P. Kemal
Tezkere temam, ma dagîrkirin
Devliken Kelogirî
De here
B. Ronahî
Kerê bi xwe re neanî
L. Şêxo
Hûn ji Kurdan çi dixwazin?
A. Dûran
DEMA HESABDANÊ
B. Qendilê
Xuyaye mêr di gundê me de nemane!
R. Kal
KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !
S. Îloz
One Minute Wan!
N. Çelîk
Girîngîya zimanê Kurdî û helwesta Karayilan
ARŞÎV | TÊKILÎ

Kola doxînê li meriv sist dike


Lêkolînerê Lotikxanê

Koka Kola (yanî Coca Cola lo) di dinyayê de vexwarina herî sereke ye ku xelk û jê hez dike û vedixwe. Bi taybet zarok û ciwan xwe li ser Koka Kola dikujin û karin qûna xwe jî li ser kin, ewqasî ku jê hez dikin. Lê derketiye holê ku vexwarinên bi Kola zirarek mezin dide hestîyên bedena meriv û doxînê li meriv dadixe kabokê.

Li gora ku textor û pisporên tendirustîyê radigihînin, fosfora ku di nava vexwarinên Kola de ye, hestîyan dirizîne û wan jar dike, dike wek lingên leglegê. Ne tenê rizandina hestîyan, herweha tê gotin ku vexwarinên bi Kola dibin sedemê qelewbûnê jî. Ji ber ku di nava vexwarinên Kola de ?ekir pir e, dihêle ku obezîte (qelewî) zêdetir bibe û herweha nexwe?îya ?ekir û dil jî peyde bibe. 

cola

Di vê derbarê de Prof.Dr.?ukru Hatûn, jina xwe ji xwe berdaye û gotiye:“Bi ?e? telaqên jinberdanê, bi serê Xelo û Celo kim, di hemi lêkolînan de derketiye holê ku girêdana obezîtê û vexwarinên bi Kola bi hev re heye. Vexwarinên bi Kola, ji alîyekî ?ekirê di nava xwînê de bilind dike, ji alîyê din „hormona însulîn“ê zêdetir dike. Ev jî dibe sedem ku beden rûn û dohn depo bike. Herweha dibe sedem ku mirov ji xwarin û vexwarinên ji ?îr dûr bikeve û ev jî dibe sedema alozî û têkçûna bedenê“ filan û fîstan.

Werhasilî kelam, vexwarinên bi Kola xeter in cîgerno. Îcar hûn vedixwin yan venaxwin ji xirrê ?emoyê mitirb ve û hûn sax…

Ev nivîs 818 carî hatiye xwendin


Şirove bike