Mislimê me talî çaya MÎT ê vexwar kuro!

Belê, hevserokê PYD xalê we Salih Mislim, talîya talî gîha meqsed û miradê xwe û bi MÎT a Tirkoleran re li ser masê rûnişt. Wek tê bîra we, xalê...

Belê, hevserokê PYD xalê we Salih Mislim, talîya talî gîha meqsed û miradê xwe û bi MÎT a Tirkoleran re li ser masê rûnişt.

Wek tê bîra we, xalê we Salih Mislim berî demekê gotibû: “Ez dixwazim li Enqerê bi MÎT ê re çayê vexwim û em hevdu nas bikin” filan û fîstan.  Me jî gotibû: “Dev ji çaya MÎT ê berde xalê Salih, çaya MÎT ê tehl e, jehr û ziqûm e û nayê vexwarin baba, ya baş were çaya Lotikxanê vexwe, çaya qaçax û xweş û lezîz”. Lê mixabin MÎT ji Lotikxanê xurttir derket û ew çaya tehl bi xalê me Salih dan vexwarin. Êêêêêê, belasebeb nabêjin “Gîhayê hewşê tehl e” kekooooooo!

salih mislim KopieAxir, xalê Kurdên sererd û binerd birêz Salih Mislim, ji Hewlêrê bi lez û bez berê xwe da Tirkîyê û bi MÎT û Wezareta Derve re hevdîtinek kir. Li gor saloxdanên ajan û sîxurên eşîreta Lotikxanê, dibêjin MÎT û Wezareta Derve çayek tehl danîne ber wî, guhê xalê me Salih kişandine, destê xwe di ser serê wî re birine û gotinê: “Binere canim qardaşim, simbilboqê lihevhatî, lingên xwe zêdeyî lihêfa xwe ranedin (dirêj nekin). Xeyal û meyalên “Xweserîya Demokratîk” û tiştik miştikên ku serê me bêşînin nekin. Alîkarîya wî qûnekê Beşarko jî nekin. Heke hûn serê me bêşînin, bi ellahwekîl emê toz û dûmanê bi ser serê we de rakin ha, emê mîrkutan li nav serê we xin” û qurîncekek ji xalê me Salih dane.

Werhasilî kelam, piştî ku Tirkoler û dewşîrmeler çend lotikên germik û nermik li xalê we Mislim dan, îcar xalê we Mislim ji çapemenîyê re got: “Bi her şeş telaqên jinberdanê nêta me ne xirab e. Em dixwazin ji Kurd, Turkmen, Erebûn qûnreş û Asûrîyan desthilatdarîyekê çêkin babam” û xwest qaşo dilê sermezin û pozmezinên Tirko xweş bike, bêhna wan derxe.

Û li alîyê din çi heye?

Ev heye ku dewleta Tirko bi qebûlkirina Salih Mislim dixwaze navbera xwe û PYD hinekî germ û nerm bike.

Çima?

Heke Beşarko çû û desthilatdarîya rojavayê Kurdistanê ket destê PYD?

Heke bi tofelaqî li wir jî federasyonek yan quzilqurtek din pêk hat?

Tirkoler biaqil in baba, torinên Dewleta Elî Osman in, lîztik û şad û şûdên Dewleta Elî Osman pir in. Hem li nêl dixin û hem li bizmêr.

Ez serê we neêşînim, ev lêlê ye û lolo jî bi dû de ye.

Îro vexwarina çayê ye, sibê jî dora qehwe û goştê mirîşka ye.

Û piştî xwarina goştê mirîşkan çi dibe ez nizanim, îcar hûn texmîna pêşeroja MÎT ê û xalê xwe Salih Mislim bikin wesselam…

Stenbol

Categories
Kadîn
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...