Aha zewaca bi vî awayî xwe? e

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • 11

Herkes kare bi cil û bergan bizewice. Lê mesele ew e ku meriv tazî mazî, ?ût û rût bizewice, karibe bê tirs ti?tik mi?tikên xwe berde çolê.

Li Awistûrya herêma Feldkîrchenê, jin û mêrek zewacek dûrî adetê li dar xist û bala xelkê ki?andin ser xwe. Jin û mêrê ku alîgirê jiyanek xwezayî ne (jiyana tazî mazî) zewaca xwe jî li gora dilê xwe çêkirin, li ber wê hewa paqij û germa rojê bexçê xiyar û bacanên xwe berdan çolê, bûn jin û mêrê hev.

Ez bi xwe nizanim, lê dibêjin xwedêgiravî zewaca bi vî awayî pir xwe? û seksî ye. Bayê hênik li nav ?eqê meriv dixe û wek hespên serxwe? li meriv tê. Tew go meriv li ber wî bayê hênik çend tir û fisan jî bike hê xwe?tire.

Axir, ka hûn jî carekê zewaca tazî mazî biceribînin bê çawa ye gelî xwendevanan…

Vîyana

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

11 Comments Already

  1. Demên te hemî sêkis bin, lê bi xwedê ” ez sund dixwim ta ti bawerbikî” em kurd gotina “go ” nabêjin.

    Yan em dibêjin “got” ev jî lêkera , yan jî em dibêjin “EGER” Ev jî dacheke

    Divyabû te bigote: “Tew eger mirov”- nejî “tew go mirov”

    sheva te xwesh pornokaro

  2. Kekê mino
    Em Mêrdînî “go” bi kar tînin. Go ji “got” ê tê, kurtkirina wê ye û ne xelet e, rast e. Ango, ha kum li serî, ha serî li kum. Lê tu dikarî ji kerema xwe ji me re bêjî bê ev gotine “EGER” ji ku tê? Yanî, “EG” çi ye, tê çi wateyê? Gelo di Kurdî de gotinek go bi “EG” dest pê bike û watedar be heye?
    Rêz û silav
    Pîrkemal

  3. “Em Mêrdînî “go” bi kar tînin..” Mala te ava rêzdar Pîrkemal. Em Depîyan jî “go” kar tînin. (Dep, navceyek Xarpêtê ye).

  4. Êvarên te hemî sêkis bin pornoçiyo.

    Kekê mino ez kêfxwe?im bi bersiva te, lê ev gotina “GO” di vê hevokê de ne raste û ne di cih deye.
    Ez naxwazim derewan bikim û ez nizanim ka “eger ” ji kîjan deverêye, lê ji dêlva “go”ve Ez bawerim ” KU” ba?tira û rastire. ji ber ku ev “go ” di wê hevokê de bê wateye. Dû lêker “GO û BIKE” di wê hevokêkê de nepêwîstin û nabin.
    çîn û maçîn dibêjin: “?a?îtiyeke nivîsandî ji deh rastiyên nenivîsandî xurtire”

    Rêz û silav
    Bavê bêkes

  5. Ev dema te xwesh Bavê Bêkes!
    Ez bawerim ji dêla bêjeya “EGER”te dixwest ko tu bêjê “HEGER”. Jiber ko bêjeya “HEGER yan jî KO” weke gihankê di zimanê kurdî de bi kar têne anîn.
    Lê bêjeya “XELET” ji kû tê Kekê Pîrkemal??? Û “ha kum li serî, ha serî li kum”(di bê ko li ba we Mêrdînya tê gotin), ji ber ko mirev kum dideynê ser serê xwe û ne serê xwe dideynê ser kum!!!, lê li ba me li Tirbespiyê bi vî rengî hatiye gotin: ha kechel Alî, ha Alî kechel.
    Rêz û hurmet
    M.H

  6. Wece xwede j? me s?tand weyyyyyy,
    lawo ku kurde mey b?n ya xete ,heke ketna naw mesele kare me p?r g?rana,j? ber ku camera hemuya bakalorya kadand?na u nazane wan j? sert?faka f?lozof? heye.b? z?man u edeb?yate dej? j? xwe gelek zanene ..ez b?xwe tesl?m u havarrrrrrrrrrrr wey j? ber van e mey b?nya xete……

  7. eve diyar bu ku zewaca xalkî bes bu nav herdo linga ne bes ,ne bu jiyaneka bi hevrî xo? u ?ad .

