Gelo başûrî çima kîrhar in?

Mihemed Soran

Çiqas rast yan derew nizanim, lê gotinek heye dibêjin: „Aqilê Kurdan di serê kîrê wan de ye“. Yanî, Kurd karin her tiştên xwe li ser kîrê xwe bikin û bifiroşin. Belkî derew be jî, nizanim. Lê wek ku ez zanim û ez dibînim, birastî jî em Kurd mirîyên kîrê xwe ne. Bi taybet em Kurdên başûr kîrhar in, mirîyên keç û jinan in. Belkî li parçeyên din yên Kurdistanê jî ev wilo be. Belkî jî ji çand û kultura îslamê tê û Kurd jî ketibin bandora wê çandê. Çanda zewaca pirjinî.

Axir..

Mijara me li ser başûrê Kurdistanê û Kurdekan bû.

Li gorî agahdarîyên Rêveberîya Plan û Amara Encumena Dadwerîya Herêma Kurdistanê, ji her 100 mêrên başûrî 7 ji wan mêrê 2,3 û 4 jinan e. Ev pirsgirêk heta bi îro jî didome û kes nizane wê çawa rê li ber bê girtin. Li gor daxuyanîya vê dezgehê, di van şeş salên dawîn de ast û kêşeya zewaca pirjinîyê zêdetir bûye. Bi taybet li bajarên wek Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Dihok û herêma Germîyanê asta zewaca pirjinîyê zêde ye. Li gor daxuyanîya heman dezgehê, li van bajar û herêman, di nava şeş salan de 299 hezar û 403 kes zewicî ne û ji wan 832 kesan bi awayekî fermî û yasayî jinên duyem, sêyem û çarem anîne û kêfa li ser kêfê dikin.

Îcar ma ev edalet e gelî lotikvanan?

Bela jinên reben bi xiyarekî razî bibin, her roj heman tirşik û cacîqa wî xiyarî bixwin, û bela zilam jî her şev savara bi goşt û hêkên qelandî û tirşikên cuda cuda xiyarên xwe rep û qalind bikin.

Ez zanim li parçeyên din yên Kurdistanê jî lotika pirjininîyê heye. Lê bawer nakim wek başûrekanim û wek Kurdekanên başûrekan zêde be.

Birastî ecêb e lo.

Qey ev jî huner û taybetmendîyek bi serê xwe ye bavo..

Law vê heyamê meriv nikare jinekê îdare bike baba, ji pitepita wê ne hewes û şehweta lotikan bi meriv re dimîne, ne jî mêranî.

Evên ku wek Bavê Teyar mêrê 3-4 jinan e, çawa dikin yahoooooooo!

Silêmanî

pirjin

pirjin3

About The Author