P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Çavû?oglû jî ji makzagonê re got:”Êdî bes e!”


Av. E. Dîlan

mevlut-cavusogluSerokê Meclîsa Komisyona Parlamenterên Awrûpayê Mevlut Çavû?oglû, di derbarê rew?a Tirkiyê û makzagona heyî de dîtinên xwe anîn zimên û çend lotikên aqlêselîm avêtin. Çavû?oglû ji makzagona îro ya Tirkiyê re got:”Êdî bes e!” û got ku êdî Tirkiye nikare vê makzagonê hilgire.

 

Serokê MKPE Çavû?oglû, pê?niyazên xwe ji hikûmeta Erdogan re gotin û da zanîn ku divê hikûmet serî li raya xelkê Tirkiyê xe û dawî li van pirsgirêkan bîne. Çavû?oglû di wê bîr û rayê de ye ku makzagona ji alî xelkê ve bê qebûlkirin, hem maqûltir û hem jî pêbawertir e.

Çavû?oglû yê ku cara yekem wek yekî Tirk bûye serokê MKPEyê, di derbarê reforman de jî axivî û got ku “divê Tirkiye avêtina gavên demokratîk berdewam bike û reforman pêk bîne. Herweha pêwistîya Tirkiyê bi makzagonek nûjen hene, ger partîyên mixalefet li dij guhertina makzagonê derkevin, divê hikûmet serî li bîr û raya xelkê xe û guhertina makzagonê ji alî xelkê ve bê qebûlkirin”.

Çavû?oglû bi taybet li ser guhertina makzagona Tirkiyê sekinî û anî zimên ku “divê Tirkiye xwe zêdetir wek berpirsiyar bibîne, bibe welatek mînak. Divê Tirkiye berpirsiyarîyên xwe yên li hember Yekîtîya Ewrûpayê bîne cîh û rê li ber reforman negire”.
Mevlut Çavû?oglû, di dawîya axavtina xwe de wek serokê MKPE bala hikûmetê ki?and û got ku divê hikûmet bê rawestan reforman bidomîne û rê ji guhertina makzagonek nuh veke. Çavû?oglû bi dewamî anî zimên ku Tirkiye bi avêtina hinek gavan û pêkanîna hinek reforman karekî ba? kiriye û di warê mafê mirovan de serketinek berbiçav tê dîtin.

Werhasilî kelam, Çavû?oglû lotikên xwe? avêtin. Lê balkê? e ku ew reformên qa?o hatine pêkanîn ji Kurdan re her seqet û lenger dimînin û dixitimin. Ji alîyekî behsa gavên demokratîk û pêkanîna reforman tê kirin, ji alîyê din rê li ber bikaranîna tîpên Kurdî wek X,W,Q,Î, Ê tên girtin, zarokên Kurd ji ber avêtina keviran bi cezayên giran tên zîndankirin, endam û rêveberên partîyên Kurd tên girtin û navê van lotikên bêîman jî gavên demokratîk û reform in.

Gelo kî vê ?orbê dixwe û ev lotikên bêîman dikevin serê kê nizanim, lê helbet Tirkiye li gora salên 80î pir hatiye guhertin û tê guhertin. Helbet yekser guhertina mejiyê Tirkan û Tirkiyê ne hêsan e, jê re wextek dûdirêj lazim e.  Pi?tî înkar û tunekirina 70-80 salî û niha qebûlkirina rastîya hebûna Kurdan, ji Tirkan re weke ku “qantir bizê” bûyerek kesanedî ye. Ez bawerim divê em Kurd hinekî rew?a Tirkan jî fahm bikin û hêdî hêdî lotikan li wan xin, wan bi pehîn û kulmên Mihemed Alî Qiley netirsînin û wan hêdî hêdî kedî bikin.

Ez serê we neê?înim, xwedê teala gotiye:”Kufir dom dike lê zilm dom nake”. Ez bawerim dûr yan nêzîk, wê ahê Kurdan ji kesî re nemîne û wê rojekê dawî li vê zilmê bê…

04.02.2010- Enqere

Ev nivîs 351 carî hatiye xwendin


Şirove bike