Jan 31, 2013

Monat: Januar 2013

Fêde û xisarên lotikên seksê

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Hinek pisporên seks û zayendê dibêjin ku seks pir bi fêde ye û rolek mezin di bextewarbûna meriv de dilîze. Dibêjin ku lotik û zîtirkên seksê sporek mezine û divê meriv bi kêmanî di hefteyê de çend caran hevdu bigevizîne û li hevdu siwarê, seksek bi şehwet bike û di vê seksa şehwetbilind de girêza […]

AYETULAH ELÎ SÎSTANÎ LOTIKEK BÊÎMAN LI TIRKIYÊ XIST

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Bi rastî hin caran ev Ayetulahên Elewistanê karên rindik û hênik dikin. Yek ji wan karan jî lotika Ayetulah Elî Sîstanî ye ku li nîvê eniya Tirkiyê xistiye. Hûn zanin gelî lotikvanan, mesele çawa rû dabû? Helbet gava hûn zanibin, hûnê tev yeko yeko bêjin oxxxxx xweşîya dilê min… Ev serê çend rojan e ku […]

Bijî Ozlem Çerçîoglû!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 3
Li ser bextê parlamenterê AKP ê bajarê Aydin ê Mehmet Erdem be, dibêjin xwedêgiravî şaredara bajarê Aydin ê xanima seksî û doxînsist Ozlem Çerçîoglû gotiye ku “Ezê bajarê Aydin ê ji Kurdan pakij bikim û tirrê ji wan berdim” filan û fîstan. Lê xanimoka qemer û şekirokî jî sê telaqên mêrê xwe davêje û gotiye […]

Dor dora dêleşêrên Esed e

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Li bajarê Humusê, li baregeha leşgerî ya Wadî al-Dahab, 500 leşgerên jin perwerdeya xwe qedandin û dîplomeyên xwe wergirtin. 500 dêleşêrên Esedko! Li gora ku sîxur û ajanên „Lotikleaks“ê ji bajarê Humusê diyar dikin, dibêjin êdî tir di zilamên Esed de nemane, ji ber wê jî Beşar Esedko îcar dest avêtiye perwerdeya jinan û dêleşêrên […]

Osmanê me dixwaze bibe şaredarê Ruhayê, wey bavoooooooo!!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 4
Brayê serokê Kurdên dinya û axretê xalê me Osman Ocalan, hevpeyvînek qerase daye rojnama Vatan a Tirkî û  nivîskarê wê Rûşen Çakir. Osmanê me gelek tiştên rast û erênî gotine, rewşa îro, pêvajoya hevdîtinên dewletê û brayê xwe Ocalan nirxandiye û pê de çûye. Lê lotika herî xweş û balkêş çiye hûn zanin gelî lotikvanan? […]

Sotemenîya Gundîyan “Sergîn (Kêsek) û Tepik’’…..

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Bi gelemperî jîyana gundîyan bi tebîetê û bi derfetan şikil girtîye. Gundîyên me jî ji bo ku  xwe ji sermayê biparêzin, dîsa ji qanûna dinyayê ji xwe re îcadek derxistine. Insanên alîyê rojhilatê bi taybetî bi karên xwedîkirina heywanan re mîjûl bûne. Bi gelemperî jî dewar xwedî kirine. Wekî, conege, mange, ga, bizin  û hwd. […]

XALÊ ME SIRRÎ DÎSA ÇEND LOTIK AVÊTIN

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Xalê me Sirrî dîsa çend lotikên Kurdewarî li meclîsa ezîm a Qasimpaşalî Receb abê avêtin û bi dengekî bilind qîr dan û got: “Weleh, bileh û teleh em ne Tirk in, em ne cewrikê dêlika Asenayê ne û em ne ji tovê Moxoliyan in. Çima hûn me fêm nakin babam? Em Kurd in oxlim Kuuuuurd….” […]

Kilîlîlîlîlîîî, hemşoyê me bû wezîr!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
Belê, serok û merokê Tirkîyê Qasimpaşalî Receb 4 wezîrên xwe guhertin û îmana wan teneke kir. Helbet dilê 4 wezîrên nuh jî xweş û geş kir û tir di wan de kir fis. Lê mesela me li ser wî dewarê xwedê û gavanê gund Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn bû. Heke we dên û bala […]

ÇAR LOTIKÊN QASIMPAŞAWARÎ

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
 Dibêjin, lotik hene û lotikok hene. Lê belê ev lotikên hikûmeta Şêstûyekemîn, ne lotikok in, ev lotikên Qasimpaşawarî ne. Herêêêêê… Receb abê lêxe… Lotikên şidiyayîtir lêxe…. Xwedê wekîl e, eger Qasimpaşalî ha ji xwe neba, wê lotikên bêîman lê jî ketibûna. Serokwezîrê Tirkiyê yê sererd û binerd sayin Qasilpaşalî Erdogan, lotikek bêîman li 4 wezîrên […]

DIZÎ HUNEREK E, HER KES NIKARE BİKE

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Emrê Mihemedo bi dizîyê derbas bû, heta ku bû hecî. Mihemedo  dema çû hecê hat dev ji dizîyê berda û îcar behsa dizîyên xwe kir. Mihemedo ewqas diz bû, qereçîyan ji xelkê didizî ewî ji wan didizî; de îcar hûn bihesibînin çito diz bû. Yekî got: “ Kuro weleh Fata qereçî bi dizîyê gelek zêr […]

KURD NABIN WEKE TIRKAN

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 7
Parlemana CHPê ya bajarê Izmîrê xanima nermik û rindik, Bîrgul Ayman Guler derkete ser kursîyê civata bêmejiyan û qîr dan, got: ”Bi sê telaqê mêrberdanê, Kurd nabin weke Tirkan. Ha va ye aş û ha va ye dor! Ma qey bi vir û derewan e… Ez ji ber vê gotina xwe ne poşman im jî” […]

MIN MEKUJE Û XWÎNA MIN MEDE

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Xweda, cudahî û cûrbecûriya mirovan kiriye sedema nasînê, lê me kiriye sedema kujtin û dijminatiyê. Ez hêvî dikim ku êdî cudahiya mirovan nebe sedema kuştina wan! Min cihaneke wuha divê! Ne min bikuje û ne dirafê xwîna min bide, ne jî şîwana min bigerîne. Hey meriv dê nikaribe yên mirî vegerîne, belê dibe ku meriv […]

35 salên xwe bi tir û fisan derbas kir

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 2
De werin li vê ecêbê û li vê lotika kesanedî binerin. Prof. Dr. Ahmed AKGÜNDÜZ ji bo ku Mela Saîdê Kurdî bike Ereb û wî ji Kurdayetîya wî dûr bixe, 35 salan lêkolîn kiriye, 35 salan çîrok û çîvanokên virt û vala dane ser hev û xwedênegiravî koka Mela Saîdê Kurd (Norsî) derxistiye holê. Û […]

BAK ava bû, kilîlîlîlîlîlî!!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 1
Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Kurdistanê Bi navê Xwedanê dilovan beyannameya ragehandina damezirandina Bazên Azadiya Kurdistanê piştî bîst û du heyvan ji serhildana gelê Rojavayê Kurdistanê bo azadî û rizgariyê û mafên gelê xwe yên rewa û rakirina zordarî û sitemkariya salan û piştî guhertinên mezin û xeternak di şoreşa gelên Sûriyê de, ji kuştin û wêrankirin […]

Bi du qurûşan jî kes nakire!

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Di salên heftiyan de kirêkarên Sûrî diçûn Libnanê, Libnan jî, ne wek dewletên Erebên qûnreş yên dora xwe bû, yanî dîmoqrasî û mîmoqrasî û jinên çîmrût û qûnrût lê hebûn! Kirêkarekî Erebên binê berya Çiyayê Ebdilezîza Hisiça (Humeyid) ku herdem di bin konik û monikan de dijiya, li ber pez û devan, şivan û serwanek […]

Xwîna Kurdo

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • 0
Rojekê li Dîyarbekirê zilamekî Tirk nexweş dikeve û bi lez û bez wî dibin nexweşxaneyê… Ew ê bê emelîyatkirin û bi lez û bez xwîn jê re lazim e. Bi saya dost û heval û nasan xwe dighînin zilamekî Kurd. Kurdo jî Kurdo ye… Şoreşgerekî tûj e; agir û dixan ji firnikên wî dihere… Kurdo […]

Ez çima beşdarî merasima Elçî nebûm û ez neçûm ser gora wî?

  • by Lotikxane
  • 6 Years ago
  • Comments Off
Şerafeddîn Elçî, di 25. 12. 2012-an de çû ser dilovaniya xwe. Bila serê malbat û hevalên wî sax be. Ez û Elçî dost bûn; em dostên hev yên kevn bûn. Em di dema Derbaya Leşkerî ya 12-ê Adara 1971-an de bi hev re hepis razan. Me bi hev re partî ava kir. Lê ez beşdarî  […]