Îbo dibêje :”Fasûlye”

Li ser bextê daholcî û zirnevanên Stenbolê be, dibêjin îsotçî Îbo Tatlises amadekarîya albûma xwe ya nuh dike û 8 stranên albûmê temam kiriye. Dibêjin wê Îboyê me di albûma xwe ya nuh de strana “fasûlye – fasûlî” jî bêje û zik li xelkê binepixîne.

Hûn zanin, fêde û berhemên fasûlîyan pir in. Meselen gazê çêdike (yanî tir û fis ha), zik li meriv dike me?k û dinepixîne, bêhnek wek misk û emberê belav dike filan û bêvan.

Dibêjin strana “fasûlye” eynen wilo ye:

Ho fasûlyem fasûlyem, min xwar û ez pê ziryam

Zik li min pir nepixî, derkenet ez pê çiryam

                      Hey fasûlî fasûlî, pîvazek li ber danî

                      Min xwar heta zik bû me?k, êvarî xewam nanî

Ho fasûlyê fasûlyê, xwe? xwarina li dinyê

Bi ?ev zorî da qûnê, fûrya bêhna parfûmê

Û dewam dike

Îcar heçê ji fasûlîyan hez dikin û dixwazin ji nîmeta berhemên fasûlîyan mehrûm nemînin, ji niha ve dora xwe li ser tenûra Îbo deynin û hûn sax…

Stenbol

About The Author