Kovara Forbes a Amerîkî, navdarên herî hêzdar û dewlemend hilbijart û lotikvana çiryayî û diryayî Lady Gaga kir rêza pê?în.
Salek du sal in Lady Gaga, hem di çapemenîyê de û hem jî di sîteyên înternetê de pir derket pê? û lotikên wê nav û deng da.
Li gora kovara Forbes, Lady Gaga îsal 90 milyon dolar qezenc kiriye û bûye yek ji navdarên herî hêzdar û dewlemend. Pi?tre navdarên wek Oprah Winfrey, Winfrey’i Justin Bieber, U2, Elton John û Tiger Woods ketin rêz û dora tenûra kovara Forbesê.
Erê belkî Lady Gaga bi xwe?ikbûn û bedewîya xwe zêde neyê xwarin û hinekî tir? û tehl be jî, lê xanimê di temenekî ciwan de bûye milyoner û buxçika xwe mi?t û tije kiriye.
Ez dibêjim bela xort û mêrên Kurd nesekinin û ji xwe re têkevin dora tenûra wê. Belkî hema Lady Gaga sêva xwe li nav serê wan jî xe û çend qirû? têkevin bêrîka wan jî. Ne tenê çend qirû? ha, hew we dît hûn bûne xiyarê nav cacîqa Lady Gaga jî ma kî zane…
Amerîka
More Stories
Serdana PWK û helwesta PDK
Dergevanên Bakurî, rewşenbîrî yan şelafî!
Çê kiro bi xwe kiro, xirab kiro bi xwe kiro