XWENEZAN – 4

Raîf Yaman
Hûn dibêjin remza miletê me şêr e. Şêr bi tenê nêçîrê dikin, lê bi hev ra dixwin. Du şêr bi hev ra herin nêçîrê xîjî hev dikin, bi canê hev dikevin. Bê guman destvala vedigerin. Bizin û pezkûvî jî bi rik in. Qiloçên xwe di serê hev da dişikînin. Bi şîr û goştê xwe zikê meriv û gur û hirç û keftaran têr dikin. Ew jî dikanin bibin remza we.

Mesele ne wêrekî û ne jî newêrekî ye. Ji şêr wêrektir, ji rovî newêrektir tune. Di şer da her dem şêr serketî ye, lê dema şer bi dawî dibe, alîyên di şer da li hev tên, ê dikene her dem rovî ye; ê serî di nav lepan da, stûxwar, kûr kûr diponije şêr e. Li dadgehên piştî şer, bi dadger û dozgerên dijminan şikandina qeleman ne karê aqilan e. Li xwe vebiarqilin, ji xewa hezar salan hişyar bibin. Ji bîr mekin, di şerê mêjî û didanên tûj da her dem mêjî bi ser dikeve. Bi gotinek din di şerê şûr û qelemê da her dem qelem bi ser dikeve. Lêbelê hûn tim qelema xwe bi xençera xwe ya jehrîna di pişta xwe dişkînin. Hûn wê bi destê xwe hûr û ximûrî dikin. Çem û çem çûyîna we, ji merivtîyê derketina we ji vê ye.

Ji bo miletên serdest hûn destirma ne. Leşker in. Paqijkarên avdasxanan û karkerên karên giran in. Li bal wan xwîn û canê we ji avê herzantir e. Li ber destan in. Hûn bi qûna xwe ya bi gû dixwazin aqil bidin miletên serdest? Rind bizanibin haca wan bi aqilê we tune. Pêwîstîya serdestan bi aqilê bindestan tune. Heke hûn bixwazin ji qedr û qîmeta xwe ya li bal serdestên xwe têbigihên, li mebûsên xwe yên li meclîsên wan mêze bikin. Çend kes dibin bira bibin, pênc quruş qîmeta wan tune. Çimkî ew ji we ne, deng û rengê bindestîyê ne. Ne bi taxa serdestan ra ne. Demokratên we li ber faşên wan bejna xwe ditewînin. Giregirên we jî mîna we ne. Hene, lê tune ne. Zindî ne, lê mirî ne. Li bin heman banî, li ser heman kursîyan rûniştin û peyivîn rastîya xwenezanî û xwezanîyê naguherîne. Li ku, kînga bixwazin bi paş stûyê wan digirin, dibin diavêjin zîndanan. Serdest çi bixwazin dikanin bînin serê wan. Xema kesî nine.

Kînga hûn ji rastîyan rast têbigihên, ji bo jîyanek bi serê xwe û dadwer li bin ala xwe ya rengîn bi hev ra bibin yek, bi dil û can bibin leşkerên parastina can û malê hemî zindîyên li warê xwe, ne tenê wan ji hêrîşên dijminên der û hundir, heta ji wan bêtir ji dijminên xwe yên bi navên nezantî, mirdartî, gendelî û bêdadîyê biparêzin, wê demê hûn dê bibin merivên xwezan û bi rûmet. Bizanibin dijminên li ber çavan zarên nezantî, bêdadî û gendelîyên we ne.

Xwenezanî nexweşîyek giran e. Dermanê wê li dermanxanên xwenezanan peyda nabe. Hûn neçar in ji dermanxanên taxên xwezanan peyda bikin. Metirsin. Kes ji xwezanîyê namire. Li xwezanan mirin jî parçekî jîyanê ye; tarîya çirûsandina stêrkan û biriqandina rojê ye.

Nusaybinim.com

About The Author