Nov 11, 2010

Necat

  • by
  • 7 Years ago
  • 5

Pismamek min heye navê wî Necat e. Necat ji zaroktîya wî de cira wî nexwes bû. Çi xerabîyên heyî dikirin. Pi?tî diçe eskerîyê, li eskerîyê li himber serbazê xwe radibe û li serbaz dixe.


Dema li serbaz dixe, çend le?ker û serbazên din lê dicivin û lêxistinek xerab lê didin. Di wê lêxistinê de derbekê li serê wî dixin u bi wê derbê re Necat aqile xwe winda dike û dîn dibe.

Rez berê ew rez bû îcar teyrokê jî lê dabû. Necat berê ew Necat bû îcar dîn bûbû. Apê min pê re mabû heyirî, ji bo Necat hertim serê wî di belê de bû.
Rojekê hingî apê min jê aciz bû û jê qehirî, got: „Ez di Necatan hema kutim.“

Me got: „Apo, hela tu ji yê xwe aciz î, ma çima tu ji hemi Necatan re xeberan didî?“

Got: „ Kuro li Necatan binerin bê yekî bi aqil di wan de heye“.

Birastî me Necat hejmarti.  Li gundê me sê Necat hebûn, hersê jî ?e? kêm ribek bûn. Li gundên derdorê du hebê din hebûn ew jî weha bûn.  Dawîyê me heq da apê min.
Îcar pi?tî me Ehmedî Necat nas kir, min got: „Bi xwedê apê min Necat ba? tehlîl kirine û kêf kir, va yekî din lê zêde bû.“
Îcar gelî xwendevanan!

Heyran ger navê hinekan ji we Necat be li qisûra me nenerin. Ev gotin û tahlîl ne ya me ye, ya apê min Mihemed e. Hûn karin heqê tazmînatê li wî vekin,

Lê ji bîr mekin; divê pê?î rapora doktor di destê we de hebe!

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

5 Comments Already

  1. Bi xudê Apê te Pîlot tahlîlek ba? kiriye. Ev sala 3:a ye ku diçim gundê we û serdana Necat dikim. Salên berê dest û lingen Necat di kelepçe û qeydan de bû, lê îsal Necat bi zincîrekê bi aqda xanî girêdabûn. Min bangî Xalojna xwe kir û got” Necat berdin, ev hundur wek êtûnê germe, guneh e”, Jinxala min got:
    – Kilît li ba Xalê te ye û ew ne li malê ye.
    Ez derketin derve min dît ku Xalê min Pîlot waye bi çend kesên din re li ser rê runi?tîye .Min got.
    -Xalê min ê Qerdiyan ka were qeyd û zincîra Necat veke .
    Ên derdorî Xalê min keniyan û gotin:
    -Ev qerdiyan kî ye xwarzê?
    Min got: Xalê min Mihemed(Pîlot) e. JI nuha û pêve bela navê wî bibe Qerdiyan.
    Hemû kes keniyan. Xalê min Qerdiyan hat zincîra Necat a ku bi aqda xanî girêdabû vekir. Min Necat bir Kahwê, jê re çayê anîn ,çaya xwe vexwar.Min jê re 10 paket çixare kiri, 50 Lîre xist destê wî .Hinekî gerand û dûra hat malê.
    pi?tî vê serdana me bi 4-5 roja, Ferman û Botan jî hatin û Em çûn ba Necatê ku bi qeyd û zincîra girêdayî.Zarok gelekî li ber rew?a Necat ketin. Pa?ê em çûn serdana Mixaletiyê min Xelîl. Xelîl, wek dermale golikek bi xwedî dikir û wek Necat girêdabû. Zaroka got ev çiye? Min got:
    – Ev jî Necatê Apê we Xelîle.
    Hemû keniyan.
    Bijî û destê te xwe? bî Xalo Lezgîn!

  2. Hayê min jê hebûya, min ê wêneyekî Necat ji te re bi?anda.Wêneyê bi qeyd û zincîr:

  3. Xwarzê Bekir mixabin rewsa Necat wilo ye.Ger ne girêdayî be xerabya u destdirêjîyan dike.
    Berî du salan ez li gund bum,Necat her sibeh dihat ber mala me li pist firna kevn miz dikir.Min sibehekê banê kir u ez pêde xeyidim.
    Dema ez pêde xeyidim gotina li min vegerand got;a te cîye tu buye alman,tistekî te di tirkî de nemaye,ev gundê min e,ez li ku bixwazim ezê mîz kim.
    Silav u rêz

  4. Xalê min Necat xwe? bersiva te dayî, bi xudê alim jî nikarin bersivên weha bidin!!!!!!!!

  5. Xalê min Necat xwe? bersiva te dayî, bi xudê alim jî nikarin bersivên weha bidin!!!!!!!!
    Sala ku me mala xwe anî Stilîlê em di xaniyê Kalkê min Hecî Elî ê binî de bûn. Diya min ji bo serê me bi?so starek ji dara çêkiribû. Rojekê Ez ketim starê ku serê xwe bi?om; Hema min dît ku yek bi ser min de mîz dike , min li jor nerî ku Necat e!!!

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: