Çima ku keça eskera ye, esker bernedan ser xwe

Min digot ez hew li ser van dolheram û çeqilmastên Tirko dinivîsim, lê kurm û vîrûs e. Heta meriv li ser wan nenivîse û kela dilê xwe hênik neke,...

Min digot ez hew li ser van dolheram û çeqilmastên Tirko dinivîsim, lê kurm û vîrûs e. Heta meriv li ser wan nenivîse û kela dilê xwe hênik neke, ne sebra meriv tê û ne jî xewa meriv. Kurm û vîrûsa wan ji vîrûsa ?ewba mirî?k û berazan jî xerabtir û dijwartir e ellawekîl..

Li ser bextê zinêkar û tarikselatan be, dibêjin derhênerê Kurd ?ûayib Adlix bi hevkarîya Fransayê xwestiye flîmekî li ser 12 Îlona 1980î û zilm û zora eskerên Tirko çêke. Xuyaye wê flîm li ser keçek Kurd û tecawizkirina wê ya ji alîyê eskerên Tirko ve be. Ji bo ku wek keça Kurd rola sereke bilîze, pê?niyaz ji lîztikvana Tirk Ba?ak Sayan re hatiye birin. Ji bo ku wê lotikvanê mezin û qerase Al Pacîno jî di flîm de cîh bistenda, Ba?ak Sayan ketiye kelecanek mezin û hetta nav ?eqê wê jî ?ilo pilo bûye, kêfa wê hatiye.

Lê?

Lê ji ber ku Ba?ak xanim jî keça malbatek esker e (belkî destê malbata wê jî di kujtina Kurdan de hebe), Ba?ak xanim rola keça Kurd red kiriye, qebûl nekiriye û nexwestiye navê tecawizkarîyê bîne ser eskerên dêlika Asenayê.

Hûn dibînin ne?

Kes dengê xwe ji tecawizkirina bi hezaran keçên Kurd re nake, lê çima ku hinek dixwazin eyba qûna eskerên Tirk e?kere bikin û tecawizên wan bikin flîm,  doxînsistên wek Ba?ak Sayan naxwazin di wan flîman de rol bigrin û eyba qûna eskerên xwe bikin flîmê sînemê.

Hûn dibînin bê lîztikvan û cewrikên xelkê çawa xwedî li eskerên xwe, li dewleta xwe û li nîjadê xwe derdikevin ne? Niha hûn li kok û eslê wê bikolin, belkî Bûlgar, Arnawût, Çerkez, Bosnayî û yan jî Rûm û qereçîyên Roman derkeve. Lê Ba?ak xanim gotinê nayne ser eskerên dewleta xwe û malbata xwe ya esker.

Wele keçko aferîn ji te û 101 bavê te re!

Niha em Kurd bûna, meyê ji bo nav û dengê xwe, ji bo çend qirû?an pêl her ti?tî bikira û bidaya bin dûvê tore û adetên xwe, derhal di flîm de bilîzta.

Ez dibêjim Tirk di gellek waran de ji me çêtir in we go çi?

Neciwamêran bi saya nîjadperestî û netewperestîya xwe, bi saya paraztina Tirk-Îslam sentezîya xwe, bi saya siyasetek netewî, hew nemaye ku dinyayê têxin bin destê xwe.

Û em?

Em jî bi siyasetek berdî berdayî, bi firotin û qurbankirina nirx û hîjayîyên netewî, bi dek û dolabên Osmanî, Kurd û Kurdistanê didin ber firotinê û ji bo berjewendîyên xwe, partîya xwe û dewleta Tirk, ha ha gav bi gav, parçe bi parçe Kurdistanê ji holê radikin.

Êêêê, îcar kî ba? e yabo qurban?

Ez serê we neê?înim, ez bi xwe helwesta lotikvana tenûrgerm Ba?ak Sayan pîroz dikim û ji serê lingê wê heta bi enîya wê dalêsim û xelas…

Stenbol

Categories
Kadîn
One Comment
  • XWELISER
    28 März 2011 at 23:04

    Yabo j?n?k ç?ma dolharama,b? telake ummete j?n je b?namust?r n?na.be ç?ma,d? f?lmede j?n?k nawe askere xwe x?ra nake,le em kurde be mej? ç?d?k?n,em d?ç?n newroza hozane xwe x?rad?k?n,ma eme çawa b?b?n m?rov,eme çawa serb?kev?n ma ne w?saya.

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

      Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
    • PKK û bangewazîya yekîtîyê

      Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
    • Di siyaseta Kurdan de giringiya ehlaq!

      Dara Bîlek Gelek caran di siyasetê de mijara ehlaq jî tê gotûbêj kirin, ehlaq di lepta insanan û jiyana wan ya rojane de derdikevê pêş û gelek caran insan...
    • Talîş kî ne ?

      Ugur Dursun Adsız Îro Kurdên Talîşî bi gelemperî di derdora Çîyayên Talîş, di navbera devletên Azerbaycan û Îranê de nîştecih bûne. Li taya Azerbaycanê de ji bajarên Başûrê Azerbaycanê...