DANÎNA BEXÇE!

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0

 Sînoyê ku bû bû terorîsiyênê rêxistina xwe, ew jî weke gelek lawên bavan pi?tî 12 îlona 1980ê hatibû girtin. Girtina wî jî ji ber nasekî wî yê berê navê wî jî dabû ku qa?o Sîno jî endamê partiyê ye. Du birayên wî ji hefsê derketinbûn û welatê xwe terikandinbûn. Ji xwe vê jî têr dikir ku Sîno î?kenceyên ba? bibîne. Heta tu bêje lê dabûn, lê wî tim jî, xwe li kawikî danî bû û ti?tên polîsan ji wî re digotin qebûl nedikir. Her weha jî tim wî henek û yarî dikir.

            Heta gelek ji kesên di wê demê bi wî re hatibûn girtin, digotin: “Bi rastî wan henek û yariyên Sîno dikir, em hemû kesên wir, me xema lêdanê nedikir”. Sîno rêyeke weha bi kar anîbû ku ew tu ti?tekî nizanî bû. Xwe li cahîlî û nezaniyê danîbû. Pi?tî lêdana çend rojan xwe bi vî awayî ji destê î?kencevanan azad kiri bû.

            Sîno, pi?tî para xwe ji î?kenceyên bi nav û deng wergirtibû, di bin î?kenceyan de ti?tek li xwe qebûl nekiri bû. Loma ew ?andibûn cihê binçavkirinê û li wir î?kence tune bû. Lê tade û bûyerên pîsolojîk her hebûn. Kesên ku nû digirtin û kesên pi?tî î?kenceyan gi? (hemû) li vir digihandin hev.

            Yên tu ti?tek nedigot in. Ango ti?tên polîsan dixwestin nedidan dest, ji wir berdidan û diçûn malên xwe. Yên bi hukmê zorê, ti?t dixistin hustiyên xwe, di?andin girtîgehê. Û yên nû digirtin dîsa ew jî dianîn wir ku ji wir jî bi bibin cihê î?kencê.

    Sînoyê me yê teorîrîsiyen jî qise nekiribû û daxwazên polîsan bi cî neanîbû. Loma jî ew li cihê binçavkirinê li benda berdana xwe û çûyina malê bû. Her weha êdî wî demên xwe bi kesên ku wê herin î?kencê re derbas dikir. Bi wan re diket sohbetê. Li wan guhdarî dikir, rêya ku ewên, di î?kencê de qise nekin ji wan re bi dûr û dirêjayî digot. Her weha derd û ê?a kesên ku hatine bin çav ku wê hîn herin cihê î?kencê jî guhdarî dikir û li gor tecrubeyên xwe aqil dide wan. Ji wan re dibû alîkar.

            Rojekê dîsa weke her car dema derketina wan î derve hatibû, Sîno di dema me?a xwe ya bi gavên lez, kesekê ku nû  hatibû re dibêje:

            -Silav bra, tu çawa yî? Hatine te ya vir xêr e, ji bona çi ye gelo?

            -Xêr e xêr. Bi hêrs wî lê vegerand. Sîno dît ku mêrik gelekî aciz û hêrs bûye. Hema wî jî got:

            -Bra wele ez dixwazim alîkariya te bikim. Ez nû ji cihê î?kencê hatime. Mebesta min ew e ku tecrubeyên xwe bidim da ku hûn li wir neyên lîstikên polîsan û qise nekin. Ti?tekî bi destên wan ve bernedin. Ji bona vê bû ku min xwest ka bê tu bi çi sûçî hatiye girtin da ku alîkariya te bikim.

            Mêrik hinekî disekine dikeve xem û xeyalan. Dibe ofe ofa wî. Serê xwe çend caran bi vir de û wêde dihejîne. Devê xwe vedike ku ti?tekî bêje, lê dîsa disekine û li Sîno dinêre û dibêje:

            -Ma tu dewlet e ku tê alîkariya min bike?

            – Na keko ez ne dewlet im. Lê ez niha ji cihê î?kencê hatime. Li wir çi tînin serê mirovan dizanim. Pi?tî ku min wir dît, tê gihi?tim ku polîs bi çi lîstikan mirovan didin xeberdanê, fêr bûm. Lewra min xwest wan tecrubeyên xwe bidim kesên ku wê hê herin wî cihî da ku qise nekin. Alîkariya min wê tenê ev be. Sebeba hatina min ya ba te ev e.  Dixwazim ku bê hûn li ser çi û bi kîjan suçî têne gunehbarkirinê û li gor wê ji bona we îfadeye ku hûnê li cihê î?kencê bêjin, ji we re bibêjim.

            Pi?tî van xeberdanên Sîno, mêrik bawerî anî ku ew dixwazî alîkariya wî bike. Wî bi awayekî bêhn teng, lê bi dengekî nizm got:

            – Wele bra pi?tî ku hevalan dest bi ?erê çekdarî kirin, êdî starî û rehetiya me li gundan nemabû. Loma gelek ji gundiyan çek girtin û yên nexwest ew jî weke me mecbûr man ku ji welatê xwe derkevin. Ji ber vê yekê bû em jî weke malbat çûbûn Adanayê ku em ji xwe re kar bikin da ku nifqê malbatê hazir bikin da ku zarok birçî nemînin. Bi rêya nas û sîmsarekî, me ji xwe re li gundekî Adanayê baxçeyek danî. Di baxçê me de, bacan, firîngî, îsot,  ûhw hebûn. Berê baxçe me ba? bû. Kêfa me dihat ku em ê hatiniyeke ba? ji wî bikin. Ji ber vê bû ku em hemû kulfetên malê, bi kêf di karê baxçe de dixebitîn. Ji xwe me yê pi?tî çend rojekê dest bi firotina berê wî kiriba. Lê û lê hew me dît rojekê ji rojan ji gundê me kurê Pîro Derdo ku ew zûde ji gund wenda bû bû ku hinan digotin ew çû ketiya nava refên “hevalan”, û li gor gotinên gundiyan ew jî bû bû qomûtanek ji qomûtanên “hevalan”. Loma carna me jî xweziya xwe bi wî dianî. Hema me dît ku waye ew ketiye nav baxçê me û berbi me ve tê. Bi ditîna wî kêfa min jî hat ku min ê qomûtanekî gelê xwe bidîta.  Camêr hate ba me û got:

            – Silav ji we re heval!

            -Silav, min got lê dilê min vê re kire tepînî. Weke hezar kes ji min re bêjin: `Ev ne ji bona xêrê hatiye vir`.

            -Ez dinêrim, baxçê we ba? û kêfa we li cî ye heval.

            -Erê bi xwedê, xuya ye îsal ?ansa me ba? çû. Baxçê me bi ber e. ?ikir ji xwedê re em ê îsal bi çend quru? pere qezenc bikin û zarokan bidin xwendinê.

            – Erê erêêê, bi dirêjayî got û axaftina xwe doman: Lê haya we ji bayê felekê tuneye heval. Ma hûn nabînin û nabihîzin ku partî hema hema dike tevaya Kudistanê yanî her çar perçeyan bi hevre azad bike. Ma ne ji vê re çend roj mane. Heta mirov dikare bêje ku çend saet. Û hê jî hûn vê nizanin û li van deran, weke rêncberan di baxçê tirkan de kar dikin heval.

            -Ma em çi bikin heyran wekî din kar bi destê me nakev e.

            – Erê rast e, lê vaya partiyê ji bona we Kurdistan azad kirî ye. Di nêzîk de wê erdên axa û beglerên kurdan ji wan bistîne û wê li gundiyan belav bike. De zû here gundê xwe û tu jî bibe xwedî erdekî, xwelî li ser. Ma tu û zarokên xwe hûne heta taliya emrên xwe koletiya tirkan bikin. ?ikiriya xwe ji partiyê re bikin. Zû li gundê xwe vegerin. Eger tu dereng bimîne, tê dîsa bê erd li gund bijî. Hema sibê lêxin û herin gund ku tu jî bibe xwedî erdekî û bibe xebatkarekî xwe.

            – Niha tu bi rastî dibêje, ya tu henekan dike?

            – Ji xwe re lê binêre lo. Ma em û derew heval. Tu çawa ji endamekî partiyê re weha dibêje. Eger tu ne gundiyê min ba, minê niha li vir wî zimanê te jêkira.

            – Êdî wî gelek ti?tên din jî got. Baweriya min jî pê hat ku ew ji qenciya min re van dibêje û dixwaze ez li gundê xwe vegerim. Min jî bi ya wî kir. Me ew bexçeyê ku bi ber ji xelkê re hi?t. Mala xwe top kir. Ez û zarokên xwe bi awayekî bi lez û bez hatin gundê xwe ku em jî ji xwe re bibin xwedî erdekî. Lê bi saya “heval”  vaye ji dêlva em bibin xwedî erd, ez li virim û zarokên min jî li gund hustuxwar, reben û perî?an in…

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: