu dibê qey di daîra dewletê de ye, cilên nuh, telefon di ber de, bê lepik, bê morfîn, hema bi saxî rebenê pisîk û kûçikan dide ber kêr û neşterê.

   Îcar hûn bifikirin bê Tirk çi êşkencê li insan û heywanan dikin qardeşim!

Ev wêne nimûna insanetî û demokratbûna Tirka ye

Şermîn Wanî-- 23/03/08-Wan- Bextê xwe xera nekin û nebêjin "Tirk ne demokrat in" yan "Tirk ne insan in". Ev wêneyê Newroza bajarê Wan ê nimûna insanetî û demokrasîya dewleta virqo ye.

   Polîsên dewleta Tirk, polîsên ku ji heywanan jî heywantir in, dirinde, hov û dêqehp in, bê şerm û fedî li jinên Kurd dixin û êşkencê bi wan dikin.

   Lê sûc sûcê me ye keko, heqê me ye. Heger rêxistinên ku li ser navê Kurdan qaşo şerê çekdarî dikin, li metropolên Tirkan bazdana ser dê û jinên wan, ev bele nedihat serê me jî. Wî çaxî wê dê û jinên Tirk bizanîna bê ka insanetî, mafê jinê, lêdan û êşkence çiye.

   Bila jinên wan li metropolan xwe makyaj bikin, di kerxanan de têr gon bixwin, û bila jinên me jî li Kurdistanê êşkencê bibînin!

   Hêzên ku naxwazin li metropolan Tirkên bêbav aciz bikin û jiyana wan biherimînin, bila bizanibin ku ew bi xwe jî dibin şirîkên van êşkence û lêdanên dirinde û hûn sax!

Cil û bergên Kurdan û çavsorîya Tirkan

Cembelîyê Botî-22/03/08-Colemêrg-

Di Newroza îsal de DTP ê biryar girt ku bi cil û bergên Kurdî dakevin qadên Newrozan. Herçend biryarek gelek direngmayî be jî, lê gelek baş bû.  Axaftinên wan jî li gor salên berê Kurdewarîtir bûn. Heke mirov wek Kurdan lixwe bike, mirov wek Kurdan daxive û wek Kurdan tev digere. Ji ber ku cil û bergên Kurdayetî, hestên mirov yên Kurdayetîyê jî bilin dikin.

   Lê lixwekirina cil û bergên Kurdan zirav li dewleta Tirko qetandin, ew har û dîn kirin û girêza devê wan herikand. Ji ber hindê jî li Wanê û Colemêrgê destûr nedan ku Kurd Newroza xwe bi cil û bergên xwe pîroz bikin. Bi awayek harbûyî û çavsorî êrîş birin ser girseyan û şer qewimandin. Li Wanê nêzîkî sedan kesan birîndar in. Di nav wan de birîndarên xedar jî hene. >>>>>

Kuro tu her bijî Osman Baydemîr, bila Recebo bi qurbana gunikên te be rebbî!

Serdar Mirad-22/03/08-Amed- Serokê şaredarîya Amedê kek Osman Baydemîr di Newrozê de tirr ji dewleta Roma Reş berda û dilê me rehet kir. Baydemîr axavtinek ewqas Kurdewarî û xweş kir ku nayê gotin.

   Baydemîr silavên Hewlêra paytext ji beşdaran re anî, behsa tifaq û yekîtîya Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê kir û got: "Bila kes xwe nexapîne, Kurd ne Kurdên berê ne, êdî wê tucarî şerê birakujî di nav Kurdan de rû nede" û gellek gotinên din.

   Werhasil, di derbarê pakêta hikûmeta Erdogan de jî got: "Hûn zanin bê ji pakêta Erdogan çi derket? Kundir derket kundirrrrrrr! Ji 1976an û hetanî îro ji pakêtên wan kundir derdikevin. Wî kundirî dipijînin, dikelînin û dîsa didin me. Lê wille, bille û tille ew kundir nema tê xwarin qardeşim" filan û bêvan.

   Ez serê we neêşînim, bi hersê telaqên jinberdanê Osmanê me dilê me rehet kir û qiraseyekî wek ê kerê Lotikxanê xist qûna Recebo.

   Kuro her bijî Osman Baydemîr! Xwezî 10-15 babaegîtên wek te li bakur hebûna û bes bû. Wê gavê wê Tirkan bidîta bê dew brê mêst e yan na!

   De bila Recebo û gellek Kurdên bêxîret bi qurbana gunikên te bin û tu sax!

 

21ê Adarê û 01.01

Bavê Jînê-21/03/08-Ewrûpa-

21ê Adarê roja cejna Kurdan a netewî ye. Roja berxwedanê , serhildan û azadîyê ye. Roja geşt û seyran, dawet û dîlan, xweşbûn û geşbûnê ye. Roja pêxistina agirê Newrozê ye. 

   Vêca hûn dizanin, dema agir geş be û mirov xwe bide ber êgir çi diqewime? Laşê mirov germ dibe gerrmmmm! Dilê mirov çargopal lêdixe û lotikan dixwaze.  Ma ne wilo ye qurban?

   Bi wê germê, mirov tê malê, bi kêyfxweşî dest bi lotikan dike, cûhnî dikute û bizrê xwe tavêje. Piştî neh meh û deh rojan, mirov berê xwe hildide (fêkîyê xwe datîne) û ew jî dibe 01. 01.

   Vêca hûn niha dizanin ka ji boy çi rojbûna piranîya Kurdan 01.01 e ?  Ji ber ku di roja NEWROZ Ê de pir lotikan tavêjin. Heke hûn bawer nakin, qelem û defterên xwe bigirin û bihesibînin. Ku hûn hisab nizanin, bidin hisabkirin. Heke hûn wê jî nizanin, roja Newrozê Lotikan bavêjin. Neh meh û deh rojan li bendê bisekinin, hûnê encamê bibînin.

    Dê hadê hûn û lotik bi hev şa bin,  Newroz û lotikên we pîroz bin rebbî!

Newroza Kurdên Libnanê bûye tiştekî bazirganî

   

Sîrwan Qiçço-21/03/08-Libnan-

Yawoo ev malxerabên Kurdên Libnanê tucarî nabin wek mirovan, tu dibê qey bêxwediyan ne ji xaka Kurdistanê ya pîroz hatine…!?

 

Em tev dizanin ku Newroz tiştekî li cem her Kurdekî bi namûs pîroz e, lê ev roj li cem van qeşmerên ku xwe dikin serok û rêberên Kurdan li vî welatî, ne wilo ye. Tevî ku hikûmeta Libnanî derî li ber wan vekirine da ku cejn û helkeftên xwe bi tena xwe û li gor kêfa xwe bikin, lê ev bêbav terka adetên xwe yên bigû nakin.

    Lewra her yek berê xwe dide cem hêleke Libnanî da ku destê parsê dirêjî wan bike…!

    Hinek ji wan berên xwe didin cem lawê Herîrî da ku çend qirûşan bi wan de û hinek dolar berra bêrîkên wan yên vala bidin, hinekên dî jî berên xwe didin serokê partiya xwedê teala ( xwedê rîhê ) û destên xwe yên pûç li ber wî vedikin da ku para wan ji pereyên Ecemî bide wan…!!

   Ez serê we naêşînim, lê bi kurtî ez dikarim bêjim ku gunehe em navê (Kurd) li van parsek û sêwiyan bikin û hûn sax!

We em teqandin qardeşimmm!

Mîr Ronas-06/04/08-Êlih-

Ey gelê Lotikxanê! Çi bûye ji we qurban, ma ev teknîk meknîka  we  qet xelas nabe bavê min! Ma em li benda we qerimîn wey!

   Gelo perê we xelas bûne? Tirka we xistiye bin çava?  Zelzele li ba we çêbuye? Ma yabo em karin alikariyekê bidin an na? Em di meraqê de ne wey.

   De bavê min welle jiyan bê lotikxane nameşe.

   De bijî Lotikxane û xwedê alîkarê we be rebbî...

 

Kakacan dînan derbasî Kurdistanê nakin

Cemîl Cewher-03/04/08-Hewlêr- Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin hunermendên germik û nermik Aydin û Dîno hatine Hewlêrê lê asayîşê derî li wan xilqandiye û dîsa bi balafira ku pê hatibûn paşûpê şandine Ewrûpayê.

   Dîsa li ser bextê xelkê be, dibêjin asayîşa balafirgehê ji navê “Dîno” pir tirsiyane û bawer kirine ku ewê li Kurdistanê dînîtî-mînîtîyan bike û serê wan têxe belayê.

  Ji ber vê jî, dengbêj Aydin jî bi agirê navê “Dîno” şewitîye û polîpoşman vegeriyane Ewrûpayê.

   Yaw qardeşim, Dîno! Yan navekî xweştir li xwe bike û yan jî ellawekîl çi cara ku tu biçî Kurdistanê wê te vegerînin û tu sax!

   A baş navê xwe bike “Biaqilo” û hew!

    Ê de derbasbûyî be cîgerlerim.....

Reşkên şevê ji qulê derketin

Bengîn Elegez- 31/03/08-Moskova-Xwedê kesî bêaqil û ehmeq neke. Di nava her milletî de bêaqil û ehmeqên xwedê hene, lê van ehmeqên Rûs sînor ji ehmeqîyê re nehiştin.

   Dibêjin endamên „Dêra Ortodoksa Rûs a Rasteqîn“ tam 5 meh in di binê erdê de, di şikeft û qulikên mişk û maran de jiyane û li bendî roja qiyametê mane.  Lê piştî ku baran pir barîyaye û şikeft bi ser wan de herifîye, dubendî ketine navbera wan û bi alîkarîya rayedarên herêmê qanih bûne ku ji binê erdê derkevin.

   35 bawermendên Dêra Ortodoks a Rûs bawer dikirin ku wê di meha Gulana 2008an de qiyamet rabe û dinya serûbinê hev bibe. Ji ber wê jî berî 5-6 mehan xwe di şikeftekê de veşartibûn.

   Werhasil, piştî ku tirr di qûna wan de nema û hew karîbûn di binê erdê de bijîn, îcar lotikek li roja qiyametê xistin û derketin der.

   De xwedê kesî ji aqil mehrûm neke rebbî!

Xaltêya Medê û Nimêja Înê

Hesê Belê-30/03/08-Amed-

 

Wê rojê min hibîst ku li Emerîkayê jinek nimêja înê bi jinên misilman dide kirin. Kesên ku hay ji dîroka me nebin, vê wek yekem bûyer dinirxînin. Lê, berî bi salan, li Nêribê Xaltêya Medê nimêja înê dabû kirin lê piştre ev ji merîyetê hat rakirin. Bi vî awayî ku:

    Wek hûn zanin, piştî serhildana Şêx Seîd a 1925an (silav li wî û hevalên wî be), li Kurdistanê ji ber ku piranîya alimên me, mezinên me, mêrên me bi mahneya vê bûyerê hatin girtin, yan ketin zindanan û yan jî çûn ber darê sêdarê; pêwistîyek mezin bi alim û zanyaran hebû.

   Herweha, ji ber ku medreseyên me hatibûn girtin, xwendin û perwerdeya netewî û dînî qedexe bû gelê me ummî mabû. >>>>>  

Qûn li xwe çirandin, waweylêêê!

Firildeq Elî- 29/03/08-Stenbol- Yaw ev insan çi ecêb in ya starrrrrr! Ji bo çend qirûşan qezenc bikin tiştek namîne ku nakin. Ji xwe ev Efrîkîyên reşik hene ya, pekkkkkkk....Heta bi qûna xwe kirine xezîna narkotîkê ellawekîl!

   Va çend carin li balafirgeha Stenbolê çend Efrîkî tên girtin. Îcar di kamerayê de çi ji zik û qûnên wan derdikevin hûn zanin? Kokaîn! Kokaîn kuro!

   Yaw hûn wan hebên kokaînê çawa dixin qûna xwe qardeşim? Ma hûn naçirin? Erê kuro, zikê xwe tije kokaîn dikin, qûna xwe bi kokaînê dixitimînin, hew maye ku kortika çavên xwe jî tije kokaîn û eroîn bikin law, errreekkkkkkk!

   Yaw bi xwedê em jî miflis in, birçî û tazî ne, lê me tu kokaîn û eroîn nexist xwe yabo, tobe tobeeeee!

Tecawiza mirov xêr e, lê a mirîşkê sûc e

Tecawizcî Coşqûn- 29/03/08- Sakarya- Niha go em bêjin dîsa hûnê bêjin:“Ya starrrrrrrr, dîsa Lotikxanê çirannnnnddd!“ Yabo bi telaq û namûs ev serpêhatî rast e.

   De binerin, li bajarê Sakarya, nehîya Karasû yê xortekî 17 salî (H.T) çi dike hûn zanin? Bazdide ser mirîşka melayê gundê Konacikê û mirîşkê dikuje. Yanî bi gotinek vekirî, H.T dikute mirîşka reben û wê diçirîne, dikuje.

    Îcar melayê gund Alî K, serî li dadgehê dixe û doza namûsa mirîşka xwe dike. >>>>>

Herdu keşeyan tizbî bi hev guhertin

Ehmed Şeşfîşek- 29/03/08-Sofya- Belê, dibêjin serokwezîrê Tirkiyê Keşe Receb hatiye Bûlgarîstanê da ku xwedêgiravî xwe li ber dilê Tirkên li Bûlgarîstanê şîrîn bike. Keşe Recebê ku pêl maf û namûsa 30 milyon Kurdên bakur dike û hebûna wan bi pîvazekê nahesibîne, radibe mafê çend qûnekên Tirkên Bûlgarîstanê dixwaze û ha ha dizire.

   Werhasil, dibêjin Keşe Receb piştî ku li mizgefta Kircali nimêja xwe kiriye (xwedê qebûl neke rebbî), berê xwe daye  dêra Svêtî Georgî û silavek daye Keşe Petar.

   Keşe Petar jî kêfa xwe anîye û rabûye tizbîyek zêr daye Keşe Receb. Keşe Recebo jî di bin barê kerê Keşe Petar de nemaye û wî jî tizbîyek zîv daye Keşe Petar.

   Ez serê we neêşînim, herdu keşeyan hevdu bi tizbîyan qanih kiriye, mehra hev birrîne lê dem û wextê zewacê eşkere nekirine.

   De xwedê bikim têxin hev û ji hev dernexin rebbî!

Te hinekî behsa Kurdên rojhilat jî bikira baş bû lê de neyse

Diyar Baban- 28/03/08-Mahabad- Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin kekê me Şêx Edhem Barzanî daxuyanîyek Kurdewarî û tam li gor dilê Lotikxanê belav kiriye û piştgirî daye xebata Kurdên bakur û rojava.

   Em wek xebatkarên Lotikxanê û dilşewatên doza Kurd û Kurdistana mezin vê helwesta Şêxê xwe pîroz dikin.

   Dibêjin Edhem Barzanî di daxuyanîyê de gotiye: Lêre ez dawayê li her Kurdekî dilsoz dikim, dawayê li hemi partî û rêxistinên siyasî dikim, dawayê li hemî siyasetvan û rewşenbîrên welatparêz dikim, dawayê li hemi rêxistînên civakî û medenî dikim ku piştevaniyê li berxwedana milletê Kurd li bakur û rojavayê Kurdistanê bikin, çunkî eve erkekî pîroz ê netewayetî û ayînî ye û dikeve ser milên her kesekî ku xwe bi dilsozê Kurd û Kurdistanê dizanit“ filan û bêvan. >>>>>

JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ RE

Komela Nivîskarên Kurd-

Li Amed, Êlih, Stenbol û gelek ciyên din pîrozkirina Newrozê li gorî wateya xwe pêk hat, bi rengê cejnê derbas bû. Lê belê li hinek bajaran ji bo pîrozkirinê destûr nehat dayîn û bûyer derketin.

   Li Wanê, Sêrtê, Cûlemêrgê û Gewerê hêzên ewlekariyê bi awayê neyînî û tundiravî nêzikahî nîşandan û bûn sedema bûyeran. >>>>>

 

Gelê Kurd, bi mirina, Çerkezê Reş, ronakbîrekî mezin hunda kir.

 

Derwêş M. Ferho

 

Bi dilekî xemgîn min bihîst ku di roja 21ê Adarê de, Çerkezê Reş, bîrewerê mezin, li Êrîvanê çû ye dilovaniya xwe. Di destpêkê de min bawer nekir. Heta ku ez bi Grişayê Memê re axaftim û berî ku ez bipirsim wî ew xebera nexweş ji min re got. Min jê tika kir ku berdêliya min bike û here serxweşî bide malbata wî.

    Di payiza 2004 de ez, senatorê şerefê yê Beljîkî Hugo Van Rompaey, Alîkarê Parlementoya Bruksel Jan Béghin û du rojnamevan, Nick Hannes û Paul Vanden Baviére, bi seredanekê çûbûne Gurcistan û Ermenistanê.  >>>>>

Werin nav refê Lotikxanê cîgerlerim!

Ehmed Beyan- 26/03/08-Enqere- Em Kurd milletek ecêb in. Ezezî û nexweşîya serokatîyê ewqasî ketiye xwîna me ku ji kanser û zana zirav xerabtir bûye. Berjewendîyên kesayetî, malbatî, timayî û navûdeng ji bo me hertişt e. Ji xwe ji ber vê nexweşîyê ye ku em Kurd nebûne tiştek û 101 parçe ne.

   Werhasil, bav û kalên me ji berê de dibêjin:“Ne gundê bê rez, ne şivanê bê pez û ne jî kesê dibê ez û ez, hersê jî bi kêrî tiştekî nayên“.

   Şivantîya pez baş e lê ne şivantîya ku berjewendîyên xwe di ser berjewendîyên pezê xwe re bigre û li qencîya pezê xwe nefikire, xêra pez nexwaze.

   Werhasil, me hêvî dikiir ku wê HAK-PAR û KADEP rojek berî rojekê xwe ji nexweşîyên ezezî û serokatîyê xelas bikin û bibin yek. >>>>>

Her çerm nayê xwarin kakam!

Xêrnedîyê Amûdî-26/03/08-Amûdê-

Birêz Kurdistan.TV, her kesayetîk modêlekê lêdixwe, xwedê giravî tu deng û rengê partiyek xwedan dîrok î û îro jî di cîhê rêveberyê de ye. Ne sezayî teye ku tu ekrana xwe erzan bikî mîna hin televizyonin dîtir. Ji ber navê te Kurdistan e, tu bi navê xwe barekî herî giran li xwe dikî û berpirsiyarîya pir tiştan ji te tê xwestin.

   Birêz Mesûd Barzanî serokî herêma Kurdistan peyamek şand ji bo serokkomarê Sûriyê birêz Beşar Esed re di derbarê pelamêrî leşkerên rejîma wî ya hovane li ser gelê Qamişlo.

   Mexabin telivizyona we piştî vê peyamê ne bi rojekê, û hîn xelkê Qamişlo li bin konê hersî mexdûran bûn, gel li ser birîndaran li nexweşxanan serdan dikirin,Kurdistan-TV 23-3-2008 seet di deh û nîvan de li dor seetekê ((ahenga cejna evinê)) ji gelê Qamişlo re diyar dikir >>>>>

Kevir û kûçik

Cembelîyê Botî- 25/03/08-Hekarya-

Ev bûn sê rojin li bajarê Hekarya û navçeyên wê ji ber şahîyên Newrozê û arêşeyên wê di nav xelkê xwecîh û dewleta dagirker tevlihevî didomin.

   Ev sê rojin dikan hemî girtî ne, xelkê xwecîh di nava dudilîyekê de ne û li benda sekînîna van bûyer û arîşeyan e. Piranîya malbatan di malên xwe de bê nan mane. Lê ne dewlet, ne jî dilxwazên DTP naxwazin dawîya arêşan bêt.

   Ew jî ne bes e, armanca Newrozê , êrîşên dewletê û nerazîbûna girseyan diguhêrin, rê li ber wan berze dikin û berê wan didin Erdoxan, Apo û walîyan. DTP yî, ji me çêtir dizanin ku ew karê dewlet û artêşa wê ye.  Divê ew di bûyeran de bibin armanc. Lê wisa nakin!

   Lêre dema ez li welat bûm hat bîra min. >>>>>

 

Nêrîyê kol!

 

      Farûqê Devliken-24/03/08-Mêrdîn-

Ev serê hefteyekê ye ku her roj rojname û telewîzyonên tirko li ser mêrê du jinan, der barê Osman Ocalanê ser papor nuçe li ser nûçeyan, agahî li ser agahîyan diweşînin. Rojname û telewîzyonên tirko bi hev re ketine pêşbazîyê…

   Nêrîyê kol jî, xema wî ne ji terikê wî, haya wî ji bayê felekê tune, por û simbêlê xwe reş biriqandibû û li kêleka bûka nûgîhayî bi çavên xapînok û xayînok li dora xwe dinerî. Şûr simbêlê wî nedibirî!.. >>>>>

Stalwart Service for U.S. in Iraq Is Not Enough to Gain Green Card

Saman Kareem Ahmad, left, served with then-Capt. Trent A. Gibson. Gibson backs Ahmad's application for permanent U.S. residence. (Courtesy Of Saman Kareem Ahmad)

 

By Karen DeYoung

Washington Post

During his nearly four years as a translator for U.S. forces in Iraq, Saman Kareem Ahmad was known for his bravery and hard work. "Sam put his life on the line with, and for, Coalition Forces on a daily basis," wrote Marine Capt. Trent A. Gibson. >>>>>

Kurê ciwamêran bedena xwe dişewitînin, destê wî şewitîye yanî çi!

Salihê Mûşî-23/03/08-Mûş- Dibêjin di dema pêxistina agirê Newrozê de wekîlê me Sirri Sakik destê xwe şewitandiye û berê wî dane nexweşxanê.

   Mala xwedê sed carî ava be, agirê Newroza me destê wekîlekî me jî şewitand, peyamek da wan û got:”Binerin wekîlno, ez agir im, hem jî agirê Newroza pîroz. Ji ber ku hûn zêde li doza milletê Kurd xwedî dernakevin min vê carê destê we şewitand. Lê sala bê heger hûn dîsa sisto-misto bin û di meclîsê de destê xwe li masê nexin, ezê vê carê şerwal û doxîna we jî bişewitînim û xelas!” û lotikek li wekîên me xistiye.

   De şewata destê Sirrîyê me li ser xêrê be rebbî! Aqûbet li dest û lingên wekîlên din be...

