Aug 31, 2014

Monat: August 2014

Ziman

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • Comments Off
Em dibêjin jiyan qada xwe derkirinê ye. Divê têkiliya jiyan û Xwezayê xweşaheng be. Lê ku serdestê Xwezayê têkeve rêya şaş; ji holêrakirin û tunekirinê, tunehesabkirina çand û zimên bike armanc, a wê çaxê wê asasê xwe hilweşîne, dinamêtê bixe bin asasê xwe û hebûna xwe. Dê sedem û armanca hebûna xwe ji holê rake. […]

Melîke xanim poşman kirin

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 0
Belê, pêşmergeyên qehreman îro li dijî dolheram û  olheramên DAÎŞ ê şerekî dijwar didin û qûşê li wan diqetînin. Ji bo ku moralê pêşmerge bilindtir bike û xirrê wan mezintir bike, helbestvana Amagîzî-Marokanî xanim Melîke Mîzan, xwestibû piştgirîyê bide pêşmergeyên Kurd. Piştgirîyek çawa û bi çi? Ne bi çek û cebilxaneyan loooooo, na! Bi bedena […]

Îcar jî dixwazin kûçikan entegre bikin

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 0
Belê, bajarê Stenbolê bûye wek garana gund. Hûn çi bixwazin lê heye, lê dibe. Diz, keleş, çeqel, qûnek, qûnde, trand, xwefiroş, eroînkêş, esrarfiroş, jinfiroş û hema çi bê bîra we. Me texmîna her tiştî dikir, lê me texmîn ne dikir ku yekî Tirk li nîvê Stenbolê, lî nîvê taxa Hamîdîye ya Kaxithane, binihê dêlikekê û […]

ŞENGALA MIN

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • Comments Off
Şewitandin Şingala min Hawara zarok û keç û mindalan Axîna mêr û xort û dayîkan Dîsa bi Şingalê de hat ew ferman     Jîna me talan û wêran kirin Ser û lingên me jêkirin Axa pîroz bi qirêjên xwe reş tarî kirin Hawar û sed car hawar dîsa hat ev ferman   Kurdino rabin […]

Xaltîka me Merkel destê xwe li pişta pêşmerge xist

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 7
Belê, Serokwezîra Almanyayê xaltîka me Angela Merkel biryara xwe da û silavek germ ji artêşa Kurd re, ji pêşmerge re şand. Her çiqas hinek partîyên bakur û rojavayê Kurdistanê nedixwestin ku Almanya çek û sîlehan bide pêşmerge jî, lê xaltîka me Merkel bi ya wan nekir, pehînek li der qûna wan xist û xwe da […]

HPK jî bi xwe de rît

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 1
Belê, Hewldana Partîyek Kurdistanî jî ket nav karwanê „ortak vatancî“yan û bi xwe de rît. Kêfa me dihat. Me digot „Ê de va hewldanek Kurdistanî derketiye rê, belkî hema rêxistin yan partîyek Kurdistanî, Kurdperwer û xwedî şexsîyet çêbibe û Kurdên bakur hêdî hêdî ji vê quzilqurta Tirkayetî û Tirkîyebûnê xelas bibin“. Lê xuyaye kurmê şîrî […]

Wey merheba ji we û xwendevanîya we re!

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • Comments Off
Xwendevanî bîrewerî ye, zanîn e, ne mirîdî û koletîya rêxistin, partî yan terîqetekê ye. Xwendevanên Kurd divê nîfaq û dijminatîyê nexin nav rêxistin û hêzên Kurdî. Xwendevanên Kurd divê ji bo yekîtîya hêzên xwe, ji bo berjewendîya millet û welatê xwe bixebitin, ne ku dijayetî û dijminatîya alî yan hêlekê bikin. Lê mixabin xwendevanên me […]

Wezareta pêşmerge mîrkutek li nav serê Cemîlê me xist

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 7
Belê, ne sar li rêveberên PKK tê û ne jî germ.  Serokên sererd û binerd ên KCK (PKK) çima ku çend hêzên pêşmerge ji neçarî û bê çekî Şingal terikandibûn û Kurdên Êzîdî bi tenê hiştibûn, rabûbûn ser tapana û ji herkesî zêdetir dest bi dijminatîya pêşmerge, KDP û Barzanî kiribûn û dikin. Lê ku […]

Li ser bextê Silo be!

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 1

Derxistina DAIŞê ji Kurdistanê ne çareserî ye!

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 0
Çima derxistina DAIŞê ji Kurdistanê ne çareserî ye? Ji ber ku heta mar neyê kuştin, mal aram nabe, piştî birîndarbûnê û xwevekişandina qulê û tendirustbûnê, mar wê her dîsa êriş bike. Çareserî? Tinekirina mar! Kurd dikarin DAIŞê (ya rasttir Îslamîstên tundrew) tine bikin? Na! Ev karê kê ye? Ev karê Ereban bi xwe ye. Kurd […]

Fermana Şingalê

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 0
Ev Şingale Şingale, fermanek reş û tale Qêra jin, pîr û kale, ziman di dev de lale Bi navê islam û dîn, qirkirin û serbirîn Xistin nava welêt şîn, ma kes hiştin bê birîn?   Di bin navê Xwedê de, Mûhemed û Mekê de Di tarîya şevê de, cilreşan berî lêde Hilgirê alek reş in, […]

QIJIKÊ BERATE Û QARQAROK

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 1
Li Başûrê Kurdistanê behsa serxwebûnê hat kirin, qijikên berateyan ji hêlînan derxistin û şandin ser Kurdan. Firîn baskê xwe li hev xistin, şa bûn ku ji beratê piçek xwarin bi dest bixin. Bang li hev kirin, her yekê xwe da ser hişkedarekê û li benda parçekirina berate amade bûn. Gorî wan Kurdistan berate bû !… […]

Egîd

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 2
Egîd kî ye? Egîd, lawekî kurd e… Egîd, xortekî kurd e ku li dij hovtiya dewleta dagirker derketiye… Egîd, sembola şerê çekdarî ye… Egîd, dilsoz û canfedayê wî welatî ye ku ji her hêlê ve hatibû dagirkirin; hemû nirxên wî hatibû talankirin… Egîd, di bêdengiyê de qîrîn e! Egîd, lixwemikurhatin e… Egîd, lixwevegerandin e… Egîd, […]

Wê Kurd we bavêjin nav gemara dîrokê

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 0
Di nav me kurdan de gelek pend û gotinên pêşînan hene ku gelek caran rast derdikevin, jixwe ew gotin û serpêhatî jixweve nehatine gotin, wek nimûne: şêr sêre çi jine çi mêre, zor gêzeran radike, her dînsizek îmansizek jêre divê, çavên zerdoq di nav kayê de dîtine, yê zane, zane yê nizane baqê nîskan e. […]

Serokê Kurdistana Sor: PKK Kurdistana Sor bi 4 milyon dolaran firot

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 0
Bê şirove, bê lotik û zîtirk. Li ser bextê Rûdawê  be… ———————————————  Wekîl Mistefayêv  Demên dawî yên jiyana xwe her bi xeyal û fikirîna li ser careke din damezrandina Kurdistana Sor derbas dike. Ew Kurdistana ku di 25ê Gulana 1923yê de hate damezrandin û di 8ê Tebaxa 1930î de dawî lê hat, ku navenda wê […]

Encamnameya Civîna Bi Dildarên ÎNÎSIYATÎFA AZADÎ Re

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 0
Belê, dildarên Însîyatîfa Azadî lotikek qerase avêtin û civîna ciwanan li dar xistin. Ciwanên Însîyatîfa Azadî bi daxuyanîyekê dawî li civîna xwe anîn û dan lotikan. Ê de kerem bikin daxuyanîya ciwanan bixwînin bê çi dikeve serê we qurban… ——————————- Encamnameya Bi Dildarên ÎNÎSIYATÎFA AZADÎ Re Civîna Şêwirê ya Yekemîn a Ciwanan Bi navê Xwedayê […]

Lekeya li eniya Hêzên Pêşmerge

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 4
Pêşmerge; Nîşana mêrxasî, fedekarî, fedayîtî, berxwedan û tekoşînê ye. Pêşmerge; Îrade û biryardariya li welêt xwedîderketinê ye. Pêşmerge; Tirsnezan e. Pêşmerge; Her li pêş e. Pêşmerge; Lehengî ye. Miletê kurd û dinyayê Pêşmerge bi van taybetmendî û xusûsiyetan nas kir. Dujminên miletê kurd jî qebûl û nas kir ku Pêşmerge; ê dimre, lê gavek paş […]

Andressa silavek da civata hazir

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 4
Belê, vê heyamê Kurd bûne wek mirîşka gêj. Evan kûçikbavên DAÎŞ e çi quzê kerê ne, moralê me Kurdan kirine quzilqurt. Moralê me ewqasî kirine çeqilmast ku êdî hew kîrê me jî radibe û hema bêjin em ji mêranî ketine.  Dêqehpan tofan û bablîsokek mezin anîn serê Kurdên Êzîdî û toz û tirabêlk bi ser […]

Xeman mexwe Selo,qewlê xwedê şeş car in!

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 0
Belê, hilbijartina serokkomarîya Tirkîyê çêbû, bi dawî hat, dawet ferikî û berbûk hetikî. Helbet me jî zanîbû, HDP jî zanîbû, Selahattîn Demîrtaş jî zanîbû û zarokên di pêçekê de jî zanîbûn ku wê Seloyê me neyê hilbijartin û nebe serokkomarê „netew-dewlet“ a Tirk. Yan jî wê nebe serokkomarê „ortak vatan“ ê hevallerên me. Lê gotin […]

Kasimpaşalî îcar jî bû serokkomar

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 0
Belê, serokwezîrê Tirkîyê cîgerim Kasimpaşalî Receb vê carê jî bû serokkomarê demokratîk Tirko cimhûrîyetî û da bin dûvê rikberên xwe. Ji bo serokkomarîya Tirkîyê 3 qeraseyê zilaman bûbûn namzed. Erdogan, Ekmeleddî Îhsanoglû û Seloyê me (Selahattîn Demîrtaş). Di encama dengdanê de Kasimpaşalî Receb li çirra herdu qeraseyên din xist, tepa xwe li nav serê wan […]

Dehola YNKê teqiye li dehola xelkê dixe

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 0
Nakokiyên navbera baskên nava Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ewqas kûr bûne, serokatiya wê partiyê nikare li ser tu pirsan li hev bike û biryareke yekgirtî bide yan jî li ser bûyerên li başûrê Kurdistanê, parçeyên din yên Kurdistanê û bûyerên li deverê diqewimin helweta xwe bi zelalî diyar bike. Di vê rewşa şer de jî […]

Nikarin bi kerê dibezin kurtên, bajoooonnnn!

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 0
Belê, Kurd ji xelkê re rovî, lê ji hevre şêr in. Ji xelkê re masî, lê ji xwe re kûsîgir in. Ji xelkê re hêkan, lê ji xwe re zelqan dikin. Ji dagîrkerên xwe re demokrasî û wekhevîyê dixwazin, lê tehamilî hevdu nakin, qûşê li hev diqetînin. Aha ji we re Osman Osman Balîç! Û […]

Li ser bextê Silo be

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 3

Biçirîne oxliiimmmmmm!

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 3
Birastî carna ez ji rebbê alemê pir aciz dibim, jê dixeyidim û dibêjim: „Çima te ev Erebên qûnreş dan dinyayê xwedêyo?“ û gilî û gazindan dikim. Min di dinyayê de ji Erebên qûnreş virektir, derewîntir, zinêkartir û bêbexttir millet nedîtine. Aha ji we re nimûna herî baş: Şêx Mehmûd El Misrî! Şêx Mehmûd El Misrî […]

BÊ SÎNOR BIKENIN

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • Comments Off
Her sê jî gundîyên hevûdu bûn, bi rewşeke cidî û maqûl li çayxanê rûniştin. Çayvan ji wan re çay anî, dest bi suhbetê kirin. Mijara suhbeta wan bûyerên gund bûn. Keremo zivirî ser Misto got : “ Kuro wê rojê golikek me ket zevîya we, bavê te hat da çêra, min qet dengê xwe nekir. […]

Dem Diherike, Bi Demê Re Divê Însan Jî Biherikin…

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 2
Di xortaniya xwe de ku hîna av di gunikê min de danewerivîbû, têra xwe serhişk, têra xwe Apoîst bûm. Çi nivîs, çi pirtûkên Apo diketin destê min, wek ayetên mizhefa reş min dixwend û lê diçûm. Roja ku bi telefonê beşdarî bernameyeke televizyonê dibû, wê şevê min nedihişt Şeytan jî bi min bikene. Tenê li […]

Serokkomarê kê?

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 0
 Ma êdî dewleta Iraqê heye? Navê wê bi kuştin, rûxandin, gemarî û gendeliyê bûye yek. Pasaportên wê li ti derê naborin. Bêhna Iraqê ji kê tê, însan ji wan direvin. Heya ji ber ku tîpên erebî wê diyardeyê tîne bira wan, mirov nikare rojnameyên bi wan tîpan nîşanî însanan bide. Ma di kirdariyê de Iraq […]

Dora wê piştî 1372000 sal e!

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 1
Dibêjin li Mûsilê, herçar Xelîfeyên Raşidîn, Ebû Bekir û Omer û Osman û Elî û çend Eshabên din û bi serokatiya Ebû Bekir Al Bexdadî civiyane û xwedêgiravî çend biryar û yasayên taze û modêrn derxistine. Emê li xwarê hinekan ji wan, ji we re rêz bikin: 1. Qedexeye ku jin li ser sendeliyan danişin […]

Kurd û serokkomarî

  • by Lotikxane
  • 4 Years ago
  • 1
  Belê, şerê 35-40 salan hat û li Tirkîyeyîbûn û li serokkomarbûna Tirkîyê sekinî. Encama şer û tekoşîna 35-40 salan hat û li antî netew-dewletê, li antî Kurdistanê û li antî serxwebûnê sekinî. Xwîna bi hezaran keç û xortên Kurd ne ji bo Kurdistanek serbixwe û yekgirtî, lê ji bo Tirkîyeyek yekgirtî û serbixwe hat […]