  8. Birêz M.H
    Gelo di Kurmancî de çend gotin bi “Heg” dest pê dikin? Çawa ku “Eger” di Kurmancî de tunebe û ji Tirkî, ji “Eyer” hatibe, “Heger” ji heman ?orbe ye û di Kurmancî de tuneye. Bi ser ku em jî gelek caran bi kar tînin jî, lê xelet e. Rastîya wê “Hek” e. Li der û dora Mêrdînê “Heke” bi kar tînin. Wek mînak: “Heke ez silavê lê bikim ez ne ji pi?ta bavê xwe bim”. “Heke ez bixwim”, “Heke min kir” filan û bêvan.

    Ez li ser gotina xwe me û dehbare dikim. Heger û Eger di Kurmancî de tuneye. Tenê sê gotin bi “Eg” tên bikaranîn. Eger, Egît û Egal. Eger û Egît (Eyer, Yigît) ji Tirkî û egal jî ji Erebî hatiye. Wekî din hûn nikarin gotinek ku watedar be û di Kurmancî de bê bikaranîn destnî?an bikin. Ne Heger û ne jî Eger.

    Em bên ser mesela “ko”.
    Ez dîsa dipirsim kekê min M.H
    KO tê çi wateyê?
    Ko ango “kêra ko, ?ûrê ko, kêra ne tûj, ?ûrê ne seqakirî”. Ba?e, çi eleqa pevgirêdana hevokên Kurdî û “ko” hi hevre heye? Tu nafikirî ku “ko” ji “go” ango ji “got”ê hatibe lê Behdînî û Botîyan ew “g” kirine “k”?

    Di Kurmancî de pevgirêdankên herî maqûl û nazik an “ku” ye, an jî “go” ye. “Ku” ji Fransî derbasî Kurdî bûye (ji xwe rehmetî Celadet Bedirxan gramera zimanê Fransî jî li ber çav girtiye) û Tirk jî wek “Kî” bi kar tînin. “Go” jî ji “Gotin” ê tê û têr naverok e. Lê “Ko” ji kî?an ?ikeftê derketiye ez bawerim kesên ku wê bi kar tînin jî nizanin.

    Rêz û silav qurban

  9. Ev dema te xwesh birêz Pîrkemal!
    Birêz Pîrkemal bi ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de ji cenabê te re zelalkirina bêjeya(gihanek) KO chi wateyê didê û ji kîjan shikeftê derketiyê di kim. (min arîkariya zelalkirinê ji ziman zane kek Arif Zêrevnî ya ko di roja 30/3 2005ê de di malpera NEFELê de hatiye weshandin wergirtiye).

    Fermo:

    Berî herti?tî divêt ez bibêjim ko dengê »u«-ya kurt dengekê ji du dengan pêkhatî ye û eslê wî dengî »wi« ye. Di hinek bêjeyên kurdî de herdu dengên »wi« pir nêzîkî hev bûne û dengekê nû yê kurt jê çêbûye û Celadet Alî Bedir-Xanî ji wî dengî re »u«-ya kurt peyda kiriye. Yanî eslê bêjeya »kurd, kurt, kurm, kum« û bêjeyên wekî wan »kwird, kwirt, kwirm, kwim« e lê belê ew pa?ê hatine guhortin. Heta niho jî li devera Botan bêjeya »kurm û kum« wekî »kirm û kim« têne gotin yanî »w« dikeve û »i« dimîne. Vêca heçî gihaneka »ko«-yê ye nikare wekî »ku« bêt nivîsandin ji ber ev »o« ne ew »wi«-ya nêzîkîhevbûyî ye.

    Di zimanê kurdî de sê bêje hene ko bi alfabeya erebî ji hev nayên vavêr kirin û hemî jî bi »kaf« û »wawê« yanî wekî »kw« têne nivîsandin. Ev hersê bêje hem dengên wan ji hev cida ne û hem jî maneyên wan ji hev cida ne ji ber hindê jî damezirênerê alfabeya kurdî ya latînî Celadet Alî Bedir-Xanî sê herfên cida ji wan sê dengên cida re payda kirine û ew ji hev vavêr kirine. Pi?tî mirina Celadet Alî Bedir-Xanî hinek kurdên ko bi alfabeya latînî dinivîsînin ferqa di nêvbera gihaneka »ko« û hokera »ku« de nedîtin û herduyan jî wekî »ku« dinivîsînin.

    Ez dê berê behsa maneyên van bêjeyan yên cida bikim û ji »Memozînê« nimûneyan bidim:

    ko: heger, ku: çi, çawa, kû: kîjan dever

    Yê ko alfabeya kurdî ya latînî amade kiriye û dengên kurdî li wan herfan siwar kiriye Celadet Alî Bedir-Xan e. Wî ji bo gihaneka »ko«-yê herfa »o« bi kar aniye û bi zanebûn »u« bi kar neaniye û »Hawar« hemî bi wî awayî derxistiye. Herçî »ku« ye ew bêjeyeka serbixwe ye û maneya wê yekcar cida ye. Ev bêje li devera Hekariyan û Goyan pir belav e û di cihê »çi« û »çawa« de têt bi kar anîn û Ehmedê Xanî jî ew bêje gelek caran di »Memozînê« de bi kar aniye:

    We zû ?emirand ji bo çi sersal
    Hon rast bibên ku [çi, çawa] bûye ehwal?

    Hon bêjine min ku [çi] bû qediyye?
    Kengê li me xef dibit xebiyye

    Mecnûn ko [heger] nebit ‘edîlê Leylê
    Leylê ku [çawa] dikit bi Leyl meylê?

    Go ez ku [çi] bibêm bike tu bawer
    Dawer bi mi ra ko [heger] bûye yawer

    Em dê ku [çawa] heqîqetê ‘eyan kin?
    Serri?teyê tuhmetê beyan kin

    Ger fewt bikim cemî‘ê ferzan
    Tacdîn ku [çawa] didim ji dest xwe erzan?

    Jixwe minaqe?e li ser »kû« nîne ji ber ko hemî kes dizane wê kusan (çawa) bi kar bîne lê belê cardî jî ez dê nimûneyekê ji »Memozînê« binivîsînim.

    Wan go tu ji kû ve tê, çi pîr î
    Xalib tu ji ‘ilmekê xebîr î

    Pi?tî gelek lêpirsînan jî min nezaniye ka çima kurdên bakur pi?tî mirina Celadet Alî Bedir-Xanî gihaneka »ko« guhortin û kirin »ku«. Texmîna min ew e ko kurdên bakur ji tesîra »o«-ya qelew ya tirkî rabûn û »ko« wekî »ku« nivîsîn da wê wekî »o«-ya tirkî qelew bi lêv nekin. Heger wisa be ew sebebekê bêbingeh e ji ber herfa kurdî »i« jî wekî herfa tirkî »i« tête nivîsandin lê belê dengên wan ji hev cida ne.

    Vêca ji ber maneyên cida û ji ber denganiya cida ya hersê bêjeyên kurdî divêt ew wekî »ko«, »ku« û »kû« bêne nivîsandin.

    Di dawiyê de ez dixwazim bêjim ko zimanê me yê shêrin di bin bandora zimanên erebî, tirkî û farisî de gelekî hatiye guhertin, lê wê pir xwesh bê ko her kes -li gor zanîna xwe- lêkolîna li zimanê xwe bikê, û di taristana shkeftan de nehêlê.

    Bi rêz û silavên min re
    M.H

  10. Kekê hêja

    Madem te alîkarîya zimên ji kek Arif û malpera Nefelê wergirtiye, em mijarê bigrin çêtire. Bila herkes li ser dînê xwe be, herkes bi zimanê herêma xwe binivîse ba?tire.

    Rêz û silav

  11. silav
    ji ber ku klavya min i kurdi vé gavé ne li ba min e, ez ji mecburi bi van karakteran dinivisim. li ser mesela zimén u etimolojiyé kurdé me gelek xeletiyan dikin. wek minak çi kelimén ku di nav tirki de tén bikaranin, ji wan heye ku ew bi tirki ne. lé ev ne rast e u bingeha wan zimaneki din e. yek ji van ji kelimeya “heger-eger-heke” ye. ev awayén vegotina van keliman xwedi bingeheké ne u ne tirki ne. eger’a tirki ji ji zimani hind-ewrupi yani ji irani té. ne hewce ye ku em bibéjin esilkurd yan esilfaris. gava hun meraq bikin u li ferhengén etimolojik binerin, hun é bibinin ku eslé wé ji farisi té.
    e?er~ Fa agar/gar ???/?? ?art edat? << OFa hakar/hakaram a.a. << EFa ha-karam bir kez
    __________
    E?KÖKENL?LER:
    Fa agar/gar: e?er, gerçi, me?er
    li jor çavkani ferhenga ni?anyan e. ji xeyni vé ji di fonetiké de nexasim di zimané hind-ewrupi de herfa "h" li seré kelimeyan dikeve. heger, dibe eger ya ji ger u hwd.
    em hineki din bala xwe bidin van ti?tan wé ba? be. wek pir kemal dibéje "ku" "ki"ya izafeté ji di nav de du-sé celebé wé hene u ew ji ji zimané irani té. awayé wé yi kurdi ji bi vi ?ikli ye. di tirki de jé re dibéjin "ki baglaci". ev ji ji zimané irani té.
    biminin di xwe?iyé de…
    siud

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: