Ma feqîr û rojî?

Abdûllah El Kurdî

 Serokê Yekîtîya Alimên Navnetewî (IAMS) û Miftîyê Awistralyayê şaşikmezin Mistefa Raşîd, di derbarê Remezanê û girtina rojîyê de lotikek qerase avêt got: „Jina min ji min berdayî be, rojîya Remezanê tenê ji bo dewlemendan ferz û mecbûrî ye, ne ji bo feqîr û hejaran“.

Serokê Yekîtîya Alimên Navnetewî (IAMS) û Miftîyê Awistralyayê Mistefa Raşîd, ji kanalek televizyona Amerîkî re da lotik û zîtirkên Erebî û di derbarê rojîya Remezanê û rojîgirtinê de fitûyek qerase derxist. Mistefa Raşîd, di axavtina xwe de bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar û got: „Ez bi serê Îsa, Mûsa û Mihemed bikim, armanca rojîyê têrkirina zikê feqîr û hejaran e. Heke kesek her roj zikê feqîrekî têr bike, rojîya herî baş û bixêr ew e“ û pêde çû.

Xalê Ereban Mistefa Raşîd, herweha got ku “helbet armanca vê fitûyê ne banga devjêberdan û negirtina rojîyê ye, armanca fitûyê ew e ku prensîpên rojîyê bê fêhmkirin”.

Helbet ev lotika Mistefa Raşîd û fitû û gotinên wî di awira îslamî de bû cîhê nîqaş û raberizandinê. Hinek îslamîstên şaşikmezin û rîhdirêj li dijî gotinên Mistefa Raşîd derketin û gotin: “Ez di dêya wan kim heke Mıstefa Raşîs rast dibêje! Fitû û gotinên Raşîd li dijî hiqûqa îslamê ye û her kesê ku hişê wî li serê wî be, divê stuyê xwe bişkîne û rojîyê bigire babam” filan û fîstan.

Werhasilî kelam, zir qeraseyê Serokê Yekîtîya Alimên Navnetewî (IAMS) û Miftîyê Awistralyayê Mistefa Raşîd fitûyek ji bo feqîr û hejaran derxist û girtina rojîyê ji wan re ferz nekir.

Îcar kî rojîyê digre, kî nagre, ji xirrê min ve û hûn sax..

Erebistan

About The Author