Welê yan wilo? Weha yan werkîno?

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 0

 Malbata Çîçê, ji bira û biraziyan, ji ap û pismaman, ji dotmam, ji xal û xwarzan, bîst û çar xort û peya, ji deh pîrejin û jinên navsere û diwanzdeh keçên xort pêk dihat. Malbata Çîçê jî, malbatek pir mazin bû, lê belê yekîtî di nav de nîn bû. Ew ji hêla Serê Kaniyê hatibûn, li Amedê bi cih bûbûn.

Malbata Ap Husê Palij jî, ku ji Paloyê hatibû Amedê, ji Çîçan pir hindiktir bû. Endamên malbata Ap Husê Palij, ji Çîçan cihêtir, bi hev re yekgirtî û yekdest bûn. Endamên vê malbatê, tev bi pi?ta hev digirtin û her car bi hawara hev dihatin.

Van her du malbatan, hez ji hev ne dikirin. Li taxa Kor Xetê, li Amedê her dem pevçûn û ?erê wan bû. Yan ji ber pevçûna du zaruyan û yan jî, li ser du mirî?kan li hev dixistin. Dest û mil û serê hev di?ikandin. Dawiyê diketin nav destê qereqol û polîsan. Polîs jî, ji her du hêlan têr bertîl û ru?wetên xwe digirtin û pa?ê ji herdu malbatan, xortek yan peyayek ceza dikirin. Hem serê wan di?ikiya û hem jî diravên wan diket bêrika polîsan û bi ser vê jî, her du hêl ceza diwergirtin.

Dawiyê, her du hêl jî bêgav diman ku dîsan wek berê, li nêzîkî hev bi derhevseyî (cîrantî) bijîn. Ta rojeke nêzîk, ku dîsan ji ber ti?tekî pir biçûk dirabûn hev û serê hev dîsan di?ikandin, yan jî dest û piyên hev.. Xwe û cîranê xwe dîsan perî?an dikirin û dîsan diketin nav destê qereqol û polîsan û malbat her bi vî awayî, dîsan tev bêzar û perî?an dibûn.

Lê belê, di vî ?erî de hêla ku pir kes ji wan brîndar dibû, dest, pî

û serî li wan di?ikiya, ne malbata Ap Husê Palij, lê mala Çîçê bû. Her çend, malbata Ap Husê Palij, ji malbata Çîçê kêmtir bûn jî, zû bi hawara hev dihatin.

Miftiyê kevin ê bajarê Dêrikê; Mele Kamil jî, li vê heman taxê dijiya. Mele

Kamil, meleyekî ni?timanperwer bû. Gava ev rew?a xerab a li nav van malbatan didît, tiliya xwe dirakir hewa û ev digote wan; ’Wey nezanino! Wey xizanino! Heger hûn wisa berdewam bikin û heger hûn wisa her roj ?erê hev bikin, sib

e roj wê ev dewlet we tevan bixe nav stadyonên futbolê û her wisa jî, we li ser hev qir û tune bike! ?iyar bin ji vê xewa kûr! Bes e!’

Mele Kamil, bi rew?a li binpêmayina xelkê Kurd pir ba? dizanibû.

Lê kesê ku guhdarvaniya Mele Kamil  bikira kêm bû.

Malbata Ap Husê Palij, pênc bira bûn. Tev xwedî jin û zaro bûn. Her pênc bira jî, tev bi hev re, li ciyekî dixebitîn, li nav firna xwe. Xwedî firna nên bûn. Birayekî ji wan, bi karê hevîr dirabû, yek ji wan bi karê kilorkirina hevîr û yên mayî jî, bi karê nanpahtin û bi karê li dikanan belavkirin û firotina nên.. Yekdest û pir jêhatî bûn. Tenê xêr ji wan dibarî.

Rojek ji rojan, ?ahiya jinhanîna xortekî ji malbata Çîçê bû. Her çend, deriyên her du malbatan pir nêzîkî hev bûn jî, malbata xwedîyê dawetê, malbata Çîçê, bang li mala Ap Husê Palij ne kiribû. Peyayên malbata Ap Husê Palij jî, di karê xwe yê rojane de bûn. Nanê xwe dipahtin û carinan jî, bivê-nevê, li hêla dengê def û zirnê guhdarî dikirin û li hêla ?ahiya jinhanîna derhevseyên xwe dinerîn. Her wisa, karê xwe jî pê re berdewam dikirin. Her pênc malên Ap Husê Palij, li ber hev bûn.

Li heyamek ?ahiyê, yek ji hêla malbata Biro, ku merîmalê mala xwedîyê ?ahiyê, mala Çîçê bû, nexwe? bû û hema ji ni?kê ve ket erdê. Navbera Çîçan û mala Biroyan, ku ji Gola Gulê, ji Çiyayê Dêrika Mazî bûn, pir xwe? bû. Her çend, malbatek ji Serê Kaniyê û malbatek jî golgulî bûn, merîmalê hev bûn. Mirovatiya li navbera wan pir xurt bû. Malbata Biro, malbatek Kurdperwer bû. Xalê Welî, ku ji ni?kê ve li nav ?ahiyê ketibû erdê, merîmalekî mala Biro wan bû. Hawar û gazî bi mêvanan ket. Dengê def û zirnê di cih de qut bû. ?ahî rawestiya. Girîn û qêrîn li ?ûna ?ahiyê belav bû.

Yê ku ji ni?kê ve nexwe? bûbû û ketibû erdê û razayî mabû, merîmalê malbata Çîçê: Xalê Welî bi xwe bû. Xalê Welî peyayekî bejinbilind bû. Giraniya la?ê wî, ji ser sed û pêncî kîloyan re bû. Peyayekî pir la?giran û pir jî zexm bû.

Endamên malbata Ap Husê Palij jî, dest ji karê xwe berdan û hatin ber wî xelkê ku li hev kom bûbûn, rawestiyan. Wan jî xwest ku bi alîkariya kesê nexwe? rabin.

Yek ji malbatê, bang li taksiyekê kiribû. Taksî ji wêstgeha li ber stasyona trênê hatibû, ku vî nexwe?ê bêcan bibin nexwe?xaneyê. Lê li gor hin kesên li wir, ev taksiya ku hatibû, ne taksiyek têra xwe mezin bû ku bikaribe wî la?ê hem mezin û hem jî giran ê Xalê Wêlî hilgire. Graniya lê? li wir bihêlin, wisa dixuya ku ew la?ê bêcan ê mezin, ji nav wî deriyê biçûk ê taksiyê, qet ne diket hundir jî. La?ekî ev çend mezin bû.

Dest û lepên Xalê Wêlî, te digot qey; ne dest û lepên mirovekî ne, te digot qey dest û lepên hûtekî ne. Bejna wî li ser 190î bû. Xwediyê gewdeyek wisa qalind û berfireh bû, ku te digot qey gewdê dara gûzê ya heftsedsalî ye. Loma, gava ew ji xwe re li kar geriya bû, ji ber la?meziniya wî mîretî di cih de karê pawaniyê dabû wî. Kincê fermî, ku dewlet li gor la?ê wî dabûyê, carinan didiriya, yan jî ji ber kevinbûnê ji hev diket. Hingê Xalê Welî dibû wek ?êweyek karîkaturî. Ji xwe re bihizirin; ku çawa ?evqeya li serê wî, wisa xwar li ser serê wî ye, çakêtê wî, ji ber lixwekirina salan wisa ji hev ketiye û hema ku têt ser çogên wî, wisa jî xwar li ser wî rûni?tiye. Rext û kembera wî ya debançê ku çep û rast ji ser ?anê wî ber bi xwarê ve dihat, bi kêmanî çar tilî stûr û berfireh bûn, çav didagirt. Pêlavên wî, bi kêmanî bi qendî pêlavên sê peyayan mezin bûn, wisa gir bûn ku hejmar 65 bûn. Rengê hemû cil û bergên wî, tevî ?ewqeya wî ya fermî, rengê gerû (qehweyî) ya tarî bû, ku ev reng rengê cil û bergên fermî yê dewletê bû. Xalê Welî, bi vê meziniya la?ê xwe, ew çend pir û mezin jî, xwedî li tore û adetên Kurdan diderket. Li cejnên Newrozan bi dilxwe?î digot: Newroz e pîroz e, Agirê Kawa, li dilan co? e!

Bi kurtî, Xalê Welî, mihrîbaniya Xwedê ji ser wî kêm nebe, peyayekî, têra xwe  xwedî la?ek gir û giran bû. Sê peya ketibûn bin her lingekî wî û ew dirakirin. Peyayekî bi stû û serê wî, du peyayên din jî; her yek bi hêlekê milê wî girtibûn. Çar peya jî her du li hêlekê, ketibûn bin la?ê wî û ew ji erdê bi hewa de rakiribûn. Van sênzdeh peyayan, tev bi hev re, pir bi dijwarî ew ji erdê dirakirin. Lê deriyê taksiyê pir nizm bû. Yên taksiyên Reno (Renault) ên Tirkan dinasin, ba? pê dizanin ku ev taksî çend hûr û biçûk û çend jî nizm in. Loma pi?ta van peyayan, ji ber wî la?ê bêcan ê ev çend giran, tam xwar bûbû.

Her yek ji hêlekê bang û gaziyek dikirin û wisa digotin: Aha wilo! Aha wisa nebû! Lo lo weha bikin! Na werkîno nabe.’ Yekî digot; ‘herin taksiyek din, Mûradekê bînin! Reno nabe!’ Yekî din digot; dolmî?ekê (minibusekê) yan jî traktorekê bînin gidî ji bo xatirê Xwedê!’ Hinekên din wisa diqêriyan: ‘De zû kin hawar hey hawar!

Di nav van ên ku her yek pê?niyazek cihê dihanîn, heger bala we ki?andibe, her yek ji wan jî bi awayê devera xwe digotin. Bi awayê devoka xwe ya herêmî, deverî dipeyivîn. Yê ku pir bala mirov diki?and; ev her yek, bi zarê xwe yê herêmî, pê?niyara xwe bi lêv dikirin. Wek me li jor bihîst: ‘Aha wilo, wisa nebû’, ‘lo weha bikin’, ‘na werkîno na be’ û hwd.

Yê digot ‘wilo‘ yekî ji hêla Torê, Midyadê yan jî ji Mêrdîn û Nisêbînê bû. Yê digot ‘wisa‘ ji Amedê bû. Yê digot ‘wer‘ ji Mû?ê û yê digot ‘werkîno’ jî, ji Girê Sor bû.

Di nav vê hela-hela û aloziyê de, Lalo li nav vê koma alîkarên xêrxwaz peyda bû. Lalo xortekî ji mala Ap Husê Palij bû. Lalo hem kerr û hem jî lal bû. Lalo govendgêrekî bêhempa bû. Her çend mala Çîçê ji ber nexwe?iya li navbera her du malan bang li malbata Ap Husê Palij nekiribû û ew ne vexwendibû ?ahiya jinhanînê jî, Lalo dîsan li ?ahiyê amade bûbû û yê ku demek dirêj serê govendê diki?and jî, her Lalo bi xwe bû.

Gava Lalo bi hemû hêza xwe, xwe kiribû bin barê wî la?ê giran ê Xalê Wêlî, mirov digot qey; ew ê nuha pi?ta wî ji ber vê giraniyê bibe du qet û bi?kê. Lê belê, Lalo yekî li ser xwe bû. Di govenda wî de jî ba? dixuya ku Lalo desthilatdarê endamên la?ê xwe bû. Ne tenê govenda Kurdî; ew bi govenda erebesk û hevdemî (modern) jî, pir ba? serwext bû. Lalo pir xwe? govend digirt. Kesên xwedîdawet û ?ahiyan, ji ciyên dûr dihatin pey Lalo û gelek lavayi dikirin ku Lalo were tevî ?ahiya wan bibe û li ?ahiyê govendê bigire. Lê Lalo kêm diçû ?ahiyan.

Lalo ji ber nebûna hevxebatkariya di navbera van duwanzdeh peyayên mayî, yên li bin graniya la?ê Xalê Wêlî, pir dilteng bûbû. Lalo ji ber lalbûna xwe, nikaribû bipeyive û deng jî pir kêm diçû guhê wî. Guhê wî pir giran bû. Lê gava bixwesta ti?tekî girîng bigota, yan jî gava pir hêrs bibûya, dengekî zirav, wek zûrînek ecêb ji kûrahiya gewriya wî diderket der. Her kes guhê xwe dida wî dengî.

Gava Lalo dît ku kes ji bin karê rakirina la?ê Xalê Wêlî tam ne rabû, gava nikaribûn Xalê Wêlî yê nexwe? û bêçare bikin nav taksiyê û her kesê ku bi la?ê Xalê Welî girtibû ew ber bi hêlekê ve dik?and, Lalo hingî ji ni?kê ve xwe ji binê giraniya lê? da alî. Destê xwe dirêjî tev civatê kir. Di heman demê de jî, qêrînek taybet ji kûrahiya gewriya Lalo derçû: ‘Üîîî, ûîîîî! ûîîîî!’. Lalo bi destê xwe yê din jî, bi hi?kî li ser baniyê taksiya nizim xist. Ev dengê destê wî, mîna dengê gulleya ji lûleya tifingekê derketibe, li hewa deng veda. Hingê, bivê nevê her kes li ciyê xwe rawestiya û li ruyê Lalo tema?e kir. Lalo, destê xwe bir ber devê xwe û bi destnî?aniyan ji civata matmayî re got: Ji her seriyekî we dengek diderkeve! Ev çi ecêb e? Xwe bidin karê xwe! Bang li taksiyeî din nekin! Li me dereng e. Xalê Welî yê feqîr gerek e zû bigihîje ser doktor. Vala nepeyivin, bi hev re bixebitin! Ma ne ?erm e? Hûn niha sed peya li vir in. Ma ne hûn tev peyayên am û tam in? ?erm e bi Xwedê! Hûn çawa nikarin vê hevkariya biçûçik jî pêkve bikin?‘ Li ser van ‘gotinên’ Lalo, mîna ku tev mirovên li civatê, ji wê zûrîniya ku ji kûrahiya gewriya Lalo hatibû tam têgehî?tibin, bi hilpi?kînek be?dar, di cih de û ji berê pir bi hêsantir, la?ê Xalê Wêlî xistin nav otomobîla taksiyê. Her çend ku la?ê Xalê Welî di nav taksiyê de bûbû du qat jî, ciyê kesekî din jî li pê?iyê mabû. Taksî bi lez û bez ji qada ?ahî û ?îwenê ber bi pê? ve pekiya û zû bi rê ket û çû. Ji wir tam winda bû.

Lê, mixabin ku Xalê Welî di nav destê doktoran de jiyan ji dest da û çû ber mihrîbaniya Xwedê. Doktorên nexwe?xaneyên Tirkan, ji qesabê qesabxaneyên bajêr jî xirabtir bûn. Kîjan nexwe?ê bêçare biketa ber destê wan, diya wî/wê digot ’lawo!’

Roja din, li mala Biro her pênc birayên firnevan ên mala Ap Husê Palij, li civata ?îwenê amade bûbûn. Ji bo wê helwêsta pak û ciwan a alîkariyê, ku Lalo di nav civatê de nî?an dabû, mala Biro û mala Çîçê, pir supaskarê Lalo û her wisa jî, pir supaskarê mala Ap Husê Palij bûn.

Pi?tî çend mehan, li heman ?ûnê dîsan bûbû ?ahî. Ev car jî, ?ahiya jinhanîna Lalo û keçek ji mala Çîçê bû.

Ji wê rojê vir ve, gava xelk ji hev re behsa wê bûyera nexwe?î û mirina ji ni?kê ve dikirin, bi van peyvan ev bûyer bi bîr dihanîn: ‘Welê yan wilo? Weha yan werkîno?

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: