Dengê te sitrana min e, porê te jenîna evîna min e
Kenê te hêvîya şahîya min e, tu wek stêra êvînê geş î
Dengê te
Dengê te sitrana min e, dîma te roka welat e
Hêstir û axîna min e, bejna te destpêka jîyanê ye
Di dîlanan de semaya digerîne
Dengê te
Dengê te sitrana min e
Bêhna te nêrgiza ber pozê min e
Çavên te dîrokek kevnar ‘’Horamanî“ ye
Hêlîna min ya nuh û nûjen e
Dengê te
Dengê te sitrana min e
Destên te pelên buharê xemilandine
Mîna pembûyê deşta çûmê zindî ye
Dengê te
Destpêka azadîya Rojihalata Navîn e
Kilama serbestiyê û aştîyê ye
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin