Xortan kulav ji bin partiyên rojava ki?and

 îro ez li konfiransek rojnamevanî ya grûpek ciwanên rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê amade bûm. Grûpê navê xwe kiriye Destpê?xeriya Pi?tgiriya li Rojavayê Kurdistan û ciwamêran sûnd xwarine ku êdî rê nadin partiyan ku bazirganiyê bi doza rojava bikin û kurtêlxuriyê  li ba?ûr bikin.

Wan xortan di konfiransa xwe ya çapemeniyê de diyar kirin ku ewê hefteyekê çalakiyan bidin me?andin, çalakiyek wan di bin diru?ma Qelemên we rojekê ji bo rojava de ye, têde daxwazê ji tevaya nivîskar, rojnamevan û rew?enbîran dikin ku bi riya nivîsên xwe qelemên xwe rojekê bidin rojava û Be?ar Esed di qesra wî de asê bihêlin û herdu çavê wî derxin.

Çalakiya wan ya diwem jî mêzgirde, yan diyalogek vekirî ye, li Silêmaniyê tê lidarxistin, tê de çend siyasetmedar, rew?enbîr û nivîskarên ba?ûr be?dariyê dikin, wek Pr.Izedîn Mustefa Resûl, Yûsiv Zozanî, Mihemed Emîn Pêncwînî, Salar Mehmûd, Dr.Fayiq Gulpî, Dr.Kamîran Berwarî, Sitran Ebdulla, Fethulla Huseynî û çend kesayetiyên din. Di wê diyalogê de ew kesayetî wê nerînên xwe di derbarê rojava û rew?a wan ji hêla siyasî, aborî, civakî û rew?enbîrî de bînin zimên.

Herweha roja Înê jî wê li Silêmaniyê merasîmên 7. salvegera serhildanê bi rêve bibin, ew jî bi riya pê?angehek fotografîk, xwendina gotaran, nimayi?kirina fîlmekî dokumêntarî û çend karên din.

Yabo bi xwedê xortên rojava jî serê xwe rakirin, ciwamêran ne guh didin partiyan û ne dixwazin di rûyê wan de bisekirin, karê xwe dikin û dizanin ku serdem serdema wan e.

De xwedê aqûbeta me xêr bike rebbî..

Silêmanî

About The Author