Aha Kurdayetî ev e ha, hernêêêêêêêêê!

Kurdayetî ev e ku dilê meriv li ser hev bê?e. Kurdayetî ev e ku Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê pi?ta hev bigrin, hevdu bi tenê nehêlin. Kurdayetî Kurdistanîbûn e, Kurdistanîbûn jî nî?ana Kurdistana mezin û mezinbûna milletê Kurd e.

Pi?tî ku dolheraman êrî?î xalê me Ehmed Kurd kir û pozê wî ?ikandin, em wek xwendevan û sîxurên Lotikxanê yên li bajarê Duhokê, daketin kuçe û kolanan û me xalê xwe Ehmed Kurd bi tenê nehi?t. Xwendevanên zanîngeha Duhokê û endamên Komela Sîxurên Lotikxanê dest dan hev û qûn li Tirkên fa?îst û dolheram qetandin.

Slogana me ev bû kaka can:

Kurdistan yek parçe ye, Ehmed Kurd ji xwîna me ye“

Me bi vê sloganê ziravê Tirkan qetand û tirr di wan de kirin fis.

Aha Kurdayetî ev lotike ha gelî xwendevanan. Çi çaxa ku Kurdên parçeyên din li ser hev ê?iyan û pozê wan li ser hev ?ewitî, bizanibin ku azadî û serxwebûna Kurdistana gewre ne dûr e.

Bijî Kurdistana mezin, bijî Lotikxane!

Em dîsa dubare dikin:

Kurdistan yek parçe ye, Ehmed Kurd ji xwîna me ye!

Duhok

About The Author