JINA KURD ÇAVKANIYA ZIMÊN E

Zimanê dayikê nasnameya herî girîng û berbiçav e. Her gel di nav civatê de xwe bi zimanê xwe dide nasîn.

Kes kesî bi xuyangên wê ve nas nake. Bêguman kesê ku zimanê xwe nizanibe tu wateya nîjadê jî namîne.

Ê ku nîjadê dide nasîn ziman û çand e. Çand jî bê ziman nabe. Û helbet ziman jî bi xêra kedkar û pisporan ve digehîje nifşên nû. Dema em dibêjin; “Pispor” bila kesên xwedî bawername an xwedî berhemên nivîskî neyên bîra we.

Îro dost-dijmin giştik baş dizanin ku di gel zext, zordarî û asîmîlasyonên li hember Kurdan hatiye meşandin eger zimanê Kurdî li ser pîya mabe, ev xebat, ked û serkeftin para dayika Kurd e…

Wekî tê zanîn gelê Kurd di welatê mêtîngeran de dijîn…

Gelên ku ne bi serê xwe bin, perwerdeya zimanê dayikê tunebe,  ne pêkan e ku zimanê xwe biparêze û bigehijîne nifşên nû.  Lêbelê, zimanê Kurdî yek ji wan minakên herî baş e, digel ku ne zimanê fermî ye, ligel wê qasê dîsa jî nav zimanên cîhanê ên herî dewlemend de cihê xwe girtiye…

Vêca gelo dayika Kurd, rê û rêbazeke çawa meşandiye ku ev zimanê qedexekîrî heta îro li ser piyan maye?

Ez dibêjim DAYIK! Ji ber ku dayikatî dilovanîyeke bêhempa ye. Dayikatî lê xwedî derketin e. Dayikatî parastin e. Dayikatî hêzdarî ye…

Dayika Kurd, zimanê xwe bi hestên dayikatîyê himbêz kiriye û ji hemû xesarên hawêr parastiye.

Dayika Kurd, zimanê xwe wekî laçika spî ya serê xwe parastiye û nehîştiye tu lekeyek li wê laçikê bikeve…

Zimananîna kul û keserên xwe, gilî û gazindeyên xwe, lawîjên li ser mirîyên xwe lorînên li ser landikên zarokên xwe bi Kurdî ristiye…

JINA KURD ÇAVKANÎYA ZIMÊN E

Hz. Aîşe dibêje: “Eger hûn dixwazin zarokên we zimanê we baş hîn bibin, hingê divê zarokên we bi gundîyan ve têkildar bin.”

Herweha Îmamşafiî jî Xwedê jê razî be, dîbêje: “Ez di zaroktiya xwe de ji bo erebiyeke baş bizanibim diçûm li gundan dimam”

Ji van mînakan jî em baş dîzanin ku kîjan ziman dibe bila bibe, çavkanîyên zimên ê herî bi bandor gund in. Pîrejinên Kurdan jî bi gelemperî li gund dijiyan, zarokên xwe jî bi ava vê kanîya zelal gojî dîkirin…

Îro kî bi Kurdî binivîse an bikaribe berhemên Kurdî bixwîne jê re dîbêjin: “Tu Kurdiya akademik bikartînî” Kurdî çiqas bûye zimanê akademîyê, an ne bûye? Bila ew bibe mijarên pisporan lêbelê rastîyek heye ew jî ev e; kesên li ser Kurdî lêkolînan dikin an jî ên wekî min bêyî ku lêkolînek li ser Kurdî bikin, tenê bi Kurdî dinivîsin herî zêde peyvên ji pîrejinên Kurdan bihîstîne bikartînin…

Gelek peyvên ku min di pirtûkan de nebihîstiye, min ji dayik an pîrika xwe ya rehmetî an jî ji pîrejinên gundî bîhistiye û ez wan peyvan di nivîsên xwe de bi kar tînim.

Helbet têşeya malbata Kurdan jî dibû sedem ku jin bêhtir bikaribin çand û zimanê xwe bigihînin nifşên nû. Lewre heta çend sal berê jî malbatên Kurdan bûk, xwesî, jintî û hwd. bi hev re dijiyan.

Di vê rewşê de jî mezînê malê xwesî bû, ku xwesî ne li jîyanê ba, hingê jintiya mezin dibû mezînê malê û neyartiya xwesîyê dikir û erka xwesîyê dida ser mile xwe.

Dibe ku jiyaneke bi vî rengî di nav xwe de zehmetên cur be cur jî bihewîne û dihewand jî. Bes bûkên ku di nav malbateke mezin de zarokên xwe mezin dikir, ne pêkan bû ku zarokan ji çanda kurdî dûr mezin bikin…

Ew pîrîkên ku neviyên xwe bi çîrokên Mem û Zîn, Stî û Fexrî, Xecê û Sîyabend çirçîrokên gelerî û bi stranên gelerî mezin dikirin; Bûne stûnê zimanê Kurdî…

Ji ber wêynê/rola wê ya girîng em dikarin bêjin nirxa jina Kurd di nav malbatê de gelekî girîng e.  Lewre ê ku malbata Kurd birêve dibe bi gelemperî jin e. Û taybet pîrejin e…

Keda dayikên pîroz, di hemû rengên jiyanê de xwe nîşan dide.

Şayanê gotin û pesindayinê ye ku, îro em dibînin, li ser medya civakî de bi hezaran keç û xortên Kurdan bi zamane xwe peyamên sîyasî evînî û peyvên edebî parve dikin.

Parastina ziman,  ji bo jina Kurd sedema xwedîderketina eslê xwe ye.

Di zaroktîya min de, dema yek bi Tirkî bipeyivîya pîrejinan ji wan re digotin: “We eslê xwe wenda kiriye.”

Ev gotin, gotineke wîsa giran e ku erzê mirovan dişkênîne.

Ka kî dixwaze yek jê re bêje te eslê xwe wenda kiriye?  Lewre zadeganî/esilzadebûn ji bo gelê Kurd tiştekî pîroz e.

Belê bê guman, wekî me li jor jî minak da keda jina kurd ya ji bo ziman kedeke bêhempa ye, lê mixabin şert û merc her ku diçe dijwartir dibe. Divê gelê Kurd zend û bendê xwe bade ji bo pêşeroja ziman têbikoşe. Lewre parastina ziman di nav jiyana nujen nav lepên malbatan de şemitiye.

Divê jina Kurd têbigehije ku tenê bi dirûşmeyên sîyasî  wê nikaribin çanda xwe biparêzin. Parastina çandê bi beramberê parastina zimanê dayikê ye…

Jina Kurd ji vir şûn de ji bo ku keda dayikên xwe heba nekin; divê bêhtir li ser zimanê xwe û ji bo zarokên xwe û malbata xwe fêrî zimanê xwe bikin bixebitin. Divê bizanibin ku tolhildana herî mezin li hember neyarê Kurd, parastina ziman e. Xwedê neke, kengî neyar dît, zimanê Kurd têkçûye wê hingê xwe serkeftî bihesibînin…

Û mixabin di nav rewşa ziman ya îro de em nikarin bêjin ev xetere tune ye.

Heftenameya BAS

About The Author