Dermanê bêaqilîyê, ?îrê keran

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 4

Li nêzîkî bajarê Bologna yê Îtalyayê 700 ker di gomekê de dijîn. Di van deman de ?îrket û dezgehên tenduristîyê çavê xwe berdane ?îrê van keran û dixwazin di ?ûna ?îrê çêlekan de ?îrê keran bidin zarokan.

Li gora pisporên Îtalî, dibêjin xwedêgiravî ?îrê keran pir bi fayde ye, rûnê wê kêm e û asîtên dohnê omega tê de zêdeye. Ev asît rê li ber zêdebûna kolestrolê digre û gellek ti?tên din.

Pisporê ?îrê keran bi namûsa xwe sûnd dixwin ku kesên ?îrê keran vexwin, wê wek Einstein biaqil bibin û wek Superman jî xwedî qudret bin.

Îcar hûn zanin babam.

Wa pisporê keran tembîya vexwarina ?îrê keran li we dikin. Heke hûn dixwazin bibin wek Einstein û Superman, nesekinin. Dev ji çêlekan berdin û bidin dû keran û hûn sax…

Roma

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

4 Comments Already

  1. Dermanê vê Ciwanikê Xeyarê kera ya,,,,,

  2. Pir balkê? e bi rastî. Ev agahî mirov dide fikirandin ku çima em ?îrê çêlekan vedixwin!!

    Ez bawer im ji bilî Kurdan gelek gelên din qîmetê didin keran!!

    Keremkin bixwînin.

    Kerê navdar li DYE’yê mafê penaberiyê girt!

    NEW YORK – Kerê ku li bajarê Felluce ya Iraqê ji aliyê le?kerên DYE ve hatibû dîtin, pi?tî krîza di navbera DYE û Tirkiyeyê de, di dawiya dawî de gihi?t Emerîkayê û li wê derê mafê xwe yê penaberiyê bi dest xist.

    Krîza ker a di navbera Tirkiye û Emerîkayê de wiha pê? ketibû; Berbazê Emerîkayê John Falsom li eyaleta Ambar a li Ba?ûrê Iraqê kerek bê xwedî dibîne û tîne yekîneya xwe. Ji ber rengê ker û eleqederiya wî ya ji bo dumana cigarê navê ker kirin “Smoke” (Duman). Le?keran bi Smoke re wêne girtin û ji malbatên xwe re ?andin. Pi?tî vekê Smoke li Emerîkayê navdar dibe. Falsonm xwest ker bi?îne Emerîkayê.

    Wexfa Li dijî Zordariya li hemberî Ajalan a Navnetewî (SPCAI) birina ker a Emerîkayê girt ser xwe. Lê xwediyê ker derket û daxwaza 30 hezar dolar kir. Ji bo daxistina bihayê ker, ?êxek li herêmê bû alîkar. Pit?re le?keran di nava xwe de pere kom kirin û Smoke kirîn.

    Pi?tre ker anîn Hewlêrê. Lê vê carê pirsgirêka bi Tirkiyeyê re derket. Li Hewlêrê hemû kontrolên tenduristiya ker hatin kirin. Derket holê ku ji bo çûyîna ker tu pirsgirêkek tune ye. Lê ji ber ku dewleta Tirk destûr nade ajalên zindî têkevin nava sînorê wê, ker li Xabûr hat astengkirin.

    Ji ber vê jî rêxistinên mafên ajalan ketin dewrê. Destpêkê SPCAI û gelek rêxistinên mafê ajalan ên Emerîkayê ji bo birina ker, ji Tirkiyeyê destûr xwestin. Pi?tî hevdîtinan Wezîrê Çandiniyê destûr da ku ker di deriyê Xabûr re derbas bibe. Smoke ?andin Îcîrlikê û ji vir bi riya balafira kargoyê ?andin eyaleta Nebraska ya DYE’yê.

    Kerê bi navê Smoke saleke bû bi le?kerên Emerîkayê re dijiya. Heta niha di rûpela wî ya parvekirina civakî Facebookê de zêdetirê 200 hevalên wî hene. Serboriya ker li Emerîkayê tê ?opandin. Smoke li DYE’yê êdî mafê penaberiyê jî wergirt.

    Lotika 2011 Ajansa Nûçeyan a Firatê ))

    Rûpela wê/wî ya facebokê!

    http://www.facebook.com/pages/Smoke-the-Donkey/136108573119277?ref=ts&sk=wall

    Hin agahiyên din(bi tirkî).

    http://www.facebook.com/notes/hayvan-severler/albay-folsom-ve-irakl%C4%B1-maskot-e%C5%9Fek-smokeun-%C3%B6zel-hikayesi-/10150185069827570

    Kurd û Ker ?
    Ev peycan li hev naguncin!

  3. Lotikek nû avêtine!!

    Koma Kerên Kurdistanê: Divê mirov wek keran bijîn!

    SILÊMANÎ – Serokê Koma Kerên Kurdistanê Omer Kelol ragihand ku nêzî 8-10 hezar endamên wan hene û diyar kir ku armanca wan “Kerkirina Herêma Kurdistanê ye”. Kelol dibêje; “Bila hemû mirov wek keran bijîn, dakû hevdu nekujin!”

    Serokê Koma Kerên Kurdistanê Omer Kelol duh di vekirina pê?angeha ji bo danasîna Koma Keran hat li Silêmaniyê hat lidarxistin de got; “Armanca me ew ku em gelê herê bikin ker, dakû wek keran bijîn.”

    Kelol got; “Koma me ji 8-10 hezar endaman pêk tê. Armanca me ew e ku gel zêdetir ker bikin, da ku wek keran bijîn û hevdu nekujin. Pêwîst e mirov jî wek keran bijîn.”

    Partiya Kerên Kurdistanê di sala 1979’an de li Ba?ûrê Kurdistanê hat damezrandin. Lê pi?tre xwe wek Koma Kerên Kurdistanê bi nav kir û di sala 1993 ji partiyê derbasî komê bûn.

    Ji 2011 Ajansa Nûçeyan a Firatê

    Ewqas jî nabe yaw. Nikarin ji bo mirovê xwe jiyanek xwe? û medenî bixwazin….

  4. wey babo re? u sipî neman nehatîne tam kirin xanimê dil di çîte kera jî tam biket .

Leave a Reply

Your email address will not be published.

%d bloggers like this: