Li ser bextê gundî û cîranan be, dibêjin xaltîka me Leyla Zana di parlementoya Hollandayê de li ser mijarên dawî yên Tirkiyê axivîye û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê pê?niyarek balkê? kiriye, gotiye: “Erdogan li Tirkmenistanê dibêje em du dewlet û yek millet in. Ez jî dibêjim ku em yek dewlet û du millet in” û lotikek “fîftî fîftî”, lotikek sar û germ avêtiye.
Ê ba? e xaltîka Zana, çima ne du dewlet û du millet keçko?
Dewlet çû, al çû, serxwebûn ket gorê, yaw ma tu ji bo “yek dewlet û du millet” 10 salan di zindanê de raza lê?
Carekê jî xwelîya heft gundan li serê Kurdan bikin û di parlamentoyên Ewrûpayê de bêjin: “Em dewleta xwe dixwazin baba, du dewlet û du millet” wî. Ma dinya xira dibe ji bo xwedê!
Ma wê hinek serê we jêkin?
Hollanda