Xezîna dewleta qûnde

Mîr Bedirxan- 22/03/08-Êlih- Go xezîna dewleta Osmanî vala bû, weziran go: “Ya Siltanê qûnek ka em çawa bikin!” Wezirê çepê go: “Em qemçûrê derînin”. Siltan go: “Wek çi kurê min!” Wezîr go: ”Siltanê min, em li serê pirê yekî deynin û ê bê em jê weraqa bistînin”. Siltan go: “De başe”.

   Çendeyek derbas bû siltan go: “Min di we kirino, ka deng ji xelkê derneket!”

Wezirê çepê go: “Na siltanê minî qûnek, ê naxwe wexta ê ku hat û ji pirê derket jî emê weraqakê jê bistînin”.

   Çendayek derbas bu dîsa deng ji gelê Tirk derneket. >>>>>

DTP toz û dûman rakir

Lotikxane-22/03/08-Amed-Rayedarên partîya DTP di Newroza Amedê de xwe Kurdewarî girêdan û tirr ji dewleta virqo berdan. Çi di axavtinên xwe de bin, û çi jî di girêdana cil û bergên Kurdî de bin, ciwamêran xweş kirin.

   Xwedê heye, divê mirov heqê wan nexwe.

   De li DTPî yên me binerin bê çawa toz û dûmanê radikin. >>>>>

Segbavên Ereb dîsa xwîna Kurdan rijandin

Ebû Cengo-21/03/08-Qamişlo- Erebên segbav dîsa li Qamişlo xwîna Kurdan rijand û nalet li dê û bavê xwe anîn. Hêzên ewlekarîya Sûrîyê Newroza me bi xwînê sor kirin û şahî li me kirin şîn.

   Di êrîşan de 3 kes şehîd ketin, bi dehan kes brîndar bûn û gellek kes jî hatin girtin.

   Ya rebbî!

   Ya rebbî tu xezeba xalê me Georg Bûşh bi ser Beşar El Esed de bibarîni!

    Ya rebbî tu teht û zinaran bi ser Sûrîyê de bigindirîni!

    Ya rebbî tu xort û zilamên Kurd bera ser keç û jinên Erebên bêderpî bidi û heyfa me ji wan hilîni!

     Ya rebbî tu xiyarekî Mêrdînê, şebeşekî Diyarbekrê, petîxekî Bedlîsê û sê hinarên Wanê têxi qûna Beşar El Esed û xelas!

Rewşa dil

Dilyarê  Xanê-21/03/08-

      

Dil naraweste divê biçe

Bêrya te kirîye

Bê hews û bêzare dil

Mijankê te tîr in

Kevan birhûne

Nêçîrvane cavê dil

Hestên min bi axa te stirane

Xwîna min bo jîna te nîşane

Bê tebat û kurpe kurpe dil

Riyên te li rûkê min xweş  vedane

Evîna te li min barekî girane

Tucar nayê xwar

Reh berdaye dil

Feryad û gazîyên te li çav girî ne

Êş û ahînên te li hiş ronî ne

Çibkim di evê çaxê

Bê çareye dil……

Ala Medan, pîrozbûna agir û agirperestî

Bavê Jîndar- 20/03/08-Colemêrg-

 

Geli xwendevanên Lotikxanê,  vaye îsal jî cejna serxwebûn, berxwedan, azadî û yêkîtîya gelê Kurd Newroza netewî bi ser me de bi xweşî hat. Newroza we hemûyan û ya gelên Kurdistanê pîroz be. Lê emê vê carê li ser Newroz ê nenivîsin. Mijara nivîsa me wê pir bi kurtî be.

1- Pîrozbûna agirê Newroz ê. 

2- Alaya împaratorîyeta bapîrên me Med an.

3- Agirparêzîya Kurdan. Hersê jî nirxên Kurdan yên pîroz in û girêdanên wan yên dîrokî bi hevre hene.

Dibe ku ji bo hinek xwendevanên me bibe agadarîyek nû jî. Lewra me xwest em bi we re van agahdarîyan parve bikin.>>>>>

                          info@lotikxane.com    lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006